Li Heranê hemameke 900 salî hat dîtin!

Li Rihaya Bakûrê Kurdistanê hemameke ku sedsala 12an hatiye çêkirin, hat dîtin.

Li navçeya Heran a Rihayê ku di lîsteya mîratên cîhanê ya UNESCOyê de ye, li herêma Îçkaleyê di encama vekolînan de hemamek hat dîtin.

Li vê herêma ku ji Asûr û Emewiyan re jî paytextî kiriye, tê gotin ku 14 hemam hene. Herwiha tê ragihandin ku ew hemama hatiye dîtin, sedsala 12an hatiye çêkirin.

Serokê wê lêkolîna arkelojîk Prof. Dr. Mehmet Önal eşkere kir ku ji 14 hemamên li Heranê 2 heb hatine dîtin û wiha axivî: “Ev hemam dawîn ya qesrê ye ji ber wê yekê dema ku Selahedîn Eyûbî di Heranê re derbas dibe ew jî li vê derê dimîne û xwe de di vê hemamê de dişo.”

Bas News

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply