Li ser pirsgirêka nivîs(kariy)a kurdî…

Pirs û pirsgirêkên nivîs(kariy)a kurd(î) heta hûn bibêjin zêde ne. Bi awayekî giştî çareseriya wan pirs û pirsgirêkan jî girêdayî çareseriya pirsgirêka kurd e. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, herî hindik kurd bi awayekî fermî mafên xwe yên çandî bi temamî bi dest nexin dê pirsgirêka nivîs(kariy)a kurd(î) jî çareser nebe. Bi taybetî jî heta ku li Tirkiyeyê zimanê kurdî ji dibistana seretayî bigire heta zanîngehê nebe zimanê perwerdehiyê û li Kurdistanê jî ligel zimanê tirkî nebe zimanê dewletê yê fermî dê guherîneke zêde mezin pêk neyê…

Îcar heke em vê dîmena mezin ku em dikarin bibêjin hema hema hemû nivîskarên kurd li ser hemfikirin deynin aliyekî, di çarçoveya şert û derfetên heyî de li pirsgirêka nivîs(kariy)a kurd(î) binêrin û li gor vê yekê nirxandinekê bikin; em bi rihetî dikarin bibêjin ku li gorî şert û mercên ku kurd tê de ne, asta nivîsa kurdî gelek qels maye. Lewre êdî em bi rihetî dikarin bibêjin ku piştî salên 2000’î di jiyana kurdan a civakî de gelek guherîn çêbûn (Li Başûr kurd ber bi dewletbûnê ve diçin, li Bakur kurdan gelek rêveberiyên herêmî bi dest xistin, festîval, rojên wêjeyê, konferans, malên hunerê, vekirina qursên zimanê kurdî, derxistina rojnameya rojane, malperên înternetî û hwd. tev tiştên nû ne di jiyana kurdan de*). Hem kurdan gelek maf bi dest xistin, hem jî teknolojiyê gelek riyên nû li ber kurdan vekirin… Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku divê nivîskarên kurd ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe derfetên vê pêvajoya nû baş binirxînin û jê sûdê werbigirin…
Di serî de, di encama polîtikayên ku bi salane li ser kurdan tên meşandin de prestîja zimanê kurdî hatiye şikandin. Ev rewş di warê neyênî de bandoreke gelek mezin li nivîs û nivîskariya kurdî jî dike. Îro gelek kesên herî kêm bi qasî min bi kurdî dizanin hene û bi zimanekî din dinivîsin, çima? Helbet bersiv hêsan e, çimkî kurdî zimanekî bêprestîj e.
Berî her tiştî divê nivîskarên kurd ji bo temînkirina prestîja kurdî riyên çareseriyê bibînin. Bi min şert û merc ji bo vê yekê musaît in û heke di navbera nivîskarên kurd de yekîtiyeke baş hebe dikarin di vî warî de gelek tiştan bikin… Hem tiştên ku nivîskar dikarin bi awayekî kolektîf bikin hene, hem jî wekî şexs…
Wekî şexs:
Ji bo bilindkirina prestîja (nivîsa) kurdî berî her tiştî divê nivîskarê kurd qîmetê bide nivîsa kurdî. Girêdayî vê xalê divê qîmetê bide xwe, keda xwe û nivîsa xwe…
Dema ku ez li hin berheman mêze dikim, ez dibînim ku berî her kesî nivîskarê berhemê qîmet nedaye keda xwe û berhema xwe û pir bi erzanî, wekî karekî ji rêzê nêzikî karê nivîs(kariy)ê bûye. Ji bo vê yekê ez pêdivî bi mînakan nabînim çimkî ji deh pirtûkên di piyaseyê de şeş hebên wê mixabin ku bi gelek kêmasiyên basît tije ne.
Dîsa divê nivîskarê kurd bi qasî xwe û berhema xwe qîmetê bide nivîskarên kurd ên din… Gelek caran hatiye gotin lê bo ku ez baştir bikarim van gotinên xwe vebêjim dixwazim careke din dubare bikim; Îro, nêzî hezar kes hene hema bibêje bi kurdî dinivîsin. Belkî hemû ne xwedî pirtûkên lê di quncikê malper, rojname û kovaran de em rastî gelek navan tên. Ev hezar kes heke her bi hestên hevkariyê nêzikî hev, ango nêzikî berhemên kurdî bibin, hûn bawer bikin dê rewşek gelek biguhere… Her kesek ji me bi rehetî dikare berhemeke kurdî hem bikire hem jî bi awayekî bide kirîn… Yanî derdorê vî hezar kesî miheqeq bi qasî hezar kesên din ên ku dikarin bi kurdî bixwînin jî hene… Bi kurtasî her pirtûkek kurdî li dora hezarekî bête firotin hingê dê gelek meseleyên aborî yê wekî pereyên çapê û hwd. çareser bibin….
Xaleke din; bi min divê êdî nivîskarên kurd (yên ku bi rastî ji xwe re dibêjin ez nivîskar im) ji ber du sedeman bi pereyên xwe pirtûkên xwe nedin çapkirin. Yek; dema ku nivîskar pereyê çapê ji berîka xwe dide hingê di hêla kalîteyê de tu pîvan li holê namîne. Weşanger bêyî ku li naverok û asta pirtûkê binêre, gelek caran bêyî ku bixwîne digire bi awayekî belawela mîzanpaja pirtûkê çêdike û dişîne çapê. Piştî pirtûk tê çapkirin jî ji ber ku pere ji bêrîka xwe nedaye tu metirsiya wî ya zirarkirinê nîn e, ji bo belavkirinê jî zêde tiştekî nake…
Ya duyem jî, dema ku nivîskar bi pereyên xwe pirtûka xwe dide çapkirin hay bi asta xwe nabe. Weşanxaneyeke serkeftî ya xwedî rêgez û etîk –ji bilî hin îstîsnayan- tu demê berhemeke xirab çap nake. Ev rewş jî ji bo ku nivîskar asta xwe bibîne pîvan û derfeteke gelek baş e. (Nizanim di kurdî de mînakek wiha heye; nivîskarekî pirtûkek xwe biribe cem weşangerekî û weşanger piştî venihêrtina pirtûkê gotibe, ji ber filan filan kêmasiyên vê nivîsê ez vê pirtûkê çap nakim, bibe li ser bixebite û wan kêmasiyan ji holê rake cardin bîne. Bi qasî ez dizanim mînakên wiha hene lê îcar çawa bi encam bûne: Dema ku weşanger gotiye ‘ez bi vî halî çap nakim’, nivîskar ji vê weşanxaneyê derketiye berê xwe daye weşanxaneyeke din a bi peretî pirtûkan çap dike, pereyê xwe daye û pirtûk daye çapkirin.)
Bi kurtasî, bi peretî çapkirina pirtûkan di her warî de ast û prestîja nivîs û nivîskariyê dişkîne, hem di warê nirxdayîna kedê de jî riyeke qet ne baş e. (Ez ji bo kesên ku heta niha pirtûkên xwe bi pereyan dane çapkirin tiştekî nabêjim, çimkî heta niha bi rastî jî rewşeke pir taybet hebû, ev gotinên min ji bo ji îro şûn de ne. Çimkî berê weşanxane peyda nedibûn lê îro nêzî 20 sazî û weşanxaneyên ku pirtûkên kurdî çap dikin hene.)
Em piçek din pêş de biçin û bi hin pirsan bidomînin:
Belkî jî lazim e ku nivîskarên kurd serê pêşîn di nava xwe de vê pirsê nîqaş bikin û bibersivînin? Bi hemû aliyên xwe ve edebiyatek çawa? Ji bo kê edebiyat? Belkî jî hûn niha dibêjim ev çi pirs in? Belkî ji we re beredayî tên lê bi min sira serketina vî karî hinek di vir de veşarî ye. Ez van pirsan ji ber xwe de jî dernaxim.
Her çi dema ku ez romaneke kurdî dixwînim mijarên romanên Dostoyevskî, Gogol, Tolstoy, Jack London, Ernest Hemingway, Yaşar Kemal çi zanim bi dehan kesên din tên bîra min. Ji tarz û naverokê bigire ta gelek aliyan ve ez dibînim ku naşibin hev. Heman tiştî mirov dikare bo helbestê jî bibêje, ez bi rehetî helbesta Pablo Neruda têdigihêm lê ez gelek şairên me fêm nakim. Di vir de derdê min ne ev e ku dibêjim edebiyat an jî romana kurdî qels e û ez nikarim tiştek wisa bibêjim jî; lê tenê tiştek heye ez dizanim, ew jî zêdebûna yên wek min e…
Çi zanim belkî jî pirs ev e: Roman û helbesta a niha tê nivîsîn ji bo kê ye? Ev qas mijarên teorîk û aloz… Ji bo ku mirov fêm bikin bi rastî jî divê mirov heft salan bifikire…. An jî divê mirov pisporê edebiyatê be. Îcar pirsa ku nivîskarên kurd jî ji xwe bikin ev e; Gelo ji bo pisporên edebiyatê vî karî dikin an ji bo gel?
Bi kurtasî dema ku ez romaneke Dostoyevskî dixwînim bi her awayî fotografek ber çavên min çêdibe, tam û çêjeke xweş di bîr û mejiyê min de dimîne. Lê bi rastî di romanên kurdî de gelek caran ez rûdinêm û diponijim bê ka nivîskar xwestiye çi bibêje, an jî mesele çi ye…
Bi min yek ji sedemên kêm firotina pirtûkên kurdî jî ev e.
Belkî jî ji ber vê yekê ye ku romanên Mehmet Uzun zêde dihatin xwendin. Çimkî her çi qas kesên ku kêm û qels dibînin hene jî di romanên Uzun de mijarek hebû, dîrok hebû û her kes têdigihişt bê ka Uzun çi dibêje… Ez bi dehan kesan nas dikin ku gelek caran ceribandine û nekarîne romaneke kurdî bixwînin lê romanên Uzun xwendine û kuta kirine…
Ev meseleyeke kûr û dûr e û hêjayî nîqaşeke berfireh e, loma jî vê gavê ji min ew qas, ez derbasî mijarinên din bibim û bidomînim.
Min di nivîsa xwe ya berî vê de jî gotibû pirtûk ev tişt e ku ne tenê ji bo îro ye, pirtûkek ku îro nayê xwendin û qîmeta wê nayê zanîn dibe ku sibê baştir bê xwendin û qîmeta wê bê zanîn. Pirtûk wekî zevî yan jî erseyê (erd) ye. Erseyekî ku îro pere neke kêrî bav/dê neyê, sibê bi pêşketina bajêr re dikare baştir pere bike û bi kêrî lav/keç bê. Ez bawer nakim pareke mezin a nivîskarên kurd bi vî çavî nêzî pirtûka/ên xwe dibin. Carekî dinivîsin dibin didin çapkirinê û hew… Êdî karê vê pirtûkê temam dibe li cem wan. Ev meseleya çênekirina peymana bi weşanger re jî hinek girêdayî vê meseleyê ye. Dîsa gelek pirtûkên kurdî yên ji salên nodî vir ve hatine çapkirin, îro jê hebek li piyaseyê peyda nabe. Wekî ku pirtûkek du sê salan li piyaseyê bimîne êdî mîlada xwe temam dike û lazimî pê namîne…
Ji bo ji holê rakirina kêmasiyên di vî warî de, divê nivîskarê kurd jî li gorî prosedura vî karî tev bigere, peyman û hemû tiştên fermî li gorî qaîde û qûralên weşangeriyê bide çêkirin.
Nîşaneyeke din a qîmetnedayîna xwe ya nivîskarê kurd jî sekna wî ya li ber nivîskarê bi tirkî (an jî zimanekî dîtir) dinivîse û siyasetmedaran e. Ez bi xwe di gelek cihan de bûme şahid ku hin nivîskarên kurd li ber siyasetmedaran pir xwe biçûk dixin. Car heye ji bo berjevendiyekî aborî, car heye ji bo beşdarbûna konferans û bernameyeke çandî… Bi min divê nivîskar tu demê nekeve nav pozîsyoneke wiha. Belê pirs û pirsgirêkên nivîskarên kurd pir in bi taybetî jî di warê aborî de, lê çi dibe bila bibe dema ku nivîskarek ji bo berjewendiyekî serî tewand êdî tu prestîja wî/ê li holê namîne…
Ji bo ku nivîs zêdetir dirêj nebe, em li pirsa nivîskar dikarin bi hev du re çi bikin vegerin;
Serê pêşîn pêdiviya nivîskarên kurd bi rêxistinîbûneke cidî heye ev jî dikare di bin banê saziyeke wekî PEN’a Kurd de bibe, ne ku KENa kurd**! Belê, îro PEN’a Kurd jî heye, Komeleya Nivîskaran jî heye îcar ev her du sazî çi dikin, çi qas berpirsiyariyên xwe bi cih tînin em tev dibînin. Ji bilî çend panelan ez bi xwe rastî tu projeyeke cidî ya van her du saziyan nehatime. Lê belê ev her du sazî jî dikarin gelek tiştan bikin. Dikarin li ser navê nivîskaran bi hikumetan re, bi şaredariyan re, bi partiyan re, bi saziyan re, bi çapemeniyê re bidin û bistînin… (Lê li vir pêdivî dibînim ku kevanekê vekim û vê pirsê aresteyî rayedarên Komeleya Nivîskaran bikim; di hevpeyvîna ku me bu birêz Roşan Lezgîn re çêkir de, birêz Lezgîn gelek rexneyan li vê saziyê digire, gelek îdîa û angaştên wî hene der barê vê saziyê de, bi min divê li hemberî îdîa û rexneyên birêz Lezgîn gotineke rayedarên Komeleya Nivîskaran jî hebe.)
Her wisa ev her du sazî dikarin dan û stendina di navbera nivîskaran de xurt bikin, dîsa bibin pire di navbera nivîskar û xwendevanan de…
Ne tenê ev her du sazî, nivîskarên kurd dikarin gelek sazî û dezgehên wiha birêkxistin bikin. Ji bo vê yekê îmkan hene, lê bi rastî berî her tiştî di her warî de yekîtî û hevkariyeke pir xurt lazim e. Îro nivîskarên kurd li çar hêlên cîhanê belav bûne, ji ber vê belawelabûnê gelek nivîskar nikarin xwe bigihînin pirtûkên hev. Ev yek jî bandoreke neyînî li firotina pirtûkên kurdî dike. Lê ger yekitî û danûstendineke baş hebe ev pirsgirêk dikare bê çareserkirin.
Wekî mînak, îro li Almanyayê an jî li Swêdê gelek nivîskarên kurd hene. Dema ku tu li Tirkiyeyê ji her yekî re yek bi yek pirtûkan bişînî mesrefeke pir mezin a şandinê derdikeve, lê ku saziyek hebe, pirtûk bi tomerî bêne şandin hingê ev mesref pir kêm dibe… Yanî bi riya vê saziyê dê hem nivîskar bikare xwe bigihîne pirtûka hevalê/a xwe hem jî dê bikare pirtûka xwe bide belavkirin…
Dîsa warê danasîn, reklam û hwd. din de jî ev sazî dê bikaribin gelek tiştan bikin…
Mijareke din ku dixwazim balê bikişînim ser jî meseleya aboriyê ye.
Bi rastî nivîskarên kurd vê meseleyê pir derdixin pêş. Carinan em rastî dîmenên wisa tên mirov dibêje qey pere hebe dê di her warî de problema nivîsa kurdî çareser bibe. Halbikî em dibînin ku berhemên herî qerase yên cîhanê di rewşên herî dijwar de hatine nivîsîn. Her kes pê dizane bê ka Dostoyevskî an jî yên hemtayên wî çawa jiyan e… Belê rast e bi rastî hin nivîskarên me yên hêja di şert û mercên pir giran de dijîn û zor bi zor debara xwe dikin, lê tişta ku bala min dikişîne yên rewşa han baştir jî heman meseleyê derdixin pêş…
Û gotina dawî; ji bo ku nivîskarê/a kurd bikaribe bigihîje sewiyeya nivîskarên xelkê hê divê gelek fedekariyên mezin bike, ked bide û bixebite… Ji wekî destpêk jî belkî pêdivî bi nîqaşeke gur û geş heye…
Mixabin wekî din tu riyek din li ber me tune ye!
Wekî ku me got, mesele kûr e dawe giran e, lê îcar hûn dibînin bê ka nivîs çi qas dirêj bû.
Ya baş em di vir de dawî li nivîsa xwe bînin, em ê di pêşerojê de hê bidomînin…
* Ev tiştên ku ji me re îro wekî tiştên ji rêzê tên 10 sal berî niha wekî xewnekê bûn, di vir de ez dixwazim ku bîranîneke xwe bi we re par ve bikim ku nîşan dide bê ka kurd ji ku hatine ku; tam 12 sal berî niha min û patronekî kurd (hingê ligel karê xwe yê A. Welat ez carinan diçûm li cem wî di karê înşaetan de dixebitîm) me li ser mesela televîzyona kurdî nîqaş dikir. Vê demê min nû dest pê kiribû ez di buroya A. Welat a Îzmirê de dixebîtim. Patronê min ê ku bawer nedikir dê rojekê li Tirkiyeyê kurdî di televîzyonan de serbest bibe di dawiya nîqaşê de got, “Ez soz didim te, rojekî heke li Tirkiyeyê kurdî di televîzyonan de serbest be, aha ez ê vê erebeyê (jîpa xwe ya 4 x 4 destnîşan kir) diyarî te bikim, biçe pê rojnamegeriya xwe bike!.. (Îro ligel hemû kêmasiyan li Tirkiyeyê kurdî di televîzyonan de serbest e. Lê patronê min ê kevn qet soza xwe nayne bîra xwe!)
**Têgiha “Kena Kurd” ne aîdî min e, lê ji ber ku gelek nivîskarên kurd yên ku di heman demê de endamên wê saziyê ne ji dewsa Pena Kurd ev têgih bi kar anîn min xwest ez balê bikişînim ser, ji ber ku ev têgih nîşan dide bê ka nivîskar çi qas bi cidîyet nîşanî saziyek wiha dibe, loma min bi kar anî.
NOT: Ev nivîs di 08.06.2008 de di www.diyarname.com de hatiye weşandin.

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply