Li Serhedê Rojên Zivistanê

Ev çend roj e odeya me ya gund tê ber çavên min, salên heştêyî de, ez jî êdî zarokekî helegeyî, berefehm bûm. Oda me bi kevir û daran ve hatibû çêkirin, kêran, merteg, piştek, kondên wê ji darên çamê bûn, kewaşê wê, ji nermegîhayê Kanîfirşkê bû. Dîwarên odeyê bi heriyê va hatibûn siwaxkirinê lê derdorê pacê tenê bi bêtonê ve bi awayekî şimşat hatibû hulûkirinê.

Hê jî tê bîra min şeş heb kêran, bîst û pênc heb texte li arîga dihatin xuyakirinê. Her êvar, beriya razanê min çavên xwe li ser wan texta dibir û dianî, çawa merivekî bikeve rêyeke dûr; ez wisa ser wan diwestiyam, her şev min ew dihêjmartin paşê radizam., Min gelek caran jî giliyên nav kêran û textan dihejmart, dikarim bibêjim karê min a zarokatiyê bi jimartina wan textê arîgê odeya me destpêkir.

Li ser banê xanî jî xwelî hebû yekcaran dilop dikir. Ez vê ji bîra nekim, bibêjim şiklekî bavê min î ciwantiyê hebû, dilop ser da hatibûn zirar dabûn çavê wî, axir nizanim ew şiklê bavê min vê axiriyê çawa bû. Gelek caran ew şikil tê ber çavê min ez diçim wan rojên berê. Dîwarekî odeyê da qenevçeyek  dardakirîbû li ser qenevçeyê şiklê bizinkoviyekî hebû li tenişta bizinkoviyê jî du heb karikên bedew mexel hatibûn, te wetrê her du karik piştî çirpandina çilo dikayên. Dîwarê din de jî xalîçeyek hebû li ser xalîçeyê jî du keçikên bedew kulîlk di destê wan de hebûn; rûyê wan bi ken, beşereke xweş hevdu temaşe dikirin. Mirov dema li wan dinhêrî beşeve dihat û herdem dixwest wan herdu keçikên bedew temaşe bike. Li ser deriyê odeyê jî teregek hebû, bavê min hûr û mûrê ber destê xwe dikir wê teregê. Wan salan mihîneke me yê şêçal hebû winda bû, îca xemleke wê li mal mabû, xemleke niviştkî derdorê wê jî sê cirge moriyê hêşin hebûn. Min yekcaran balgî didan bin lingê xwe wê teregê dinhêrî. Min ew xemla her çi gava bidîta bo mihînê xemgîn dibûm. Cînarekî me ew terega çêkiribû navê wî Mehka bû lewra me ji wê teregê re digot terega Mehka. Payîza dereng, serê îsnaga ji bo xanî dilop nekin, me ka dikire nav heriyê distira em li ser digeriyan, me pêpes dikir.

Bavê min yekcaran jî xwehê ser wê heriyê direşand me ew bi lingan didewisand. Hinek cînarê me loq ser digerandin hinekan jî şonikan va dikutan lê malaniyê bera me tenê bi lingan va xweliya ser xênî pêpes dikirin. Wexta berf dibarî em bi berfok û siqafêlan va derdiketin ser xênî. Roj hebû me du caran berf bi berfokê va paqij dikir. Piştê paqijkirina ser xanî îcar me rêya kaniyê, rêya lodê, rêya merekê, rêya qelaxê û rêya der û cînaran jî vedikir. Piştî xebata ser xanî, vekirina rê û dirba em dihatin malê, diya min xuregekî çivir dida me, em heta êvarê nedihatin malê, jixwe rojên tendûr hebûya jî diya min keşke diavêt bin tendûrê yek tîke goşt tevî hestiyan diavêt nav heta sibê bin tendûrê de dima, diya min berbanga sibê de radibû çend liv çortan derdixist dikir nav lengeriyekî ew çortana dipişavtin dew jê derdixist me dewê çortan û rûnê nivîşk berî ser keşkê dida. Me xwûşk û bira çarheqalî dora textê nan digirt êdî tam û lezeta wê hûn texmîn bikin.

Dîwarên odeyê yî derva bi kevirên seqê va hatibûn çêkirin goşê wan jî kevirê pûk bûn, odeya me de tenê dora pacê û kesteka keviran da bêton hebû wekî din tev dar, kevir û herî bûn. Min û birayê xwe yî mezin va me dendikê zeytûnan ser wê betona kestekan dibir û dianî, lît dibûn me bi pozê derziyê ve ew denê zeytûnê derdixist paşê me dendik dikirin nav rûn diqelandin, sor dibûn îcar me bend pê re derbas dikirin û dibû tizbî.

Havîna me derfet didît em derva bigerin lê zivistana cîhekî wek Serhedê de piraniya heyata me di wê odeyê da derbas dibû. Çarheqalê odeya me balgî sipartibûn dîwara hundirê wan balgiyan jî gîhayê qamîş yên herî baş ve tije dikirin, direpitandin da ku balgî demeke kin de nepelişin erdê.

Raxistina erdê havîna xesîl bûn, zivistanan jî kulav bûn xesîl jî, ji cîlê çayîra diçînîn berê dikirin kêm paşê dikirine pirêze, badidan wek tevna xalîçeyan. Jin ber rûdinûştin çêdikirin, çêkirina xesîla baş tê bîra min; destê jina dibirî, cîl û qamîş pir tûj bûn destê merivan mîna gûzanê dibirîn. Havîna kêfa min gelek ji wan xesîlan re dihat, hem sivik hem jî bedew xuya dikirin.

Zivistanan jî her malê kulav nedidîtin ku raxin, kulav raxistina dewlemanda bû; malên desteng cil, carcîm û emenî radixsitin, kulav ji liva berxa va çêdikirin. Lûbirçî dihatin gund xort lê kom dibûn ber sitrana şeva xwe derbas dikirin, li ser dikirin zibare çend şeva da kulavek dikutan, yekcaran jî nexş dikirin nava kulêv. Kulav wisa erdê ranedixistin hinek caran cil dikirin binê kulav, hinek caran jî gîha bin radixsitin, zivistana me mehê carê mal derdixist derva kulav dadiweşandin, gihayê binî yê kifikî me derdixist diguherand. Ew gîha, kelem û girnûgên bi kulav ve digirtin me yek bi yek jê derdixistin, me li ser berfê kulav radixistin paqij dikirin heta wexteke dereng barayî dibûn.

Bavê min jî wê navberê da şûşe mazot ser pixêrîka odê de vala dikir, agir berî pixêrîka sobê dida, ew qirima reş tev dişewitand pixêrîk fireh dibû heta mehekî dûyê sobê ber bayê sayî xweş dikişand, paşê dîsa dixitimî heta rojeke xweş de me dîsa odeya xwe derdixist derva. Jibilî odeyê çend çeviyên din jî hebûn wek quba tendûrê, xaniyê malê, hewş, gom û tewle. Çilê zivistanê de rojên pir sar hebûn, yekcaran jî bager hebûn rê dixitimîn, rê ji gunda nediçû gundan.

Gundî tev karê xwe yê rojane re mijûl dibûn, hinekan tevdîra ava pez didît, hinekan ber loda gîhê gurz dişidandin, hinekan jî ka li ser kurina radixistin benda danê pez diman. Em zarok jî li ber dangiyên pez diqefilîn, me xwe diavêt gom û tewleya, yekcaran jî me goma da dileyîst, leyîstokên wek Pezkoguro, Pezê teqîbatê, Sêvo- sêvo, Çavgirtonek, Kerkêkerajo û bi kapa va jî me Sisênok, Ker û Mîr dileyîst.

Carna danê sibê me pez têr dikir dikire cîh, mêrên gund hêdî, hêdî her yek li taxa xwe da berjêr dibûn li ser lodên gîhê kom dibûn dest bi galegalan dikirin. Ez diçûm ba wan, xeberê wan gelek xweş bûn, mijûliyên pir bedew dikirin. Mezinan mezinantî, piçûkan jî piçûktiya xwe zanibûn. Qala bazara pez û dewaran dikirin, behsa şivanî û gavaniya xwe dikirin. Hinekan qala diziya bostanên sala borî, hinekan jî ewilê biharê yê herin kîjan warî, herin kîjan zozanî. Hinekan qala ormixa payîzê, hinekan qala terazinên biharê dikirin. Hinekan jî qala mexelê Qereyaziyê; Elemdaxê, Çemçê, Sînê, Sînegê, Şerefdînê, Bilêcanê û Qertewînê dikirin. Hinekan jî henek û laqirdî dikirin. Hinekan çîrok, hinekan kilamên dengbêjiyê digotin. Hinekan jî wisa serê xwe berjêr dikirin qirşikê gihê ber diranê xwe re dikirin qutiya xwe yê cixarê nişkava kêleka xwe derdixistin xeleqa dû ser serê wan bilind dibû ew jî tev dûyê cixarê dişewitîn, diketin nav mitaleyên kûr û dûr.

Yücel Aslan ( Koçer)

Ferhengok:

Arîg: Tawana odê

Barayî: yê bi şil

Beşereke: Bişirîn

Beşevedihat: dibişirî yada tebessüm ediyordu,

Cîl: Cureyên Qamîşê

Çal: Enîbeş, şê

Çarheqal: doralî

Çivir: Xwarinek bi rûn, cureyek dara biyê

Emenî: berrik, xelîce, kîlim

Gûzan: dûzan, cuzan

Hulikirin: Hîlîkirin, nermkirin, hêgekirin, duzkirin

Isnag: Dema dawiya payîzê ku hewa sar dibe

Kestek: Terk, qelişî

Kurin: Kurne, kurin

Lûbirçî: Lubidî, yê ku kulav çê dike

Ormixa: Cureyên giyayê ku dema payîzê şên dibe

Pêpes: Dewisandin

Qenevçe; Tentene an dantelên ku keçik ji bo cêza xwe çê dikirin

Siqafêl:  Giyayên tahlik, pelkan ku pê axo û hewşan pa dikirin

Şê: Enîbeş

Şêçal: Enîbeşa nêzê zer

Tereg: Ref, refên dolaban

Wetrê: Qey, heçko

Xeleq: Xelqe, çembil

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply