Li Ser Çûyînê – Lezgîn Öncü

Raborî, li ser hîmê îro, li ser aniha saz dibe. Tiştê ku bi aniha re tê zimên bixweber raboriye. Kêliya pê-şîn ya ku ji raboriyê serbixwe, bêguman, emê tu dem nizanibin. Raborî jî ji aliyê diyardeya çûyînê ango ew tiştê ku niha hebe û kêliyek şûn ve tune be tê xwedî kirin. Çewa ku emê tu dem nebin xwedî şiyana zanîna demê, wê wisa jî emê nebin xwedî şiyana asteng bûyîna çûyînê.

Cihêtiya di navbera hatin û çûyînê de di dijayetiya bereka wan ya nîgaşî de ye. Mirov tim bereka wan li dij hev nîgaş dike û tim û tim jibîr dike ku ev peyva hatin û çûyînê qasî berekan nîgaşî ne. Ya rast ew e ku diyardeya çûyîn û hatinê – ji ber neguherî bûn û bingehîniya wan ya di nava çandê de – tenê bi nav kirina du çalakiyên ajalî ne. Ajal jî bi van çalakiyan tenê tiştek dike; zindî mayîn[1].

Ev rageşiyên ku di navbera têgeh û peyvan de tên ava kirin xwe bi gelek awayan nîşan dide. Ev rage-şiya peyv û têgehan şêwe û nêrîna civakekê jî derdibirîne.  Bêawarte, di her sê olên semîtîk de jî xweşnebîniyek serdeste. Di her baweriyên ku bi rehên xwe aryanî ne jî cîhanîbûyînek (sekularîzm) serdeste. Rageşiya têgehan jî li gor vê rewşê pêk tê. Li ser bereka nîgaşî û yekîna anihabûnê emê vê pirsê bipirsin ; têgehên hatin û çûyîn çi dinimînin?

Bi her awayê ku tê zimên çûyîn û hatin xwedî tevgere. Ew çax ev tevgerîna hanê di nava dem û warekê de – ji ber ku diviyatiya heyînê ya tevgerê dem û war e – pêk tê. Çûyîn heyînekê derdibirîne. Heyîn, bi kirdeyekê re di nava têkiliyekê de ye. Hebûna heyînê ya di nava çarçoveya têkiliyên kirdeyê de, şûnek li ser kevala bîrê[2] dihêle. Çûyîn, veqetîna heyîna heyî ya di nava çarçoveya têkiliyên  kirdeyê de cih girtibû ye. Çûyîn li gor van nirxandinan, nimandina heyîna ku demek di nava bîrê de cih girtibû ye. Çûyîn, bîrbirina hebûna heyînê bixwe ye. Hişîna li ser têgeha çûyînê hişîna – ango xetereya – jidestçûnê tîne zimên.

Divê têgeha çûyînê ji çarçoveya rêzimannasî wêdetir – lê pê re girêdayî – di çarçoveya kûrahiya hestan ve bê vekolîn. Bê guman, hest zimanê herî tûj yê ramana ne. Têgeha çûyînê ji aliyê hestan ve nêtare. Tenê peyvek û çalakiyek derdibirîne. Lê biwêja jidestçûyînê,çarçoveya peyva çûyînê diguherîne û çûyîn dirûveke trajîk werdigre. Lê divê em haydar bin ku biwêja jidestçûyînê têkiliyek desthilatdarî dixwe de dihundirîne. Tiştê ku ji dest diçe bixweber dîyalektîka kirde/bireser, rajor/rajêr û hwd. Tîne bîra mirov. Çi ji dest diçe? Tiştek ku ez xwedanê wê me! Xwedanî têde ye. Serweriya li ser tiştekî, li gor pilejorê[3], êdî namîne.

Trajîk bûyîna jidestçûyînê di hişê mirov de her tim wê bimîne. Ji aliyê çavdêriyên nû wê ev tişt neyê ji bîr kirin. Ya rast rewşa trajîk tu dem berevajî nabe. Êş, dibe mala giyan. Heman trajedî, dermanê xwe ye. Waneyên êşa pêşîn rê li ber xweşiyan vedikin. Êş zanyar dike. Çûyîn! têgeh û sedema rewşa trajîk! Hewldana azad bûyîna ji xala destpêkê!

Dema ku çûyîn tune be wê li xwe gerîn jî tune be.

Eger ku hemû zanînên me yên li ser rewşa çûyînê di rewşeke xeter ya lêveger de pêk bihatina, divê çûna me li aliyê dojeha hizrê bûna. Çûyina tiştekî ya jidestî ber bi tiştekî nediyar, wek nakokiyek biêş û têrker, heman awayî ji dojehê ber bi valahiyek kujer ya dilînî xwe pêşberî çav dike. Gerikîna li ser hin hêmanên jiyana rojane, xwe di têwerbûna di nava demê de difetisîne û çûyîn xwe di dagera hizrê de ji ser van hêmanên jiyana rojane ji nû ve diafirîne. Jixwe, hizir ne dagerîna jiyanê bixwe ye ku em wê wek rojane bûn û fambarî (întellektûs) dikin du beşî – ango heman jiyan li ser dubare bûnê ji nû ve tê saz kirin.

Berz bûna hizrê di nava gel de ne bi saya hizirvana ye, berovajî vê ramanê, berz bûna hizirvanan û fama wan bi saya berz bûna hizra gelî ye ku ew ji trajediyekê hizrê dariştine. Çûyîn, wek diyardeyek afirîner ji ser heyînên navxweyî demê de xwe pirbare dike û ew bi vê berdewamiyê ji rayeka rastiyê bi wirdetir, dibe hêmanek hebûnê ya jêneger.

Rênas Jiyan, trajediyê ji ser ji bîr kirinekê kokdar dike. Ez jî tevlî ev ramanê dibim. Lê ew li ser ji bîr kirina “xwarina goştê mirovan herame’’ rave dike, lê ez dibêjim ku her çiqas ev peyitandin rast be jî kêm e.[4] Ji bîr kirin, bêhêvîtiyek dide diyar kirin. Bêhêvîtiya çûyîn û venegerînê. Ez ji ser van ramanan diyar dikim ku diyardeya çûyînê, beriya ku hiş bibe serwer jî hêmanek jêneger ya hebûnê bû lê tenê pêdivî bi hişek ku bi hebûna xwe wê rapêçandana û lê têbigihiştana.

Lezgîn  Öncü

__________

  • [1] Her çiqas mirov ajal be jî em nikarin têgehên rojane yên civakî bi komên ajalan re hevber bikin. Nîgaşîbûyîna têgehan, nerm bûna hişê mi-rov diyar dike. Di peresînê de afirîneriya herî bilind ya xwezayê derdibirîne. Ango bi gotina Ocalan ‘afirandina mirovê metafîzîk e’. Ji ber van sedeman, divê têgehên civakî li gor kûrahiya felsefeya mirovî bê nirxandin.
  • [2] Ew kevala ku çi li ser bîranînan hebe di xwe de dihundirîne!
  • [3] Pilejor: hiyerarşî
  • [4] Jiyan, Rênas, Çirûskîzm-Li ser goşt û agir û hunerê lêkolîneke fenomenolojîk

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply