Li gor lêkolînan em xoyê zêde dixwin

Rêvebirê Bernameya Nexweşiyên Neşofî û Jiyana Tenduristî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê Prof. Dr. Toker Erguder: “Li gor xebatên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê li Tirkiyeyê xwarina xoyê li gor dinyayê 3 qat zêde ye û her ku diçe zêde dibe”

Rêvebirê Bernameya Nexweşiyên Neşofî û Jiyana Tenduristî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê Prof. Dr. Toker Erguder got ji bo ku xoy kêm bê xwarin xebatên girîng divê bên kirin.

Erguder ji ber Hefteya Balkişandina Xoyê ya Dinyayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got li Tirkiyeyê xwarina xoyê li gor dinyayê 3 qat zêde ye û her ku diçe zêde dibe.

– “Li Tirkiyeyê mirov xoyê zêde bi kar tînin”

Erguder got li dinyayê mirov 5 gram xoy dixwin, lê Tirkiyeyê ev heta 15 graman zêde dibe û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê ji sedî 88ê mirinan ji ber nexweşiyên neşofî çêdibin. Sedema vê jî mirov xelet xwarin û xurekan dixwin û xoyê zêde bi kar tînin.”

Prof Erguder anî ziman li Tirkiyeyê ji ber nexweşiyên dil, demar, pençeşêr, diyabet û pişikê gelek kes dimirin û wiha dewam kir: “4 sedemên vê yên bingehin hene. Alkol, cixare, xwarina nebaş û bêhereket mayîn. Di xwarina nebaş da jî tesîra xoyê zêde heye. ”

Erguder bal kişande kişandina cixarê ya ku li Tirkiyeyê zêde ye û wiha pê da çû: “Ji bo ku rê li ber diyabetê, nexweşiyên netenduristî bên girtin divê xebat bên kirin. Li Tirkiyeyê dema mirov xurekekî di pakêtekê da ye dikire agahiyên li ser wê pir biçûk hatine nivîsandin. Mirov nikare van bixwîne û bizanibe ka ew bi tenduristî ye yan na. Li welatên pêşvaçûyî etîketên sor, kesk û zer tên nivîsandin. Heke sor hebe ev ne tenduristî ye. Bi taybetî dema dayik ji bo zarokên xwe danûstandinê dikin tevgerên wan diguhere. Heman welêt hewl didin mîqtara rûnê trans a di nav xurekan da kêm bikin. Lê Tirkiyeyê der barê vê da tu tevdîr tune ne. Bi tenê heke di nav da rûnê trans hebe şirket mecbur in ku vê eşkere bikin bes hew. Qedexekirin tune. Ya herî girîng jî ew e ku mîqtara xoyê ya di nav xurekan da divê bê kêmkirin.”

AA

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply