Li Pey Bihostek Erd Ya Mehmet Akar

Civak çito tên guherîn?

Civak çito tên naskirin?
Em ê rastîyê civakekê bi çi awayî bidestxînin?

Divê di dest me de “materyalên civakî” an jî “çavkanîyên folklorik” hebin.
Gelo birastî di salên 1950an de çi bû, him li Tirkîye, him jî li Semsûrê?
Desthilatdarîya Partiya Komara Gel (CHP) bandoreyek çito li ser civakên, yekser jî li ser herêmê Semsûrê kiribû? Bi hatina Partiya Demokrat re (DP) çi guherîn çêbûbûn?

Birastî jî tu guherînên demokratîk çêbûbûn?
Piştre di sala 1950an de wîlayetbûna Semsûrê çito û bi çi şiklî bûbû?
1950an li Semsûrê çi hebû, kê û çi dixwar, kê û çi li xwe dikir?
Gelê herêmê jîyanek çawa dijîya?
Bersiva va pirsan gişt Li Pey Bihostek Erd’ê Mehmet Akar de ye.

Birêz Mehmet Akar, him ji bo Semsûrîyan him jî ji bo wêjeya Kurdî karekî hêja kiriye.
Di folklorê de hespa bîranîn û romanê bi hev re ajotiye, rastîyê bîranînan û û vegotina romanê bi hev re hostatî honandiye.

Li Pey Bihostek Erd’ê re xwîner bi serpêhatîyê Hebîbê Sêwî re him di meraq û heyecanê de dimîne, him jî di salên 1950an de li herêmê Semsûrê çibûye, dişopîne, dinase.

Tim dengê telalê Semsûrê tê guhên xwîner: Semsûrîno!
Werin bajarê xwe binasin.
Bi dûr û nêzîkiyên xwe ve, bi bîçûk û meziniyên xwe ve, bi dar û berên xwe ve, bi ajal û sewalên xwe ve, xwîner di sûk û kolanên bajarê Semsûrê de dimeşe.

Xwîner bi çavên xwe avahî û mirovên Semsûrê, dîrok û bûyerên salên 1950an dibîne, dinase.

Em rexneya xwe jî bikinî. Xwezî ew pirtûkekê hêja ji alîyê rêziman û edîtoryalîyê de jî tekûz bûbûya. Lê ne wihaye. Ji alîyê sererastkirin û tashîhê ve gelek kêmasîyên pirtûkê hene. Ez li vira dinivîsim. Ji bo îmkanên kêm û sedemên ekonomik, belkî cil/t û bergekê jihevdeketî Li Pey Bihostek Erd’ê hatiye dinasîn û nixûmandin, lê di rastîyê de di bin ew cil/t û bergekê de gencîneyekê bêhempa û dîrokî, hezîneyekê bêbiha û hêja heye. Bawer dikim ku rojekê were îmkanên me yî weşaxaneyê dê baş bibin, sedemên ekonomîk holê rabin. Hingê sererastkirin û weşandina Li Pey Bihostek Erd’ê tekûz bibe, qîmeta Li Pey Bihostek Erd’ê were zanîn.

Faik ÖCAL

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply