Li Stenbolê organîzasyoneke xwendekarên kurd a çand, huner û sosyalîzasyonê: Chalak Events

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê xwendekarên kurd ji bo kesên ku bi çand û hunera kurdan re eleqedarin bicivîne çalakiyên çandî, hunerî û zimanî li dar bixin Chalak Events avakirin. Organîzatorên çalakiyê ji Sputnikê re ragihandin ku armanca wan ew e ku ciwanên kurdan bi saya van çalakiyan bînine cem hev û di navbera wan de pirekê çêbikin.

Yek ji koordînatorê Chalak Eventsê Tofan Sunbul diyar kir ku beriya avakirinê wan çend çalakî li dar xistine û wan dîtiye ku di vî warî de valahiyek heye û lewra wan xwestiye ciwanên kurdan bi saya van çalakiyan bînine cem hev û di navbera wan de pirekê çêbikin.

‘BI CHALAK EVENTSÊ ME XWEST KURDAN BÎNINE CEM HEV Û DI NAVBERA WAN DE PIREKÊ ÇANDÎ AVA BIKIN’

Sunbul diyar kir, ew çalakiyên çandî û hunerî, zimanî û dîrokî lidar dixin û got, “Bi vê yekê em dixwazin kurdan bêhtir nêzîkî nasnamaya wân bikin, kurdên zengîn û kurdên feqîr, kurdên reş û kurdên spî bînine cem hev û di navbera wan, nasnameya û çanda wan de pirekê ava bikin. Em heşt kes in û tev xwendekar in. Çend çalakiyên me li Ewropa dîtin, em dizanin ku ev çalakî li Ewropa hene, me xwest versiyonanên wan ên kurdî bikin. Bo mînak, English Spoken word, German Spoken Word ûhw. hene, me go çima versiyona wê ya kurdî nebe?”

Tofan Sunbul – Chalak Events

Tofan Sunbul teqez kir ku zimanên çalakiyên bi piranî kurdî û ingilîzî ye û wisa axivî, “Me çalakiyeke bi navê taşteya hevnasînê li dar xist û her wiha kurdish home party, kurdish camping, spoken word, nîşandana fîlmên kurdî, dengbêj nights, home seminers, free walking tours û intro to kurdish culture.”

‘JI BO HEMÛ ÇALAKIYAN ELAQEYEKÊ ZÊDE HEYE’

Koordînatoreka din ji Chalak Eventsê jî diyar kir ku ji bo hemû çalakiyan elaqeyekê zêde heye û her tim ji hejmara ku ew pêşbînî dikin zêdetir kes tevlî çalakiyan dibin û dê çalakiyên wan ên weke spoken word, dengbêj nights, nîşandana filman û home semînerên me dê dewam bikin her wiha ew dê di demeke nêz de dest bi çalakiya free walking tourê jî bikin.

‘ZIMANÊ SERDEST YÊN HEMÛ ÇALAKIYÊN CHALAK EVENTSÊ KURDÎ YE’

Sunbul da zanîn ku zimanê serdest yên hemû çalakiyên Chalak Eventsê kurdî ye.

Herwiha Organîzatorên Chalak Evenstê diyar kirin ku bo hemû çalakiyan wan elaqeyeke mezin heye û ji hin bajarên kurdan ciwanan xwestine ku şaxa Chalak Eventsê li bajarên xwe vekin.

SputnikNews
Mevlut Oguz, Fethullah Ozmen

Derbar Rêvebir

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply