Duşem , 21 Îlon. 2020

Li Ser 80 saliya Firîda Hecî Cewarî

Nivîskar û lêkolîner Salihê Kevirbirî li ser 80 saliya Firîda Hecî Cewarî nivîsek parkir, em jî niha vê nivîsê bi şopînerên xwe re pardikin.

Matematîkzan, fizîkzan, pedagog, rewşenbîr û nivîskar Firîda Hecî Cewarî 80 salî ye. Pîroz û bimbarek be!

Meta Firîdeya Heciyê Cindî (Firîde Haciyevna) şayan û layîqê kitebên mezin e ku mirov li ser wê binivîse. Lê ji bo xatirê 80 saliya wê, dixwazim derbarê wê de çend tiştan li vê derê binivîsim.

50 salan bû ronahî û rê nîşanê şagirtan kir

Firîda Heciyê Cindî mamosteyeke wisa mezin û qedirbilind e ku gelek şagirtên wê bi dereceyên bilind ve hatine rewakirin û xelatkirinê. Meta Firîdeyê bi qasî 50 salan mamostetî kiriye û hezaran şagirtên kurd, ermenî û ji miletên cuda li ber destê wê fêrî ilm û zanyariyê bûne. Wê li Yêrevanê li dibistana 34an bi qasî 5 salan, li dibistana 122yan salen dûvedirêj, di dawiyê de jî li kolejeke li Yêrevanê mamostetî kiriye. Firîda Heciyê Cindî di 50 salên mamostetiya xwe de, 30 salan Serokatiya Beşê Fizîk-Matematîkê kiriye. Meta Firîdeyê di kitêba xwe ya “Bîranînên Min” de li ser zîrekî û serkeftina şagirt/xwendekarên xwe de wiha dinivîse: “Xwendekarên min pir caran di Olîpiyadên Matematîkê de ne tenê li Ermenistanê, her wiha li temamiya welatên Sovyetê de cihên bilind û bi rûmet digirtin.”

Xwediya gelek ordên û madalyayên mezin

Firîda Heciyê Cindî xizmetên wisa mezin ji welatê Ermenistan û Sovyeta Berê re kirine ku beramberî van xizmetan bi xelat û medalyayên mezin ve hatiye xelatkirin û rewakirinê. Çend xelatên ku Meta Firîdeyê wergirtine ev in:

  • “Hûrmetnameya Wezareta Ermenistanê Ya Ronkahiyê” (1962)
  • Madalyaya “Ji bo karê Efatiyê” Bi minasebeta 100 saliya Lenîn (1970)
  • Nîşana “Serkeftiya Pêşvana Sosyalîstiyê” (1975)
  • Navê “Mamoste-Mêtodîst” werdigire (1979)
  • Sê caran wekî “Endama Şêwra Navçeya bajarê Yêrevanê ya bi navê Şahûmyanê tê hilbijartin (1971, 1982, 1984)
  • Ordêna “Ala Karkirinê Ya Sor” (1981)

Meta Firîdeyê hê dema 22-23 salî bûye, tevî rehmetiyê bavê xwe Heciyê Cindî tevli xebata “Elîfba” û “Zimanê Kurdî” dibe ku wekî kitebên hazirkirina dersên kurdî têne naskirin.

Piştî wefata bavê xwe Heciyê Cindî û helaliyê xwe Şaîrê kurdê eyan Fêrîkê Ûsiv, piştî temenê 60-70 saliya xwe, dest bi karekî pir hêja û girîng dike. Meta Firîdeyê di van salên dawî de gelek kitebên her du ewledên gelê kurd ji nûve amade kir, da çapkirin û pêşkêşî kitebxaneya kurdî kirin.

Ez bixwe gelek şanaz û serfiraz im ku li mala wan a Ermenistanê çend caran li Meta Firîdeyê qesidî me. Cara yekem dema bûm mêvanê wan, dayîka wê Zeyneba Îbo (Xanima Heciyê Cindî) li heyatê bû û min derfet û mecal dît ku pê re sohbeteke xweş bikim. Lê mixabin di saxiya wî de ez rastî Mamosteyê mezin Heciyê cindî nehatime.

Keça ‘Bavê Zargotina Kurdî’, mamoste û nivîskarê mezin Heciyê Cindî, Firîda Hecî Cewarî 10ê Berfanbara 1934ê li Yêrevana paytexta Ermenistanê hatiye dinyayê.

Meta hêja û dilsoz Frîde;

Canê sax û emrê dirêj ji bo te dixwazim…

Bi hêviya ku emê hê gelek caran rastî hev bên û 100 salî, 110 salî û 120 saliya te jî pîroz bikin…

  • Salihê Kevirbirî
  • 10 berfanbar 2014
  • Stenbol

Derbar Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Dikarê vê jî bixwênê

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Bernameçêker, Mehdî Mutluyî ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku naveroka bernameyan qasî teknîkê pêş …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.