Di serî de min nedixwest ez weku helbestvan dest dirêjî pênûsa rexnevanan bikim . Lê ji ber ku ev mijara giring bi paşeroja zarokên me ve girêdayî ye ez neçar bûm ku bi hêz li dergehê rexneyan bidim
Mijara ziman û rêzimana Kurdî mijareke aloz û tevlihev e bi sedema bindestbûna bi sedên salan di nava çend dewletên têvel de û bi sedema jihevketina civaka Kurdî û tevgera wê ya siyasî.
Hêvîya min pir bilind bû ku bi hevdîtina van zimanzanên beşdarbûyî vê pertûka ku bi navê (Rêbera Rastivîsînê) gavek berbi zimanekî yekbûyî û restnivîseke standart ve were avêtin , lê mixabin ew hêvîya min bilez li ber bayê reşbînîyê zuha bû dema ku ez tûşî van şaşîyên zanistî hatim.
Zimanê Kurdî zimanekî Hindewropî yî pirşêwezar e dema ku valahîyek ji hêla derbirînekê ve di ferhenga şêwezarekî de hebe mirov bi hêsanî dikare wê valahîyê ji ferhenga şêwezarekî dî tije bike , lê heger ew derbirîna pêwîst di tu şêwezarên Kurdî de peyda nebû hingê mirov dikare di ferhenga zimanê Farisî de lê bigere ji ber ku her du ziman (Kurdî , Farisî) yekkok û yekjêder in û bi rengekî asayî û xwezayî bi sedan peyv û derbirînên hevbeş di navbera her du zimanan de hene lê mixabin ev rêzdaeên beşdarbûyî vê pertûkê bi egera ku zimanê xwe ji zimanê Tirkî paqij bikin bilez dest dirêjî peyvên Erebî û Ewropayî kirin bêyî ku li li resenîya wan ya Kurdî bigerin wek:
Peyva bikaranînî | Erebî | resenîya Kurdî |
His | حس | hest |
Maneya | المعنى | wateya |
Minaqeşeyên | المناقشة | gotebêjên |
Tesîra | تاثير | bandora |
Minasib | مناسب | guncaw |
Fambar | الفهم | têgehiştî |
Qayîdeyên | القواعد | rêzan /rêzik |
Adetî | عادة | asyî |
Kitêbên | الكتب | pertûkên |
Neqabil | غير قابل | nepesendkirî |
Mimkin | ممكن | dibe |
Tercih | ترجيح | pejirandî |
Kanûna pêşîn | كانون الاول | çilê pêşîn |
Kanûna paşîn | كانون الثاني | çilê paşîn |
Sibat | سباط | reşemeh |
Nîsan | نيسان | banemer |
Hizêran | حزيران | pûşper |
Îlon | ايلول | rezber |
Xeternak | الخطر | metirsîdar |
Leqeb | لقب | nasnav |
Reqem | الرقم | hejmar |
Esas | اساس | bingeh |
Eynî | عينا | heman |
Îşaret | الاشارة | nîşandek |
Îdîakirin | ادعاء | tê gotin ku |
Îzafe | الاضافة | veqetandek |
Esilê | الاصل | resen |
Ferq | الفرق | cuda |
Xelet | الغلط | şaş |
Mentiq | المنطق | jîrbêjî |
Kamil | الكامل | sergihayî |
Tesbît | تثبيت | çespandin |
Elaqedar | علاقة | têkildar |
Aîdî | عائد | girêdayî |
Dereceya | درجة | asta |
Tarîfeyên | التعرفة | danasîna |
Teqrîbî | تقريبا | nêzîkayî |
Senifandin | تصنيف | durêzkirin |
Hewcedarî | الحاجة | pêwîstî/pêdivî |
Mensûb | النسبة | raspartin |
Ev jî hin peyvên Ewropayî
Peyva bikaranînî | Rûpel | Resenîya Kurdî |
Jest û mîmîkan | 15 | ? |
Pêpeskirin | 16 | ? |
Raçandina | 16 | ? |
Vavêrtina | 16 | ? |
Nimînendeyên | 23 | ? |
Berginda | 58 | ? |
Leksemeka | 124 | ? |
Kopula | 144 | ? |
Alomorf | 151 | ? |
Fonksiyonê | 151 | ? |
Nîvergatîfîyê | 154 | ? |
Akuzatîfîyê | 155 | ? |
Absoltîf | 155 | ? |
Bîformên | 158 | ? |
Konstruksîyona | 159 | ? |
Parengên | 161 | ? |
HD… |
Min berî nuha da zanîn ku mijara zimanê Kurdî mijareke aloz û tevlihev e , tu karên pêdivî ji hêla sazîyên fermî ve jê re nehatîye kirin , ci karên hene tenê ew ji encama kesayetîyên yekta ne ev jî bûbû egera pirbûna alozîyan di zimên de ji ber ku her zimanzanekî li gora zanîn , têgehiştin , jîngeh û civaka xwe kêşeyên rêzimanî çareser dikir û nav li derbirînên wê dikir heta ku ji heman derbirînê re ji navekî bêtir peyda bû ev jî di tu zimanên cîhanê de nayê dîtin û ne jî tê pesendkirin.
Yek ji erkên ku li ser milên van zimanzanên beşdarbûyî vê pertûkê ew bû ku van kêşeyan çareser bikin . Lê mixabin vê pertûkê bixwe jî kevirek li benda alozîyên zimanê Kurdî zêde kir dema ku piştgirtîya hin derbirînên necîgirtî û ew şaşîyên ku bi rengekî gelêrî di zimên de beyda bûne kir wek:
- Lêker li gora rêzan û rêzikên rêzimanî peyva lêkir bi wateya (verb /الفعل) dariştineke necîgirtî ye lê belê ew navê kara ye اسم فاعل
Dariştina navê kara li gora vê rêbazê pêk dihê (binyata dema nuha +er =navê kara).
Binyata dema nuha jî bi dûrkirina nîşeya dema nuha (di) û paşkokên kesîn ( im, in, e, î) tê dîtin mîna.
Ez dinivîsi = di…nivîs….im =nivîs
Binyata dema nuha ji karê nivîsînê nivîs e , nivîs + er = nivîser ev jî navê kara ye , yê ku nivîsînê dike , her wiha jî lêker.
Ez lêdikim = lê…di…k…im =lêk
Lêk+er =lêker ev jî navê kara ye yê ku lêkirinê dike neku kirin bixwe ye.
- Dema ku ziman dibe zimanê nivîsînê divê mirov rêzikên destûrî ji xwe re bike bingeh û xwe nespêre wan şaşîyên gelêrî yên ku bi çi sedemê jî di devokan de peyda bûbin.
22 dewletên Ereban hene zaravayê her dewletê ji yê ya dî cuda ye û di nav her dewletê de jî ji şêwezarekî bêtir heye digihêje asta ku niştecihên dewletekê ji yê ya dî tênegihêjin . Lê dema ku dibe zimanê nivîsînê ew devok tev paşguh dibin û di çarçova wî zimanê petî de tev ji digihêjin.
Mijara navên yekokên demê yên rêzgir mijareke giring e , bala gelek zimanzanan kişandîye û di nava wan de bûye kêşeyeke aloz . Mixabin vê pertûkê jî nikarîbû vê kêşeyê çareser bike dema ku her du raweyên tewangê pejirandin ev jî ne çareyeke zanistî ye , van rêzdaran nikarîbûn pîvanokeke zanistî peyda bikin û li gora wê ya durust hilbijêrin ji ber ku dema du rawe ji heman formê re hebin bi rengekî asayî yek ji wan li gora rêzikên zanistî ye û ya dî bi şêweyekî gelêrî bikar hatîye anku yek ji wan rast e û ya dî şaş e.
Ji hêla zayendê ve hemû navên pîvanokên demê mêza ne (xulek, roj, meh, sal…).
Hejmar jî raweya xwe ya tewangê ji navê berî xwe werdigire eger komjimar be yan yekjimar be wek:
Ez di sala 1984’ê de jidayik bûme
Ez di navbera salên 1990, 1999’an de fêr dibûm.
- Di vê pertûkê de dibêjin ku hejmarnavên ji duwan heta nozdehan bi (an)ê dihên tewandin lê hejmanavên dehekî (20, 30 ,40….) bi (î)yê dihên tewandin lê ka li gora çi pîvanok û destûrê tu kes nizane yanî ka çawa 19 komjimar e û 20 yekjimar e…?
- Dema ku zimanzanek pîvanokeke destûrî ji bo kêşeyeke rêzimanî peyda dike hemû cûr û celebên formên wê kêşeyê lê dipîve . Di vê pertûkê de dibêjin ku hemû navên taybet bi girdekan dihên nivîsîn û di heman demê de dibêjin ku nevên ol, Milet, eşîr û mensûbîyan bi hûrekan dihên nivîsîn.
Gelo ma ev navên han jî ne navine taybet in gelo ew çi destûr e ya ku celabekî navan li xwe digire û celebê dî li xwe nagire.
- Di vê pertûkê de dibêjin ku gerek navên biyanî yên bi tîpên Latînî li gora resenîya wan werin nivîsîn . Yanî heta ku mirov karibe pertûkeke wergerandî bixwîne gerek hayê wî ji rêzimana wî zimanê ku pertûk jê hatîye wergerandin hebe û ev jî peyvek nejîrbêjî û ne jî cîgirtî ye.
Gerek peyvên biyanî li gora bilêvkirina Kurdî werin nivîsîn tenê cara pêşîn navê resen di nava du kevanan de were nivîsîn ji bo têgehaştineke xweştir û hêsantir .
- Dema ku ji bêjeyekê bêtir yan ji pêrbestek û bêjeyekê bi hev re yek wate were destnîşankirin hingê gerek ew bêjeyên han yan ew pêrbest û bêje bi hev ve werin nivîsîn wek:
Bixwe : min bixwe ev gotar nivîsîye
Berbi : hêvîyên min berbi Rojava ve diçin
Bikar : dijmin Kurdan li himber Kurdan bikar tînin
HD…
Lê di vê pertûkê de gelek caran ew ji hev cuda hatine nivîsîn mîna (R.15 yek bûnê , R16 kurmancî bi xwe nakeve , R 16 mirov li gel , HD…)
- Di vê pertûkê de dibêjin (Kurdistana Bakurî, Kurdistana Başûrî … )
Weku tê zanîn ku Kurdistanek tenê heye û bi hin sedeman jî ew parçe bûye heger em piştgirîya vê derbirînê bikin tê wê wateyê ku çar Kurdistan hene ev jî nayê pejirandin ji ber ku Kurdistanek tenê di cîhanê de heye û bakur, başûr, rojhelat, rojava her çar hêlên wê yên sereke ne.
Kurdistana Bakurî:
Ev (î) gelo bi çi erkî radibe gelo raspartin e yan jî tewang e . Li gora rêzikên her du raweyan jî ev (î) li wî cihê destnîşankirî necîgirtî ye:
Raspartin : nivîsîna cînavekî berî vê derbirînê raspartina wê tekez dike (em Kurdistana Bakurî ne) weku ji pêvajoya vê hevokê hat xuyakirin ku nayê zanîn ku em kesine bakurî ne ev jî raspartina wê mandel dike
Tewang: bi nivîsîna cînavekî nîşandanê nêrza (vî, wî) berî vê derbirînê tewanga wê eşkere dibe (wî/vî Kurdistana Bakurî ) ev jî nayê pejirandin ji ber ku cînavê nêrza hat berî Kurdistana mêza.
Gerek ev derbirîn bi vî rengî bihata nivîsîn (bakurî Kurdistaê, bakurê Kurdistanê)
Tenê bi himbêzkirina rexneyan welat li pêş dikevin. Hêvîya min ew e ku bi berpirsyarî li van rexneyan binerin û hewl bidin ku van şaşîyan di çapên nû de derbas bikin.
Şevgerê Kurdî
Qoser 14 /4/2019
Destê we sax be.
Û mala ÇandNamê ava be.