Li gorî Nesrin Baytok 8 rêgezên nivîsînê – Mahmut Özçelik

Ez weke kesekî ku romana wê ya ewilîn di van deman de hatiye weşandin, dibêjim qey min di destpêkê de riya xwe, bi alîkariya destê xwe dît. Gava min dest bi nivîsînê kir, min pêşniyarên di cih de wergirt. Destpêka wêjevaniya min bû pêvajoya perwerdeker jî.

Ez dixwazim pêşniyarên ku min jê sûd wergirtiye li vir jî kifş bikim. Di beşdarbûna atolyeya romanê de pêşniyara ku herî zêde ez bextewer kirim, têkilî lîsteya hin pirtûkên ku diviya di dema nivîsînê de li cem min peydabûyî ba, bû.

 

1. Bila pirtûkxaneyek we ya biçûk hebe: Wêjevanê ku biryara nivîsînê daye, tê wê maneyê ku dest bi rêwîtiyek dirêj kiriye. Serpêhatiya nivîsînê rêwîtiyek bêdawî ye. Di wê rêwîtiyê de ji we re valêzek wêjeyê pêwîste. Valêzekî ku pirtûkê divê hûn bixwînin têde bi cih bikin. Dema we ev pirtûk kifş kirin teqez dê hilbijartina ferhenga tirkî, rêbera rastnivîsînê, ferhenga peyvên hemwate, ferhenga derheqê pirsgirêka tirkî, li gorî pêdiviyan ferhenga peyvên argoyî û hin ferhengên din wê bi kêrî we bê… Ligel vana çend pirtûkên li ser hunera nivîsînê jî dikare lê were zêdekirin. Ji bilî vê derheqê mijara ku hûn dê li ser binivîsînin, ji bo ku alîkariya lêkolîna we bike, hin pirtûkên bi kêrî we were jî hilbijêrin. Tevî pirtûkên ku we daxilî lîsteya xwendina xwe kiriye li hev zêde bûn, tê wê maneyê ku amadekariyek girîng temam e… Min ji vê tewsiyeyê pir sûd wergirt…

2. Ji bo cihê ku hûn dê di dema nivîsînê de bi kar bînin amadehiyê bikin: Hûn û dinyaya we ya biçûk! Maseyek ku hûn kompîtura xwe li ser bi cih bikin û sendeliyek rehet bes e. Tabî yek jî pirtûkxane. Cihê hûn lê divê têra xwe ronî be. Ger hûn xebatkarê şevê bin, bi taybetî dê pêwîstiya we pê hebe. Û li rex vê, mekanek bêdeng îdeal e. Li derdorê dengê ku hûn dixwazin, divê hûn lê zêde bikin. Wekî muzîkê. Dema we ev hemû dabîn kirin, mezinbûn an biçûkbûna mekanê ne girîng e. Hûn dê fêhm nekin ku saet çawa derbas bûye.

3. Derheqê mijara ku hûn dê li ser binivîsînin de amadehiya zîhnî bikin: Nivîsîn rêwitiyek dirêj e. Çîrokê, berî ku hûn bi rê bikevin, divê di hişê we de dirûv girtibe. Bê yê kifşkirina darê piştê(omurga)dest bi nivîsînê nekin. Honaka bûyerê bila bi xetên bingehîn derkeve ortê. Nexşeya rê not bikin.

4. Ji bo karakterên xwe rabirdûyek cewherî(ozgeçmîş) amade bikin: Ev di destpêka serboriya nivîsîna min de referanseke ku min girîngî didayê bû û pir bi kêrî karê min hat. Karakterên di çîrokê de li cihek cihê rêz bikin. Ji karakterê serekî ve dest pê bikin. Ji wî re rabirdûyek cewherî amade bikin. Dema we ev kir ew karakter êdî bi were dijî, dibe kesê ku hûn bi hev re derdikevin rêwîtiyê. Helbet ji bo hemû karakteran ne pêwîst e lê ji bo çend karakteran kirina vê amadehiyê, fikrek xerab nîne. Hemû taybetiyên ku we kifş kiriye not bikin. Lê hûn ne mecbûrin ku di pirtûka xwe de binivîsînin. Ev rabirdûya cewherî bi taybetî ji we re pêwîst e, ne ji xwendevanan re. Ev ji bo karakterê ku hûn dê di bûyerê de vebêjin riyek baş ya nasînê ye.

5. Bila gunehê we bi karakterê we neyê: Di destpêkê de qet karaktereke min xerabî nedikir. Bi demê re ez ji vê hestê xelas bûm. Karakterên ku min dinivîsand di nava herka bûyeran de veguhezîn kesayetên ku “divê ya pêwîst e” bikin. Dikarim bibêjim bi saya vê, nivîsên min ji min azad bûn. Hatina vê astê demek min ya dirêj girt. Di dawiyê de bêyî ku xwe vebêjim, dinivîsînim. Di vê pêvajoyê de pêşniyarek ku min jê sûdwergirt ev bû.

6. Hevokên kin lêbikin: Di vê pêvajoyê de pêşniyarek ku min jê fayde dît ev bû: Hevokên ku hûn dinivîsin bila dirêj nebin! Divê li xwe mikur werim ku di destpêkê de wekî keseke ku hevokên dirêj ên nêzî paragrafan lê dikir, ez pir diêşiyam. Paşê bi saya xebatên li ser nivîsên xwe, ez fêr bûm ku hevokên kin lêbikim. Bi vê şêweyê nivîsîn dibe hêsaniyek pir mezin ji bo nivîsek fêmbar. Ji bilî vê faydeya wê ya din jî ev e: Bi lîstina peyvan mirov temrîna hevok guherînê dike. Bi guherîna peyvek di hevokê de, hûn hêza guherandina nuxteya ku hûn dixwazin were kirpandin jî keşf dikin.

7. Bibin edîtorê xwe: Pêşniyarek din ku min jê hez dikir: “Bibin edîtorê xwe” bû. Nivîsên xwe ewilîn min diediland. Ligel ku min pir dieciband, hin beşên ne têkildarî mijara esasî bû, min bi xwe ji nivîsê derdixist. Ev kareke ku demê digire ye lê nivîsê pêş ve dibe.

8.Bila gunehê we bi nivîsa we neyê: Wekî berdewama paragrafa berî vê be jî, di destpêkê de min bi sersarî li vê pêşniyarê nêrî. Min dev ji yek hevokek ku min nivîsiye jî bernedida. Di dawiyê de hatim wê astê ku bikaribim hemû beşê bavêjim. Min bi rehetî dikarîbû her vegotina birqonek ya ku min ji bûyera esasî dûr dixe, jê bibim. Bi ser de berî weşana romana xwe, derheqê du mijarên cihê de nivîsên ku min nivîsî bû danî kuncikekê… Divê di vê astê de ez bibêjim ku çalakiya nivîsê dişibe di dîreksiyonê de kudandina kîlomêtreyê. Hûn çiqas zêde li paldanka ajokariyê rûnin hûn dê ewqas xweş bajon. Wergirtina ehliyetê têrî nake divê wextek dirêj di trafîkê de erebe bê xebitandin. Di dema nivîsînê de jî wisa ye, çiqas zêde bê nivîsîn ewqas baş e. Zimanê wê yê vegotinê hêsan dibe, bêyî ji vegotinên ku hûn dixwazin bi lêv bikin qut bibin, bi liserhûrbînîyek tîr hûn dikarin binivîsînin.

Herî dawî li gor min ji hêla edebiyatê ve mirov dibin du beş:

-Yên ku jiyana wan roman e.

– Yên ku jiyanê wekî lehengê romanê dijîn.

Vebijêrkek sêyem jî heye lê ji ber ku derî rewşa rêgezê ye ez dê bibêjim “îstisna qaîdeyê xerab nake” û wekî du beş dewam bikim. Ev îstisna va ye: Kesên ku jiyana wan roman e di heman demê de dibin lehengê romanê.

Di dema nivîsînê de em vana li bênderê dixin, bi rêzek guncav vedibêjin. Em dixebitin ku wateyên kûr li peyvan barkin. Em dixwazin bi anîna cem hev ya peyvan, wan veguhezînin hevokên efsûnî. Armanca me ya herî mezin ew e ku metnên bi kêf tên xwendin derînin ortê. Her tişt bi peyvekê dest pê dike.

* Wergêra ji tirkî: Mahmut Ozçelik “edebiyathaber.net.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply