Li Stenbolê, mûzeyek li ser navê alimê kurd El Cizîrî tê çêkirin

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, mûzeyek li ser navê alim û kaşifê kurd Îsmaîl bîn Rezzaz el Cizîrî, ku yekemîn robot çêkiriye, tê çêkirin.

Rêveberê malpera babil.com Mehmed Alî Çalişkan da zanîn ku di demek nêzîk de dê mûzeyek li ser El Cizîrê li Stenbolê were çêkirin û di wê mûzeyê de dê berhemên wî bên nîşandan.

Ismaîl Ebûl Iz Bîn Rezzaz el- Cezîrî el Kurdî kî ye?

Ismaîl Ebûl Iz Bîn Rezzaz el- Cezîrî el Kurdî di sala 1153an de li Cizîra Botanê hatiye dinyayê. Ismaîl Ebûl Iz Bîn Rezzaz el- Cizîrî el Kurdî di qada zanista sîbernetîkê de wek hosteyê herî mezin tê qebûl kirin. Ev hosteyê ku wek bavê sîbernetîkê tê dîtin di heman demê de hosteyê fizîk, robot û matrîksê ye jî. Ismaîl Ebûl Iz Bîn Rezzaz el- Cizîrî el Kurdî di sala 1233an de li Cizîrê çû ber rehma Xwedê.

El Cizîrî perwerdeya xwe ya destpêkê li medreseyên Kurdan qedand. Li van medreseyan bêhtir li ser fizîk û sîbernetîkê sekinî û heta roja me jî gelek îcadên ku hê ne hatine dîtin keşif kirin û di dema xwe de xistin xizmeta mirovahiyê. Ebûl Izê ku di bin desthilatdariya Zengiyên Kurd de dijiya, piştî demekê li ser vexwendina Artûkluyan çû Amedê. Li vê derê  pirtûka xwe ya bi navê ‘Kitáb fí ma’rifat al-hiyal al-handasiyya’ (Pirtûka bi marîfetên yekbûna teknîk û xeyalan) nivîsand. Nusxeyeke pirtûka xwe pêşkeşî hikûmdarê Abbasiyan Ebûl Ahmed, Nusxeyeke din jî pêşkeşî hikûmdarê Artûkiyan Mehmûd bîn Mihammed kir.

Nusxeya ku şand Bexdayê di dema dagirkeriya Moxolan de wenda bû. Li ser Nusxeya Amedê jî dibêjin ji koşkê hatiye dizîn lê gelek îcadên Mihammed bîn Yusuf bîn Osmanê Heskîfî ji hin beşên ku ji ber pirtûka wî girtine hatiye heta roja me. Di Koşka Topkapiyê de jî kopiyeke wê berhemê heye. Li dinyayê jî bi tevahî 16 jibergirtinên wê hene.

Bikaranîn, derfetên sûdwergirtinê bi xêzkirina wek pêşnûmayan bi awayekî bêhempa û pir nuwaze ya 50 cîhazî şanî mirovan kiriye. Ji ber vê yekê El Cizîrî El Kurdî di rêya zanist, zanyar û îcadan de dibêje ‘’Her teknîk û ilmê ku bi sepandinê neyê ceribandin di navbera rast û çewtiyê de ye’’.

Alema Rojava Ismaîl Ebûl Iz Bîn Rezzaz el- Cizîrî el Kurdî wek Al-Jazarî nasdikin. Norbert Wiener, Andé Mari Ampére, James Clerk Maxwell, Szolem Mandelbrojt ev endezyar û zanyarên ku li ser zanista fizîkê navdar bûne, El Cezerî ji bo wan bûye wek çavkaniya bestê û mamoste.

Di nav îcadên El Cezerî de cûreyên saetan, deriyên otomatîk, amûrên sifreyên otomatîk, amûra xwîn girtin û berhevkirinê, pestopîva xwînê, termûz, fiskiyeyên avê, otomatên mûzîkê, hewzên nayên valakirin, tilûmbeyên avê, pergalên pompekirinê, mifteyên şîfrekirî, muslix, maşîneyên kar û amûrên ku barên giran radikin.

Di nav wan de ya ku herî zêde balê dikşîne û di dawiya sedsala 20’emîn de hêj nû hatiye kişfkirin muslixên otomatîk in. El Cezerî ew muslix bi pergaleke wek ya robotan saz kiriye û ji bo destnimêjê xistiye xizmeta mirovan. Ew robot wextê ku kesên destnimêj bigirtana destê xwe dirêjî bin muslixê dikirin û bi awayekî otomatîk av ji muslixê dihat. Pergala wî robotê otomatîk, bi hesabê wek ‘0101’ tê zanîn hatiye damezirandin.

Jixwe îcadkarê vî hesabî jî El Cezerî ye. Ji ber vê yekê jî wek pêşengê fikra pergala kompîturê jî tê qebûlkirin. Çawa ku wextê mirov dibêje tib Îbnî Sîna, wextê mirov dibêje matematîk Harezmî, wextê mirov dibêje felsefe Farabî; tê hişê mirov, wextê mirov bibêje sîbernetîk jî Bedîuzzaman Ebul Îz Ismaîl er-Rezzaz el-Cezeri el-Kurdî tê hişê mirovan.

Zanista sîbernetîkê navê xwe li sedsala me kiriye. Ev peyv rayeka xwe ji grekiya kevn ji peyva ‘Kubernetes’ an jî ji latînî ji peyva ‘Gobernare’ya di sala 1948’an de ji aliyê Norbert Wiener ev nav sitandiye. Wiener, ji bo wateya sîbernetîkê dibêje; sîbernetîk, ji bo hemû pergalên organîzekirî (zindî an ne zindî), ajel û maşîneyên wek pergala raçavkirin û rajihandinê ye. Ango sîbernetîk; zanista ragihandin, damezrandin û eyarkirina mîhengê ye. Ji bo mirov û maşîneyan li danûsitandina agahiyan, rewşa kontrol û mîhengê lêkolîn dike.

Binyadê vê zanistê ji aliyê Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî el-Kurdî ve hat avêtin û îro bi pêşveçûnê, derfetên çêkirina kompîturên ku ji jiyana me bûne perçeyek derxistiye holê. Li ser mijara despêka pergalên otomatîk û sîbernetîkê Fransewi Descartes û Pascal; Elmanî, Leibniz; Îngilîz jî, Bacon îdia dikin. Lêbelê beriya van hemûyan bi 600 salî Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî el-Kurdî rêgezên zanista sîbernetîkê bi dinyayê dabû naskirin.

El-Cezerî el-Kurdî ne tenê pergalên otomatîk damezrandibûn, di heman demê de di navbera pergalan de ku otomatîk dixebitin mîheng jî sazkiribû. Ev pergala ku El-Kurdî sazkiribû encax piştî wî 800 salî Profesorê Norolojiyê yê Îngilistanê Ross Ashbyê ku wek bavê sîbernetîkê tê zanîn di sala 1951ê de hêj nû keşif kiribû. Hêj nû di wê sala navborî de qala mîhenga di nav pergalên otomatîk de kiribû.

Herwiha binyadê keşfkirina regulatoran jî dîsa digihêje El Cezerî el- Kurdî. Tê zanîn ku cara ewil J. Watt di sala 1780 de regulator kişf kiriye. Lêbelê wextê ku mirov li pirtûka El Cezerî dinêre di rûpela 171ê de pergaleke hema hema wek a J. Watt heye. Ango Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî el-Kurdî beriya J. Watt bi 500 salî regulator jî keşif kiriye. Heta ev regulator di pirtûka xwe de wek şiklê çûkekî çê kiriye.

Dîsa el-Kurdî beriya Leonardo da Vîncî bi 300 salî li ser hêmanên çerxê bi diran, tiştên ku Da Vîncî zane û nizane di pirtûka xwe de nivîsandine. Ev tişt îro zana û zanyarên me hemûyan matmayî dihêle û xeyala keşifkirina van tiştên giranbûha jî nikarin bikin.

Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî el-Kurdî wek bavê zanista robotan jî tê zanîn. Di mijara teknolojiya robotan de jî, gelek sepandin û pêşniyazên ku pir di pêşiya dema xwe de ye hene. Di çaxa navîn de hêj beriya Emerîka bê kişfkirin û Ewropa di serdema tarî de bû, Kurdistan gihiştibû lûtkeye zanistê. Wê demê teknolojiyeke ku nedihat aql û xeyala li Kurdistanê dihat bikaranîn. Di dîrokê de zanîngeha ewil Zanîngeha Haranê pêşengiya van pêşketinan dikir û gelek bajarên Kurdistanê jî wek çira şevê bi roniya van zanistan ronî bibû.Bi taybetî jî paytextê wê demê Amîd/Amedê di hundirê Koşka Kelehê de teknolojiyeke îro jî em nikarin xeyal bikin dihat bikaranîn.

Di hundirê koşkê de gelek robotên ku El-Cezerî el-Kurdî çêkiribûn xizmeta mêvanan dikirin. Her wiha ji bo destmêjgirtina Paşe jî robotê avê jî çêkiribû. Her wiha ji bo Paşe û mêvanên wî kêfxweş bikin robotên li saz, def û erbanê dixin, maşîneyên di şiklê teyrê tawiz de ku di hundirê koşkê de digeriyan, mifteyên bi 24 şîfreyên ji hev cuda, demjimêrên avê, robotên kelekkar ên di hewzê koşkê de digeriyan, hewzên ji aliyekî tije dibûn ji aliyê din ve dihatin valakirin, maşîneyên destmêjê yên otomatîk û hwd. Di nava bedena navdar ê  Amedê de dihat bikaranîn. Em dikarin vê yekê pir rehet bibêjin ku qeyda robotê herî kevn û ewil li Kurdistanê ye. Her wiha robotê ewil li Amedê hatiye çêkirin û bikaranîn. Ev yek tiştekî pir girîng e, em dikarin bi vê yekê pir şanaz û bextewar bibin. 

Bedîuzzaman El-Cezerî El-Kurdî di heman demê de ew kes e ku di dîrokê de cara ewil bi maşîneyên otomatîk mijûl jî bûye. Ji ber vê yekê wek mekanîkkarê ewil tê qebûlkirin. El Cezerî di xebatên xwe de ji teoriyê bêtir li ser pratîkê ango li ser sepandinê sekiniye. Wextê ku li ser îcadekê dixebitî berê bi hisabê endazeyê ango geometriyê ji kaxizan makêta wan çê dikir. Berîya maşîneya hisap a ewil çê bibe bi 600 salî berê mekanizmayeke bi heman rêgezê dixebitî îcad kiribû.

Bedîuzzaman El-Cezerî El-Kurdî gihaştibû lûtkeya zanista kontrolê ya otomatîk. Hemû dinya qebûl dike ku ev alim, deha û îcadkarê bêhempa yê Kurd El –Cezerî bi tevgera avê û enerjiya wê jî gelek maşîneyê din jî îcad kirine. Lewra di pirtûka xwe de ew bixwe dibêje; ‘dema min nû dest bî çêkirina maşîneyan kir, ez ewil li gor rê û rêbazên Arşîmed dixebitîm. Lêbelê min ew dît ku maşîneyên min îcad dikirin li gor qanûnên wî nedixebitîn. Ji bo xebitandina maşîneyên xwe min jî bi hêmanên xwe ew îcadkirin û xebitandin’.

Dema Bedîuzzaman El-Cezeri El-Kurdî de ceyran, hêza manyetîk, fîşara fotonê an jî hêzên elektromanyetîk tune bûn. Wî jî derfetên di destê xwe de bikar anîne û ji hêza avê û tesîra pestoyê sûd wergirtiye. Her wiha îcadkarê ‘mîlê krank’ ku îro di wesaîtên bimotor de tê bikaranîn jî Bedîuzzaman El-Cezeri El-Kurdî ye. Bi van derfetên pir kêm ev îcadên pir giranbuha çêkirine. Ev jî cih û nirxê wî yê zanista sîbernetîkê şanî dinyayê hemûyan dide.

El-Cezerî el-Kurdî bi van îcadên payebilind ne tenê mirovên serdema xwe îro jî gelek zanist û zanyaran matmayî dihêle. El-Cezerî el-Kurdî di dîroka înformatîkê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandiye. Ew jî û pirtûka wî jî hêj jî eleqeyeke mezin dibîne. Di gelek kovarên înformatîkê de wek ‘Bavê Otomasyon û Robotan Ebûl Iz El-Cezerî el-Kurdî’ tê zanîn. Bedîuzzaman El-Cezerî El-Kurdî ne tenê çavkaniya şanaza Amediyan e, bi taybetî yê Kurdan û bi gelemperî jî yê alema Îslamê hemûyan e.

Îro gora wî îcadkar, mekanîkkar û dehayê bêhempa li Cizîrê ye. Tam li hemberî turbeya Hz. Nuh e. Gelek mirov wextê tên ser turbeya Hz. Nuh di ber gora Bedîuzzaman El-Cezeri El-Kurdî jî derbas dibin û fatîheyekê ji wî re jî dixwînin. Lê mixabin ew kesên ku fatîhê dixwînin nizanin ku ew kesê di wê gorê de ye, mirovekî çiqas hêja û mezin e.

Jêder: Kovara Zanko

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply