Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî

Ji bo kesên ku bixwazin der barê muzîka kurdî de lêkolînan bikin, mixabin zêde çavkanî peyda nabin. Ev “nivîsa berhevkirî” ji bo ku bingehekê ji kesên ku bixwazin der barê muzîka kurdî de agahiyan bi dest bixin re çêbike, bi jêsûdwergirtina ji çavkaniyên cur bi cur hatiye amadekirin. Bi taybetî jî daxuyanî û lêkolînên ku di warê formên muzîkal de hatine kirin, ji ber ku bêhtir lêhurbûna li ser formên li herêma Culemêrgê ne, hemû formên di muzîka kurdî de kite bi kite nagire nava xwe. Di navbera herêman de şibîn û guherînên çawan hene û ev guherîn çi ne bi kurtasî li ser wan hatiye sekinandin. Ji ber kêmasiya çavkaniyan, dê bê dîtin ku daxuyaniyên der barê dîroka muzîka kurdî de zêde ne berfireh in. Ev sernav bêhtir, bi fikra ku “der barê dîroka muzîkê de agahiyên bi vî rengî hene” hatiye amadekirin. Her wiha dê bê dîtin ku pêdivî bi berfirehkirina xebatên di warê hevhîkariya muzîka kurdî ya bi muzîka gelên din ên herêmê re jî heye.

KOKA KURDAN

Der barê koka kurdan de em dikarin behsa çend tezên bingehîn bikin:

Hozan Dilşiyar, “Dema ku em lê dinêrin bê ka berê kî li Mezopotamyayê jiyaye, em rastî hûrî, gûtî, aqadî, asûrî û gelek gelên din tên. Di nav pêvajoya dîrokê de derdikeve pêşberî me ku civakên wekî hûrî, gûtî û aqadî kalikên kurdan in. Bi awayekî xwezayî li cografyaya Mezopotamyayê, aliyên çandî yên gelan bi hev û din re têkildar in.”

Marr, dibêje ku “Kurd, xwecihiyên Asyaya Pêş in û bi qewmên din ên xwecihî ermen, gurcî, xaldiyan… re wekî lêzim (eqreba) jiyane û zimanê wan li wir pêk hatiye.” “Zimanê kurdî di nav pêvajoyê de bi guherînên mezin re rû bi rû maye û bûye zimanekî hind-ewropî û bi vê rewşa xwe mirov dikare rasterast wek mîrasgirê medî bihesibîne.”

Minorsky, “Kurd digihên medan. Tê zanîn ku medî gelekî “îranî”ne ku beşdarî pêla dawîn a koça gelên hind-ewropî bûne. Ji lew re daneyên dîrokî yên wekî Îrana Rojhilat, di salên 2000’î yên Berî Zayînê de rastî koça qewmên hind-ewropî hatiye, bi tezê piştrast dikin. Medî di sedsala 7’an a Berî Zayînê de ji herêma Gola Urmiyeyê ber bi Botanê ve bi pêş ve çûne û bi gelên xwecihî yên vê herêmê re ketine nav hev û din û heta ber deriyê Deşta Mezopotamyayê hatine.”

Wekî ku ji jorê jî diyar dibe, der barê koka kurdan de mirov dikare behsa sê tezên hevpar bike:

  • Di fonksiyona etnîkî ya kurdan de bandora faktora ‘med’iyan.
  • Xwedî karekterekî îranîbûna (hind-ewropî) zimanê kurdî.

Yek ji gelên qedîm ên Mezopotamyayîbûna wan û pevrejiyîna wan a bi gelên li vir re, ya bi sedsalan. Bi her awayî hevhîkariya wan a bi gelên herêmê re.

Zimanê kurdî

Li gorî zimanzanan, zimanê kurdan bi awayekî giştî ji çar zaravayên sereke pêk tê.

  • Kurdiya bakur an jî zaravayê kurmancî: Beşeke mezin a kurdên ku di nav sînorên Tirkiyeyê de dijîn, kurdên Suriye, Lubnan û Qefkasan bi temamî û beşeke kurdên Iraq û Îranê bi vî zaravayî diaxivin.
  • Zaravayê kurmancî (soranî) yê ku li Kurdistana Navendî pê tê axaftin: Ev zarava carinan wekî kurdiya başûr (kurmanciya xwerû) an jî bêhtir wekî “soranî” tê binavkirin. Pareke mezin a kurdên Iraq û Îranê vî zaravayî bi kar tînin.
  • Zaravayê ku wekî kirdkî, zazakî yan jî dimilî (dimilkî) tê zanîn: Ev zarava ji hêla beşeke kurdên ku di nav sînorên Tirkiyeyê de mane ve tê bikaranîn. Cihê ku herî zêde ev zarava lê tê bikaranîn bajarên wekî Dêrsim, Çewlik, Xarpêt, Amed, Ezirgan û navçeyên wekî Sêwreg, Gimgim (Kela), Motkî, Palo ne. Du devokên vî zaravayî yên ku herî zêde tên bikaranîn ev in: Devoka Dêrsimê û devoka ku em wekî devoka Çewlig-Amed-Sêwregê bi nav dikin.
  • Zaravayê goranî: Ev zaravayê ku wekî Hewramî jî tê zanîn, zaravayekî nêzikî zaravayê kirdkî (zazakî, dimilkî) ye û ji hêla kurdên Iraq û Îranê ve tê bikaranîn.

Dîroka muzîka kurdî

Em dibînin ku hunermendê kurd ê bi navê “Avger”, ku di dema qraltiyê de, ya ku ji salên 280’yî yên Berî Zayînê heta salên 130’yî yên Piştî Zayînê berdewam kiriye jiyaye, bastûra muzîka gelên Mezopotamyayê sîstematîze kiriye. Îbrahîm Mûsilî, li Bexdayê hunera xwe pêşkêşî Harûnê Reşîd kiriye û dibistana muzîkê ya misilmanan a pêşîn vekiriye. Piştre kurê wî Îshaq Mûsilî yê ku li Mûsilê dijî, sîstema Avger bêhtir bi pêş xistiye û ji aliyê bastûra (binyata) melodîk, teşeya newayî (melodîk), form û sîstema deng ve gelek mijar sîstematîze kirine û veguhastine şagirtên xwe. Yek ji wan şagirtan ê bi navê Yehya Elî (pirtûka muzîka kurdî ya bi navê “Risale f’îl-Musiqî” nivîsî ye. Di vê pirtûkê de em dibînin ku oktavek bi 17 navberên newekhev hatiye dabeşkirin) yê din jî Ebû Feyz Bîn Amedî ye (Zarokê Amedî yê Bavê Zanînê). Şagirtê wî Farabî jî, pirtûka muzîka kurdî ya bi navê “Rîsale f’îl-Musiqî” berfireh kiriye û bi navê “Musiqa’l-Kebîr” ji dîrokê re hiştiye. Piştre em di qesrên Hindistan û Osmaniyan de rastî Ebdulqadir Meraxî tên ku wekî hîndekar li Bexdayê ders daye şagirtên ereb, osmanî, fars û yên gelên din. Ziryabê ku li Bexdayê di qesra Harûnê Reşîd de muzîsyen e, ji ber pirsgirêkên ku pê re rû bi rû maye, dev ji Bexdayê berdaye û çûye Endulûsê û muzîka rojhilatî bi xwe re biriye wir. Dîsan wekî pêwîstiyeke Dergahên Derwêşan ên ku di sedsala 13’an de hatine avakirin, em dikarin texmîn bikin ku muzîka hunerî ya olî hebûye.

Piştî salên 1300’î jî tenê beşa muzîka gelêrî ya muzîka kurdî maye. Çimkî ji vê demê bi şûn de, êdî dema îstila û dagirkeriyê ye. Û şansê kurdan ê ji bo ku bi dînamîkên xwe muzîkê îcra bikin, nemaye. Têkiliyeke xurt a beşa muzîka kurdî ya mayî, bi dansê/reqsê re heye. Bi taybetî jî aliyê wê yê bi dengbêjiyê re têkildar, maye. Di nav kurdan de, ji bilî dengbêjan du hêmanên din ên ku muzîk li ser piyan hiştine hene; ya yekem dayik in, a din jî feqiyên îcrakerên muzîka olî ne ku di medreseyan de li ser muzîka olî perwerde bûne. Divê em ji bîr nekin ku muzîka pêşîn muzîka olî ye. Wekî mînak, Avger û Îshaq Mûsilî êzidî ne û di dema xwe de bi muzîkê karê tedawiyê kirine. Divê em vê jî bi ser de zêde bikin: Gelek çavkanî û berhemên der barê muzîkê de, dema ku moxolan di sala 1258’an de Îran dagir kirine û Bexda kavil kirine winda bûne.

Di nav kurdan de çanda devkî

Kurd ligel ku bi sedsalan e çandeke wan a bibingeh (bikok) heye jî, avaniyeke xwe ya siyasî ya ku karibin tê de pêşketina xwe ya serbixwe bijîn, çênekirine yan jî bi dest nexistine. Bi taybetî jî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem mehkûmî rewşa “parçebûn”ê hatine kirin. Dema ku redkirina nasnameya kurdan, asîmilasyon, pêkutî û koçberî jî li hesab bêne zêdekirin, dê bê dîtin ku ‘folklora kurdî’ yan jî ‘çanda devkî’, bi taybetî jî muzîka kurdî, di warê parastina nasnameya kurdan a etnîkî/çandî de bû xwedî roleke sereke. Terzê jiyana kurdan, guherînên civakî, zaravayên cihê, hemû jî di nav vê çanda dewlemend û pirrengî de cih girtine û ji nifşekî ji bo nifşê din hatine veguhastin. Hema bibêje hemû serpêhatiyên wan ên di jiyanê de -ne tenê bûyerên dîrokî, hemû berhemên epîkî, qehremanî, pevçûn û destan, çîrokên lîrîk, nirxên mîstîk û ritûel- bi riya muzîkê hatine qeyd kirin û bi vê riyê di hafizeya civakê ya kolektîf de hatine bicihkirin. Bi vî şeklî, hema bibêje di veguhastin û danjiyandina van nirxên civakî û kevneşopî de muzîk bûye navgîna tekane. Ligel ku di nav kurdan de wêjeya nivîskî bisînor (mehdût) heye jî, pareke mezin a berhemên ku gihîştine roja me, çavkaniyên wêjeya devkî ne.

Em nizanin bê ka çavkaniya wêjeya devkî kengê û ji hêla kê ve hatiye gotin. Ji ber vê yekê jî, jê re “anonîm-wêjeya gel a hevpar” tê gotin. Ev wêjeya hevpar; serpêhatiyên bêdawî, qiset, çîrok, destan, bîranîn, efsane û hemû rewş û şertên tiştên aîdî jiyana xwezayî ne, di nav xwe de dihewîne. Çavkaniyên bingehîn ên wêjeya devkî; evîn, şer, jiyana rojane, têkiliyên di navbera eşîran de, şerên bêdawî yên di navbera gelê kurd û dagirkeran de, koçberî, qehremanî, jiyana xwezayî û dewlemendiya wê û dewlemendiya mîtolojiya Mezopotamyayê ne. Mijarên vê wêjeya dewlemend ev in: zarokên sêwî, qehremanên bi rojan şer dikin, tirsekên ji rovî qurnaztir, lehengiyên ciwanên kurd, keçên kurd ên bedew ên ku xwe ji xortan vedişêrin, kalên ku erd û esman digihînin hev, mîrên baş/xerab ên meraqdarên nêçîrê, rêberên kurd ên ku di dem û cihên cuda de li hemberî dijmin şer kirine, têkiliyên di navbera evîndaran de û îxanet.

Di jiyana miletekî de, ku bêhtir di qada vegotina devkî de hatiye bisînorkirin, bi awayekî xwezayî û ji derî edetê, muzîk xwedî rewşeke biîmtiyaz bûye û ketiye rewşeke wisan ku roleke cihê ya civakî girtiye ser xwe. Sedemeke vê ya girîng (ji ber sedemên cur bi cur ên di merhaleyên cihê yên dîrokê de) astengiyên li ber bikaranîna zimanê dayikê yê kurdan a bi awayekî nivîskî ne. Hin lêkolîner behsa ‘gumrehiya folklorê ya zêde’ ya di nav kurdan de dikin ku ev jî raza (sira) bi awayekî zindî gihîştina roja me ya çanda kurdî ye. Di nav kurdan de nebûna çanda nivîskî û hebûna/jiyîna folklora zînde sebeb û encamên hev in. Di gihandina/veguhastina ji bo roja me ya hêmanên çanda devkî ya navborî de, para herî mezin (heke em dema nêz nehesibînin) aîdî dengbêjan e.

Ligel dengbêjên gerok, mirov nikare bibêje çanda devkî ya kurdan an jî muzîka kurdî bi temamî homojen e. Berevajî vê yekê, li herêmên ku kurd lê dijîn de, di vî warî de ferqên berbiçav xwe didin der. Sedemên vê yekê yên bingehîn ‘ferqên cografî’ (wek mînak; muzîkên çiyan û deştan gelek ji hev cihê ne, ku ev jî ji bo miletekî ku di nava xwezayê de dijî gelek normal e) û hevhîkariya beranber e, ya li herêmên ku kurd û miletên din di nav hev de dijin.

HIN TAYBETIYÊN MUZÎKA KURDÎ YA KEVNEŞOPÎ

Heke em der barê muzîka kurdî de, behsa hin taybetiyên pir giştî yên ku lêkolîneran li serê li hev kirine bikin:

  • Bi esasî muzîka kurdî muzîka gelêrî û anonîm e.
  • Bestekara stranan (gelek caran) jinek e û pir kêm caran hestên dilxweşî/kêfê û bi giştî jî hestên xemginîbûnê tîne zimên. Dengbêj van stranan gund bi gund digerin vedibêjin û popularîze dikin û di heman demê de vediguhêzin kesên dîtir û dibin wesîle ku gelek mirov bi heman riyê stranê îcra dikin û di nav gel de belav dikin.
  • Strana kevneşopî ya kurdan sparteyî dubarekirina bendekê ye. Dema ji bendekî derbasî bendeke din dibe, tenê gotin diguherin. Hemû stran û lawik (serhewa) ji serî heta dawiyê bi heman ruhî berdewam dike. Pasajên sivik (bihereket) û coşdar ên ku herikîn an jî hewaya stranê qut bikin, nakevin navberê. Di vê yekê de, di destanan de îstisna hene. Ji bo her beşeke biaksiyon a destanê qalibê newayek (melodiyek) û rîtmeke cihê hene.
  • Muzîka kevneşopî ya kurdan yekdengî (tek dengî) ye û xwedî karakterekî ‘vokal’ e. Enstrûman gelek caran wekî armanc dide ber xwe ku guhdar bike rewşeke wisan ku bikaribe peyama gotinên stranê baştir têbigihîje, yanê bi awayekî îzafî xwedî roleke talî ye.
  • Karakterê koçber di asteke girîng de bandor li muzîka kurdan kiriye. Di dema pîrozkirina derketina zozanan an jî daketina germiyanan, çêbûna berxikan û berxbirê (qusîna hiriyê), de stranên aîdî zemanê berê, xwedî cihekî girîng in.
  • Muzîka kurdên ku bi çanda çiyan û bi çanda deştê ya dêmanî dijîn, cihê ye. Çendî li herêmên çiyayîn stranên ku bêhtir sert, kirpandinên wan xurt û enstrumanên fûyî (pifînî) li pêş bin jî, lê li nav kurdên deştî îcar stranên ku bêhtir xwedî ruhekî aram û xwedî hej û amûrên jîdar in, hene.
  • Di muzîka kurdî de hejmara berhemên ne dansî/ne reqsî pir kêm in.
  • Bi giştî usûlên ku têne bikaranîn jî; 6/8, 2/4,10/8 û hwd in.
  • Her çi qas meqamên ku têne bikaranîn bi giştî rast, newrozî, kurdî, çargah, buselîk, hîcaz û hwd. bin jî, dikare bê gotin ku hemû meqamên li Rojhilata Navîn hene, têne bikaranîn.
  • Di muzîka kurdî de bi awayekî giştî deng dikare di her dereceyekê de dest pê bike, lê bi dengê bingehîn kuta dibe. Melodî bi giştî di seyreke berbijêr û berbijor-berbijêr de ye.
  • Bi giştî di nav pîvanê de “es” (îşareta hiş be) nayê bikaranîn.

Hin amûrên ku di muzîka kevneşopî ya kurdî de tên bikaranîn

Hîn piraniya amûran (enstrûmanan) bi awayekî zanistî, nehatine vekolînkirin û der barê hinekan de jî têkildarî dîroka wan agahiyên herî basît tune ne. Amûrên girîng ên ku di muzîka kurdî de têne bikaranîn ev in:

Bilûr.

Dûdûk (mey); di muzîkên gelên Rohilata Navîn ên din de jî tê bikaranîn, bi giştî ji dara încasan an jî qeysiyan tê çêkirin û enstrûmanek biqamîş a bayî ye. Di nav kurdan de bi rengê dengekî bêhtir xîzxîzok tê bikaranîn, kurdên Erîwanê vê enstrûmanê nêzikî rengê ku ermenî bi kar tînin, hê nermtir û bi rengekî nêzikî dengê însanan bi kar tînin.

Zirne; amûrek e ku bi giştî ji hêla gewendeyan (mitriban) ve tê bikaranîn. Di nav kurdan de, li gelek herêman, xistina li zirneyê wek sivikî û eyb tê dîtin. Bi giştî li her herêmê dahol û zirne ji hêla gewendeyên wê herêmê ve tên bikaranîn.

Duzare (Duzele); bêhtir li herêma Bahdînan tê bikaranîn û zirneyeke cotqamîş e.

Tembûr (bisq, buzukî); wekî ûd an jî saza kurdan tê zanîn. Rengê dengê wê di navbera ûd û bisqê de ye. Enstrûmanek e ku bêhtir di nav kurdên Suriye û Iraqê de tê bikaranîn.

Bisq; Hozan Dilşiyar dibêje, ev amûr ji kurdan çûye nav misiriyan û ji wê derê jî bi alîkariya fenîkeyiyan derbasî nav yewnaniyan bûye. Wekî kalikê ‘buzûqî’ya niha tê qebûlkirin.

Sentûr; dişibe ‘qanûn’ê lê têlên wê hê kêmtir in, bi lêdana şivikan tê jendin. Zêdetir di muzîka kurdên Îranê de tê bikaranîn.

Dembilk; wekî ‘zerp’ê jî tê binavkirin ku amûreke lêdanî ye. Ji dar tê çêkirin û digel ku dişibe derbûqeyê jî bi çermekî qalind tê çêkirin. Ebad û tonên wan ên cihê hene.

Def (Erbane, elbane); du cureyên wê hene: Ya yekem zengilên gilover bi tara wê ve têne kirin, (di halê mezin ê erbaneyên ku em dizanin de ye) enstrûmaneke di şeklê bendîrê de ye. Ya duyem jî bêhtir li gelek deveran tê bikaranîn, bi taybetî jî di ayînên zikrê de û ji hêla dengbêjan ve. Xelqeyên (xişikên) gilover ên zîncîran di nav tara wê de, pê ve têne kirin, enstrûmaneke di rengê bendîrê de ye.

Dahol; enstrûmaneke ku li herêmên cihê di ebadên cihê de, tara fireh û her du aliyên wê bipost hatiye rapêçan. Li aliyekî wê bi lêxistina çem (gopal), li aliyê din jî bi lêxistina şivikekî zirav tê bikaranîn. Kurdan hîn bêhtir ew ji bo sê armancan bi kar aniye: 1) Di banga kar de 2) di banga şer de 3) di banga şahiyê de.

Rebab; enstrûmaneke sê têlî ye ku gelek dişibe kemençeyê. Bi kevaneke ku ji mûyê hespan hatiye şidandin, tê lêxistin. Yek ji bo refaqetkirinê, ya din jî ji bo melodiyê, bi giştî ji yekê zêdetir têlên wê di carekî de têne bikaranîn.

Keman; Zêdetir li Dêrsimê tê bikaranîn. Wekî rebabê di carekî de ji yekê zêdetir têlên wê bi hev re tên bikaranîn. Mînanî kemaneyê li ser çokan tê lêdan. Tê gotin ku kurdên Dêrsimê dema ku bi ermenan re jiyane, ji wan fêrî vê enstrûmanê bûne.

Qirnata (klarnet); zêdetir li derdora Dêrsim û Elezîzê tê bikaranîn. Bi giştî cureyê wê yê ji dar tê çêkirin, nayê bikaranîn û yê ku ji metal tê çêkirin tê bikaranîn. Bi rengekî dengê tûj xîzxîzok ê di navbera dengê mey û zirneyê de, tê bikaranîn.Cûmbûş; hin îcrakerên muzîka kevneşopî, ji ber bandora çanda şevbihurkan ev enstrûman jî bi kar aniye.

Saza doxkurt (Baxlama); ev enstrûmana ku -ji bilî semahan- zêde di nav muzîka kurdî de cihê wê nîn e, bêhtir di van demên nêzik de ji hêla îcrakeran ve, di şîrovekirina hin stranên kevneşopî de, dest bi bikaranîna vê hatiye kirin. Zêdetir di stranên bi temaya polîtîk de hatiye bikaranîn û bi vî rengî ketiye nav muzîka kurdî.

MUZÎKA KEVNEŞOPÎ YA KURDÎ Û DENGBÊJ

Dengbêj ku serpêhatiyên xwe yan jî bûyerên civakî yên ku bihîstine, çîrok û efsaneyan bi meqamkî vedibêjin û ew muzîsyen in ku bîra (hafizeya) wan gelekî xurt e. Çavkaniyên dîrokî-kevneşopî yên muzîka kurdî, dengbêj in. Dengbêj tê mehneya kesê ku bi “deng vedibêje”.

Di formeke nêzikî forma lawjeya di folk muzîkê de distrên, lê lawje kurt e û temayeke wê ya diyar û hevoka wê ya melodîk heye. Lê di vegotina dengbêj de ya muhîm çîroka ku tê gotin e. Meqam jî, ji bo ku (guhdar) bikeve dinyaya ku (dengbêj) behsê dike navgînek e. Meqam hafizeya dengbêj xurt dike. Dengbêj bi van meqaman atmosfera bûyeran saz dike û heyecana bûyeran pêk tîne. Meqamên ku bi kar tînin jî, bi giştî huseynî, uşaq û hîcaz in (navbera dereceyên duyem û sêyem ên ku di hîcazê de tên bikarîn bêhtir vekirî ye, ango dengê duyem, li gor hîcaza ku îro tê bikaranîn bêhtir pes e, dengê sêyem jî bêhtir tîz e).

Uslûbê (şêwaza) strînê ya dengbêjan “resîtatîf” e. Ango xwe dispêre axaftina bilez a li dû hev. Li gorî gotinên Nîzamettîn Arîç, “Dengbêj ji nefesgirtinê hetanî tinginîkirinên cuda yên dengan ji bo gelek teknîkan xebitîne. Wekî mînak; pişta xwe dane dîwêr û destên xwe kirine navbera pişta xwe û dîwêr de û nefes stendine. Divê destê wan di navbera dîwêr û pişta wan de bişide da ku diyafram fêrî hildana nefesê bibe. An jî bi qamîşekî pifî ava di qedehekê de dikin ku bêyî dawî li bilqokên avê bê, ev jî wekî hînbûna ‘nefesa timî’ hatiye kirin. Ango, fêr dibin ku li aliyekî pif bikin, li aliyê din di heman demê de nefesê bistînin. Ev rêbaz di enstrûmanên bayî (bilûr, mey, zirne û hwd.) de jî tê bikaranîn. Her wiha dengbêjan, bi taybetî jî ev yek di dema Evdalê Zeynikê de berbelav bûye, şagirt girtine cem xwe û bi riya veguhastina rasterast li pey xwe kesekî ku heman karî bike wekî niwîner hiştiye. Ev yek bi taybetî ji bo demeke diyar, sazîbûna dengbêjiyê destnîşan dike. Tê zanîn ku kevneşopiya dengbêjiyê, bi riya vê ‘têkiliya hoste û şagirt’ hatiye berdewamkirin.”

Em dikarin bibêjin ku dengbêjan sê cure muzîk çêkirine:

  • Dengbêjên gel, ev mirov in ku di nav gel de digerin. Ev kes efsane, bûyerên mîtolojîk, bûyerên dîrokî, adet û kevneşopiyan hildidin û di nava gel de vedibêjin.
  • Dengbêjên axa û mîr û began bi xwe.
  • Mirovên ku derî bi derî digerin û di nav kurdan de wekî “mutrum” (mitrib) têne binavkirin.

Li gor agahiyên ku hîndekarê Zanîngeha Harvardê Mehrdad R. Izady dane, “Di domana temamiya serdema Partan (Berî Zayînê 247-MS 227)  de, li herêmê toreke hozan û çîrokbêjên (gosân) gelêrî ya ku bi hostatî hatibû birêxistinkirin û di repertuara wan de efsaneya afirandinê ya Mîtraîk ku  Mîtrakan tê de xwediyê roleke berbiçav bû, hebû. Hozan û çîrokbêjên bi heman rengî di nav hemû gelên Rojhilata Navîn de hebûn. Di nav kurdan de nûnerên vê toreyê dengbêj in.

Dildar Şêko, li ser dengbêjan van agahiyan dide: “Di nav kurdan de ‘hunermend’ û ‘dengbêj’ ji hev cihê ne. Hunermend bi giştî stranên sivik, stranên govendê yan jî stranên olî (ev jî dikevin beşa stranên sivik) distrên. Dengbêj; bêenstrûman hunera xwe, qabîliyeta xwe, dengên xwe bêkêmasî derdixin rastê. Her kes dikare li ser gotinên wan şîroveyan bike. Ango bi awayekî ji şîroveyê re vekirî dibêjin jixwe. Di hunera dengbêjiyê ya kurdan de amûrên muzîkê nayên bikaranîn. Bikaranîna enstrûmanê wekî kêmasî yan jî qelsiya dengbêj tê dîtin. Her kes jê dikeve şikê, ji ber ku wekî ku kêmasiyeke/zeîfiyeke xwe veşêre tê dîtin.” Ji bo kesên ku bi sazê muzîkê çêdikin “hozan” an jî “tembûrvan” tê gotin. “Dembihur”, di wateya derbaskirina demê de tê bikaranîn.

Ji bo van hemû tiştên ku li jorê hatin gotin, li gundan “dîwan” tên danîn. Li herêma Culemêrgê ji vê yekê re “şevreşk” tê gotin. Peyva şevbihêrkê ku tê wateya ‘şeva ku mirov bi hev re dibihurin; ji bo meclîsên şevê yên ku li dîwanxaneyan têne lidarxistin û dengbêj serpêhatî, çîrok an jî destanan vedibêjin, tê binavkirin. Naveroka serpêhatiyên ku vedibêjin, carinan ji mijarên fantastîk, carinan jî ji rastiyên dîrokî (çîrok, serpêhatiyên evînî, şer û qehremanî hwd.) pêk tên. Bi taybetî jî di şevên zivistanan ên dirêj de, dîwan tê gerandin. Di destanan de bêhtir aliyên qehremanî li pêş in. Yên xerab qelew (şîşman), nivîşkan, yên baş pir bedew, xweşmêr û çeleng û law in. Bi giştî her dengbêjekî baş di bin hîmayeya mîrekî de ye. Mîr wan ji bo ku qehremaniyên xwe, dîroka eşîrên xwe bibelge (hildin hafizeyê) bike, hildidin cem xwe. Di şer û pevçûnên di navbera eşîran de, wan jî bi xwe re dibine qada şer.

Di esasê xwe de dengbêj ne muzîsyenên profesyonel in, di gerewa karê ku dikin de, tiştekî nastînin, lê jixwe îhtiyaciyên dengbêjekî baş ji aliyê gel ve, an jî ji aliyê mîr ve têne temînkirin. Pêwîst nake ku biçin di karekî de bixebitin, tenê ji wan tê xwestin ku serpêhatî û çîrokan vebêjin û bi vê riyê dîroka xwe zînde bihêlin. Du dengbêjên mînak: Karapetê Xaco û Kawîs Axa:

Karapetê Xaço (1902-2005)

Karapet, “dengbêjê çilekêş ê xeta Bişêrî-Qamişlo-Erîwanê” û îcraker û şopînerê kevneşopiya dengbêjiya Evdalê Zeynikê ye. Karapet wiha digot: “Xezîneya kurdan di berîka min de ye, eger ku ez dest bi gotina stranan bikim ne ku du sê roj, mehek têra min nake.” Tê texmînkirin ku di xezîneya Xaço de nêzikî hezar stranî hebûye.

Taybetiyeke girîng a dengbêjan, ku îcrakerên herî girîng ên wêjeya kurdî ya devkî ne, ew taybetî ye ku em jê re dibêjin “sewta serî”. Dengbêjekî ku bi “dengê qirikê” distrê, piştî demekê tê rewşek wisa ku dengê xwe winda dike û stranên ku distrê jî, ji bîr dike. Karapet yek ji îcrakerên herî girîng ê taybetiya “sewta serî” ye. Dengekî Karapet ê mukemel ê tîz û zelal heye. Taybetiyeke Karapetê Xaço ya girîng a din jî, taybetiya “xulxulandin”ê ye. Dîsa Xaço dengê ku kurd jê re dibêjin “hawînî” ku dengbêj di navbera hemû bendên stranan de dibêjin, pir caran bi kar tîne.

Di nav kurdan de bi giştî dengê kesên “deştî” bêhtir nazik û nerm e. Tîzbûna dengan zêde ne bilind e. Lê dengê kesên “çiyayî” tîz û gur e.

Em dikarin “dengbêjên xas” ên di nav kurdan de, di bin du kategoriyan de ji hev cuda bikin. Dengbêjên afirînerên ekolekî û dengbêjên berdewamiya ekolê. Karapetê Xaço digel ku şopîner û berdewamkerê ekola Evdalê Zeynikê ye, nûner û îcrakerê herî girîng ê ekola xeta “Xerzan-Serhed-Qefqasya”yê ye jî.

Karapet bi zimanekî sade û zelal distirê û stranên xwe yên ku ji hevok û peyvên herî grîft pêk tên jî, bêyî ku di devê xwe de bimizmizîne, gotine. Karapetê Xaço ligel ku bi xwe kesekî ermen e jî, ji wan kesan e ku taybetiyên herî berbiçav ên çanda kurdan û jiyana kurdan, di xwe de hewandiye.

Kawîs Axa (1889-1936)

Piştî ku sînorê Tirkiye û Iraqê Eşîra Herkiyan kir du parçe, Çarçelaya Herkiyan a ku Kawîs Axa lê hatiye dinê, li aliyê din ê sînor ma. Navê wî yê rastîn Weysî ye. Kurdên Behdînan hem di wateya birayê mezin de hem jî ji bo hurmetgirtinê têgiha “kak” bi kar tînin. Dema ku Weysî dibe dengbêjekî mezin navê wî jî dibe Kak Weys. Piştre ev nav vediguhêze Kawîs. Di temenekî pir biçûk de bavê wî wefat dike. Dema ku dikeve sêzdeh saliya xwe, zimanê wî tê girtin û nikare biaxive. Kawîsê ku nikare biaxive û derdê xwe bi gotinan bi lêv bike, xwe dide ber stranan û tenê zimanê wî dema ku stranan dibêje, vedibe. Bi vî şeklî hemû derd û daxwaza xwe bi stranan tîne zimên. Dema ku cenazeyê dayika wî radikin, hunermendeke bi navê Derwêş Fatma zêmaran dibêje û Kawîs Axa pir di bin bandora dengê wê de dîmine. Derwêş Fatma Kawîs ji xwe re dike navbeynkar û stranan fêrî wî dike. Kawîs jî, stranên ku ji wê fêr dibe, dest pê dike di meclîs, şevbuhêrk, dîwanxaneyên axayan de û di koşkên mîran de distrê. Piştre ji bo ku qewanekê (plaqekê) dagire diçe Bexdayê. Wê demê Bexda navendek e ku lê qewan têne dagirtin û dengbêj lê dengê xwe didin bihîstin. Serê pêşîn ji ber ku lal e, biçûk tê dîtin û kes wî cidî nagire. Lê dema ku diçe qehwexaneyekê dest bi gotina strana Genc Xelîl dike, plaqkar dengê wî dibihîzin û baz didin tên. Dûre li ser hev plaqan dadigire.

Li herêmên cur bi cur ên Kurdistanê dengbêjên di formasyonên cihê de rabûne. (Erîwan, Serhed, Botan û hwd.)

Eger em li gorî herêman ji dengbêjan çend mînakan bidin:

  • Serhed: Şakiro, Ekremo, Kerem, Zahiro, Nûro
  • Botan: Fadil, Mirado, Dengbêj S. Hesen, Elmaz Mihemed
  • Bahdînan: Îsa Berwarî, M. Arif Cizrewî, Meyrem Xan, Kawîs Axa, Mihemed Şêxo
  • Soran: Hesen Zîrek, Ezîz Şarok, Elî Merdan, Tahir Tefîq
  • Erîwan: Şeroyê Biro, Efoyê Esed, Reşîdê Baso, Egîdê Têcir, Neçoyê Cemal, Mecîdê Silêman, Xana Zazê, Egîdê Cimo, Aramê Tîgran
  • Xerzan: Karapetê Xaco, Salihê Qubinî, Teyiboyê Sêrtî

Di roja me de sê muzîsyenên girîng ên ku muzîka kurdî çêdikin, Ciwan Haco (Mirado û M. Şêxo), Şivan Perwer (Îsa Berwarî, M. Arif Cizrewî, Meryem Xan, Kawîs Axa), Nîzamettîn Arîç (Şakiro, Kerem û Karapetê Xaço) tê gotin ku ew di gelek waran de di bin bandora van dengbêjan de mane û li gorî vê yekê terzên xwe pêk anîne.

Tîpolojiya dengbêjan û rola wan a di muzîka kurdî de, bi dema radyoyan û bajarîbûnê re dest bi guherînê dike. Bi radyoyan re dengbêjên jin jî dest pê dikin di radyoyên Erîwan û Bexdayê de distrên. Pareke mezin a dengbêjan, bi riya radyoyan stranên xwe digihînin gel.

RADYOYÊN BEXDA Û ERÎWANÊ

Di salên 1950 û 1960’î de Radyoya Erîwanê ya li Ermenistanê (Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Ermenistanê) û Radyoya Bexdayê ya li Iraqê (Beşa Weşanên Kurdî ya Radyoya Iraqê) bi kurdî jî dest bi weşanên çandî kirin. Piştre radyoyên Urmiye, Kirmanşah û Tehranê jî dest bi weşana kurdî kirin. Di wan salan de, di pêşketina nasnameya kurdî de bandora van radyoyan mezin e.

Radyoya Erîwanê (1955); Efoyê Esed, Reşidê Baso, Egîdê Têcir, Neçoyê Cemal, Mecîdê Silêman, Şeroyê Biro, Susika Simo, Zadîna Şakir, Belgia Qadir, Şewabê Egîd, Dawudê Xelo, Aramê Tîgran, Fatima Îsa û hunermendên wekî; Egîde Cimo, Xelilê Evdile bi meya xwe; Şamilê Beko jî bi bilûr û zirneya xwe, bi wan hunermendên navborî re li enstrûmanan dane.

Li gor Muhsin Kizilkaya; “Li gorî peymana ku dewleta Iraqê di şexsê Mele Mistefa Barzanî de bi kurdan re çêkir, di Beşa Weşana Kurdî ya Radyoya Bexdayê de ku destûr hate dayîn wekî stasyoneke fermî were vekirin (1961), dê weşaneke ‘li dijî biratiya kurd û ereban’ nehata kirin û dê weşaneke bi giranî kulturî û hunerî bihata kirin. Di nava hunermendên vê radyoyê de Mihemed Arif û Hesen Cizrewî, Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha, Meyrem Xan, Ayşe Şan, Îsa Berwarî û Kawîs Axa muzîsyenên ku herî zêde eleqe didîtin, bûn. Her du Cizrewiyên ku wekî nûnerên girîng ên di salên 1930-70’yî yên kevneşopiya dengbêjiyê de, ku li cografyaya kurdan wekî deriyê debarê dihate dîtin, derdikevin pêşberî me, ji teknîkên strangotinê wêdetir dengê xwe terbiye kirin û ji enstrûmantasyona di kevneşopiya muzîka ereban a Bexdayê de sûd wergirtin û wan rengekî nû ji kevneşopiya dengbêjiyê re qazanc kir. Di nav hunermendên kurmanc de, jina ku yekem car plaq derxistiye Meyrem Xan e. Di zaravayê soranî de jî Dayîkî Cemal plaqa yekem derxistiye.

Van radyoyan, bi giştî bandor li hunermendên kurd ên ku paşê dest bi çêkirina muzîka kurdî kirine, kiriye.

Li gor Salihê Kevirbirî; “Îbareya ‘Her netewe xwedî maf e ku bi zimanê xwe weşanê bike’ ya di dema Sovyeta kevn de, piştî ku rejîma Sovyetê rûxiyaye jî li Ermenistanê hatiye parastin. Bi kurtasî Radyoyên Erîwan û Bexdayê awêneya dilê kurdan bûn û kurdên ku belavî çar hêlên cîhanê bûbûn di vê awêneyê de li xwe nêrîn. Di radyoyên Bexda û Urmiyeyê de cih didan enstrûmanên ku li Rojhilata Navîn têne bikaranîn, lê di Radyoya Erîwanê de tenê enstrûmanên wekî bilûr, dahol, zirne û fîqê derdiketin pêş. Axaftina Filîtê Quto ya bi Mamê Etmankî re, Lawikê Metînî, Bişarê Çeto, Mîrzikê Zaza, Emê Gozê, Koçero, Siyabend û Xecê, Mem û Zîn, Xozan Daxê, Derwêşê Evdî, Salih û Nûrê, Heso û Nazê, Bavê Fexriya bi saya van radyoya ji bo nifşê nû hatin veguhastin.”

Ehmedê Gogê, li ser xebatên xwe yên di Radyoya Erîwanê de van agahiyan dide: “Ev radyo, bûbû wekî cihê ronakbûn û keleha hunermendên kurd. Peywira dengê ziman, çand, huner û hêviyên kurdan bi cih dianî. Wê demê dazdeh, sêzdeh kesan li ser mijarên wekî zimanê kurdî, civaka kurdî lêkolîn û vekolîn dikirin. Ligel vê yekê gelek rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan piştgirî didan radyoyê, di gelek waran de alîkarî dikirin. Ligel rewşenbîrên kurd, rewşenbîrên ermen jî alîkariya meteryalan li me dikirin, di gelek waran de alîkariya xwe ji me texsîr nedikirin û dibûn mêvanên bernameyên me. Me bi gelek dostên wekî Cegerxwîn, Celadet Bedirxan, Heciyê Cindî, Ereb Şemo û yên din ku dihatin nasîn re, roportaj çêkirin. Nivîskarên wekî Casimê Celîl, Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl û Erebê Şemo li ser wêje û dîroka kurdan xebatên giranbiha pêk anîn. Dîsa em dikarin gelek navên wekî Hovanis Bagramyan, Vîktor Hambarsomyan, Aram Xaçataryan, Martyenus Saryan bihejmêr in.”

HIN FORMÊN MUZÎKAL

Li herêman bi binavkirinên cihê, formên muzîkal ên cur bi cur hene:

Lawje (lawij, lawik)

Hewayên serbest in ku rîtmeke wan a diyar nîn e. Dengbêj; lawjeyan jî destanan jî distrên. Lê lawje li gorî çîrok û destanan kurtir in. Bastûra wan a melodîkî diyar e. Di navê de qalibekî melodiyî, “dîsgotin” heye ku her digere. Lawje forma herî karakterîstîk a serbest a kurdan e û xwedî seyreke meqamî ya dengnizmbûnî ye. Lawjeyên ku şêwaza xulxulandinê (vîbrasyonê) tê de serdest e û wek pêlawazî têne gotin, ji bilî beşên hawînî bi awayekî resîtatîf (bi awayê li ser hev gotin) têne sitrandin. Li herêma Culemêrgê, bi giştî di beşa ku jê re hawînî tê gotin de, tîpa dengdar (bêdeng) ya di dawiya hevokê de dikeve yan jî tîpên wekî ‘-e’, ‘-o’ lê têne zêdekirin û di vê beşa ku di pey beşa resîtatîf de tê, deng tê dirêjkirin. Hawînî bi giştî ew beşên bêhnvedanê ne, yên ku ji bo nefesstendinê tên bikaranîn. Gotinên lawjeyan bi giştî li ser evînên ku pêk nehatine (neçûne serî) yan jî zêmar in ku ên li dû miriyekî tên gotin. Lawje ligel ku zêdetir muzîkaleke kevneşopî ya li herêma Behdînan û Cizîrê ye jî, li Culemêrgê jî tên gotin. Di dengbêjên li herêma Serhedê de ku kevneşopiya lawjeyê lê xurt e, şêwaza zîqzîqê diyar e û xuyatir e.

Heyranok/Hayran û stranên evînê

Stranên evînî ew in ku ji hêla jin û mêran ve beramber (li hemberî hev) têne gotin. Çaxa ku di dema reqsê (dans) de têne gotin, ji hêla jin û mêrekî ve, yan jî ji hêla du komên ku dans dikin ve, li hemberî hev tên gotin. Komek gotinan dibêje, koma din jî dubare dike. Di gotin û newaya van stranan de, cihekî mezin heye ji bo heyecana ruhî. Û her wisa di stranan de hestên bextewarî û hezkirinê pir xurt in. Stranên evînî gelek caran hunera teşbîh û pesnandinê bi kar tîne. Hezkirina ji bo însên û xwezayê mijarinên sereke ne. Melodiyên wan lîrîk in, ji ber ku strîna wan melodîk e; gotina wan hêsan e û xwedî rîtmekî guherbar in. Ligel hebûna formên cihê, hema bibêje li hemû herêmên ku kurd lê dijîn, mînakên wan hene.

Li Pînyanîşiya Culemêrgê ku hevhîkariya bi suryaniyan re heye, meqam cihê ne. Heyronak, cureyekî maniyan e û naveroka wan bi giranî li ser evîna keç û xortan e. Eşîrên li herêmê, havînan li zoman (zozanan) zivistanan jî li gundan dijîn. Çûyîna zoman ji ber ku di heman demê de wesîleya (sedema) şadbûnê ye, ev yek di stranan de tê honandin. Ev kêfxweşî û şadbûn zêdetir ji heyranokan re bûye mijar. Ji ber ku cihê ku xort û keç lê bigihîjin hev zozanên li çiyayên bêserûber in. Daldeyên wan çiyayan, siya her zinarekî, binê her deviyekê, mekanekî hevdîtinê ye. Di esasê xwe de gotinên heyranokan heya ku bibêjî erotîk in û van gotinan tenê evîndar ji bo hev dibêjin, kesekî sêyem nikare lê guhdarî bike û her wisa tomar bike. Meqamên heyranokan xwedî karakterekî dengnizmbûnî ne û qevastinên sêmend û çarmend di nav xwe de dihewînin. Di heyranokên ku di dîwanan de tên gotin de, dibe ku naveroka wan gotinên destanî û qehremanî bin jî. Bi vî şeklî heyranok ji naveroka xwe ya eslî (rastîn), yanî naveroka ji gotinên ku evîndar ji bo hev dibêjin wêdetir, bi naverokek dîtir lê bi heman forma muzîkal têne strandin.

Pîrepayîzok

Vegera ji zozanan hiznder e, bi xemgînî ye. Ji ber ku hem dema veqetîna evîndaran e hem jî dema pêşwazîkirina payîzê û amadebûna ji bo zivistana dirêj e. Û payîzok jî vê rewşa ruhî dide der. Ango, ger ku heyranok coşa biharê bin, pîrepayîzok jî hizna payîzê ne. Jixwe payîz navê werzê (demsalê) ye, payîzok jî navê stranên li ser payîzê ne. Li wan deran payîz werza hiznê ye, mirov ji vê werzê hez nakin. Deriyê zivistana dirêj e û peyambera asêmayîna di gund de ya heft heşt mehan e. Payîz di heman demê de bi awayekî ku teqabûlî temenê mirovan bike wekî alegorîk tê bikaranîn. Pîrepayîzokên ku wekî stranên li ser payîzê tên gotin, xuya dibe di heman demê de çîrokên dramatîk ên payîza temenê mirovan jî nîşane dikin û digirin nav xwe. Meqamên pîrepayîzokan jî dişibe meqamê heyranokan, lê zêdetir lîrik û bihizn e. Her wisa heyranok bi halê xwe yê resen ê ku li zozanan tên gotin, ji hêla du evîndaran ve li hemberî hev tê strandin, lê pîrepoyîzok ji hêla kesekî ve tên gotin.

Lawikê Siwaran-Destan

Şer, koçberî û serpêhatiyên ku di vê çarçoveyê de tên vegotin, ev cure stran in. Ji ber ku di dîroka kurdan de her tim cihekî girîng ê şer hebûye, hejmara stranên epîk (destanî) jî pir zêde ne. Ev stran di nav xelkê ‘deştî’ de wekî ‘delal’, di nav xelkê çiyayîn de jî wekî ‘lawikê siwaran’ tên binavkirin. Delal, bi giştî bi tenbûrê têne îcrakirin. Lawikê Siwaran jî xwedî xeteke melodîk a bi bêpergaleke melodîk a kêm, qutbûyî û rîtmeke zîndî ye. Di destanên dirêj de bastûra rîtmî û meqamî li gorî beşên çîrokê (beşên bihizn, dramatîk, bipevçûn û hwd.) xwedî pir cureyan e. Di hin mînakan de (wek nimûne; beşên menzûm ên Destana Keleha Dimdimê) dema ku govendeke ku ji hêla grubeke qelebalix ve tê lîstin, du kes dertên rastê û reqseke ku mirov dikare bibêje zêdetir teatral e, îcra dikin. Di mînaka Keleha Dimdimê de, ji van du kesan yek Emîr Xan, ê din jî Şahê Îranî dilîze û yek bi xencerê, yek jî bi şûr reqseke şer dilîze. Ligel ku sehneyên bihizn ên Destana Keleha Dimdimê nerm in, sehneyên cengê bêhtir sert in. Hemû pevçûnên navxweyî û yên derveyî, ji bo van stranan bûne mijar. Di navbera gotin û muzîkê de têkiliyeke xurt heye, karakterê sirûdê (marş) nîşan dide, ku ew jî dibe sedema bilindbûna hestên xweşmêriyê. Jêrmetn an jî rasterast çîrokên van stranan, derfet dide ku mirov demên cihê yên civaka kurd, tebeqe û profîlên aîdî mekanên wan fehm bike.

  1. a) Destan

Ji bo forma destanê ‘beyt’ jî tê gotin. Serpêhatiyên dirêj, menzûm û epîk in. Bi giştî li ser evînên mezin, şer, qehremaniyên eşîran ên li hemberî hêzên derveyî û bûyerinên din in. Lê wekî ku di mînaka Zembîlfiroş de jî diyar dibe, serpêhatiyeke ku evîneke îlahî vedibêje jî dikare naveroka destanekê pêk bîne. Her beşeke destanan, bi rîtm û meqamekî cihê tê gotin. Li gorî aksiyona beşa ku tê vegotin, meqam û rîtm nermtir û lîrîk e, yan jî serttir û xurttir e. Bi giştî di dîwanan de bi awayê rûniştinî têne vegotin, ji ber ku berhemên dirêj û giran in, tenê dengbêjên hoste dikarin tevahiya wan di hişên xwe de bigirin. Lê li herêma Culemêrgê hin beşên destanan ên sert û bilez têne gotin, di dema govendê de bi reqsê re jî têne strandin. Li Culemêrgê, destanên wekî Keleha Dimdimê, Sînem Xan, Rûstemê Zal an jî Cembelî û Binevşa Narîn, berê her kesî ligel ku gelek caran lê guhdarî kiribû, dîsa dixwestin li ser hev lê guhdarî bikin. Lê êdî dengbêjên ku bikaribin van destanan bi temamî di hişên xwe de bigirin, nemane.

  1. b) Bêrîte

Ligel ku gotinên bêrîteyan li ser şer û qehremaniyê ne jî, melodiyên wan heta ku bibêjî nerm û lîrîk in. Li gorî tezekê, bi gotinên grîft û mezin, strîna şeşbendiyan ji girtîmana demdirêj a zivistanê, ji lew re ji tengbûna zemên diqewime. Ji ber vê yekê li navendên bajaran û gundên nêzikî bajaran, mirov li vê formê rast nayê. Hin dengbêjên li herêma Culemêrgê dibêjin ku şêwaza strîna şeşbendiyan a pinyanişiyan a jihevbandoriya jiyîna bi asûriyan qewimiye. Ango, ji ber ku gelê vê herêmê bi asûriyan re di nav hev de jiyane, bandor li hev û din kirine.

Dîlok (Stranên Dîlanê)

Ji stranên reqsê (govendê) re, yên ku di şahiyên cur bi cur de têne îcrakirin ‘dîlok’ tê gotin. Melodiya wan li gorî figur û tevgerên lîstikê ne û hem bi lîstikê hem jî bi tenê têne gotin. Di dema şahiyê de kesek dibêje û kesekî din jî lê vedigerîne ango dubare dike. Gotinên wan bi giştî ji gelek bendan (qite) pêk tên û di hemû bendan de gotin diguherin, lê melodî naguhere. Di dîlokan de behsa hemû cure bûyer û serpêhatiyan tê kirin. Ligel ên ku tenê stranên reqsê ne jî, hin stranên epîk, heyranok û hin destan jî dikarin bi reqsê re bêne gotin. Di stranên enstrûmantalî de jî bi giştî dahol û zirne tên bikaranîn, lê ev ji hêla gelê xwecihî ve nayên bikaranîn, bi giştî ji hêla mitriban ve bi profesyonelî têne îcrakirin. Ji bilî reqsa giştî ya li ber van stranan, reqsên bi du kesan, heta hin caran hin fîgurên ku dişibin pandomîmê jî têne bikaranîn. Melodiya straneke di forma stranên dawetê de, ji bendeke ku her tim tê dubarekirin pêk tê. Gotin, carinan heta 20-30 bendan dirêj dibe, lê muzîk naguhere. Çend kes gotina pêşîn dibêjin, çend kesên din ji heceya dawîn a gotinê ji wan dewr digirin û heman gotinê dubare dikin. Piştre koma pêşîn dîsa ji wan dewr digire û gotina duyem dibêje û her wiha dewam dike. Di dema ku heman melodî berdewam dike de, hin caran dikarin dest bi gotinên straneke din jî bikin. Melodiya tê strandin û rîtma tê bikaranîn, girêdayî merhaleya reqsê ye. Di van lîstikan hemûyan de, gotinên stranan gelek girîng in. Ji ber ku gotin û rîtm, rasterast lîstikê diyar dikin.

Di dawetên li herêma Culemêrgê de, yên ku du rojan berdewam dikin, di roja yekem, ango êvara şeva hinê de zava dibin mala birazava. Di merasîma dawetê de, cihê birazava gelek girîng e. Birazava şêvirmend, rêber, alîkar û hevalê zavê yê herî nêz e. Hema bibêje dişibe destebirakê axretê (musahîb) an jî şoşbanê di elewîtiyê de. Dema ku dawetî li mala zavê xwarinê dixwin, berzava (birazava) dibêje, “Sibehê her kes mêvanê min e” û roja din her kes ji bo taştê li wê derê dicive. Di sibeha roja duyem de (roja yekşemê) li mala berzava, merasîma serşoyê tê çêkirin. Piştî serşûştin û traşa zavê ya ku li ber stranan pêk tê, paşê derbasî taştêya ji bo mêvanan dibin. Piştre zavê dibin mala bavê wî. Piştî nîvro berbûk (xêlîvan) bi stranan, bi rê dikeve ji bo ku biçin bûkê bînin. Berbûkên ku ji bo biçin bûkê bînin, dikevin hundirê xanî û mêr li der ve govendê digerînin. Piştî ku bûk tê amadekirin, di nav mêran de tenê berzava dikeve hundir û di dema ku bûkê derdixe derve de, piştderî dide zarokan. Dema ku bûkê tînin mala zavê, hê ku bûk li ber derî ye, zava derdikeve ber banî û xweliyê bi ser serê bûkê de dike. Ev yek ji bo nîşana/sembola serdestiya zava ye. Xwesî yan jî gorma (xwehmêra) bûkê cerekî tije av li ber piyê wê dişikîne. Av nîşana ronahiyê ye, îfadeya “bila bi bext/şans be, bila piyê wê ronahiyê bi xwe re bîne” ye. Piştî ku bûkê tînin mala zavê, dawet tê danîn, govend tê gerandin û dawetî bûk û zavê pîroz dikin û bexşîş û diyariyan didin wan. Piştî ku di temamiya rojê de govend tê gerandin, ji bo dawetiyan xwarina êvarê tê dayîn û dîsa bi stranan zavê dibin odeya bûkê û li vê derê kevneşopiya qehwe û şerbetê tê pêkanîn. Piştre dawetî û xizmên wan, bûk û zavê bi tenê dihêlin û diçin.

  1. a) Serşo

Ji merhaleya dema merasîm û stranên serşûştin û traşbûna zavê ya (roja duyem) li mala berzavê re Serşo tê gotin. Serê sibehê zû radibin, bi stranan zava dikin serşokê. Piştî serşûştinê dîsa bi stranan zava ji serşokê dertê û tê hundir. Ji bo ku traş bike berê bangî berber dikin û berber tê mala berzavê. Dema ku berber zavê traş dike dîsa stran têne gotin. Ji ber ku ‘serşo’ formeke stranan e ku di hundir de tê gotin, govend nayê gerandin. Rûniştî, wekî stranên dîwanan û şeşbendiyan tên gotin. Meqam û awayê gotina wan jî wekî şeşbendiyan girîft in. Di navbera gotinan de gelek biservekirin û lêzêdekirin hene û peyv ji navê de tê birîn. Ne serbest e, rîtmîk e lê ji ber ku hevokên rîtmê pir dirêj in û demaloz in (xwedî demeke aloz in) bihistineke wan a di navbera serbest û rîtmik de heye.

  1. b) Narînk

Ji wan stranan re ‘narîn’ an jî ‘narînk’ tê gotin ku dema berbûk bûkê ji malê derdixin dibêjin. Narînk digel birîtmîk in jî xwedî hewayeke hestyar in û heta nêzikî zêmaran in. Ji ber ku hewayên birêkirin û xatirxwestinê ne. Gotinên wan jî li ser xerîbî û xatirxwestinê ne. Rîtma wan wekî serşoyan ne kompleks e. Bi rîtmên basît û melodiyên lîrîk tên gotin. Varyantên wan ên cur bi cur hene ku bi çend meqamên cihê (bi qalibê melodiyê) tên strandin. Wekî stranên din ên dawetan, di narînkan de jî gotin dirêj û di dema beytan de diguherin, lê melodî û rîtm her wek xwe dimîne.

Stranên kar û xebatê

Stranên kar, ev stranên ku bi hev re, bi awayekî tomerî di dema xebata di nav bax, baxçe û zeviyan de têne gotin. Metnên stranên kar, ne hewce ye ku li ser behsa karê ku tê kirin, be. Di warê naverokê de, ji kîjan cureyê dibe bila bibe, hema çi metn dibe bila bibe, dikare wekî navgîneke strana kar bête bikaranîn. Taybetiya van stranan a herî girîng ew e ku gotin, qalibên peyvan, melodî, aheng û usûla wan, li gorî wan hal û hereketan e ku di dema kar de tê kirin û di hin cihan de wekî qîrîn û nîdayan e. Ev hêman taybetiya stranên kar diyar dikin. Horoveyên di nav ermenan de ku di dema cotkirinê de tên gotin, dişibin van.

Di dema dirûna (çinîna) zeviyan de, di dema dankutan (bi mîrkutan kutana dan), danû çêkirinê de, di çaxa tevrik û xeparê de û di wexta cêniya pembû û hwd. de stranên kar tên gotin. Her wisa stranên ku dema teşîrêsî, meşkkulanê û moxilkirina ard de ji hêla kesekê bi tenê ve têne gotin jî hene. Stranên ku ji wan re “Berdolavî” tê gotin û keçên ciwan an jî jin dema ku teşî dirêsin an jî berikan çêdikin distrên, bihizn û melankolî ne.

Bi giştî jinên li zozanan, piştî şîrê ku ji êvarê de meyandine dibe mast, serê sibehê zû radibin ji bo ku rûnê nivîşk bi dest bixin dikin meşkê û dikên (dikulin). Jinek li vî alî, yek li wî alî meşkê def didin û dikên. Dema ku vî karî dikin, di ber re jî “stranên meşkê” distrên. Rîtma van stranan li gor rîtma kiyandina meşkê ye û  naverok jî serbest e. Li Culemêrgê baweriyek heye, ku ew jî, “Tu çi qas stranên evînê di dema meşkkiyandinê de bistrêy, ew jî ew qas rûnê nivîşk dide.” Rîtma van stranan bi giştî 3/4 e û tenê bi melodiyeke ku ji hêla her kesî ve tê zanîn, tê gotin. Li herêmên din ên kurdan stranên meşkê yên rîtm û melodiya wan cihê ne jî hene. Her wisa di hêla rîtm, melodî û qalibên gotinan de ew û stranên keldaniyan ên meşkê ‘Gudî’ û ‘Meşkê’ dişibin hev. Ligel vê yekê di kategoriya stranên kar de dîsa stranên ku di dema guvaştina (esirandina) tirî  de tê gotin hene. Di nav keldaniyan de, ev stran di dema çêkirina meyê de, di nav kurdên mislimanan de jî, di dema derxistina şîreyatirî de tên gotin.

Stranên ku li dîwanxaneyan tên gotin (şeşbendî)

Bi giştî piştî dawetan di dîwanxaneyan de tên gotin, ku şîrovekirina wan zehmet, forma wan a rîtmîk jî aloz in. Wekî beytan tên gotin. Di forma nîvserbestî de ne. Di gotinan de pir biservekirin (îlawekirin) tên bikaranîn. Yanê bi tîpen dengdar gotin bi hev ve têne girêdan. Meqamên wan bi giştî bêkoma ne. Ji hêla çar pênc kesan ve têne gotin û kesên ku dibêjin li hev vedigerînin. Naveroka wan ji hemû cure bûyerên civakî pêk tê. Gotinên wan pir tevlîhev in, tenê ji hêla kesên ku ew ezber kirine ve têne gotin û fehmkirin. A rast sedema vê yekê ew e ku di navbera peyvan de gelek caran bi heceyên wekî “ya” û “ha” zêde veser (îlawe) çêdibe. Sedema vê yekê ew e ku ev stran bêhtir di meclîsên giran de, di dîwanan de tên gotin. Formên heyranok û şeşbendî di heman demê de di nav suryaniyan de jî tên gotin. (Mirov di nav keldaniyên li Culemêrgê de jî lê rast tê). Her wiha di nav Eşîra Goyan de ya li Qilabanê forma ku wekî ‘berûte/bêrîte’ tê binavkirin jî heye û dişibe vê formê. Di dîwanxaneyên ku êvara dawetê tên lidarxistin de, yên ku stranan dibêjin, li rex hev û li ser çokan rêz dibin û li erdê rûdinên, destê xwe didin ber dêm û rûyên xwe û serê xwe ber bi xwarê ve ditewînin. Kerika guh jî bi tiliya navîn tê girtin. Herî kêm du kes distrên û ew qas kes jî dubare dikin, ango li wan vedigerînin.

Lorîk

Naveroka lorîkan li ser hemû cure bûyerên dîrokî û şexsî ne. Ev cure stran ev in ku dayik tiştên di bala xwe de li muzîkekê tînin û ji zarokên xwe re distrên – ku esil di vir de fonksiyona wan dişibe ya dengbêjan. Kêfxweşkirin û bêdengkirina zarokan wekî armanc didin ber xwe. Gotinên lorîkan nerm û vepesirîner û hêminker in.

STRANÊN KURDAN ÊN MERASÎMAN

Ev stran, li gor şîn an jî şahiyê xwedî karakterên cihê ne. Ev wekî stranên dawet û şînê dibin du beş. Stranên dawetan xwedî van karakterên cur bi cur in; girîna bûkê, stranên dayika bûkê, stranên dayika zavê û stranên pesndana bûk û zavê û hwd. Li jorê me behsa vê formê kir. Ji van stranên ji bo bûk û zavê têne gotin, li herêma Culemêrgê di forma dîwankî de têne strandin. Heçî temaya stranên şînê ye, bîranîna mirinê û pesndana ji bo neslê ku li pey yê mirî maye. Ev stran, bêyî ku berê tu amadehî bêne kirin, têne gotin, yanê di vê demê de têne afirandin, stranên girîn û diyalogê ne.

Qatar

Ev stran di esasê xwe de, di dema karwaniyê de, ango di dema rêwîtiya dirêj de têne gotin. Tên wateya karwan û rêzê. Di vê hêlê de qatar, eqrebayê tarzê ‘xuda’ ye ku şeklê stranên ereban ên kevn e. Di qatarê de bêhtir temayên wekî daxwaz, bêrîkirin, gihiştîna hev û xemgîniyê têne honandin.

Medîha û mewlûd

Medîha (methiye), di dîwanan de têne gotin û bi giştî mijara wan li ser pesndana Hz. Mihemed, Hz. Elî û şêxên terîqatan in ku ew stranên olî ne. Wekî qadiriyan, ne stranên zikrkirinê ne. Bêyî enstrûman tên îcrakirin. Yên ku rîtma wan serbest in, ji hêla kesekî ve, yên ku rîtmîk in jî bi tomerî (pêkveyî) tên gotin. Meqamên wan û meqamên stranên gelêrî nêzî hev in. Sedema vê yekê ev e ku, feqiyên li medreseyan dixwendin û dibûn mela vedigeriyan gundên xwe, ev meqam bi meqamên dawet û dîwanên xwe re dikirin yek û bi vî şeklî şîrove dikirin. Di şîrovekirina meleyan a stranên dawetan û şeşbendiyan de bandoreke berevajî ya vê yekê dertê holê. Di nav van de meqamên hinekan nêzikî methiyeyan bûye. Hin methiye di dîwanan de, hin methiye di dema defnkirina cenezayan de, hin di dema birina darbestê de têne gotin û xwedî mînakên cihê ne. Her wiha cureyeke din a divê ku em di kategoriya muzîka olî de binirxînin mewlûd in. Mewlûd, der barê roja ku Hz. Mihemed çêbûye de, pesndan û xweşkirin e. Ev cureyê ku di erebî û tirkî de heye, bi kurdî ji hêla Melayê Batêyî ve hatiye nivîsandin. Yek ji stranên nadîr ên kevneşopî ye ku gotinên wê ne anonîm e, yan jî di nav demê de nebûye anonîm.

Kevneşopiya muzîka olî

  1. a) Qewlên êzîdiyan
  • Yên tenê xwe dispêrin gotinan û di forma lawjeyan de ne.
  • Bi awayê ku bi bilûr û erbaneyên tên gotin, dibin du beş. Di merasîmên olî yên êzîdiyan de, cihekî navendî û girîng yê muzîk û semayê heye. Kesên ku ji wan re ‘qewal’ tên gotin ku hem muzîsyen hem jî mirovên olî ne, bi dahol, bilûr û erbaneyên xwe hem di merasîmên Newrozê de hem jî di dema serdana xwe ya salane ya turbeya Şêx Adî Bîn Misafîr (1073-78) de di hewaya îlahî û wecdê de têne gotin û reqs tê kirin. Reqskiroxê ku ji wan re “koçek” tê gotin bi “sifeta” alîkarên qewal beşdarî wan merasîman dibin. Li gorî Nûra Cewarî, “Di nav êzîdiyan de, qewlên ku di nav xelkê de têne gotin û tekstên qewlên ‘Mishefa Reş’ varyantên hev in. Dîrokek tevlîhev a hin qewlan heye ku hetanî Serdema Navîn diçe. Ev jî nîşanî me dide ku stranên ritûel ên kurdên êzîdî xwe dispêrin çanda paganîst.”
  1. b) Muzîka ayînê ya qadiriyan

Ev cure muzîk, li herêma kurdan Senandecê ku li cografyaya Îranê ye, di nav terîqeta Şêx Ebdulqadirê Geylanî de, bi erbaneyê tê gotin, li gorî tansiyona ritûelê bastûra wê sert dibe. Muzîka zikrê ye.

  1. c) Muzîka îslamê ya ortodoks
    1. Mirovên olî yên geştyar
      Li herêma Sêrt û Bedlîsê, mirovên olî yên misliman ku di bin bandora mirovên olî yên êzîdî de mane û wekî çînekê ne, digerin û beytan distrên. Ev kes wekî dengbêjan digerin, çîrokên olî dibêjin û ji bo rêxistinkirina mirovan û belavkirina ola xwe dixebitin.
    2. Medîha û Mewlûd Ji gotinên olî yên ji bo pesndana Hz. Mihemed pêk tên. Yên ku van dibêjin, ne dengbêj in, kesên ji gel in. Bi giştî bi tomerî (bi pêkveyî) tên xwendin.
  1. d) Kurdên şiî û elewî
  • Elewiyên Dersimê
    Çendî ku bi giştî zimanê wan ê îbadetê bi kurdî ye jî, zimanên stranên ku di dema îbadetê de têne gotin bi giştî tirkî ye. Ligel vê yekê di nav Dêrsima hundirû de mirov li semahên bi zakakî û kurmancî jî rast tê. Sedemeke tirkîbûna zimanê semahê ev e ku dema hê elewîtî nû bi cih dibû, şairên gel ên elewî (Pîr Sultan, Şah Xatayî û hwd.) bi tirkî nivîsandine, ya din jî polîtîkayên dewletê yên piştî damezrandina komarê ne ku li vê herêmê hatine pêkanîn. Elewîtî bi taybetî li Dêrsimê bi formasyoneke cihê xuya dibe. Ferqa vê ya ji elewîtiya Anatoliyayê ev e ku elewîtiya Dêrsimê ritûelên aîdî ola zerdeştiyê û olên yezdan-xweristî heta dema nêz parastiye.
  • Elewiyên Mereşê
    Kurdên elewî yên li vê herêmê, bi zaravayê kurmancî yê zimanê kurdî diaxivin. Lê ji ber heman sedemê, li vê herêmê jî zimanê semahê bi tirkî ye. Dîsa mirov li semahê kurmancî jî rast tê. Di nav eşîrên kurd ên elewî de, yên li herêma rojavayê Feratê, bi taybetî jî li herama Binbogayê, hem bi riya aşiq û hozanên gel hem jî bi riya pîrên ku ayînê bi rê ve dibin, hem stranên li derveyî olê hem jî ayet û beyt bisînor be jî, îro hê hene.
  • Ehlê Heq 
    Li cografyaya Îranê mirov li Ehlê Heqparêzan rast tê. Çoxur (enstrûmaneke bitêl e ku di navbera baxlama û curayê de û gewdeyê vê gulover e) di nav kurdên Ehlê Heqparêz ên li Îranê de tê bikaranîn. Zimanê wan goranî ye. Mensûbên Ehlê Heq jî şeklê herî kevn ê paganîzmê berdewam dikin, li ber muzîkê merasîmên zikrê û civînên wecdê li dar dixin. Tê zanîn, ew bawer dikin ku dê bi muzîkê bigihîjin sir û raza terîqetê, di jiyan û îbadetên wan de hemû mirovên wan ên olî muzîsyen in, li ber tenbûrayê ku dişibe cureyekî saza doxkurt û bi terzekî merasîmê beytan distrên. Di bawerî û merasîma elewiyên Dêrsimê de jî mirov li motîf û ritûelên ku pratîka êzdayetî û Ehlê Heq tînin bîra mirov, rast tê. Di merasîmên xwe yên zikrê de, derwêş ji xwe diçin û li ser pitotên agir dimeşin. Hêmana herî girîng a ku Ehlê Heq ji komên din cihê dike, girîngiya ku didin muzîkê û nirxa ku muzîk wê temsîl dike û şîrovekirina wê ya sembolîk e. Taybetiya herî berbiçav a vê muzîkê jî ev e ku xwedî bastûreke pîroz û veşarî, pir taybet û orîjînal e.

Hevbandoriya muzîka kurdan a bi gelên din re

Civaka kurd ligel ku pareke wê ya mezin ji mislimanên sunî pêk tê jî, cihû, xirîstiyan, êzîdî (nastûr û keldaniyên[1] li herêma Culemêrgê ku bûne sedemê hevbandoriyeke mezin), elewiyên kurd, kurdên ku bûne tirk û mezhebê din (qadirî, neqşebendî, Ehlê Heqparêz) jî digire nav xwe. Her wiha, di warê zimên de zaravayên cihê cihê tên bikaranîn. Ji lew re ev pirrengî/dewlemendiya civakî û çandî hem di navbera herêmên ku kurd lê dijîn de hem jî di navbera gelan de rewşeke ku ji hevbandoriyê re musaîd/vekirî ye derpêş dike.

Me di serî de gotibû, muzîka kurdî ne xwedî bastûreke homojen e, li gor herêman xwedî hin taybetiyên cihê ye. Eger ku sedemeke vê cihêbûnê rewşên cografî be, yên herêmên ku kurd lê dijîn û rengên jiyanê yên cihê yên ku van rewşên cografîk bi xwe re anî be jî; sedemeke vê ya din jî miheqeq hevbandoriya wê ya bi gelên din re ye, yên ku herêm pê re cînar in.

Dema ku em li analîza melodîk û gotinkî, bastûra meqam-pê, uslûba gotinê û bikaranîna enstrûmanan a formên muzîkal en ku me jimartin binêrin, ji aliyê cografyaya ku muzîka kurd lê ye, em ê bibînin ku bi muzîka gelek gelên cînar re di nav danûstendinê/hevbandoriyê de ye. Û ji ber vê yekê, merhaleyeke pêşdetir a vê xebatê analîzeke muzîkal û sosyo-çandî ya cografyayeke hê berfirehtir ku Mezopotamya û Anatoliyayê jî digere nav xwe. Dema ku em li cografyaya Mezopotamyayê dinêrin, em dibînin ku aliyê çandî ya gelên ku di nav hev de dijîn, heta ku bibêjî bi hev û din re têkildar e. Dema ku em di vî warî de lê mêze dikin, kurdan ji muzîka xwe gelek nimûne dane temamiya Rojhilata Navîn û ji Rojhilata Navîn jî hem wekî saz hem jî di babetên din de hin tişt stendine.

Wek nimûne Culemêrg; ligel baweriyên li derveyî îslamê yên wekî êzîdîtî, nastûrî û keldanî, ji ber sedema ku medreseyên li herêmê ji bandora navendî dûr bûne, kariye bibe mekanekî ku mezhebên îslamê ku em dikarin bibêjin ên heterodoks, lê rabûne. Ji lew re dewlemendî û pirrengiya çandî ya li vir, gelek bandor li muzîka kurd a li herêmê kiriye.[2]

Ligel vê hevbandoriyê, mirov dikare behsa stran û formên hevpar ên bi herêmên din re jî bike. Di warê hevbandoriya di navbera herêman de mirov dikare van mînakan bide: Li Duhoka ku li herêma Behdînan e mirov li formên ku dişibin ‘şeşbendî’yê rastê; gotina strana bi navê ‘Ez Xelefê Botî’ me û li Culemêrgê jî ‘Ez Xelefê Hekarî me’; li Cizîr, Şirnex û Erûhê hebûna stranên ku dişibin ‘heyranok’ê, (lê bi dengekî şid û hê zêdetir qevastina deng tê bikaranîn); li Culemêrg û Erûhê bi heman gotinan û bi melodiyeke cihê strîna strana bi navê Seydik. Her wisa pareke stranên dawet û dîwanê yên Eşîra Goyan a li Qilabana li Şernexê jî bi şeklekî nêzik tê îcrakirin.

  1. a) Hevbandoriya bi muzîka suryanî-keldanî-nasturî re
  • Li cografyaya Culemêrg, Şirnex û Cizîrê li ser meqam û uslûba awayê gotinê bandora keldanî û nastûriyan heye. Li Culemêrgê, kurd û nastûrî demeke dirêj bi hev re jiyane, çûne dawetên hev û bi hev re muzîk îcra kirine. Ji hin stranên kevneşopî diyar dibe ku, ji ber sedema ku me li jorê destnîşan kir, di navbera van her du gelan de hevbandoriyeke muzikal tê dîtin. Ligel peydanebûna qeydên kevneşopî yên nastûriyan, stranên dîwanî yên duzimanî (kurdî û suryanî) ku di dîwanxaneyan de têne gotin, stranên ‘meşkê’ yên suryanî û kurdî ku hema bibêje forma wan a rîtmîk û qalibê melodiyî dişibe hev, di vî warî de wek destpêk delîlên girîng dide me.
  • Li cihên wekî Amed û Rihayê di muzîka bajarî de hevbandorî dikare bê dîtin.
  1. b) Hevbandoriya bi muzîka fars û azeriyan re

Bi taybetî di warê enstrûmantasyon, bikaranîn û pirrengiya enstrûmanan, meqam û vokalê de mirov dikare behsa hevbandoriyekê bike.

  1. c) Hevbandoriya bi muzîka ermenan re
  • Li herêma Serhedê govend û govendên giran ku dikevin nav terzê “dîlok”ê, hevbandoriya wan bi forma goranî ya ermenan re heye.
  • Di muzîkên bajarî yên Amed, Elezîz û Xarpêtê de hevbandoriyeke girîng heye. Tê gotin ku klarnet û keman a ku li derdorê Dêrsim û Xarpêtê tê bikaranîn jî, ji nav ermenan hatiye.
  1. d) Cihê mitriban[3] di muzika kurdî de

Li Kurdistanê pareke mezin a sazbendên ku di dîlokan de li dahol û zirneyê didin mitrib in. Hin îstisna ne di nav de, di nav kurdan de wekî şermekê tê dîtin ku endamekî eşîrê van enstrûmanan bi kar bîne. Mitribên li van deran di nava demê de asîmîle bûne û bûne kurd. Ne tenê kurd, wan bandor li muzîka hemû gelên Rojhilata Navîn, Balkan û Anatoliyayê jî kiriye.

  1. e) Hevbandoriya bi muzîka ereban re

Berî komarê, di medreseyan de ji bo hînkirina meqamên Quranê, dersên “tîlawet”ê dihatin dayîn (Medreseya Sor, Medreseya Bazîdê). Li Kurdistanê medrese û terîqetên sûfî di heman demê de ev mekan bûn ku ziman û wêjeya kurdî di van de şîn dibû. Ligel zimanê perwerdehiyê yê bingehîn erebî, farisî û kurdî jî dihate fêrkirin. Ji mufredata medreseyên wek Farqîn û Amedê ku çanda ortodoks a îslamê lê hakim bû cihêtir, ji medreseyên Culemêrgê gelek şair û wêjekarên wekî Elî Herîrî [1009-1078], Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî [1417-1491], Feqiyê Teyran [1375] û Pertew Begê Hekarî [18. sedsal] rabûne û ev der bûye yek ji cihên ku wêjeya kurdî lê şîn hatiye. Bi taybetî jî di navbera sedsalên 14 û 19’an de li vê herêmê gelek berhemên edebî yên kurdî hatine hilberandin. Di van medreseyan de ligel pirtûkên ku fêrkariya îslamê dihewînin, 6 berhemên kurdî yên wekî Nûbara Ehmedê Xanî û Mewlûda Melayê Bateyî ji bo fêrkariyê dihatin xwendin. Her wisa dersên muzîkê (tîlawetê) jî dihatin dayîn.

Meqam û seyrên ku di Quranê de têne bikaranîn, bi menşeiya xwe ereb in. Bandora van meqaman a li ser muzîka kurdî bivênevê ye. Gelên din, di çarçoveya gerdîş û kevneşopiyên xwe de, hem ji aliyê rîtmê ve, ji aliyê qirikê ve hem jî ji aliyê vegotina hest û ramanan û cihgirtina wê ya di nav muzîkê de, xwedî ferqên diyar in. Wekî mînak usûla duyek a ku gelê ereb bi kar tîne, yanê tê gotin ku 8/8’a ku usûleke duyekê ye ji ereban derbasî nava muzîka kurdî bûye. Dîsa sîstema ku navbereke heştmend a ku ji bo 17 navberên newekhev dabeş dibe, ji xwe re bingeh digire ji tirkan, farsan, ereban û heta pakistaniyan li gelek deveran ji hêla gelek miletan ve tê bikaranîn. Her wisa em dikarin behsa bandorên wekî enstrûmantasyon û bikaranîna enstrûmanan bikin. Li herêma Soran û Behdînan û di qeydên Radyoya Bexdayê de em rastî vê bandorê tên.

Jêrenot:

[1] Nastûrîtî û keldanîtî

Ev gelên ku koka wan digihîje Asûr, Babîl û Aramê ku di dema Beriya Îsa de, li Mezopotamyaya Jorîn jiyane, bi xiristiyaniyê re wekî suryanî (an jî asûrî) hatine binavkirin. Di nav xirîstiyaniyê de, di sedsala 4’an a Piştî Îsa de li ber xwezaya Îsa nîqaşan dest pê kiriye. Ji ber van nîqaşan ev gel wekî Suryaniyên Rojhilatî û Suryaniyên Rojavayî bûne du parçe; alîgirên Mor Yaqûb Baradanî ku fikrê monofîzît diparêzin wekî Suryaniyên Rojavayî, alîgirên Nastûrîûs ê ku ramana diofîzît dipareze jî wekî Suryaniyên Rojhilatî (Nasturî) tên binavkirin. Piştre beşeke nastûriyan, di sedsala 16’an de bi Dêra Katolîk a Romayê ve tên girêdan û şaxê keldanî yê Suryaniyên Rojhilatî pêk tînin. Tê zanîn ku li Culemêrgê Suryaniyên Rojhilatî ku wekî nastûrî û keldanî hatine nasîn jiyane. Dêra navendî ya nastûriyan ku berê li Bexdayê, paşê li Mûsilê bûye, herî dawî di sala 1662’yan de bar kiriye herêma Qoçanîsê ya Culemêrgê û ji wê rojê ve ye ku Manastira Qoçanîsê bûye dêra navendî ya hemû nastûriyên li cîhanê. Suryaniyên Rojhilatî ku di seranserî dîroka nêz de, ji hêla Mîrîtiya Botan, Mîrîtiya Culemêrgê û Dewleta Osmanî ve gelek caran rastî qetlîaman hatine, piştî Serhildana Asûriyên Tuxûbê a 1924’an ji herêmê hatin koçberkirin û çend gundên asûriyan ên li herêma Beytulşebab û Qilabanê jî di salên 1980’yî de hatin koçberkirin. Bi vî şeklî Culemêrgê ev rengê xwe yê qedîm bi temamî winda kir.

Êzdayetî

Di dawiya sedsala 11’an de, ramana êzdayetî ku ji hêla Şêx Adî bîn Mîsafîr û şagirtên wî ve ji erdên çiyayên Culemêrgê bigire ta Şengalê belav dibe, tam piştî sedsalekê, bi qasî ku berê bi hezaran kurdî bide rojê (Xuda Şêşims ê ku ji hêla baweriya êzdayetiyê ve wekî hebûneke yezdanî tê hesibandin) girseyî dibe. Êzdayetî olek e ku ji Hindistanê bigire ta Sûriyeyê, ji Iraqê ta Ermenistanê belav bûye, di berdewamiya vê demê de ji cografyaya ku lê belav bûye rengek stendiye û rengek daye wê cografyayê. Lê piştî ku mislimantî li herêmê bi cih bû, êzîdî rastî qetlîamên kurdên misliman hatin û bi taybetî di qetlîama mezin a sala 1415’an de bi hejmareke girîng kêm bûn, di encama qetlîamên ku bi sedsalan berdewam kirin û koçberiyên mecbûrî de, bi temamî li hêrêmê hatin tunekirin. Li gorî riwayetê destnivîsên pirtûka pîroz a êzdayetiyê Mishefa Reş di dema van qetlîaman de hatine tunekirin. Ji bilî cihûtiyê êzdayetî olek e ku bi tenê aîdî qewmekî ye, ango aîdî kurdan e û di nav xwe de şopên girîng ên baweriyên berê yên olên panteîst ên gelên herêmê dihewîne. Her sal bi hezaran êzîdî beşdarî merasîma hacê ya ku li Geliyê Laleşê ye ku di nav sînorê Iraqê de maye, dibin. Tê zanîn ku li Tirkiyeyê tenê, li dora 500 kes ên mensûbê êzdayetiyê mane û êzîdiyên li herêmê ji ber zilm û zora ku li ser wan hatiye meşandin, koçî Iraq, Îran, Ermenistan, Sûriye, Sibirya û gelek welatên Ewropayê bûne. Lê îro jî li Culemêrgê bandora êzdayetiyê hê di stranan û kitkiteyên jiyana rojane de tê dîtin.

[2] Terîqetên misliman (Qadirîtî û neqşebendîtî)

Li Culemêrgê piştî ku êzdayetî bi awayekî xwîndarî hate serkutkirin, îslamiyet tê qebûlkirin, a rast ji bo xweparastina ji cerdên îslamê û qetlîaman ev yek pêk tê. Ji ber vê sedemê Îslama Ortodoks li herêmê nekariye zêde bijî û li şûna wê, terîqetên ku mirov dikare wekî heterodoks bihesîne, li ser hev derketine holê. Ramana îslamî ya Ebdulqadirê Geylanî ku tê gotin ji nîjada ebasî tê; ji hêla neviyê wî Şêx Ebûbekir ve wekî Terîqeta Qadirî li herêmê tê birêkxistinkirin. Qadirîtî ku ne xwedî karakterekî berbelavî bûye, di nav demê de bandora xwe winda dike. Seyîd Taha Geylanî, di salên 1800’î de li Silêymaniyê ji Mewlana Xalid ê ku belavkarê Terîqeta Neqşebendî bûye îcazetê distîne û terîqetê tîne herêma Nehriyê û piştî ku malbata Sadatê Nehrî ku tê gotin ji ajara (eslê) Ebdulqadirê Geylanî ye, dikeve Terîqeta Neqşebendî û neqşebendîtî dibe hêza sereke ya herêmê. Piştî ku mîrîtî ji holê tên rakirin, neqşebendîtî dibe otorîteyeke siyasî. Serhildana yek ji şêxên neqşebendî Şêx Ubeydulah, a ku xwedî wesfekî neteweperwer bû ji hêla osmaniyan ve bi tundîtî tê têkbirin. Piştî vê serhildanê neqşebendîtî li Culemêrgê bandora xwe winda dike û li herêmên cur bi cur ên Anatoliyayê birêxistinîbûna xwe berdewam dike û ev terîqet hê jî terîqeteke bibandor û çalak e.

Cihûtî

Tê gotin, cihûyên (yahûdiyên) ku heta salên 1950’î li hin gundên Çelê û navenda Culemêrgê dijiyan, ji eslê cihûyên ku piştî êrîş û rûxandina Qudsê ya di dema hikumdarê Babîlê Nebukadnezar de esîr hatine girtin û li vê herêmê hatine bicihkirin in. Di warê çandî de bi awayekî mezin adapteyî jiyana kurdan bûne, lê zimanê xwe jî fêrî zarokên xwe kirine û bêhtir bi hunerên destkariyê û ticaretê re mijûl bûne û bi giranî li navenda bajêr jiyane. cihûyên ku ji ber bi raçandina şal û şapikan bi nav û deng bûne û ji ber vê yekê jî wekî ‘bîrker’ (raçendker, cûmker) hatine binavkirin, di 1948’an de bi avabûna dewleta Îsraîlê re vedigerin welatê xwe; lê li herêma Barzan a Iraqê hê jî gundên Cihuyan hene.

[3] Tê gotin, cengeneyên ku ji hêla gelên li cografyaya Mezopotamyayê ve wekî ‘mitrib’ têne binavkirin, mensûbê şaxê ‘dom’ ê cengeneyan in. Mirovên mensûbî vî gelî ku li Diyarbekirê dijîn, xwe wekî “domanî” bi nav dikin.

Çavkaniyên nivîskî

  • Eyhok, Hakkari Geleneksel Müziği, Boğaziçi Gösteri Sanatları Topluluğu, Beşa Muzîkê, Kalan Müzik
  • Bruinessen, Martin Van, Kürdistan Üzerine Yazılar, Weşanên İletişim, 1993
  • Nezan, Izady, Tatsumura, Mutlu, Poche, Christensen,    Komitas, Kürt Müziği, Weşanên Avesta , 1996
  • Sağnıç, Feqi Huseyn, Dîroka Wêjaya Kurdî, Weşanên   Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2002
  • Bayrak, Mehmet, Kürt Müziği, Dansları ve Şarkıları-Cilt 1, Weşanên Özge, 2002
  • Kızılkaya, Muhsin, Kayıp Dîwan, Weşanên İletişim,2000
  • Kızılkaya, Muhsin, Eski Zaman Eşkiyaları, Weşanên Sel, 1999
  • Uzun, Mehmet, Kürt Edebiyatına Giriş, Weşanên Belge, Mart 1999
  • Uzun, Mehmet, Dengbêjlerim, Weşanên Gendaş, İstanbul, Mayıs 2001
  • Tan, Sami, Waneyên Rêzimanê Kurmancî, Weşanê Welat, Ziman-2, Pûşper, Stenbol, 2000
  • Kreyenbroek-Sperl, Kürtler, Güncel Bir Araştırma, Cep   Kitapları, 1994
  • Dogan, Xezna, Lêkolînek Li Ser “Wêjeya Kurdî Duh û Îro” ya Nivîskar M. Nezir Osê,
  • Vesta Kültür-Sanat Kitap Dizisi, Weşanên Aram
  • Kevirbirî, Salih, Bir Çığlığın Yüzyılı, Karapetê Xaco, Weşanên Sî, 1. Basım, Mart 2002
  • Vlademir, F. Minorsky, Kürtler ve Kürdistan, Weşanên Doz
  • Dilşiyar Hozan, Dengbej Ekremo, Kürt Müziği Semineri Dans Müzik Kültür / Folklora Doğru – hejmar 63 / Çeviri Araştırma Dergisi
  • Çelebi, Nezan Newzat, Yiğit M. Keya, Bi Dildar Şeko re  hevpeyvîn 2002
  • Celîl, Cemîla & Naza, Stran û Dîlanên Kurdî, Institut Of Kurdologie-Venna, 2001
  • Kurdo, Prof. Qanatê, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Weşanên Öz-Ge, 1992
  • Christensen, Dieter, ‘Hakkari Kürtlerinin Dans Şarkıları’ / Folklara Doğru 62, Weşanên BÜ, 1996
  • Nikitin, Bazil, Kürtler, Sosyolojik ve Tarihi İnceleme, Cilt, 1-2, Weşanên Deng, Payîz 1994
  • Faik Bulut, Kürt Dilinin Tarihçesi, Tüm Zamanlar Yayıncılık, İstanbul 1993
  • Yalçın-Heckman, Lale, Kürtlerde Aşiret ve Akrabalık İlişkileri, Weşanên İletişim, 2002
  • Çölemerikli, İhsan, Mezopotamya Uygarlığında Hakkari [Tuşba İle Ninova Arası], Nehatiye Çapkirin
  • Balta, Mesut, Kültürler Kavşağında Şırnak, Weşanên Yay., 2003
  • Bilge, Yakup, Süryanilerin Kökeni ve Türkiyeli Süryaniler, Zafer Matbaası, 1991
  • Erdost, Muzaffer İlhan, Şemdinli Röportajı, Weşanên Onur, 1993
  • Surma Hanım, Ninova’nın Yakarışı, Weşanên Avesta, 1996
  • Çağlayan, Mehmet, Şark Uleması, Weşanên Çağlayan, 1996
  • Özkan, İsmail Hakkı, Türk Mûsıkîsi Nazariyatı ve Usûlleri, Ötüken Neşriyat, 1998
  • Çavkaniyên devkî
    • Çölemerikli, İhsan,
    • Kızılkaya, Muhsin,
    • Kızılkaya, Abdülkadir,
    • Özkahraman, Enver,
    • Duygulu, Melih,
    • Goyan, Seyda
    • Şeko, Dildar.

Derbar Rêvebir

Check Also

Dêw: Taybetî û Tezahurên wan

Dêw di Avestayê da weku “Daeva” û di Hindiya Kevin da “Deva” hatiye binavkirin û …

Leave a Reply