Li Gor Îslamê Emelê Salih

Emelê salih; tiştê xweş, tiştê rind, tiştê baş, tiştê ku ji bo rizayê Xweda tê kirin û  tiştê bi îxlas û ê ku li gor emrê Xweda tête gotin

Li gor Qur’ana  Hekîm, emele salih li îman û bawerîyê şun de di rêza duyemîn de tê.

Her tim li îmanê şunde emele salih tête zikir kirin. Di Qur’ana Pîroz de; ser 100 ayetî re behsa emelê salih dike.  Her tim di Qur’anê de;” ÎLLELEZÎNE AMENU WE EMÎLU SALÎHAT” tête gotin.

Di sureya Beqera, ayeta 25de ;” Mizgînê bide wan ên ku bawerî anîn û karên qenc kirin; ji bo wan bihiştê wusa hene ku di bin wan re çem diherikin.”

Di sureya Nîsa ayeta; 124an de dibêje;” çi mêr be, çi jî jin, kî karekî Qenc bike û ew bawermend be lewra dê ewê  here behiştê/ cennetê. Û bi qasî derzîka sisîkê jî dê neheqî lê nabe.

Di sureya Maîde, di ayeta 93yan de dibêje;” Li ser ên ku bawerî anîn û karên qenc kirin, di tiştên ku berê kirine tu guneh nîne. Bi şertê ku ew (ji vê gavê û pê da) xwe ji heramîyê biparêzin bawerî bînin û karê qenc bikin. Paşê dîsa xwe bi parêzin û karê qenc bikin. Paşê xwe biparêzin û qencîya bikin Xwedê teqez li qencîkaran hez dike.”

Wusan xuya dike ku, bawerî  û emelê salih bê hev nabe. Herdu her tim bi hevra girêdayîne

Xwedê jê razî be, Bedîuzzeman jî di vê meselê de, di kitêba Mesnewiyê de wuha dibêje;”Piştî îlm û zanînên aîdê îmanê tiştê herî lazim û herî muhîm, emelê salih e. Emelê salih jî, ewe ku meriv huquqa evdan /însanan, a maddî û manewî binpê neke, tecawuzî heqqê wan neke, û huququllahê jî, bi heqqî bîne cîh.”

Dîsa Ustad di kitêba xweya Qastamonu Lahîqasî yê de dibêje;”  Di nezera Qur’ana Hekîm de, dû îmanê re, teqwa û emele salih tê. Teqwa; ji menhiyat û heraman durketin e. Emelê Salih jî;  Li gor emrê Yezdan karkirin û tiştê bi xêr qezençkirine.” Di vê esrê de texrîbat û heramî pir pêşta çune,  ji bo wê pêwiste ku mirov teqwayê esas bigrî.  Li gor vî zemanê me, çaxa însan ferzê  xwe bîne şunê û li guneh ên mezin/kebaîr birevî û xwe jê bi durxîne însana ê axreta xwe xelaske.

 Di vê esra ku gunehê kebaîr bi piranî bikar têne, Mirov xwe biparêze û di van şert û  mercên zor de emelê salih bike, her çiqas emelê xwe hindikbin jî , li gor van şertên zor pir têne  hesibandin. Berê her tiştî li heraman bi dur ketin taybetmendîyeke balkêşe. Di vê esra ku gunehê kebayîr wek sêlê û lehîyê li ser însanan de têne, xwe parastin, bere her tiştî di rêza yekemîndaye.  Vê xwe parastinêre jî dibêjin teqwa. Ew teqwa jî di nav emelê  salihde jî pir mihîme.

Li heram û menhiyatan bi dur ketin, li ser her mislimanî wacibe.

Çaxa mirov li menhiyatan bi dur dikeve, wacibekî qezenc dike. Di hêla  sewaban de wacibek bergendî pir sinetan e.  Çaxa însan vê zanibe sewap qezençkirin jî asan dibe, qolay dibe. Lewra çaxa însan ku xwe li her gunehî biparêze, her parastinek wacibeke, her wacibek jî sewabe, emelê qence. Ew emelê qenc jî li gor Qur’anê mükâfata wan heye, ew mükâfat jî cennet û behişta Xweda ye.

Yezdan me ji gunehê kebayîr biparêze, emelê salih û karê qenc  bike qismetê  me. Me li rêya rast (sirati musteqîm) şaş neke.

Adem OGAN

Derbar Adem Murteza

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply