Li Hewlêrê Projeya “Dîwarê Mîhrîbaniyê”

Li bajarokê Bineslaweya Hewlêra paytextê Herêma Kurdistana Iraqê, ji bo alîkariya kesên muhtac kampanyaya “Dîwarê Mihrîbaniyê hat destpêkirin.

Li bajarokê Bineslaweyê di jêr silogana “Heger pêwistiya te pê nebe deyne, heger pêwistiya te pê hebe hilgire” da kesê ku îhtiyaciya wan pê nema be, cilên xwe yên bikarhatî bi dîwarekî ve didaliqînin û kesên ku pêwistiya wan pê hebe li gorî îhtiyaciya xwe çi bi ecibînin ji xwe ra dibin.

Xwediyê fikra vê kampanyayê Resûl Salih ji nûçegihanê AAyê ra axivî û destnîşan kir ku ev proje ne tiştekî nû ye û got, “Par li welatên derdorê ev kampanya hebû, me jî got bila îsal li Kurdistanê jî hebe.”

Salih anî ziman ku bi zêdebûna hejmara koçber û penaberan ra li Herêma Kurdistanê, roj bi roj hejmara kesên muhtac jî zêde dibe û got, “Ji bo lê xwedî derketina van kesan me dest bi projeyekê wisa kir. Xelk eleqeyê nîşanê vê kampanyayê dide. Gelek kes cilên xwe yê ku êdî bikarnaynin tînin bi “Dîwarê mîhrîbaniyê” ve didaliqînin.”

Salih derbarê pêşwaziya gel ji vê kampanyayê ra got, “Di serî da me dît ku welatî hinekî şerm dikin, ji ber vê yekê em êdî gelekî li ber dîwêr nasekinin. Lê di heman demê da ji bo ku kampanya neyê şêlandin, em ji dûr va dişopînin. Welatiyê muhtac her weke ku ji maxazeyê cilan ji xwe ra bikirin, tên li xwe dikin û diceribînin. Di heman demê da welatiyên xêrxwaz jî, ji kampanyayê memnûn in. Berê cilên kevn diavêtin çopê, lê nuha derfeta xêrê kete destê wan da.”

Serperiştê projeyê Salih herwiha got, “Nuha kelûpelên me ji cil, pêlav, çente û pêlîstokên zarokan pêk tên. Lê em di wê fikrê da ne wê eleqeya welatiyên zêdetir bibe û wê naverok berfirehtir bibe. Tiştên weke kitêb û pêdawistiyên nav malan jî wê bi dîwêr ve bêne daleqandin.”

AA-trtnuce

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply