Dawleta dagirker a Îranê jî li hemberê tekoşîn û hêza netewa kurd mecbûr ma û ji bo niha bi tenê gotin be jî, dê dest bi hînkirina zimanê kurdî li dibistanan bike….
Helbet û bêguman, divê perwerheya bi temamî ya bi zimanê kurdî di destê kurdan de be û ew jî bi serxwebûnê re pêk were. Tekoşîna gelê kurd ji bo wê ye.
Li Îranê perwerdehiya zimanê kurdî were destpêkirin
Cîgirê Serokomarê Îranê Alî Yûnûsî da zanîn ku li herêmên ku kurdî û tirkî li wan tên axiftin, dê perwerdehiya van zimanan were destpêkirin.
Li gorî malpera Ajansa fermî ya Îranê, ÎRNAyê Cîgirê Serokomarê Îranê Alî Yûnûsî got, ku ev proje li Kurdistanê di dibistanên bajaran de tê sepandin û gava ku bingeha wê temam bibe dê li herêmên din jî were destpêkirin.
Herwiha Yûnûsî anî ziman ku mijara perwerdehiya zimanê Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê, bi salan e ji aliyê gelê herêmê ve dihat xwestin û di dawiyê de pêk jî hat.