Japonya welatek e ku 12 hezar kîlo-metroyan ji Kurdistanê dûr e û di her alî de welatek e ku ji kurd û Kurdistanê dûr e. Bi taybetî piştî PKK derket ser dika cîhanê bi hezaran malbatên kurd çûn welatên Ewropayê û hinek malbatan jî berê xwe da welatên Rojhilata Dûr. Ji van welatan yek jê jî Japonya ye. Kurd cara pêşî sala 1990’an çûn Japonyayê. Kurd bi pirranî li navçeyên Kawaguchî û Warabî yên eyaleta Saîtama ya nêzî Tokyoyê bi cih bûn. Pirsgirêkên kurd li welatên din dijîn li Japonyayê jî dijîn. Nêzî 2 hezar kurdî li Japonyayê dijîn û herî zêde di qadên kar ên weke binesazî û xwarinê de dixebitin. Pirraniya kurdên li Japonyayê penaber in. Lê heya niha hikûmeta Japonyayê tu kes weke penaberên siyasî qebûl nekiriye. Bi tenê mafê rûniştina taybet daye hinek malbatan.
Saziya yekemîn a Kurdan
Kurd cara pêşî sala 2003’an li bajarê Warabî di bin navê Komeleya Dostaniyê ya Kurdistan-Japonya dest bi xebatê kir. Lê ji ber ku fermîbûna wê nehat pejirandin hate girtin. Di sala 2012’an de Komeleya Çanda Kurdan a Japon hate vekirin. Komele li Japonyayê saziya fermî ya kurdan a yekane ye. Berdevka Baskê Komeleyê yê Jinan Serpîl Kizil têkildarî komeleyê de agahî da Dihayê û diyar kir ku di sala 2012’an de yekemîn komeleya fermî avakirin û di sala 2013’an de komele fermiyet qezenc kir. Kizil anî ziman ku di çarçoveya xebatên komeleyê de piranî xebatên çandê dikin û di bernameyên hefteyî de qursên ziman, xebatên folklor û aktîvîteyên civakî yên li hemberî zarokan li dar dixin.
Armanca Kurdan rêxistinbûn e
Kizil da zanîn ku komelaya kurdan nûnertiya hemû kurdên li Japonyayê dike ya yekane ye û armanca wan ew e ku hemû kurdên li Japonyayê dijîn bînin cem hev e. Kizil bilêv kir ku xebatên gelê kurd ji raya giştî ya Japonyayê bidin nasîn dikin û wiha axivî: “Em ê xebatên xwe zêde bikin û kurdî li derdorên akademîk bidin hînkirin. Ji pirsgirêkên civakî yên kurdên li Japonyayê dijîn çareserî peydakirin, aktîvîteyên civakî, siyasî, çandî û aborî li dar xistin. Kurd û Kurdistanê bi awayekî herî baş bi gel û hikûmeta Japon bide nasîn di nava hedefên me de ne.”
Kurd kêm tên naskirin
Berdevka Baskê Komeleyê yê jinan Kizil destnîşan kir ku bi giştî di raya giştî ya Japonyayê de kurd kêm tên nasîn ji bilî hinek nivîskar, lêkolîner û saziyên meydayê agahiya tu kesî bi kurdan tune ye û an jî kêm e û wiha pê de çû: “Kurd li Japonyayê piranî di medya û pirsgirsgirêkên penaberiyê hatine rojevê. Bi taybet piştî saziya me fermîyet girt eleqe zêde bû û di televîzyona dewletê NHK pîrozkirina Newroz nîşan da. Nêrîna giştî kurd ji gelên qedîm ên Mezopotamyayê ne û civakeke bêzirar in tên nasîn.”
Polîtîkayên dijîtiya Kurdan nîne
Berdevka Baskê Komeleyê yê Jinana Serpîl Kizil destnîşan kir ku bi giştî tu polîtîkayên hikûmeta Japonya yên li hemberî kurdan tunene û hikûmet li her perçe polîtîkayeke cuda dişopîne. Kizil anî ziman ku Herêma Federal a Kurdistanê li Japonyayê sefareteke fahrî vekiriye û Japonya kêm jî be bi hikûmeta ferderal re hinek têkîliyên dîplomatîk pêk anîne. Kizil da zanîn ku piştî çeteyên DAIŞ’ê êrîş li Şengal û Kobanê kirin kurd hem di raya giştî û medyayê de bêtir cih girtin. Kizil destnîşan kir ku medyaya Japonyayê di serî de kurd tenê bi pirsgirêkên penaberiyê di heremî de cih digirtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî berxwedana Kobanê û Şengalê hem gelê me yê li vir û hem jî bi giştî kurd û Kurdistan bêtir di çapemeniyê de cih girtin. Nêrîna çapemeniyê û ya dewletê weke hev e.”
Çavkanî: hawarnet.com