CREATOR: gd-jpeg v1.0 (using IJG JPEG v62), quality = 70

Li ser albûma Hozan Dîno

Ev nivîs dahûranekî li ser albûma Hozan Dîno ya dawî ye. Muzîk her çiqas ramîn û hesta hunermendê nişan dide jî piştî derbirîna hunermendê ev stran dibe ya guhdaran.

Em dikarin bi rêya muzîkê helwest û reftarên hunermendan bizanin û wan nasbikin. Stran ramîn û hestên hunermendan nîşan dide ku ew çi dijî, çawa dinêrî û ji me guhdaran re dibêje çi. Ev albûm piştî deh salan hatiye weşandin. Hunermend çima ewqas sal albûmekî neweşandiye û çima niha?

Her çiqas me got stran a hunermendê ye jî: di çêbûna van stranan de baş an jî xerab rola kesan û civakê jî heye. Van Dîjk dibêje bo nirxandina bîrdoziyekî divê sê hîm hebin. Gotar, bîrbirî û civak.

Gotar; peyv, ziman, têkiliya gotinê.

Bîrbirî; Ramîn, bawerî, agahî.

Civak; Çand, dîrok, ramyarî.

Divê ev sê hîm bo nirxandina vê albûmê hebin. Xwestin û bendewariya civakê, bikaranîna zimên û hest û ramînên hunermendê hemû jî girê hev in.

Lewma mirov nikare ku di vê mijarê de hunermend û civakê ji hev biqetînê. Li gorî min ev albûm ne tenê rewşa giyana hunermendê ye di heman demê de jî ew rewş rewşa civakêye jî.

Hozan Dîno di hevpeyvînekî de dibêje; hogirên ne ji dil, rêhevaltiya xilt, kabusên ku hest û giyana min dimêjin bûne sedema van stranan. Di van gotinan de jî em dibînin ku hunermend û civak nikarin ji hev biqetin û bên nirxandin. Her du jî ji bo yê din peywira neynikê dibîne.

Hesta vê albûmê ya sereke evîn, welat û daxwazên hunermendê yên ku nehatiye jiyîn e. Lê herî zêde evîn hatiye bikarhatin.

Di strana xwe “Roj” de dibêje

“Qelenê jîna min wer wer” ev hevok wateya vê stranê ye. Hunermend benda evînekî ye. Lê ne li cem bûna yarê dibe sedema jiyanekî dijwar û xerab. Lewma dibêje tu berdêla jiyanekî fêdekarî.

Di strana xwe “ Gulek bide min” de dîsa benda yarê ye û daxwazên xwe ji evînê re dike. Di vê stranê de hevokek heye li gorî min pir watedar e. “ Li şevê were dilê min şermok e” Gelo dibe ku sedema ewqas jiyanek bi êş û jan ev helwest be?

Di strana xwe “ Yar nayê” de êdî nehatina yarê jê dipirse û dibêje çima nayî? Sedema nehatina yarê ketiye rewşekî kambax û xerab. Bo başbûnê ketiye lêgerînekî. Çare ji tişt û kesên oliyê digere.

Di stranên xwe “Emir kuda çû” û “ Dubare rexne” de gazinê xwe ji heval û jiyîn re dike. Qala kalbûnê û mirinê dike û gellek tiştên jiyînê bêwatedar dibîne. Dibêje “ reş û spî tevliheve” rexneyê xwe ji mirovan re dike ku nerastin.

Di strana xwe “ De were” de dibêje azadî û yar bi hev re bên. Gelo evînekî bêazad watedare ku bê jiyîn? Hezkirina yarê û hezkirina welatê yek digre. Dibe ku her du jî yek bin!!!

Di stranên “Delala Efrînê” û “Can” de qala welat û yarê dike. Ji dîrokê parê xwe dixwaze. Mirovan rexne dike û dibêje; herkes li gorî berjewendiya xwe liv dide, li hemberî bê nirx û pîvan tevdana wan nerazîbûna xwe nîşan dide.

Di strana xwe “Roj bihorîn” de serhildanik heye. Hunermend di vir de Beko Ewan ji xwe re û evîndaran re wekî dijmîn dibîne. Di vê stranê de bangê yara xwe nekiriye û gazinê lê nekiriye. Lê rasteqîn ne wusa ye. Dibêje

“Bûm rêhevalê rêwiyan

Ên ku evîna xwe nejiyan”

ji xwe re armancekî dîtiye. Di dawiya stranê de dibêje “ Em ê dil bidin hêviyên yar” li vir banga piştevaniyê dike ku evîndar bila azad bijîn.

Di strana xwe “Ax Yare” de hunermend baweriya xwe ji bajaran biriye û berê xwe dide çiyayan. Lê çiya jî ne têra jiyana hunermend dike ku di bangê de dibêje were bila çiya bixemilî.

Hunermend di stranên xwe de benda tiştekiye ji bo bidestkirina vê tiştê liv nade lewma ev tişt an jî kes destnakeve. Ji ber vê sedemê jî bi hestên xemgîniyê û diltengiyê şîndigire.

Mîr Sares ARWARÎ
Şêwirmendê Derûnî

 

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply