Di duyem û dawîn roja birêveçûna Kongreya Navdarên Kurd de ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hate lidarxistin, 30 kesayetên Kurd hatin xelatkirin.
Hunermendê navdarê Kurd, Mezher Xaliqî ku piştî 38 salan vegeriya Rojhilatê Kurdistanê, di roja dawî ya kongreyê de gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Ez şanaziyê dikim ku hatina min hevdem bû li gel vê bûyera kulturî.”
Xaliqî got: “Ev der (Sine) bajarê min e û ez pê şanazim, ez bajarê xwe bi navê Mestûreya Erdelan û Ayetullah Merdox nas dikim, wan ev kultur da me ku em li gel zaniest û kultur û hunerê bin.”
Xaliqî herwiha got: “Navûdengê hunerê li Îranê, weke ku diviyabû wisa be, niha bilind bûye. Me hemû ew reftar û rewişt û kiryar ji xwezayê wergirtiye û eger em xwezayê dixwazin, divê em hev jî qebûl bikin.”
Hunermendê Kurd, Mezher Xaliqî di beşeke din a axaftina xwe de, Kongreya Navdarên Kurd bi bizaveke mirovî, kulturî û pêşkevtî bi nav kir û got: “Şanazim ku piştî 38 salan ku hatim warê xwe, hevdem bû li gel vê pêngava mezin.”
Ew 30 kesayetên ku ji aliyê Kongreya Navdarên Kurd ve hatin xelatkirin, bi vî awayî ye:
1-Mîkaîl Eslan
2-Nezend Begîxanî
3-Kelîmullah Tewehudî
4-Mezher Xaliqî
5-Hadî Ziyaedînî
6-Bîjen Zulfeqarneseb
7-Kiyanûş Rostemî
8-Qutbedîn Sadiqî
9-Mihemed Elî Salihî
10-Ezîz Şarox
11-Esed Şêxul-îslamî
12-Mucteba Şemsîpûr
13-Bextiyar Elî
14-Enwer Qeredaxî
15-Mihemed Elî Qeredaxî
16-Bîjen Kamkar
17-Keyhan Kelhur
18-Elî Ekber Muradî
19-Emîr Nusretullah Muînwezîrî
20-Kurdistan Mukriyanî
21-izedîn Mistefa Resûl
22-Meisûm Elî Meisûmî
23-Azad Necar
24-Bîjen Namdar Zengene
25-Şaram Nazirî
26-Eta Nehayî
27-Elî Eşref Newbetî
28-Letîf Helmet
29-Osman Hewramî
30-Mihemed Teyfun
Kongreya Navdarên Kurd roja 2ê Tîrmeha 2019 li bajarê Sine dest pê kiribû û duh 3ê Tîrmehê dawî pê hat.
Di çarçoveya birêveçûna vê kongreyê de, Parka Navdarên Kurd jî li quntara çiyayê Aviyerê li Sine hate vekirin ku peykerên çend kesayetên navdarên Kurd li vê parkê hatine danîn.
Rudaw