Li Ser Dewleta Cihûyan

Min ev pirtûka bi saya nivîskarê biqîmet Fahrîye Adsay naskir, spas ji bo Fahrîye xanimê bi saya vê pirtûkê ez têkoşîna Cihûyan agahdar kirim.

Pirtûk bi du destpêkan şûnda dikeve pirtûka eslî. Di herdû destpêkan de behse xebatên Theodor Herzl dikin û bi firehî mirov fehm dike ku Theodor Herzl çi dixwazê.

Di pirtûkê de Theodor Herzl bi zelalî ka a dewleta Cihûyan çawa ava bibe, fehmkirin dide. Gor min serî Theodor Herzl de ev mesele gelekî zelale û yek bi yek her meseleyê bifirehî rave dike.

Destpêkê de wiha dibêje “Em gelek in -yek gel in.” (wek Kurdan)

Ji bo karên ku dewletê ava bikin divê “Komeleya Cihûyan û Şîrketa Cihûyan” bixebite. Bi taybeti ji bo ku Cihû dewlemendin ser şirketên wan û dewlemendan zêde disekine. Planeke gelekî berfireh çêdike.

Li gor min a ecêb zêde li ser ziman û baweriyê nasekin. Hîn zêde ser avahiyê, medeniyeteke mînak û xebatên şixul disekin.

Nivîskar Fahrîye Adsayê, pirtûk bi zimanekî xweş ê herikbar wergerandiye û nav da hinek peyvên ku zêde nêne bikaranîn bikar anîne.

Pirtûk pir zêde ne dirêje û mirov kane çend saetan de biqedîne. Ew pirtûka çima pir girîng e, piştî 2 hezar salî dewletbûna Cihûyan dixwaze him jî ji bo vê dewletê ava bike Theodor Herzl bi aktîf dixebite. Ne tenê bi fîkre xwe hereketên xwe jî heta mirina xwe dixebite.

Divê Kurd jî ji vê pirtûkê û xebatê Theodor Herzl dersan bistînin, çimkî rewşa Kurdan jî pir cihan wek a Cihûyan e û ev pirsgirêkan encax bi plan û projeyeke wek wiha çaresar dibin.

Dibe ku em wek Cihûyan dinyayê ewqas ne belavbûyî bin lê, em jî nav 5 dewletande perçe bûne, ew jî bê dewletin û Theodor Herzl dibêje dewleta me hebe him ji bo me him jî ji bo dinyayê ya ewlehiyek be ji bo Kurdan jî wiha ye. A din Kurd jî demeke pir dirêje ku bêdewletin wek Cihûyan.
Lê du cudahiyên me hene dewlemendên wan û şûûra neteweyî li gor me hîn zêde ye.

Cihekî dibêje, welatek me bixeyîde û bibêje li vir herin dibêje em ê li ku de herin? Ji bo Kurdan jî wiha ye ku, nav dewletên ku em tê de dijîn dema ku pirsgirêk derdikevin dibêjin li vir herin, gelo em ê li ku de herin?

Pirtûk dawiya dawî wiha diqede;

Cihûyên ku Dewletekê dixwazin, wê bibin xwediyê wê.

Qe ne em ê li ser axa xwe wek mirovên azad bijîn û li mala xwe di nav aramiyê de bimrin.

Dinya wê bi azadiya me azad bibe, bi refaha me mirefeh bibe, bi mezinbûna me mezintir bibe.

Û li wir em hewl bidin ji bo refaha xwe çi bikin, wê bi awayekî xurt û bi kêr ji bo qenciya mirovahiyê encam bide.

Divê Kurd Cihûyan û têkoşîna wan ji bo xwe lêkolîn bikin

Firat Bawerî

Çandname

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply