Li Heskîfê jiyangeheke 11 hezar û 500 salî hat dîtin

Bendava Ilısû û projeya Hîdro Elektrîk Santralî ya hebûnên çandî parastin û rizgar kirinê de li Heskîfê li şikeftekê de lêgerîna ku hat pêkanîn de niştecîhbûnek ango cîheke niştecîhbûnê yê 11. hezar 500 sal berî naha hate dîtin.

Xebatên ku ‘’ xebatên kolanê ya Arkolojîk yên Heskîf ‘’di çarçoveya parastin û rizgarkirina hebûnên çandî yên proja Hîdro Elektrîk Santral de hatiye dest pê kirin, di pêngava xwe ya pêncemîn de berdewam dike. Serokê kolana Heskîfê bijîşkê pispor Mevlût Elîûşûk di daxuyaniya xwe ya bi rojnamevanan re diyar kir, di xebata ku 12 arkeologên Japon jî dinav de di qonaxa 3 mehên destpêkê de xebatên kolanê, di qonaxa dûyem de jî xebatên konservasyon yên eserên ku derketine hole hatiye kirin.

Hasankeyf'te 11 bin 500 yıllık yerleşim yeri bulundu

Elîûşûk diyar kir, ‘’Di encama analîz kirinê de derket hole ku Cihê jiyan kirinê ya li tepikên Heskîfê girê dayî berî mîladê 9 hezar û 500 ango ji rojameya îro 11 hezar û 500 sal berê ye.

Di kolanê de diyar bû kevirên dişibin kevirên göbeklî tepe, li qadê hatine bicîh kirin û em wisa difikirin ku ew kevir negeheştine roja me ya îro.

Jiyanê Hezar sal berdewam kiriye

Eliuşuk ragehand ku di wê şikeftê de aşkera bû ku jiyanê hezar sal berdewam kiriye û got: ‘’Taybetmendiya herî giring a wê şikeftê, berdewam niştecîhbûn nedîtiye. Yanî ji roja me 11 hezar û 500 sal berî naha niştecîhbûn destpê kiriye û ew niştecîhbûn wek rewşa naha nêzîk hezar salan berdewam kiriye û ew der berdane.’’

Serpereştê şêwirmendê lêkolîn û lêgerînê yê ji zankoya Japonya a Tsukuba û mamosta Yutaka Miyake ragehand, di şikeftê de di dem hatine jiyan kirin û ew yek zelal kirine. Dema yekem de mîmariya xanî û awahiyan gilovere, ‘’Kortek hatiye kolandin û di wê kortê de dîwar hatiye danîn. Lê piştre xanî ber bi çargoşeyiyê û plana çargoşe ve goheriye. Ev jî nîşaneya dema duyem e.

Mirî di malê de bixakê dispartin

Di lêgerînan de derket holê 120 turbe hatine dîtin û Miyake dibêje li gel miriyan tiştên diyarî di turbeyên wan de hebûn.

Hat ragehandin ku li Heskîfê xebatên lêgerîn dê heta 15 Kanûnê berdewam bikin.

Rukiye Mistefa-Basnews

Derbar ziman

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply