Min dihewînit serpêhatiyên
Deriyê bajarek xaçdayî
Wan xewn û xeyalên pêknehatî ve
Û min dihewîne welatê xelkê
Demên neniyas
Di aramiya şevên sêwî
Di siroda koçberiyê de
Hêvî bêdeng
Li pey tabuta zarokatiya min
Careka din disojîne hizrên xiloxe
Dilê min wek bahozeke dîn
Li ber kevirê sebrê
Di nav henasên zivistanê
Rondikên xatirxwestinê dibarînim
Careka din
Nale nala hewar û gaziyan
Li ser bajarên kavil û kûlanên talankirî
Di nav qonaxeke berze mixabin,
Li welatê min…
Havîn Acar