Li Serheda Wêjeyê, Stêrka Nûbûnê: Wêjeya Kurdên Serhedê

Wêje çiraya herî bi rihm e bo rewşenkirina mirov û neteweyan. Kedkarên wêjeyê, kedkarên gotina xweşik, afirînerên fikr û ramanan li her derên cîhanê ji bo ku berhemên delal ji neteweya xwe re û ji mirovahiyê re mîrate bihêlin gelek ked dane, xebat kirine û gelek zehmetî kişandine. Ev çiraya bi rihm di pêvajoya rewşenkirin û ronakirinê de ji xwînerên xwe tu berdêleke naxwaze. Hew dixwaze mirov û netewe ji qeyd, kelemçe û leleyên xwe aza bibe, xweşik, qenc û pak bibe.

Kurd gelek bi siûd in, ji vê çiraya bi rihm, ji vê ronkayiya bi rihm bêpar nema ne. Di çaryeka ewil a sedsala 20’an de sê çira li milkê wêjeya kurdî hatiye vêxistin. Çira yek li Silêmaniyê li dora kovara Jiyanewe (1923-1936) û Gelawêjê (1939-1949), Çiraya diduyan li Şamê li dora kovara Hawarê (15’ê Gulanê 1932 – 15 Gelawêj 1943), çira sisêyan li serheda dûr li Kafkasan, li Rewanê li dora rojnameya Rêya Teze (25.03.1930)  hatiye vêxistin. Ev çirayên ku li milkê wêjeya kurdî hatinin vêxistin, ev agirê pîrozê bi arduyê kelepûra zimanê me di argûnê neteweya me de hatiye dadan gur bûye û şemal daye. Ev derên ji wêje û rewşenbîrîya kurdî re bûye argûn mohra xwe li dîroka wêjeya kurdî xistiye.

Ez ê di vê nivîsê da hinekî behsa şaxa wêjeya kurdî ya Kafkasan bikim. Ji ber ku berdewamî, xisûsiyet û taybetmendiyên vê şaxê hene. Di sala 1920’an heta roja îroyîn şaxa me ya Kafkasan gelek berhemên hêja bi saya serê rewşenbîrên delal daye. Taybetiyên vê şaxê ev in:

1) Bi alî ziman de devoka serhedê mohra vê şaxê ye

2) Sosyolojiya ku ev şaxa wêjeya me jê avzêmî bûye, koç û karesata kurdên êzdî ya salên 1915’an heta 1920’î ji serheda jêrîn û jorîn a ber bi Kafkasan e

3) Li ser hişmendiyek NETEWEYÎ ya dijkolonyalîst (Ji ber vê hişmendiya NETEWEYÎ a dijkolonyalîst ev şax û kedkarên vê şaxê hatine sirgûnkirn, rê û dirb li ber zimên û xebatên wêjeyî hatiye girtin û heta nivîskar jî hatine kuştin) ev şax berhemdar bûye

4) Şoreşa Oktoberê motîvasyon û halan daye vê şaxê û bûye colan ji vê şaxa wêjeya me ra

Loma jî ev her çar xalên girîng bûye sedem ku wejeya kurdiya kurmancî li Qafkasyayê şitlek nû lê bixe. Ger mirov şopa vê şaxê bigerîne, ji Agiriyê, ji Îdirê, ji Qersê heta Rewanê heta Tilbîsê û Sîbîra dûr mirov dikare şopê bigerîne.

Eskerê Boyîk ew bi xwe nivîskarekî delal ê vê şaxê ye, di pirtûka xwe ya bi navê “Çanda Kurdên Sovetê” de ji bo nivîskar û ronakbîrên vê şaxê wiha dinivîsînê: “Kadroyên kurdan yên ewilîn sêwiyên kurd bûn ku ji qir û bira salên 1918-1920’an de dê û bavê xwe winda kiribûn, di sêwîxaneyan de mezin bûbûn, xwendina xwe ya navîn li wir standibûn.” Û dibêje, “Ûsa kadroyên ewlîn pêş de hatin: Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Qanatê Kurdo, Cerdoyê Gênco, Wêzîrê Nadirî, Casimê Celîl, Etarê Şero. Ew jî hatin gihîştin Erebê Şemo û Ahmedê Mirazî.”

Bi rastî jî dema mirov berhem û jînenigariya wan nivîskarên nifşên ewil yên wê şaxê dixwînin ev rewş eyan û beyan e. Di vê şaxê de peywira dibistanên wir yên kurdî û weşandina rojnameya “Rêya Taze” divê neyê ji bîr kirin. Lewra ev şax li ser koka dara Rêya Teze aj dide û şên dibe. Rêya Teze wekî darek çinarê ye ji bo nivîskar û rewşenbîrên wê demê û bûye stare, dibistan û argûnê rewşenbîriya wê demê. Belkî li rûyê dinyayê kêm wêje hebe ku bi qasî vê şaxa kurmancî bi alî zimên û bi alî naverokên berheman ve ew qas  sosyolojîya civatê ve girêdayî be û ew qas rihê zemên zeft kiribe.

Kurmanciya pê berhemên wêjeyî hatiye lêkirin bi nifir, dia, bi kulam bi gotinê pêşiyan û biwêjan, bi destan û çîrok, urf û edetên di nava civakê de tu heta bibêjî hatiye dewlemendkirin, kurmanciyek zelal tu dibêjî bi zêr û zîv hatiye kildan bi wê kurmanciya Serhedê ya din ava gel de berhemên wêjeyî yên ne kêmî wêjeya cîhanê hatiye nivîsandin. Ji helbestê heta romanê, ji kurteromanê (Novella) ji çîrokan, ji şanoyan heta dokumenterên sinemayê bi delalî hatiye nivîsandin. Gund bi gund bi dû çîrokbêjan ketine, bi sedan çîrok ji windabûn û mirinê xilas kirine.

Berhema vê şaxê wekî awêneya destpêka sedsala 20’an wekî bîra zemên e. Ev destpêka vê dewranê ji Kafkasan heta nîvê Ewropayê fikrên nû pêl dide belav dibe û her tişt serûbinê hev dibe û pergala dinyayeke nû ava dibe. Loma ev şaxa wêjeya kurdî wê heta û heta ji neteweya me re bibe rêber, bîr û çiraya me ji bo ku em wê destpêkê ji bîr nekin ku çi qewimîye û baskekî neteweya me di kîjan neqebên dîrokê re derbas bûye û xwe gihandiye roja îroyîn.

Ew kesên li sêwîxaneyan strîbûn di nav gelek derfetên hindik de û dûre ji bo ku pêşeroja me ronî bikin, me xweşik bikin û hişê me zelal û ronî bikin zend û bend badane û ketine nava kar û xebatên rewşenbîriyê û nivîskariyê.

Dara wêjeya kurdî di dîrokê de kînga şitlek nû daye wê çaxê wêjeya me bi pêş ketiye. Loma jî di vê qurna 21ê de wext e dîsa wêjeya kurdî li ser koka xwe xulf û şitlek nû lê bide û wê lê bide jî…

Ez ê di nivîsek din da behsa wêjeya Erebê Şemo, behsa çiraya nûbûna wêjeya Erebê Şemo bikim.

 

Ulku BÎNGOL-Diyarname

bingol2181@hotmail.com

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply