Ku merî çikas li zimanê xwe xwedî derkevi ev kas zîman bi xwedî û ser ava dibe. Gerek em zimanê xwe bi karbînin û biparezin.
Demeka dur û direje zimanê me di bin xişma Arebî, Farsî û Tırkî’da maye. Ji bo vê gellek gotinin peşîya pêkenok, çîrok, tiştik, qeşmerî wenda bune, yan Tirkî û Arebî şuna wan girtîye. Di vî kar û barîda, hinek gellêmeyi xwandevan peşkeşîya va kara kirine û çand û folklorame wergerandina û bindest kirine, ji asîmîlasyonêra amade kirine.
Mîlletê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve di mejî wîda kêmasî heye. Ger ê ku yek tişta bi zanebîn, nerîn û nirxandinên xwe her mabesteda wunên holê, bighîne gel.
Ziman kurdî gellek dewlemende. Li dûnyayê serbixweye, xwandin û nivisandina wî ne qedexeye. Lê ci warê ku kurd têda dijîn li wandera bindeste. Bona ku zimanê me wenda nebe li perçiqandini were xilaskirin, lazime em zimanê xwe bi kar bînin û biparezin.
Gellê me rastî û dil xwaziya dilê xwe yek cara bi henek, yek cara bi kerba dilê xwe, yekcara jî qehra xwe hanîne ziman. Ev peyvana gellek bi kînaye û manîdarin.
Dî va peyvada him qehr, him alozî, him jî tengasîya ruhê xwe hanîne ziman. Qandî ku merî bi diqare ewqas merî pê dikene û li ser mijul dibi.
Di zarotîya meda ba û pîramin dahanî ziman. Digo min ji li bapîrê xwe bihîstîye. Li gundê ku bapîrême dijîn, mizgeftek hatubu avakirin. Ê ku ev mizgefta ava kiribu xwadîye zordestîyê bu. Bona wî kes, ne diçû mizgeftê. Ku wexta nimêjê dibu bi zor destîyê yek bi yek bana gundîya dikir. Gundî li hember vê bandorê derdiketin. Kalekî a dilê xwe waha hanibu ziman.
Wa kuçik xwaremin wine /bı ser şikestîyê ling xwaxim
bi avdesteka nîvçe ez herim /di qebul nebîya Ute Kura bikim.
Li nav gelême qandî ku nivir hatine gotin li wan zêdetir dua hatine gotin. Ku çûqas qehra xwa anîne ziman li wi pirtir bi zimanekî nerm, berger u sergere xwe bi xweşî bi rukenî şîrove kirine. Ji van peyvanra dibejin; çîrok, pekenik, henek. Hinek dibêjin şevxapin, şevbirk. Ev peyvana ê ku derd û kula tîne holê jî hene. Li vane hinek evîn û evîndar, birin û bela, zordestî û zulûm û bandorî têne gotin. Li vane hineka ê wek Mem û Zînê, Siyabend û Xecê sazbend çîrokvan bi dilekî hezîn tînine ziman.
Çîrokekê kurt bibêjim binêrin gotinên pêşîya çilo derketine holê. Go rojeki etarek kera wî de berveda ketîye. Gellême gotîye “ku ker ket li xwadîya xûrtir kes tune.” Etar dor kerera zivirîye dîtiye ku ker mirîye. Etar bi serê xwe tiştekî ku bike tune. Dor kera xware zivirîye û ev peyvana bi kar anîye;
“Yarrebî tu kanî a nuka vê berve bi rakî, /Kera min li erdi rakî, /
Min li vê perîşanîyê xilaskî, /Lê, te nekirîye adet tu nakî.“
Di kanîya folklorê da gotinin peşîyan bi giranî cih digrin. Wer peyvên Kurdî tên ziman ku gellek wan heye nuha veşartî mane. Li lêkolîn û tevdanî îro em dighêne va gotinanaye. Yek livana; Ê kû dibe û dike mere /Ê ku nebe û dike şere /Ê ku dibe û neke kere nere
Ev gotinan ji gellek balkeşin ez dixazim hûn li quncikekî kaxizekê binivsînin û her ku cih hat sekinî hun derxin ê dorhêla xwera buxwînin. Ev peyva li hember zordestîye hatîye gotin. Karkêr, rencber û cotkar waha xurtîya xwe di zemanekî zuda bi vî şiklî hanîye ziman. Lê îrojî dîsa emkanin bên wiloye.
Hûn çiyayê bilindin/ Em li jêr we girin
Hun şer û pilingên/ Em li dor wê gurin
Ku were miranîye /Em tim li we xurttirin.
Seyda Ronahî