Li Navxweyî Perwerdeya Taybet

Li navxweyî rewşa perwerdeya taybet her çiqas ne fermî be jî li gor dewletên pêşketî yên Ewrûpî çêtir bû, digel ku rewşa aborî ya dewletên rojhilata navîn û navxweyî lawaz bû jî. Perwerdeya taybet berî ku di welatên rojava de têkeve rojevê, li dewletên rojhilata navîn û navxweyî bi saya ol û baweriyan kesên nekanyar dihatin parastin. Ev kes wekî xelateke ji Yezdanî hatiye, dihatin pejirandin. Li navxweyî û rojhilata navîn gelemper li ber dêr, dergah û mizgeftan dihatin parastin. Stran digotin û amûrên muzîkê dijenandin. Ligel vana bi taybet di ola Îslamê de pîroz dihên hesibandin û wekî xelateke ji Yezdanî hatiye, dihên hesibandin. Mînak ji vana kesên nedîtyar, dibûn hafizê (jiberkerê) Qurana pîroz. Lê berevajê civaka musliman welatên rojava, li van kesên nekanyar wekî şeytan, kesên nexweşgiran, bi cin û hwd. dane nasandin. Û wan ji civak û perwerdeyê dûr xistine.  Mînak demekê li ewrûpa kesên porsor wekî şeytan an kurê şeytên dihatin zanîn. 

 Her wuha ev kes bi têkiliyeke xurt ligel civakê bûn. Digel vana kesên nekanyarên hişmendî, ortopedî û hwd. her çiqas binav û cûreyê nedihatin nasîn jî lê germiya dilê civakê ya ji bo wan her demê cihê xwe girtiye. Û civakê bi nêrîna heyf û hezkirinê li wan nihêriye. Lê mixabin gelemper di şibakeya perwerdekirinê de li wan nehatiye nihêrîn. Û ji perwerdeyê hatine dûrxistin. 

Di sala 1889an de li bin sîwana Dibistana Bazirganî ya Stenbolê ya Dewleta Osmanî, ji bo nekanyarên bihîstinê yekem dibistan vebû. Paşê di sala 1921ê de Dibistana Taybet a Ker û Koran li Îzmîrê vebû. Ev dibistan heya 1950ê bi wezareta alîkariya civakî û tendirustiyê bû. Di heman salê dewrî wezareta perwerdeyê bû. Û sal bi sal zagonên perwerdeya taybet hatin pejirandin. Bi hejmara 2916an zagona parastina zarokên hewcedar û bi hejmara 573an biryarnameya hukmê zagonî de rêbaz û bingehên derbarê perwerdeya taybet hatiye destnîşankirin. Li Tirkiyê bi biryarnameya hukmê zagonî ya 573an a di sala 1997an de rêbaza perwerdeya taybet hatiye dayîn. Li gor vê biryarnameyê;

  1. Kesên nekanyar, li gor bal, xwestek, kanîn û şarezayên xwe ji xizmetguzariya perwerdeya taybet dihên sûdemendkirin. 
  2. Destpêkirina pêş a perwerdeya taybet bingeh e. 
  3. Heya ku pêkan be zarokên nekanyar ji derdora xwe ya civakî û fîzîkî divê neyên dûrxistin.
  4. Ji bo ku zarokên nekanyar ligel hevalbendên xwe werin perwerdekirin  divê li gor  performansa wan di pêvajoya armanc, naverok û hînkirinê de guhertin werin kirin.
  5. Ji bo ku bi zarokên nekanyar perwerdeya xwe bênavber bidomînin, divê bi her cûre sazî û dezgehan re têkilî û hevkarî were danîn.
  6. Pêşverûkirina bernameyên perwerdeya kesanekirî  û pêkanîna bernameyên perwerdeyê bi awayeke kesanekirî bingeh e. 
  7. Divê malbat di her pêvajoya perwerdeyê de cîh bigire. 
  8. Di pêşverûkirina polîtîkayên perwerdeya taybet de nêrînên rêxistinên perwerdeya taybet girîngî dihê dayîn.
  9. Xizmetguzariya perwerdeya taybet bi awayeke ku zarokên nekanyar tevlî civakê bibin, dihê plandayîn. 

Her çiqas ev biryar hatibin dayîn jî di perwerdeya taybet hîn negihaştiye asta dewletên pêşverû. Zêdetir ev biryarname li bajarên rojavayên Tirkiyê hatine cîbicîkirin. Li herêmên rohilat jixwe perwerdeya gelemper li paş maye û her wuha perwerdeya zarokên nekanyar jî paş maye. Ev him ji ber polîtikayên dewletê û him jî ji ber nezanebûna malbat û kêmaniya dezgehên perwerdeya taybet rû daye. Di salên dawî de navendên rehabîlîteyê gelek vebûn. Lê digel rêveberên navendên rehabîlîteyê, malbat jî wekî deriyê rizqê li van zarokên nekanyar nêrîn. 

Bi destpêka komara Tirkiyê  di sala 1925an de ji teref Dr. Ahmed Şukru EMEDî, Nexweşxaneya Mereziya  Hişmendî û Hêrsbûnê bi 50 doşekê  li şarê Xarpêtê hate vekirin. Ev nexweşxane heta 1951ê bi heman şêweyê xizmet daye. Di navbera 1951-1973an ku bi serbizişkê Mutemet YAZICI, gihaştiye 12 avahî û hezar doşekan. Nexweşxane bi xêrxwazên gelê Xarpête hatiye pêşverûkirin û mezinkirin. Li herêmê hîn jî tiştek ji navê xwe wunda nekiriye. Ji bo bajarên rojava yên Tirkiyê Nexweşxaneya Bakirkoy a Ruh û Hêrsbûnê çawa bi navûdeng e, ji bo herêma Kurdan jî Nexweşxaneya Mereziya  Hişmendî û Hêrsbûnê ya Xarpêtê hewqas girîng e. 

 

Mustafa RÊZAN

 

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Hûn Di Şêwaza Zarokên Xwe De Ne – Mem Çavreş

Zarokê we di hînbûnê de  û  tevgerê de li we dinêre; hûn şêwaza wî ne . …

Leave a Reply