Li gorî Ethem Baran 11 rêgezên nivîsînê

1.Hevokên we kin bin jî wan fireh bigirin.

2. Nivîsîn karekî cidî ye. Wekî hûn her sibehê diçin kar, her roj biçin nivîsînê. Lê hûn nagihêjin cihek, nelezînin.

3. Hûn çi bin nivîsa we jî ew e, dilsoz bin.

4.Di nava nivîsê de xwe bibînin û xwe rava bikin.

5. Ji bîr nekin ku damarên rehikî/kilcalî yên nivîsê hene û kêfa gera li wan deran bidomînin.

6. Yên ku we nivîsîne, di heman demê de yên ku we xwendine ne. We çi xwendine û çi nexwendine ligel sedemên wan, ji xwe bipirsin.

7. Necarek, hostayek avahiyê; agirkujek çawa ku bi berçavikek ku pîşeya wî bexşî wî kiriye li derdora xwe dinihêre, hûn jî fêr bibin ku bi çavê nivîskarekî li dinyayê, li jiyanê û li xeyalên xwe binihêrin…

8. Çawa ku ji mirovê geveze nayê kişandin ji nivîsa geveze jî nayê kişandin. Muxatabê xwe neke şûna ehmeqan.

9. Hûrgilî ruhê metnê/deqê ye. Ya ku we dike xwedî uslûb jî ev ruh e, li wan xwedî derkevin.

10. Ger tenê hevokek we ya ku şayanî binxêzkirinê tune be, bîlasebeb bilî nebin…

11.Ger dilê we di nava nivîsê de diavêje, tê wê maneyê ku hûn di riya rast de ne, fêrî jiyana li wir bibin…
Çavkanî: “edebiyathaber.net”(6 Mijdar 2014)

Wergêra ji tirkî: Mahmut Ozçelik

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply