Duşem , 28 Îlon. 2020

”Li Paş Derîyên Dadayî”ya Arêz Ebdelah Ji Weşanxaneya Lîsê Derket

“Agahdar be, bi derdê biraderên xwe neçe!”
Lê ew bi derdê biraderên xwe; di rêya bobelat û malwêranîya gelê xwe de çû û hey çû!

Pirtûka serincrakêş û balkêş a pêşmergeyê nivîskar Arêz Ebdelah vê carê ji nav weşanên Lîsê derdiçe!

Pirtûka bi navê “Li Paş Derîyên Dadayî” ku Ziya Avci tîpguhêzîya wê ya Kurmancîyê kiriye, behsa bîrhatîyên serpêhatîyên nivîskarê pêşmerge yên di nav zindanên Tirkîyeyê yên Bakurê Kurdistanê de dike.

Yekîneya pêşmergeyên komunîst ku ji şeş kesan pêk tê “Çar Kurd û du Ereb”, piştî ku derbasî Kurdistana Bakur dibe, dikeve dafika cendirmeyên Tirk û pênc kes ji wan xwe bi neçarî rasdetî dijmin dibin. Li vir, rêwîtîya jehrdar a di nav zindanên dewleta dagirker ên li Kurdistana Bakur de dest pê dike û her li vir jî, nivîskarê pêşmerge bi awayekî çêjdar û meraqbar behsa kitekitên jîyana hêsîrîyê dike û kevaleke rengîn a malkambaxîyeke tarî dikêşe û raber dike!
Pirtûka ku di gelek milên xwe de belgeyeke dîrokî ya girîng a keserkêşîya zindanîyên sîyasî û têkoşerên gelê Kurd e, bi hûrbînî, hem behsa rewşa zindanên dewleta dagirker ên li Kurdistana Bakur dike, hem jî behsa rewşa gelê Kurd li Bakur û Başûrê Kurdistanê di salên heştê-nodî de dike.
Pirtûka ku têrtijî ye bi kitekitên qewimînên salên herî germ ên têkoşîna gelê Kurd û qedera pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê di heyama Enfal û kîmyabarandinê de, niha ji Weşanxaneya Lîsê li ber destên xwînerên Kurd…

Li Paş Derîyên Dadayî, Arêz Ebdelah, Bîranîn, 197 rûpel, Weşanxaneya Lîs, 2016

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Pirtûka Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê Ya – Osman Özçelik

1-Tim navroj e, mela banga nimêja nîvro dike. Ez bi xemginîyeke kevnar ketime canê xwe. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.