Li Serhedê Navê Gundan û Taybetîya Agirî (Qerekose, Ağrı)

Li Serhedê bi awayekî befireh ev bajar hene: Erdexan, Qers, Erzirom, Agirî, Îdir, Mûş, Bedlîs û Wan. Behra Wanê li başûrê Serhedê dimîne.

Ez dixwazim bibêjim ku li van hemû bajarên Serhedê yên navê mezre û gundan pirtirîn bi Kurdî ne yên Agirîyê ne.

Ez li gor çi vê dibêjim?

Ez li Mûş, Bedlîs, Wan Agirîyê geriyam bi rojan; min hemû navê mezre û gundên van bajaran nivîsî.

Bi saya sere hevalên kedkar û Kurdistanî min navên mezre û gundên Erziromê (Xinûs-Hınıs, Qereyazî-Karayazı, Qereçan-Karaçoban û Tatos-Tekman) jî nivîsî. Her wiha hin navçeyên Erdexan û Qersê jî nivîsî.

Piştî ku min nexşeyên fîzîkî yên Agirî amade kir ez lê hay bûm ku piraya navê mezre û gundên Agirî xwerû bi Kurdî ne.

Bi ya min sedema herî mezin ew e ku li van deveran Êzdî xwedî cî û war bûn û ji xwe Êzdî xwerû Kurd bûn.

Ji bo Êzdîyan mînakeke herî girîng jî navê ‘Şeytanava’ ye. Li seranserê Kurdistanê navê ‘Şeytanava’ li navçeyên Agirî berbelav e:

 

  Gund Mezre
Navçe Tirkî Kurdî Tirkî Kurdî
Gîhadîn Akçevre Tapê Xêç
Hürriyetkomu Şeytanava
Dutax 75 Yenikent Şeytanava

 

Wekî din, bi qasî ku ez dizanim li Ebexê (Çaldıran) Şeytanava (Zülfibulak) heye.

 

Ez ê çend mînakan bidim:

 

1- Hin navê gundên Agirî (navend):

Hecî Xano
Ehmed Beg
Keşîşê Elîbegê
Tûjo
Dodo
Mele Osman
Kasor
Qazîyê Zêtka
Axadevê Piçûk
Dormelîya Jêrîn
Exta Jêrîn
Zeyt
Hecî Sefer
Qerê
Xidir
Qelender
Qeresû
Walîereb
Qewax
Qeya Beg
Qazî
Kevirgewrka Şêxa

 

2- Hin navê gundên Avekevirê (Taşlıçay):

Extîyar
Erez
Geldûşa Jêrê
Botîyê Jêrê
Gundê Pîrê Jêrê
Avdelîk
Dîdem
Alekor
Gomik
Lêşko
Girê Şera
Qubik
Golesor
Şêx Birahîm
Goma Şemê
Çerxîyan
Mîrzexan

 

3- Hin navê gundên Dutaxê (Tutak):

Xirbesork
Mele Şemdîn
Elecexan
Qerexalita Jêrê
Qerxelixa Şêx Remezan
Koşka Ûsiv Begê
Tahtika
Erebalîya Şêr Begê
Nedeşêx
Mûsik
Çirê
Hêbo
Bedo
Berdav
Bişê
Seyîd
Reşê

 

4- Hin navê gundên Gîhadînê (Diyadin):

Tapê Xêç
Êzdo
Qurd
Kevirê Sipî
Bilîgana Jêrê
Xidika Jêrê
Çobana Axê
Girê Dêm
Istûrka
Zîvker
Kurtîka
Bûdax
Gorana
Şikeft

 

5- Hin navê gundên Panosê (Patnos):

Koz
Qoro
Garisa
Babîya
Zomika Jêrê
Qamûşlîya Jêrê
Mozelan
Gurgure
Nenecanî
Bûdax
Çamûrlî
Eşara Jêrê
Çîçek
Serdagul
Kokin
Gamêşvan
Keta Yêxo
Xirbesork
Mecîya
Qubik
Qerewêt
Kêsan
Çeqçeq
Eşara Jorê

 

6- Hin navê gundên Zêdka (Eleşkirt):

 

Evdê
Avxark
Esêb
Mila
Gomika Tirka
Canbegayê Jêrê
Qopiza Jêrê
Karpalo
Bêdir
Sêvik
Çata Kosedaxê
Gelîya
Çelê
Dalqilîç
Çilkanîya Xalyazê
Şamya
Mardo
Ayika
Hemzika
Tabo
Xaçîl
Kazka
Gapira
Ebûzêd
Çilkanîya
Kevirgewrk
Kole
Rûta
Babina
Gomika Birûka
Şanezer
Melehusêna
Mele Silêman
Garisya
Gomika Ereb
Gopala
Pîrebada
Remedan
Misûrya
Melezada
Sarê
Heyşto
Gêlo
Remika
Dehar
Kelê
Kurdalya
Pozmezina
Xaşyan
Şêxa

 

7- Hin navê gundên Bazîdê (Doğubeyazıt):

Gurgure
Tajdê
Berbere
Tewla Xanşeref
Çilkotan
Kelereşk
Taxilka
Tapya
Başkend
Berekat
Silhana Jorîn
Bizirxane
Maseka
Qerê
Nazûk
Kanîya Kewrana
Noreşîn
Çalê
Teperiz
Golesor
Qanûk
Korim
Celal
Qemercix
Dostalî
Babxan
Xarik
Kundo
Gola
Şêxulî
Şemso
Helac
Qerecux
Qerebilax
Birnê Reş
Kanîya Resûl Axa
Mêrkişê

 

Têbinî: Ev nêrîneke min ya ji niqaşê re vekirî ye, ez hêvî dikim em ê karibin bi awayekî erênî li ser vê mijarê niqaş bikin.

Abdurrahman Onen

Derbar ziman

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply