Li Gor Hedîsan Tobekirin

Aliman gotine: Tobekirina ji her gunehî wacib e. Vêca heke gunehê hatîye kirin, di neqeba Xwedê Te’ala û ebd de be, tu heqê mirovan tê de tunebe, şertên qebûlbûna vê tobê sisê ne:

a–Devberdana ji wî gunehî.

b–Poşmanbûna ji kirina wî gunehî.

c–Qerardana nezivirandina bal wî gunehî ve tu caran. Heke şertek ji van pêk nehatibe ew tobe nerast e.

Heke ew guneh di derbarê mafê mirovekî de be, şertên wê çar in: Ev her sisêyên bihûrî û pakkirina ji xwedanê wî mafî. Heke (ew maf) mal û yan tiştekî mîna mal be, wê li xwedanê mal bizivirîne. Heke heqekî ku ji bêbextîyê hatibe carîkirin û yan tiştek ji vî cureyî (gunehî) be, wê rê bide xwedanê wî heqî ku mafê xwe îcra bike û yan jî daxwaza efûkirinê jê bike. Heke ew maf xeybet be, wê xwe pê bide helalkirin. (Bi vî meqamî) tobekirina ji tevê gunehan wacib e. Heke ji hinek gunehan tobe bike li gorî ehlên heqîyê, toba wî ji wan gunehan sehîh e, yên dîtir di stûyê wî de dimînin. Ayetên Qur’anê, hedîsên Pêxember (s.) û îcmaya ummetê ferzîyeta tobekirinê bi hev re didine nîşandan.

Xwedê Te’ala gotîye:

وَتُوبُوا اِلَى اللَّهِ جَمِيعًا اَيُّهَا الْمُؤْمِنُونَ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ

“Gelî ewên bawerî anîne! Hûn hemû bal Xwedê ve tobe bikin, da ku rizgar bibin.”[1]

 

اِسْتَغْفِرُوا رَبَّكُمْ ثُمَّ تُوبُوا اِلَيْهِ

“Daxwaza lêbarînê ji Xwedê yê xwe bikin, paşê bal wî ve tobe bikin.”[2]

 

يَآاَيُّهَا الَّذِينَ اَمَنُوا تُوبُوآ اِلَى اللَّهِ تَوْبَةً نَصُوحًا

“Gelî ewên bawerî anîne! Bal Xwedê ve bi tobeyek dûristahî tobe bikin.”[3]

 عَنْ أَبِي هُرَيْرَةَ t سَمِعْتُ رَسُولَ اللَّهِ e يَقُولُ وَاللَّهِ إِنِّي لاَسْتَغْفِرُ اللَّهَ وَأَتُوبُ إِلَيْهِ فِي الْيَوْمِ أَكْثَرَ مِنْ سَبْعِينَ مَرَّةً .

Ji Ebû Hureyre (r.), gotîye: Min ji Pêxemberê Xwedê (s.) bihîstîye, digot: “Ez sond dixwim bi Xwedê Te’ala ku di rojê de, ez ji heftê carî zehftir bexişandinê ji Xwedê Te’ala dixwazim û bal wî ve tobe dikim.”

Buxarî rîwayet kirîye.

 

 عَنِ الاَغَرِّ بْنِ يَساَرٍ الْمُزَنِيِّ t قَالَ قَالَ رَسُولُ اللَّهِ e يَا أَيُّهَا النَّاسُ تُوبُوا إِلَى اللَّهِ وَاسْتَغْفِروُهُ فَإِنِّي أَتُوبُ فِي الْيَوْمِ مِائَةَ مَرَّةٍ .

Ji el-Exerr kurê Yesar el-Muzenî (r.), gotîye: Pêxember (s.) gotîye: “Gelî mirovan! Tobe bikin bal Xwedê ve û bexi‏‏‏şandina gunahan jê bixwa-zin. Bêguman ez rojê sed carî bi bal Wî ve tobe dikim.”

Muslim rîwayet kirîye.

 

عَنْ أَبِي حَمْزَةَ أَنَسِ بْنِ مَالِكٍ اْلاَنْصاَرِيِّ خاَدِمِ رَسوُلِ اللهِ e t قَالَ قَالَ رَسُولُ اللَّهِ e اَللَّهُ أَفْرَحُ بِتَوْبَةِ عَبْدِهِ مِنْ أَحَدِكُمْ سَقَطَ عَلَي بَعِيرِهِ وَقَدْ أَضَلَّهُ فِي أَرْضٍ فَلاَةٍ . وَفِي رِواَيَةٍ لِمُسْلِمٍ : اَللَّهُ أَشَدُّ فَرَحًا بِتَوْبَةِ عَبْدِهِ حِينَ يَتُوبُ إِلَيْهِ مِنْ أَحَدِكُمْ كَانَ عَلَى رَاحِلَتِهِ بِأَرْضٍ فَلاَةٍ فَانْفَلَتَتْ مِنْهُ وَعَلَيْهَا طَعَامُهُ وَشَرَابُهُ فَأَيِسَ مِنْهَا فَأَتَى شَجَرَةً فَاضْطَجَعَ فِي ظِلِّهَا وَقَدْ أَيِسَ مِنْ رَاحِلَتِهِ فَبَيْنَا هُوَ كَذَلِكَ إِذْ هُوَ بِهَا قَائِمَةً عِنْدَهُ فَأَخَذَ بِخِطَامِهَا ثُمَّ قَالَ مِنْ شِدَّةِ الْفَرَحِ اَللَّهُمَّ أَنْتَ عَبْدِي وَأَنَا رَبُّكَ أَخْطَأَ مِنْ شِدَّةِ الْفَرَحِ .

Ji xizmetkarê Pêxember (s.), Ebû Hemze Enes kurê Malîk (r.), gotî-ye: Pêxemberê Xwedê (s.), gotîye: “Mirovek dewara xwe di çolekê de win-da bike/berze bike wextê dewara xwe bibîne,çiqas kêfxweş dibe. Vêca çaxê mirovek jî tobe dike kêfa Xwedê Te’ala xweştir dibe. (Toba wî qebûl dike).

Buxarî û Muslim rîwayet kirine.

Di rîwayeteka Muslim de “kêfxweşbûna Xwedê Te’ala bi tobekirina yekî ji wê zêdetir e ji kêfxweşbûna wî kesê ku ser dewara xwe be di çolekê de, vêca dewara wî filitî, xwarin û vexwarina wî li ser be û jê bêhêvî bû, ew jî hat bal darekê, xwe di ber sîya wê darê de dirêjkir, xwe jê bêhêvî kiribû. Di wî kêlîyî de ji nişkave dît ku dewara wî li bal wî rawestîyaye. Vêca rabû hefsarê wê girt û dû re ji zêdeyîya kêfxweşbûnê, li şûna ku bêje: Ey Xwedê! Ez ‘ebdê te me tu Rebbê min î, şaşbû û got: Ey Xwedê! Tu ‘ebdê min î ez Rebbê te me.”

 

 عَنْ أَبِي مُوسَى عَبْدِ اللهِ بنِ قَيْسٍ اْلاَشْعَرِيِّ t عَنِ النَّبِيِّ e قَالَ إِنَّ اللَّهَ عَزَّ وَجَلَّ يَبْسُطُ يَدَهُ بِاللَّيْلِ لِيَتُوبَ مُسِيءُ النَّهَارِ وَيَبْسُطُ يَدَهُ بِالنَّهَارِ لِيَتُوبَ مُسِيءُ اللَّيْلِ حَتَّى تَطْلُعَ الشَّمْسُ مِنْ مَغْرِبِهَا.

Ji Ebû Mûsa ‘Ebdullah kurê Qeys el-Eş’erî (r.), Pêxemberê Xwedê (s.) gotîye: “Xwedê Te’ala bi şev destê xwe vedike da ku kesê bi roj guneh kirîye, tobe bike û bi roj destê xwe vedike da ku kesê bi şev guneh kirîye tobe bike. Ev berdewam e heya roj ji rojava ve derkeve.”

Muslim rîwayet kirîye.

 

 عَنْ أَبِي هُرَيْرَةَ t قَالَ قَالَ رَسُولُ اللَّهِ e مَنْ تَابَ قَبْلَ أَنْ تَطْلُعَ الشَّمْسُ مِنْ مَغْرِبِهَا تَابَ اللَّهُ عَلَيْهِ.

Ji Ebû Hureyre (r.), gotîye: Pêxemberê Xwedê (s.) gotîye: “Kesê ji berîya ku roj ji rojava ve derkeve tobe bike Xwedê Te’ala toba wî qebûl dike.”

Muslim rîwayet kirîye.

 

عَنْ أَبِي عَبْدِالرَّحْمَنِ عَبْدِ اللهِ بْنِ عُمَرَ بْنِ الْخَطّاَبِ t عَنِ النَّبِيِّ e قَالَ إِنَّ اللَّهَ يَقْبَلُ تَوْبَةَ الْعَبْدِ مَا لَمْ يُغَرْغِرْ .

Ji Ebû ‘Ebdûrrehman ‘Ebdullah kurê ‘Umer kurê Xettab (r.), Pê-xemberê Xwedê (s.) gotîye: “Xwedê Te’ala, hindî mirin neketibe gewrîya ebd de toba wî jê qebûl dike.”

 Tirmizî rîwayet kirîye û gotîye: Hesen e.

 

عَنْ زِرٌّ بْنِ حُبَيْشٍ قَالَ أَتَيْتُ صَفْوَانَ بْنَ عَسَّالٍ t أَسْأَلُهُ عَنِ الْمَسْحِ عَلَى الْخُفَّيْنِ فَقَالَ مَا جَاءَ بِكَ يَا زِرُّ فَقُلْتُ ابْتِغَاءَ الْعِلْمِ فَقَالَ إِنَّ الْمَلَائِكَةَ لَتَضَعُ أَجْنِحَتَهَا لِطَالِبِ الْعِلْمِ رِضًا بِمَا يَطْلُبُ فَقُلْتُ إِنَّهُ قَدْ حَكَّ فِي صَدْرِي الْمَسْحُ عَلَى الْخُفَّيْنِ بَعْدَ الْغَائِطِ وَالْبَوْلِ وَكُنْتَ امْرَأً مِنْ أَصْحَابِ النَّبِيِّ e فَجِئْتُ أَسْأَلُكَ هَلْ سَمِعْتَهُ يَذْكُرُ فِي ذَلِكَ شَيْئًا قَالَ نَعَمْ كَانَ يَأْمُرُنَا إِذَا كُنَّا سَفْرًا أَوْ مُسَافِرِينَ أَنْ لاَ نَنْزِعَ خِفَافِنَا ثَلاَثَةَ أَيَّامٍ وَلَيَالِيهِنَّ إِلاَّ مِنْ جَنَابَةٍ لَكِنْ مِنْ غَائِطٍ وَبَوْلٍ وَنَوْمٍ فَقُلْتُ هَلْ سَمِعْتَهُ يَذْكُرُ فِي الْهَوَى شَيْئًا قَالَ نَعَمْ كُنَّا مَعَ رَسوُلِ اللهِ e فِي سَفَرٍ فَبَيْنَا نَحْنُ عِنْدَهُ إِذْ نَادَاهُ أَعْرَابِيٌّ بِصَوْتٍ لَهُ جَهْوَرِيٍّ يَا مُحَمَّدُ فَأَجَابَهُ رَسُولُ اللَّهِ e نَحْوًا مِنْ صَوْتِهِ هَاؤُمُ فَقُلْتُ لَهُ وَيْحَكَ اغْضُضْ مِنْ صَوْتِكَ فَإِنَّكَ عِنْدَ النَّبِيِّ e وَقَدْ نُهِيتَ عَنْ هَذَا فَقَالَ وَاللَّهِ لاَ أَغْضُضُ قَالَ اْلاَعْرَابِيُّ الْمَرْءُ يُحِبُّ الْقَوْمَ وَلَمَّا يَلْحَقْ بِهِمْ قَالَ النَّبِيُّ e اَلْمَرْءُ مَعَ مَنْ أَحَبَّ يَوْمَ الْقِيَامَةِ فَمَا زَالَ يُحَدِّثُنَا حَتَّى ذَكَرَ بَابًا مِنَ الْمَغْرِبِ مَسِيرَةُ عَرْضِهِ أَوْ يَسِيرُ الرَّاكِبُ فِي عَرْضِهِ أَرْبَعِينَ أَوْ سَبْعِينَ عَامًا قَالَ سُفْيَانُ أَحَدُ الرُّواَةِ قِبَلَ الشَّامِ خَلَقَهُ اللَّهُ تّعاَلَي يَوْمَ خَلَقَ السَّمَوَاتِ وَاْلاَرْضَ مَفْتُوحًا يَعْنِي لِلتَّوْبَةِ لاَ يُغْلَقُ حَتَّى تَطْلُعَ الشَّمْسُ مِنْهُ

Ji Zerr kurê Hubeyş el-Esedî, gotîye: Ez hatim bal Sefwanê kurê Essal (r.) ku pirsa mesihkirina li ser xufkan jê bikim. Sefwan got: Tu hatî çi ey Zerr! Min got: Ez hatime ji bona hînkirina ilmê. Ewî got: Bêguman melaîketên Xwedê Te’ala ji eşqa ‘ilmê çengên/bazkên xwe dideynin bin pîyê ewên teleba ‘ilmê dikin. Min got: Mesela mesihkirina xufkan piştî destav û mîzkirinê ji min re bûye mereq û tu jî mirovekî ji sehabîyên Pêxember î (s.). Vêca ez hatim ku pirsa vê ji te bikim, ka te sehkirîye ku Pêxember (s.) di derbarê vê de tiştek gotîye? Sefwan got: Belê, wextê em di seferekî de bûna -yan jî rêwingîbûna- emrê me dikir ku em xufkên xwe sê roj û sê şevan nederêxin, çi ji destavê çi ji mîzê û çi ji xewê, lêbelê cenabet na. Min got: Ka te di derheqê hezjêkirinê de jî tiştek jê bihîstîye? Got: Belê, em di seferekê de di gel wî bûn, di wextê ku em li cem bûn, me dît ku zilamek bedewî bi dengekî bilind bang kir got: Ya Muhemmed! Pêxemberê Xwedê (s.) jî wekî dengê wî bersiv da û got; va me ez. Min gote wî bedewî eyb e ji te re dengê xwe nizm bike, tu li cem Pêxemberê Xwedê yî û men’a te hatîye kirin ji vê. Ewî got, wellahî ez dengê xwe nizm nakim. Bedewî got: Wê çawa be eger mirovek hej hinekan bike lêbelê ne gihîşitibe wan? Pêxember (s.) got: Mirov roja qîyametê bi hezjêkirîyên xwe re ye. Sefwan sohbeta xwe dirêj kir heta behsa dergehekî li rojava kir ku firehîya wî -yan çûna siwarekî tê de- çil -yan heftê- sal in. Yek ji rawîyê vê hedîsê, Sufyan gotîye: Ew derî ji hêla Şamê ve ye, çaxê ku Xwedê Te’ala erd û asîman çêkirin ew jî çêkirîye. Ji tobê re vekirîye, heya ku roj tê re dernekeve nayête girtin.

Tirmizî û hinekên dîtir rîwayet kirine û gotîye: Hesen û sehîh e.

 

عَنْ أَبِي سَعِيدٍ سَعْدِ بْنِ ماَلِكِ بْنِ سِناَنٍ الْخُدْرِيِّ t أَنَّ رَسوُلَ اللَّهِ e قَالَ كَانَ فِيمَنْ كَانَ قَبْلَكُمْ رَجُلٌ قَتَلَ تِسْعَةً وَتِسْعِينَ نَفْسًا فَسَأَلَ عَنْ أَعْلَمِ أَهْلِ اْلاَرْضِ فَدُلَّ عَلَى رَاهِبٍ فَأَتَاهُ فَقَالَ إِنَّهُ قَتَلَ تِسْعَةً وَتِسْعِينَ نَفْسًا فَهَلْ لَهُ مِنْ تَوْبَةٍ فَقَالَ لاَ فَقَتَلَهُ فَكَمَّلَ بِهِ مِائَةً ثُمَّ سَأَلَ عَنْ أَعْلَمِ أَهْلِ اْلاَرْضِ فَدُلَّ عَلَى رَجُلٍ عَالِمٍ فَقَالَ إِنَّهُ قَتَلَ مِائَةَ نَفْسٍ فَهَلْ لَهُ مِنْ تَوْبَةٍ فَقَالَ نَعَمْ وَمَنْ يَحُولُ بَيْنَهُ وَبَيْنَ التَّوْبَةِ انْطَلِقْ إِلَى أَرْضِ كَذَا وَكَذَا فَإِنَّ بِهَا أُنَاسًا يَعْبُدُونَ اللَّهَ تّعاَلَي فَاعْبُدِ اللَّهَ مَعَهُمْ وَلاَ تَرْجِعْ إِلَى أَرْضِكَ فَإِنَّهَا أَرْضُ سَوْءٍ فَانْطَلَقَ حَتَّى إِذَا نَصَفَ الطَّرِيقَ أَتَاهُ الْمَوْتُ فَاخْتَصَمَتْ فِيهِ مَلاَئِكَةُ الرَّحْمَةِ وَمَلاَئِكَةُ الْعَذَابِ فَقَالَتْ مَلاَئِكَةُ الرَّحْمَةِ جَاءَ تَائِبًا مُقْبِلاً بِقَلْبِهِ إِلَى اللَّهِ تَعاَلَي وَقَالَتْ مَلاَئِكَةُ الْعَذَابِ إِنَّهُ لَمْ يَعْمَلْ خَيْرًا قَطُّ فَأَتَاهُمْ مَلَكٌ فِي صُورَةِ آدَمِيٍّ فَجَعَلُوهُ بَيْنَهُمْ فَقَالَ قِيسُوا مَا بَيْنَ اْلاَرْضَيْنِ فَإِلَى أَيَّتِهِمَا كَانَ أَدْنَى فَهُوَ لَهُ فَقَاسُوهُ فَوَجَدُوهُ أَدْنَى إِلَى اْلاَرْضِ الَّتِي أَرَادَ فَقَبَضَتْهُ مَلاَئِكَةُ الرَّحْمَةِ وَفِي رِواَيَةٍ فِي الصَّحِيحِ فَكاَنَ إِلَي الْقَرْيَةِ الصّاَلِحَةِ أَقْرَبَ بِشِبْرٍ فَجُعِلَ مِنْ أَهْلِهاَ وَفِي رِواَيَةٍ فِي الصَّحِيحِ فَأَوْحَي اللهُ تَعاَلَي إِلَي هَذِهِ أَنْ تَباَعَدِي وَإِلَي هَذِهِ أَنْ تَقَرَّبِي وَقاَلَ قِيسوُا ماَ بَيْنَهُماَ فَوَجَدوُهُ إِلَي هَذِهِ أَقْرَبَ بِشِبْرٍ فَغُفِرَلَهُ وَفِي رِواَيَةٍ فَنَأَى بِصَدْرِهِ نَحْوَهاَ .

Ji Ebû Seîd Se’d kurê Malik kurê Sînan el-Xudrî (r.), Pêxemberê Xwedê (s.) gotîye: Mirovek ji wan kesên berîya we, nod û neh mirov kuştibûn. Pirsîyara zanatirê ehlê dunyayê kir. Rahibek jê re hate nîşandan. Çû cem û got: Min nod û neh mirov kuştine. Ka rêya tobê ji min re heye? Rahibî got: Na, rabû ew jî kuşt û sed temam kirin. Cardin pirsîyarîya zanatirê ehlê dunyayê kir. Alimek jê re hate nîşandan. Jê re got: Ew mêrê ku sed zilam kuştine ka rêya tobeyê jê re heye? Got: Erê, ma kî dikare bibe asteng di neqeba meriv û tobekirinê de? Rabe here filan warî li wêderê mirovên ku îbadetê ji Xwedê Te’ala re dikin hene. Tu jî bi wan re îbadet ji Xwedê Te’ala re bike û venegere vî warê xwe. Ew warekî xirab e. Rabû bi rê ket, dema gîhaşte nîvê rê mir. Vêca melekên rehmê û melekên ‘ezabê li ser wî civîyan. Melekên rehmê gotin: Bi tobekarî hatîye û ji dil berê xwe daye Xwedê Te’ala. Melekên ‘ezabê gotin: Qet wî xêr nekirîye. Vêca melekek di şiklê mirovekî de hate bal wan. Ew di neqeba xwe de kirine hekem. Ewî melekî got: Hûn mesafa neqeba herdu waran bipîvin. Zehftir nêzîktirê kîjanî be, ew ji wî ye. Dema pîvan derket ku vaye nîzêktirê bal warê ku diçûyê de ye. Ji bo vê yekê melekên rehmê ew birin.”

 Buxarî û Muslim rîwayet kirine.

Di rîwayetek dî ya Sehîhe de:

“Bi bihustekê nêzîktirê bal warê qenc ve bû, ji lewre ji ehlê wî warî hate hesibandin.”

Di rîwayeteka dîtir ya Sehîhe de:

“Xwedê Te’ala emrê wî warî kir ku dirêj bibe û emrê vî warî kir ku kurt bibe û got: Neqeba herdukan bipîvin, pîvandin dîtin ku bi bihustekê nêzîktirê bal vî yê ku diçû ve ye. Gunehê wî hate efûkirin.”

Di rîwayetek dîtir de:

“Wî mirovî bi singa xwe, xwe baskî wî warî ve de bû.”

 

عَنْ عَبْدِاللَّهِ بْنِ كَعْبِ بْنِ مَالِكٍ وَكَانَ قَائِدَ كَعْبٍ t مِنْ بَنِيهِ حِينَ عَمِيَ قَالَ سَمِعْتُ كَعْبَ بْنَ مَالِكٍ t يُحَدِّثُ بِحَدِيثِهِ حِينَ تَخَلَّفَ عَنْ رَسوُلِ اللهِ e فِي غَزْوَةِ تَبُوكَ قَالَ كَعْبٌ لَمْ أَتَخَلَّفْ عَنْ رَسُولِ اللَّهِ e فِي غَزْوَةٍ غَزَاهَا قَطُّ إِلاَّ فِي غَزْوَةِ تَبُوكَ غَيْرَ أَنِّي قَدْ تَخَلَّفْتُ فِي غَزْوَةِ بَدْرٍ وَلَمْ يُعَاتَبْ أَحَدٌا تَخَلَّفَ عَنْهُ إِنَّمَا خَرَجَ رَسُولُ اللَّهِ e وّالْمُسْلِموُنَ يُرِيدُونَ عِيرَ قُرَيْشٍ حَتَّى جَمَعَ اللَّهُ تَعاَلَي بَيْنَهُمْ وَبَيْنَ عَدُوِّهِمْ عَلَى غَيْرِ مِيعَادٍ وَلَقَدْ شَهِدْتُ مَعَ رَسُولِ اللَّهِ e لَيْلَةَ الْعَقَبَةِ حِينَ تَوَاثَقْنَا عَلَى اْلاِسْلاَمِ وَمَا أُحِبُّ أَنَّ لِي بِهَا مَشْهَدَ بَدْرٍ وَإِنْ كَانَتْ بَدْرٌ أَذْكَرَ فِي النَّاسِ مِنْهَا وَكَانَ مِنْ خَبَرِي حِينَ تَخَلَّفْتُ عَنْ رَسوُلِ اللهِ e فِي غَزْوَةِ تَبوُكَ أَنِّي لَمْ أَكُنْ قَطُّ أَقْوَى وَلاَ أَيْسَرَ مِنِّي حِينَ تَخَلَّفْتُ عَنْهُ فِي تِلْكَ الْغَزْوَةِ وَاللَّهِ مَا جَمَعَتُ قَبْلَهاَ رَاحِلَتَيْنِ قَطُّ حَتَّى جَمَعْتُهُمَا فِي تِلْكَ الْغَزْوَةِ وَلَمْ يَكُنْ رَسُولُ اللَّهِ e يُرِيدُ غَزْوَةً إِلاَّ وَرَّى بِغَيْرِهَا حَتَّى كَانَتْ تِلْكَ الْغَزْوَةُ فَغَزَاهَا رَسُولُ اللَّهِ e فِي حَرٍّ شَدِيدٍ وَاسْتَقْبَلَ سَفَرًا بَعِيدًا وَمَفَازًا وَاسْتَقْبَلَ عَدَداً كَثِيرًا فَجَلَّى لِلْمُسْلِمِينَ أَمْرَهُمْ لِيَتَأَهَّبُوا أُهْبَةَ غَزْوِهِمْ فَأَخْبَرَهُمْ بِوَجْهِهِمْ الَّذِي يُرِيدُ وَالْمُسْلِمُونَ مَعَ رَسُولِ اللَّهِ e كَثِيرٌ وَلاَ يَجْمَعُهُمْ كِتَابٌ حَافِظٌ يُرِيدُ بِذَلِكَ الدِّيواَنَ قاَلَ كَعْبٌ : فَقَلَّ رَجُلٌ يُرِيدُ أَنْ يَتَغَيَّبَ إِلاَّ ظَنَّ أَنَّ ذَلِكَ سَيَخْفَى بِهِ مَا لَمْ يَنْزِلْ فِيهِ وَحْيُ مِنَ اللَّهِ وَغَزَا رَسُولُ اللَّهِ e تِلْكَ الْغَزْوَةَ حِينَ طَابَتِ الثِّمَارُ وَالظِّلاَلُ فَأَنَا إِلَيْهاَ أَصْعَرُ فَتَجَهَّزَ رَسُولُ اللَّهِ e وَالْمُسْلِمُونَ مَعَهُ وَطَفِقْتُ أَغْدُو لِكَيْ أَتَجَهَّزَ مَعَهُ فَأَرْجِعُ وَلَمْ أَقْضِ شَيْئًا وَأَقُولُ فِي نَفْسِي أَنَا قَادِرٌ عَلَي ذَلِكَ إِذاَ أَرَدْتُ فَلَمْ يَزَلْ يَتَمَادَى بِي حَتَّى إِسْتمَرَّ بِالنَّاسِ الْجِدُّ فَأَصْبَحَ رَسُولُ اللَّهِ e غاَدِياً وَالْمُسْلِمُونَ مَعَهُ وَلَمْ أَقْضِ مِنْ جِهَازِي شَيْئًا ثُمَّ غَدَوْتُ فَرَجَعْتُ وَلَمْ أَقْضِ شَيْئاً فَلَمْ يَزَلْ ذَلِكَ يَتَماَدَي بِي حَتَّي أَسْرَعوُا وَتَفاَرَطَ الْغَزْوُ فَهَمَمْتُ أَنْ أَرْتَحِلَ فَأُدْرِكَهُمْ فَياَ لَيْتَنِي فَعَلْتُ ثُمَّ لَمْ يُقَدَّرْ ذَلِكَ لِي فَطَفِقْتُ إِذَا خَرَجْتُ فِي النَّاسِ بَعْدَ خُرُوجِ رَسُولِ اللَّهِ e يَحْزُنُنِي أَنِّي لاَ أَرَى لِي أُسْوَةً إِلاَّ رَجُلاً مَغْمُوصًا عَلَيْهِ فِي النِّفَاقِ أَوْ رَجُلاً مِمَّنْ عَذَرَ اللَّهُ تَعاَلَي مِنَ الضُّعَفَاءِ وَلَمْ يَذْكُرْنِي رَسُولُ اللَّهِ e حَتَّى بَلَغَ تَبُوكَ فَقَالَ وَهُوَ جَالِسٌ فِي الْقَوْمِ بِتَبُوكَ مَا فَعَلَ كَعْبُ بْنُ ماَلِكٍ فَقَالَ رَجُلٌ مِنْ بَنِي سَلَمَةَ يَا رَسُولَ اللَّهِ حَبَسَهُ بُرْدَاهُ والَنَّظَرُ فِي عِطْفَيْهِ فَقَالَ لَهُ مُعَاذُ بْنُ جَبَلٍ t بِئْسَ مَا قُلْتَ وَاللَّهِ يَا رَسُولَ اللَّهِ مَا عَلِمْنَا عَلَيْهِ إِلاَّ خَيْرًا فَسَكَتَ رَسُولُ اللَّهِ e فَبَيْناَ هُوَ عَلَي ذَلِكَ رَأَي رَجُلاً مَبِيضاً يَزوُلُ بِهِ السَّراَبُ فَقاَلَ رَسوُلُ اللهِ e كُنْ أبَي خَيْسَمَةَ فَإِذاَ هُوَ أّبوُ خَيْسَمَةَ اْلاَنْصاَرِيُّ وَهُوَ الَّذِي تَصَدَّقَ بِصاَعِ التَّمْرِ حَينَ لَمَزَهُ الْمُناَفِقوُنَ قَالَ كَعْبٌ فَلَمَّا بَلَغَنِي أَنَّ رَسوُلَ اللهِ e قَدْ تَوَجَّهَ قَافِلاً مِنْ تَبوُكَ حَضَرَنِي بَثِّي وَطَفِقْتُ أَتَذَكَّرُ الْكَذِبَ وَأَقُولُ بِمَ أَخْرُجُ مِنْ سَخَطِهِ غَدًا وَاسْتَعِينُ عَلَى ذَلِكَ بِكُلِّ ذِي رَأْيٍ مِنْ أَهْلِي فَلَمَّا قِيلَ إِنَّ رَسُولَ اللَّهِ e قَدْ أَظَلَّ قَادِمًا زَاحَ عَنِّي الْبَاطِلُ حتَّي عَرَفْتُ أَنِّي لَمْ أَنْجُ مِنْهُ بِشَيْءٍ أَبَدًا فَأَجْمَعْتُ صِدْقَهُ وَأَصْبَحَ رَسُولُ اللَّهِ e قَادِمًا وَكَانَ إِذَا قَدِمَ مِنْ سَفَرٍ بَدَأَ بِالْمَسْجِدِ فَرَكَعَ فِيهِ رَكْعَتَيْنِ ثُمَّ جَلَسَ لِلنَّاسِ فَلَمَّا فَعَلَ ذَلِكَ جَاءَ هُ الْمُخَلَّفُونَ يَعْتَذِرُونَ إِلَيْهِ وَيَحْلِفُونَ لَهُ وَكَانُوا بِضْعَةً وَثَمَانِينَ رَجُلاً فَقَبِلَ مِنْهُمْ عَلاَ نِيَتَهُمْ وَبَايَعَهُمْ وَاسْتَغْفَرَ لَهُمْ وَوَكَّلَ سَرَائِرَهُمْ إِلَى اللَّهِ تَعاَلَي حَتَّي جِئْتُ فَلَمَّا سَلَّمْتُ تَبَسَّمَ تَبَسُّمَ الْمُغْضَبِ ثُمَّ قَالَ تَعَالَ فَجِئْتُ أَمْشِي حَتَّى جَلَسْتُ بَيْنَ يَدَيْهِ فَقَالَ لِي مَا خَلَّفَكَ أَلَمْ تَكُنْ قَدِ ابْتَعْتَ ظَهْرَكَ قاَلَ قُلْتُ ياَ رَسوُلَ اللهِ إِنِّي وَاللَّهِ لَوْ جَلَسْتُ عِنْدَ غَيْرِكَ مِنْ أَهْلِ الدُّنْيَا لَرَأَيْتُ أَنِّي سَأَخْرُجُ مِنْ سَخَطِهِ بِعُذْرٍ لَقَدْ أُعْطِيتُ جَدَلاً وَلَكِنَّنِي وَاللَّهِ لَقَدْ عَلِمْتُ لَئِنْ حَدَّثْتُكَ الْيَوْمَ حَدِيثَ كَذِبٍ تَرْضَى بِهِ عَنِّي لَيُوشِكَنَّ اللَّهُ يُسْخِطَكَ عَلَيَّ وإِنْ حَدَّثْتُكَ حَدِيثَ صِدْقٍ تَجِدُ عَلَيَّ فِيهِ إِنِّي لاَرْجُو فِيهِ عُقْبَ اللَّهِ عَزَّ وَجَلَّ وَاللَّهِ مَا كَانَ لِي مِنْ عُذْرٍ وَاللَّهِ مَا كُنْتُ قَطُّ أَقْوَى وَلاَ أَيْسَرَ مِنِّي حِينَ تَخَلَّفْتُ عَنْكَ فَقَالَ رَسُولُ اللَّهِ e أَمَّا هَذَا فَقَدْ صَدَقَ فَقُمْ حَتَّى يَقْضِيَ اللَّهُ فِيكَ وَثَارَ رِجَالٌ مِنْ بَنِي سَلَمَةَ فَاتَّبَعُونِي فَقَالُوا لِي وَاللَّهِ مَا عَلِمْنَاكَ أَذْنَبْتَ ذَنْبًا قَبْلَ هَذَا لَقَدْ عَجَزْتَ فِي أَنْ لاَ تَكُونَ اعْتَذَرْتَ إِلَى رَسُولِ اللَّهِ e بِمَا اعْتَذَرَ بِهِ الْمُتَخَلِّفُونَ فَقَدْ كَانَ كَافِيَكَ ذَنْبَكَ اسْتِغْفَارُ رَسُولِ اللَّهِ e لَكَ قاَلَ فَوَاللَّهِ مَا زَالُوا يُؤَنِّبُونَنِي حَتَّى أَرَدْتُ أَنْ أَرْجِعَ إِلَي رَسوُلِ اللهِ e فَأُكَذِّبَ نَفْسِي ثُمَّ قُلْتُ لَهُمْ هَلْ لَقِيَ هَذَا مَعِي مِنْ أَحَدٍ قَالُوا نَعَمْ لَقِيَهُ مَعَكَ رَجُلاَنِ قَالاَ مِثْلَ مَا قُلْتَ فَقِيلَ لَهُمَا مِثْلَ مَا قِيلَ لَكَ قاَلَ فَقُلْتُ مَنْ هُمَا قَالُوا مُرَارَةُ بْنُ الرَّبِيعِ الْعَمْرِيُّ وَهِلاَلُ بْنُ أُمَيَّةَ الْوَاقِفِيُّ فَذَكَرُوا لِي رَجُلَيْنِ صَالِحَيْنِ قَدْ شَهِدَا بَدْرًا فِيهِمَا أُسْوَةٌ فَمَضَيْتُ حِينَ ذَكَرُوهُمَا لِي وَنَهَى رَسُولُ اللَّهِ e عَنْ كَلاَمِنَا أَيُّهَا الثَّلاَثَةُ مِنْ بَيْنِ مَنْ تَخَلَّفَ عَنْهُ فَاجْتَنَبَنَا النَّاسُ أَوْ قاَلَ تَغَيَّرُوا لَنَا حَتَّى تَنَكَّرَتْ لِي فِي نَفْسِي اْلاَرْضُ فَمَا هِيَ بِاْلاَرْضِ الَّتِي أَعْرِفُ فَلَبِثْنَا عَلَى ذَلِكَ خَمْسِينَ لَيْلَةً فَأَمَّا صَاحِبَايَ فَاسْتَكَانَا وَقَعَدَا فِي بُيُوتِهِمَا يَبْكِيَانِ وَأَمَّا أَنَا فَكُنْتُ أَشَبَّ الْقَوْمِ وَأَجْلَدَهُمْ فَكُنْتُ أَخْرُجُ فَأَشْهَدُ الصَّلاَةَ مَعَ الْمُسْلِمِينَ وَأَطُوفُ فِي اْلاَسْوَاقِ وَلاَ يُكَلِّمُنِي أَحَدٌ وَآتِي رَسُولَ اللَّهِ e فَأُسَلِّمُ عَلَيْهِ وَهُوَ فِي مَجْلِسِهِ بَعْدَ الصَّلاَةِ فَأَقُولُ فِي نَفْسِي هَلْ حَرَّكَ شَفَتَيْهِ بِرَدِّ السَّلاَمِ أَمْ لاَ ثُمَّ أُصَلِّي قَرِيبًا مِنْهُ فَأُسَارِقُهُ النَّظَرَ فَإِذَا أَقْبَلْتُ عَلَى صَلاَتِي نَظَرَ إِلَيَّ وَإِذَا الْتَفَتُّ نَحْوَهُ أَعْرَضَ عَنِّي حَتَّى إِذَا طَالَ ذَلِكَ عَلَيَّ مِنْ جَفْوَةِ الْمُسْلِمِينَ مَشَيْتُ حَتَّى تَسَوَّرْتُ جِدَارَ حَائِطِ أَبِي قَتَادَةَ وَهُوَ اِبْنُ عَمِّي وَأَحَبُّ النَّاسِ إِلَيَّ فَسَلَّمْتُ عَلَيْهِ فَوَاللَّهِ مَا رَدَّ عَلَيَّ السَّلاَمَ فَقُلْتُ لَهُ يَا أَبَا قَتَادَةَ أَنْشُدُكَ بِاللَّهِ هَلْ تَعْلَمُنِي أُحِبُّ اللَّهَ وَرَسُولَهُ e فَسَكَتَ فَعُدْتُ فَنَاشَدْتُهُ فَسَكَتَ فَعُدْتُ فَنَاشَدْتُهُ فَقَالَ اَللَّهُ وَرَسُولُهُ أَعْلَمُ فَفَاضَتْ عَيْنَايَ وَتَوَلَّيْتُ حَتَّى تَسَوَّرْتُ الْجِدَارَ قَالَ فَبَيْنَا أَنَا أَمْشِي فِي سُوقِ الْمَدِينَةَ إِذَا نَبَطِيٌّ مِنْ نَبَطِ أَهْلِ الشَّامِ مِمَّنْ قَدِمَ بِالطَّعَامِ يَبِيعُهُ بِالْمَدِينَةِ يَقُولُ مَنْ يَدُلُّ عَلَى كَعْبِ بْنِ مَالِكٍ فَطَفِقَ النَّاسُ يُشِيرُونَ لَهُ إِلَيَّ حَتَّى إِذَا جَاءَ نِي فَدَفَعَ إِلَيَّ كِتَابًا مِنْ مَلِكِ غَسَّانَ وَكُنْتُ كاَتِباً فَقَرَأْتُهُ فَإِذَا فِيهِ أَمَّا بَعْدُ فَإِنَّهُ قَدْ بَلَغَناَ أَنَّ صَاحِبَكَ قَدْ جَفَاكَ وَلَمْ يَجْعَلْكَ اللَّهُ بِدَارِ هَوَانٍ وَلاَ مَضْيَعَةٍ فَالْحَقْ بِنَا نُوَاسِكَ فَقُلْتُ حِينَ قَرَأْتُهَا وَهَذِهِ أَيْضًا مِنَ الْبَلاَءِ فَتَيَمَّمْتُ بِهَا التَّنُّورَ فَسَجَرْتُهاَ حَتَّى إِذَا مَضَتْ أَرْبَعُونَ مِنَ الْخَمْسِينَ وَاسْتَلْبَثَ أَلْوَحْيُ إِذَا رَسُولُ رَسُولِ اللَّهِ e يَأْتِينِي فَقَالَ إِنَّ رَسُولَ اللَّهِ e يَأْمُرُكَ أَنْ تَعْتَزِلَ اِمْرَأَتَكَ فَقُلْتُ أُطَلِّقُهَا أَمْ مَاذَا أَفْعَلُ فَقَالَ لاَ بَلِ اعْتَزِلْهَا فَلاَ تَقْرَبَنَّهَا وَأَرْسَلَ إِلَى صَاحِبَيَّ بِمِثْلَ ذَلِكَ فَقُلْتُ لاِمْرَأَتِي الْحَقِي بِأَهْلِكِ فَتَكُونِي عِنْدَهُمْ حَتَّى يَقْضِيَ اللَّهُ فِي هَذَا اْلاَمْرِ فَجَاءَ تِ امْرَأَةُ هِلاَلِ بْنِ أُمَيَّةَ رَسُولَ اللَّهِ e فَقَالَتْ لَهُ يَا رَسُولَ اللَّهِ إِنَّ هِلاَلَ بْنَ أُمَيَّةَ شَيْخٌ ضَائِعٌ لَيْسَ لَهُ خَادِمٌ فَهَلْ تَكْرَهُ أَنْ أَخْدُمَهُ قَالَ لاَ وَلَكِنْ لاَ يَقْرَبَنَّكِ قَالَتْ إِنَّهُ وَاللَّهِ مَا بِهِ مِنْ حَرَكَةٍ إِلَى شَيْءٍ وَوَاللَّهِ مَا زَالَ يَبْكِي مُنْذُ كَانَ مِنْ أَمْرِهِ مَا كَانَ إِلَى يَوْمِهِ هَذَا فَقَالَ لِي بَعْضُ أَهْلِي لَوِ اسْتَأْذَنْتَ رَسُولَ اللَّهِ e فِي اِمْرَأَتِكَ فَقَدْ أَذِنَ لاِمْرَأَةِ هِلاَلِ بْنِ أُمَيَّةَ أَنْ تَخْدُمَهُ فَقُلْتُ لاَ أَسْتَأْذِنُ فِيهَا رَسُولَ اللَّهِ e وَمَا يُدْرِينِي مَاذاَ يَقُولُ رَسُولُ اللَّهِ e إِذَا اسْتَأْذَنْتُهُ فِيهَا وَأَنَا رَجُلٌ شَابٌّ فَلَبِثْتُ بِذَلِكَ عَشْرَ لَيَالٍ فَكَمُلَ لَنَا خَمْسُونَ لَيْلَةً مِنْ حِينَ نُهِىَ عَنْ كَلاَمِنَا ثُمَّ صَلَّيْتُ صَلاَةَ الْفَجْرِ صَباَحَ خَمْسِينَ لَيْلَةً عَلَى ظَهْرِ بَيْتٍ مِنْ بُيُوتِنَا فَبَيْنَا أَنَا جَالِسٌ عَلَى الْحَالِ الَّتِي ذَكَرَ اللَّهُ تَعاَلَي مِنّاَ قَدْ ضَاقَتْ عَلَيَّ نَفْسِي وَضَاقَتْ عَلَيَّ اْلاَرْضُ بِمَا رَحُبَتْ سَمِعْتُ صَوْتَ صَارِخٍ أَوْفَى عَلَى سَلْعٍ يَقوُلُ بِأَعْلَى صَوْتِهِ يَا كَعْبُ بْنَ مَالِكٍ أَبْشِرْ فَخَرَرْتُ سَاجِدًا وَعَرَفْتُ أَنَّهُ قَدْ جَاءَ فَرَجٌ وَآذَنَ رَسُولُ اللَّهِ e أَلنّاَسَ بِتَوْبَةِ اللَّهِ عَزَّ وَجَلَّ عَلَيْنَا حِينَ صَلَّى صَلاَةَ الْفَجْرِ فَذَهَبَ النَّاسُ يُبَشِّرُونَنَا فَذَهَبَ قِبَلَ صَاحِبَيَّ مُبَشِّرُونَ وَرَكَضَ إِلَيَّ رَجُلٌ فَرَسًا وَسَعَى سَاعٍ مِنْ أَسْلَمَ قِبَلِي وَأَوْفَى عَلَى الْجَبَلِ فَكَانَ الصَّوْتُ أَسْرَعَ مِنَ الْفَرَسِ فَلَمَّا جَاءَ نِي الَّذِي سَمِعْتُ صَوْتَهُ يُبَشِّرُنِي نَزَعْتُ لَهُ ثَوْبَيَّ فَكَسَوْتُهُماَ إِيَّاهُ بِبُشْرَاهُ وَاللَّهِ مَا أَمْلِكُ غَيْرَهُمَا يَوْمَئِذٍ وَاسْتَعَرْتُ ثَوْبَيْنِ فَلَبِسْتُهُمَا وَانْطَلَقْتُ أّتَأَمَّمُ رَسُولَ اللَّهِ e يَتَلَقَّانِي النَّاسُ فَوْجًا يُهَنِّئُونَنِي بِالتَّوْبَةِ وَيَقُولُونَ لِي لِتَهْنِكَ تَوْبَةُ اللَّهِ عَلَيْكَ حَتَّى دَخَلْتُ الْمَسْجِدَ فَإِذَا رَسُولُ اللَّهِ e جَالِسٌ حَوْلَهُ النَّاسُ فَقَامَ طَلْحَةُ بْنُ عُبَيْدِاللَّهِ t يُهَرْوِلُ حَتَّى صَافَحَنِي وَهَنَّأَنِي وَاللَّهِ مَا قَامَ رَجُلٌ مِنَ الْمُهَاجِرِينَ غَيْرُهُ فَكاَنَ كَعْبٌ لاَ يَنْسَاهَا لِطَلْحَةَ قَالَ كَعْبٌ فَلَمَّا سَلَّمْتُ عَلَى رَسُولِ اللَّهِ e قَالَ وَهُوَ يَبْرُقُ وَجْهُهُ مِنَ السُّرُورِ أَبْشِرْ بِخَيْرِ يَوْمٍ مَرَّ عَلَيْكَ مُذْ وَلَدَتْكَ أُمُّكَ فَقُلْتُ أَمِنْ عِنْدِكَ يَا رَسُولَ اللَّهِ أَمْ مِنْ عِنْدِ اللَّهِ قَالَ لاَ بَلْ مِنْ عِنْدِ اللَّهِ عَزَّ وَجَلَّ وَكَانَ رَسُولُ اللَّهِ e إِذَا سُرَّ اسْتَنَارَ وَجْهُهُ حَتَّى كَأَنَّ وَجْهَهُ قِطْعَةُ قَمَرٍ وَكُنَّا نَعْرِفُ ذَلِكَ مِنْهُ فَلَمَّا جَلَسْتُ بَيْنَ يَدَيْهِ قُلْتُ يَا رَسُولَ اللَّهِ إِنَّ مِنْ تَوْبَتِي أَنْ أَنْخَلِعَ مِنْ مَالِي صَدَقَةً إِلَى اللَّهِ وَإِلَى رَسُولِهِ فَقَالَ رَسُولُ اللَّهِ e أَمْسِكْ عَلَيْكَ بَعْضَ مَالِكَ فَهُوَ خَيْرٌ لَكَ قُلْتُ إِنِّي أُمْسِكُ سَهْمِي الَّذِي بِخَيْبَرَ فَقُلْتُ يَا رَسُولَ اللَّهِ إِنَّ اللَّهَ تَعاَلَي أَنْجَانِي بِالصِّدْقِ وَإِنَّ مِنْ تَوْبَتِي أَلاَّ أُحَدِّثَ إِلاَّ صِدْقًا مَا بَقِيتُ فَوَاللَّهِ مَا عَلِمْتُ أَحَدًا مِنَ الْمُسْلِمِينَ أَبْلاَهُ اللَّهُ تَعاَلَي فِي صِدْقِ الْحَدِيثِ مُنْذُ ذَكَرْتُ ذَلِكَ لِرَسُولِ اللَّهِ e أَحْسَنَ مِمَّا أَبْلاَنِي اَللهُ تَعاَلَي وَاللهِ مَا تَعَمَّدْتُ كِذْبَةً مُنْذُ قُلْتُ ذَلِكَ لِرَسُولِ اللَّهِ e إِلَى يَوْمِي هَذَا وَإِنِّي لاَرْجُو أَنْ يَحْفَظَنِيَ اللَّهُ تَعاَلَي فِيمَا بَقِيَ قاَلَ فَأَنْزَلَ اللَّهُ تَعاَلَي ( لَقَدْ تَابَ اللَّهُ عَلَى النَّبِيِّ وَالْمُهَاجِرِينَ وَاْلاَنْصَارِ الَّذِينَ اِتَّبَعُوهُ فِي ساَعَةِ الْعُسْرَةِ ) إِلَى قَوْلِهِ (اِنَّهُ بِهِمْ رَؤُوفُ الرَّحِيمْ وَعَلَى الثَّلاَثَةِ الَّذِينَ خُلِّفُوا حّتَّى اِذاَ ضاَقَتْ عَلَيْهِمُ اْلاَرْضُ بِماَ رَحُبَتْ… اِتَّقُوا اللهَ وَكُونُوا مَعَ الصَّادِقِينَ ) قاَلَ كَعْبٌ وَاللَّهِ مَا أَنْعَمَ اللَّهُ عَلَيَّ مِنْ نِعْمَةٍ قَطُّ بَعْدَ إِذْ هَدَانِيَ اللهُ لِلاِسْلاَمِ أَعْظَمَ فِي نَفْسِي مِنْ صِدْقِي رَسُولَ اللَّهِ e أَلاَّ أَكُونَ كَذَبْتُهُ فَأَهْلِكَ كَمَا هَلَكَ الَّذِينَ كَذَبُوا فَإِنَّ اللَّهَ تَعاَلَي قَالَ لِلَّذِينَ كَذَبُوا حِينَ أَنْزَلَ الْوَحْيَ شَرَّ مَا قَالَ لاَحَدٍ فَقَالَ اللهُ تَعَالَى (سَيَحْلِفُونَ بِاللَّهِ لَكُمْ إِذَا انْقَلَبْتُمْ اِلَيْهِمْ لِتُعْرِضُوا عَنْهُمْ فَاَعْرِضُوا عَنْهُمْ اِنَّهُمْ رِجْسٌ وَمَأْوَاهُمْ جَهَنَّمُ جَزَاءً بِماَ كاَنوُا يَكْسِبوُنَ يَخْلِفوُنَ لَكُمْ لِتَرْضَوْا عَنْهُمْ فَاِنْ تَرْضَوْا عَنْهُمْ فَإِنَّ اللَّهَ لاَ يَرْضَى عَنِ الْقَوْمِ الْفَاسِقِينَ ) قَالَ كَعْبٌ كُنَّا خُلِّفْنَا أَيُّهَا الثَّلاَثَةُ عَنْ أَمْرِ أُولَئِكَ الَّذِينَ قَبِلَ مِنْهُمْ رَسُولُ اللَّهِ e حِينَ حَلَفُوا لَهُ فَبَايَعَهُمْ وَاسْتَغْفَرَ لَهُمْ وَأَرْجَأَ رَسُولُ اللَّهِ e أَمْرَنَا حَتَّى قَضَى اللَّهُ تَعاَلَي فِيهِ بِذَلِكَ قَالَ اللَّهُ تَعاَلَي (وَعَلَى الثَّلاَثَةِ الَّذِينَ خُلِّفُوا ) وَلَيْسَ الَّذِي ذُكِرَ مِمَّا خُلِّفْنَا تَخَلُّفَنَا عَنِ الْغَزْوِ إِنَّمَا هُوَ تَخْلِيفُهُ إِيَّانَا وَإِرْجَاؤُهُ أَمْرَنَا عَمَّنْ حَلَفَ لَهُ وَاعْتَذَرَ إِلَيْهِ فَقَبِلَ مِنْهُ . وَفِي رِوَايَةٍ أَنَّ النَّبِيَّ e خَرَجَ تَبوُكَ يَوْمَ الْخَمِيسِ وَكاَنَ يُحِبُّ أَنْ يَخْرُجَ يَوْمَ الْخَمِيسِ وَفِي رِوَايَةٍ لاَيَقْدُمُ مِنْ سَفَرٍ إِلاَّ نَهاَراً فِي الضُّحَي فَإِذَا قَدِمَ بَدَأَ بِالْمَسْجِدِ فَصَلَّي فِيهِ رَكْعَتَيْنِ ثُمَّ جَلَسَ فِيهِ .

Ji ‘Ebdullah kurê Ke‘b kurê Malik (r.) got: Di nav birayên xwe de ez rêberê bavê xwe Ke‘b bûm, wextê ku kor bûbû. Min ji bavê xwe sehkirîye ku bûyera xwe ya paşvemayîna ji herba Tebûkê wiha qisse dikir: Ez ji xeynî herba Tebûkê û ji xeynî herba Bedrê di tu herban de ji Pêxem-ber (s.) paşve nemabûm. Ewên ku ji herba Bedrê paşve mabûn Pêxember (s.) qet ji wan li tu kesî itab nekir. Çunkî Pêxember (s.) digel misilmanan bes ji bona ku bikeve pêşîya karwanê Qureyşîyan derketibûn. Lêbelê digel ku hazirîya herbê nekiribûn jî Xwedê ew û dijminê wan rastî hevûdu anîn. Wellahî ez di şeva Eqebê de digel Resûlê Xwedê (s.) hazirbûm. Wextê me soz û peyman da Resûlullah (s.) li ser Îslamê, çendan herba Bedrê ji vê peymanê meşhûrtirbû di nav mirovan de, cardî jî min şûna vê peymanê de herba Bedrê çetir nedivîya.

Bûyera min ev bû ku dema ez ji Resûlê Xwedê (s.) paşve mam: Wellahî wekî ku di dema paştemayîna min di herba Tebûkê de ez bi hêz û destfireh bûm tu cara ez wisan nebûbûm. Wellahî min ji berya wê herbê du dewar kom nekirbûn, lêbelê di wê herbê de min du dewar kom kiri-bûn. Resûlê Xwe dê (s.) biçûya çi herbê hedefa xwe vedişart/xef dikir. Vêca Resûlê Xwedê (s.) qesda wê herbê di germeke sîncîrî de berê xwe de seferek dûr û çolek dirêj, berê xwe da jimarek pir ji neyaran. Vêca ji misilmanan re aşîkar kir da ku karê xwe yê herbê bikin. Ji wan re got: “Berê me li Tebûkê ye.” Misilman jî digel Resûlullah (s.) gelek bûn, bi defterekê nedihatin qeydkirin. Ke’b got: Kêm mirov hebû ku bi vêya xwe veşêre heke ku di derheqê wî de wehîy neyê, îlla zen dibir ku dê were veşartin. Herba Tebûkê jî di dema gehiştina fêkî de bû, meyla min bi bal wan ve çêtir hebû.

Pêxember (s.) digel misilmanan dest bi seferê kirin. Min jî xwest ku hazirîya xwe bikim, lê ez vegerîyam min tiştek nekir. Ev rewşa min bedre-wam bû. Heta sehabîyan destpêkirina herbê lez kirin. Min qesd kir ku herim da ku bigehêjim wan Ax ax xwezîya min kiriba! Paşê jî ji bo min muyesser nebû. Keder û mereqa min zêde ewqas bû piştî ku Resûlullah derket herba Tebûkê, ji bilî wî kesê bi nifaqî hatî naskirin yan ew mirovî xwedan ‘uzir ji zeîfan pêvê tu hevalên min nebûn. Pêxember pirsîyara min nekir heta giha Tebûkê. Di nav sehabîyan de rûniştibû li Tebûkê, got: “Kanî Ke’b kurê Malik?” Mirovekî ji qebîla Benî Seleme got: Ya Resûlê Xwedê kurk û ebayê wî û nêrinîya wî li herdu sermilên wî nehêlan ku ew werê beşdarê herbê bibe. Muaz kurê Cebel (r.) mudafeya min kir û got: Te di derheqê Ke‘b de nebaş xeberda. Wellahî em Ke‘b mirovek baş dizanin. Resûlê Xwedê dengê xwe nekir. Wê demê de Resûlullah dît ji dûr ve mirovek bi cilê spî bi leyelanî de winda dibe û xûya dibe. Pêxember (s.) got: ‘Tu Ebû Xeyseme be’ wextê hat, dîyarbû ku Ebû Xeyseme ye Ensarî ye ewê ku dema munafiqan tinazê xwe pê kirin çar mist xûrme kiribûne sedeqe.

Ke‘b got: Çaxa xeber gehişt me ku Resûlê Xwedê ji Tebûkê vegerîya êdî derd û kedera min ji nûve dest pêkir û min karê xwe kir ku derewa bikim da ku ez xwe ji hêrsa Pêxember (s.) xelas bikim û min teleba alîkarîyê ji malîyên xwe kir. Çi dema hate gotin: Resûlê Xwedê (s.) gihaşte Medînê ew fikra min a batil xira bû. Êdî min dizanibû ku ez ji Resûlê Xwedê (s.) xelas nabim. Min qerar di rastgotinê de danî. Resûlê Xwedê (s.) berê sibehê de hate Medînê. Edeta wî ew bû, zemanê ji seferê vegerîyaba pêşîyê diçû mizgeftê du rek‘et nimêj dikir. Paşê rûdinişt, bi misilmanan re sohbet dikir. Dema ku ev kir, ew kesên ji herbê paşvemayî hatin jê re uzrên xwe xwestin û jê re sond xwarin. Ewan jî heştê û çend mirov bûn. Resûlê Xwedê (s.) jî uzrê wan qebûl kir, ji bo wan jî ji Xwedê daxwaza efûkirinê kir, ya di dilên wan de jî siparte Xwedê Te’ala. Heta ez jî hatim, wextê min selam da Pêxember (s.) bi qehr beşişî û got: Pêşta were. Ez hatim ber destê wî runiştim. Ji min re got: Çima tu paşta mayî? Ma dewara te tunebû? Min got: Ya Resûlê Xwedê! Wellahî eger ji xeyrê te ji ehlê dunyayê digel çi kesî runim, ez bi qabilîyeta xwe dikarim bi me‘zeretan xwe ji wan xelas bikim. Lêbelê wellahî ez bêşik dizanim eger îro ji te re bi derew xeber bidim tuwê ji min razî bibî. Lêbelê yê Xwedê Te’ala ji min bide enirandin. Eger ez ji te re ya rast bêjim tu wê ji min aciz bibî. Belê hêvîdarm bi sebeba rastîyê aqûbeta min baş be. Wellah qet uzrê min tunebû. Wellah çi demî wekî wê dema ku ez ji te paş ve mame qewîtir û maldartir nebûm. Resûlê Xwedê (s.) got: Heçî ev bû -Ke‘b- rast got. Tu rabe ta Xwedê Te’ala di derheqê te de hukum bide. Ji qebîla Benû Seleme çend mirovan dane li pey min û gotin: Me ji berya niha çi gunehkarîya te nezanîye, ma te nikaribû bi uzran, xwe ji Resûlê Xwedê xelas bikî. Çawa ku ewên paşvemayî xwe bi uzran xelas kirin. Îstixfara Pêxember besî te bû. De wana wisan lome li min kirin ku heta min nîyet kir ku vegerim û derewa bikim. Paşê min got: Gelo digel min hinek hene ku wekî min rastî gotin? Gotin: Belê du mirov hene te çawa got wan jî wekî te gotin. Çawa ji te re hate gotin ji wan re jî wisan hatîye gotin.

Min got: Ew çi kes in? Gotin: Muraretê kurê Rebîê Emrî ye û Hîlal kurê Umeyye yê Waqifî ye. Ke‘b got: Hevalên min du mirovên salih in. Beşdarî herba Bedrê bûne. Ew ji bo min xweş nimûne ne. Pêxember (s.) xeberdana bi me, ewên şûnde mayî re qedexe kir. Ke‘b got: Însanan xwe ji me dûr girtin, heta erd jî ji me re bîyanî dihat her wekî ne ew erda ku min naskiribû. Li ser vî halê me, pencî şev derbas bûn. Heçî ew herdu hevalên min bûn, li malên xwe de runiştibûn û digirîyan. Heçîka ez bûm, ez ji wan ciwantirbûm û bi hêztirbûm, ez diçûm digel misilmanan nimêja xwe dikir û li sûkan digerîyam. Belê çi kesî digel min qise nedikir; piştî nimêjê ez diçûm, min selam dida Pêxember (s.) min ji xwe re digot: Gelo selama min girt yan na? Paşê jî diçûm nêzîkê wî nimêj dikir û bi dizî min lê dinêrt. Dema ku nimêjê de bûma berê xwe dida min, zemanê min jî berê xwe didayê, vêca wî berê xwe ji min vedigerand, heta ku dilmana misilmanan ji min dirêj bû, çûm nav bostanê kurmamê xwe Ebû Qetade. Min gelekî jê hez dikir. Min selam lê kir. Lêbelê wellahî selama min wernegirt. Min gote wî ey Eba Qetade! Tu bi Xwedê kî: Tu dizanî ku ez ji Xwedê û Resûlê wî hez dikim? Dengê xwe nekir, min gotina xwe dubare kir dîsa dengê xwe nekir, min dîsa tekrar kir. Got: Xwedê û Resûlê wî dizanin. Ji çavên min rûnik hatin xwarê. Min li ser dîwarê wî re bazda û çûm. Demekî ez li sûka Medînê de meşîyam, min dît ku bazirganek ji xelqê Şamê hatibû Medînê zexîre difirot. Gazî dikir û digot: Kî dikare Ke‘b kurê Malik nîşanî min bide? Vêca însanan jî bi îşaretan ez bi wî dame naskirin. Ewî mirovî mektubek ji Melikê Xessan da min. Ez xwende bûm, min jî ew mektub xwend. Min, dît ku tê de nivîsîye: «Ez xeberdarim ku hevalê te Muhammed dev ji te berdaye û tu ne yekî wisan î ku rezîl bibî û dev ji te werê berdan. Tu dikarî werê xwe bispêrî me, em dê te biparê-zin.» Zemanê ku min gotinên wî Melikî xwend min ji xwe re got: Eva bela mezin e. Min ew mektub bir avête tenûrê.

Ji pêncî rojan çil roj derbasbûn. Wehîy jî rawestîya. Resûlê Xwedê qasidê xwe rêkire cem min û got: Pêxember (s.) emrê te kirîye ku tu ji pîreka xwe dûr bikevî. Min got: Gelo ez wê berdim yan jî çi bikim? Got: Na. Bes lazim e tu nêzîkê wê nebî. Ev emrê Resûlê Xwedê ji herdu hevalên min re jî hate teblîx kirin. Min gote jinika xwe: Tu here malbava xwe, li cem wan be heta Xwedê Te’ala çareserîyekê ji bo me çêdike. Jinika Hilalê kurê Umeyye çû cem Resûlê Xwedê (s.) îzin jê xwest da ku ji bona mêrê xwe re xizmet bike. Resûlullah îzna wê da ji wê re got: Lazim e ew nêzîkê te nebe. Ewê jî qebûl kir û got: Ya Resûlê Xwedê! Jixwe quwet tê de nema ye. Wallahî ji wê demê ve heta niha hêstir ji çavên wî qut nabin. Hinek ji ehlê min jî gotin: Eger te jî ji Resûlê Xwedê îzna xizmeta jina xwe siandiba baş dibû. Min got: Na. Wallahî ez îzna jina xwe ji Pêxember nadim xwes-tin. Ez çi dizanim wê Resûlê Ekrem (s.) ji min re çi bêje û ez mirovek li ser quweta xwe me. Bi vî şeklî ez deh şevê din jî mam. Pêncî şevên me temam bûn ji zemanê ku em ji qisekirinê men‘ bibûn.

Sibeha şevn pêncîyê min nimêja sibehê li ser banê mala xwe kir û ez di wî halê ku Xwedê behsa me kirî rûniştî bûm. Wilo çêbûbû êdî ez ji xwe aciz bûbûm. Erd digel firehîya xwe li min hate hev û teng bû. Min guhlêbû mirovek li ser girê Selê -çîyayek li Medîne’yê ye- bi dengê xwe yê bilind gazî dikir: Ya Ke‘b kurê Malik mizgînî ji bo te be. Ez jî derhal çûm secda şukrê û min zanî ku ferec hat. Pêxember (s.) piştî edakirina nimêja sibehê, da zanîn ku Xwedê em beraet kirine. Vêca însanan jî mizgînî didan me hersêyan. Min dît ku sûwarek -Zubeyrê kurê Ewam- berê xwe dabû min dilezand dihat û mirovek jî -Hemzê kurê ‘Umerê Eslemî- bi peyatî bi bal min ve lez dikir û çû li ser girekî dengê wî ji beza hespê leztirbû. Wex-tê ewê ku min dengê mizgînîya wî sehdikir hate cem min, ji bo mizgînîya wî, min cilê ser xwe derxist û danê. Wellahî ji xeyrê wan her du cilê min wî zemanî tiştek min tunebû. Min ji bo xwe destek cil bi emanetî peyda kir û wergirt. Êdî min qesda Pêxember (s.) kir. Însanan bir û bir mizgînî didane min û ez pîroz dikirim û ji min re digotin beraeta Xwedê li te pîroz be. Ez bi vî awayî dimeşîyam heta çûme mizgeftê min dît ku Resûlê Ekrem (s.) rûniştîye û li dora wî sehabîyan helqe girtine. Min dît Telhe kurê ‘Ebdullah (r.) layê min ve lezkir û ez hembêz kirim û pîrozî da min. Wellahî ji muhaciran ji xeyrê wî kes ranebû -Ke‘b ew hereketa Telhe- tucaran jibîr nekir -Ke‘b- digot: Zemanê min selam de Pêxemberê Xwedê (s.) ferman kir: -Rûyê wî ji ber kêf û xweşbûnê ronahî dida- Mizgînî ji te re be, ji baştirê rojên ku li ser te re derbasbûne ji zemanê tu hatî li ser rûyê dunyayê heta niha. Min got: Ev beraeta min ji cem Te hatîye yan ji bal Xwedê ve hatîye? Got: Na, belkî ji cem Xwedê hatîye.” Resûlê Ekrem (s.) dema kêfxweş biba rûyê wî yê mubarek rohnî dida herweku parçek ji heyvê bû, me ew hal ji wî dizanîbû. Dema ku ez pêşberê wî rûniştim min got: Ey Resûlê Xwedê (s.) ji ber qebûlbûna toba min ez dixwazim malê xwe di rêya Xwedê û ya Pêxemberê wî de bikim xêr û sedeqe. Got: hindek ji malê xwe bihêle ji te re çêtire. Min got: Ezê para xwe yê li Xeyberê bihêlim, û min got: Ey Resûlê Xwedê! Bêguman Xwedê Te’ala ez bi sedem rastîyê xelaskirime. Vêca ji temamê toba min ne, ku hindî ez hebim bes dê birastî biaxêfim. Wallahî min nezanîye çi kes ji misilmanan ku Xwedê ew tecrûbe kirî di rastgotinê de baştire ji îmtihana min di rastîyê de. Wellahî ji wê rojê ve heta vê gavê min bi hemdê xwe derew nekirine. Ji Xwedê hêvîdar im ku di emrê min yê mayî de jî ew min biparêze. Vêca Xwedê Te’ala di derheqê me de ev ayetên han nazil kir:[4] «Bêguman Xwedê toba Nebîyê xwe û muhacir û ensarîyên ku di dema tengasîyê de dane pey wî qebûl kirîye….» heta gihîşte vê ayetê: «Bêşik Xwedê ji mu`minan re xwedan merhemet û xwedan şefqet e û toba wan sê kesên ku paşvemayî heta ku erd digel firehbûna xwe li wan teng bû ji wan qebûl kir.» Heta Ke‘b gihîşte xwendina vê ayetê «Gelî mûminan xwe ji gunehan biparêzin û digel rastgoyan bin.» Ke‘b got: Ez sond dixwim bi Xwedê piştî nîmetê Îslamê, Xwedê ji rastîgotina min ji Pêxember re bê wekî min derew nekir ku ez wekî wanên derew kirin û çûyîn helakê helak bibim ji vê meztir tu nîmetek dîtir nedaye min. Xwedê Te’ala nebaştirînên fermanan di derheqî wan kesên ku derew kirin de nazil kirîye:[5] «Wê ji we re bi Xwedê sond bixwin dema hûn vegerîyan bi bal wan ve ji bo ku hûn berê xwe ji wan vegerînin, hûn jî berê xwe ji wan vegerînin, bêguman ew pîs in, cîhê wan cehennem e, ev cezayê emelê wan e. Sond dixwin da ku hûn ji wan razî bibin, eger hûn ji wan razî bibin jî bêşik Xwedê ji qewmê fasiqan razî nabe.»

Ke‘b got: Em hersêk ji wan kesên ku Resûlê Xwede uzrê wan qebûl kiribû, şûnde mabûn. Dema wan jê re sond xwarin, Pêxember (s.) ji wan bey‘et sitand û ji bo wan îstixfar kir, û îşê me jî paşve hêla ta Xwedê bi beraeta me hukum kir û ferman kir: «Toba wan sê kesên ku paşvemayî…» Naxwe meqsed ji paşmayînê ne paşmayîna ji herbê ye. Belkî paştahîştina me ji teref Pêxember ji wan kesên ku bi virra sond xwarin û uzrên xwe beyan kirin.

Buxarî û Muslim rîwayet kirine.

Li gor rîwayeteke din: “Bêşik zemanê ku Pêxember (s.) derkete herba Tebûkê, roja Pêncşemê bû û hezdikir ku roja Pêncşemê derkeve.”

Li gor rîwayeteke din: Dema Pêxember (s.) ji seferê vedigerîya bes bi roj çaxê dana de dihat. Wextê bihata jî peşîyê diçû mizgeftê, du rekat nimêj dikir paşê jî ji bo sohbetê rûdinişt.”

 

 عَنْ أَبِي نُجَيْدٍ عِمْرَانَ بْنِ الْحُصَيْنٍ أَنَّ امْرَأَةً مِنْ جُهَيْنَةَ أَتَتْ رَسولَ اللَّهِ e وَهِيَ حُبْلَى مِنَ الزِّنَى فَقَالَتْ يَا رَسُولَ اللَّهِ أَصَبْتُ حَدّاً فَأَقِمْهُ عَلَيَّ فَدَعَا نَبِيُّ اللَّهِ e وَلِيَّهَا فَقَالَ أَحْسِنْ إِلَيْهَا فَإِذَا وَضَعَتْ فَأْتِنِي فَفَعَلَ فَأَمَرَ بِهَا نَبِيُّ اللَّهِ e فَشُدَّتْ عَلَيْهَا ثِيَابُهَا ثُمَّ أَمَرَ بِهَا فَرُجِمَتْ ثُمَّ صَلَّى عَلَيْهَا فَقَالَ لَهُ عُمَرُ تُصَلِّي عَلَيْهَا يَا رَسُولَ اللَّهِ وَقَدْ زَنَتْ قَالَ لَقَدْ تَابَتْ تَوْبَةً لَوْ قُسِمَتْ بَيْنَ سَبْعِينَ مِنْ أَهْلِ الْمَدِينَةِ لَوَسَعَتْهُمْ وَهَلْ وَجَدْتَ أَفْضَلَ مِنْ أَنْ جَادَتْ بِنَفْسِهَا لِلَّهِ عَزَّ وَجَلَّ .

Ji Ebû Nuceyd Îmran kurê el–Husayn el–Xuzaî (r.), jinek ji qebîla Cuheynîyan ji zînayê hemle bû. Hate cem Resûlê Xwedê (s.) û got: Ya Resûlê Xwedê! Ez musteheqê heddê bûme, cezayê min bide min. Pêxember gazî welîyê wê kir û jê re got: “Vê jinikê bibe mala xwe û li wê baş binêre, dema hemla xwe danî wê bîne.” Welîyê wê jî gotina Pêxember bi cih anî. Vêca cilên wê lê şidandin û hate ricimandin. Paşê Resûlullah li ser wê nimêj kir. Li ser vê yekê ‘Umer kurê Xettab got: Ev jinikeka zînaker bû. Ey Resûlê Xwedê! Bi çi awayî te li ser wê nimêj kir? Resûlê Xwedê jî got: “Wellahî ewê jinikê tobeke wisan kir ku ger toba wê di mabeyna heftê kesan ji ehlê Medînê de bihatiba parvekirin wê têra wan hebûya. Ka te ji wî kesî baştir dîtîye ku ji bona Xwedê Te’ala merdîtîyê bi nefsa xwe bike.”

Muslim rîwayet kirîye.

 

 عَنْ إِبْنِ عَبَّاسٍ وَ أَنَسِ بْنِ مَالِكٍ y أَنَّ رَسُولَ اللَّهِ e قَالَ لَوْ أَنَّ لاِبْنِ آدَمَ وَادِيًا مِنْ ذَهَبٍ أَحَبَّ أَنْ يَكُونَ لَهُ وَادِيَانِ وَلَنْ يَمْلاَ فَاهُ إِلاَّ التُّرَابُ وَيَتُوبُ اللَّهُ عَلَى مَنْ تَابَ .

Ji Îbnu ‘Ebbas û Enes kurê Malik (r.), Pêxemberê Xwedê (s.) gotîye: “Eger ji însanekî re newalek zêr hebe hezdike ku du newal dîtir hebin. Ji bilî axê tiştek wî têr nake. [6] Xwedê toba wî kesê ku tobe dike, qebûl dike.”

 Buxarî û Muslim rîwayet kirine.

 

عَنْ أَبِي هُرَيْرَةَ t أَنَّ رَسُولَ اللَّهِ e قَالَ يَضْحَكُ اللَّهُ سُبْحاَنَهُ وَتَعاَلَي إِلَى رَجُلَيْنِ يَقْتُلُ أَحَدُهُمَا اْلآخَرَ يَدْخُلاَنِ الْجَنَّةَ يُقَاتِلُ هَذَا فِي سَبِيلِ اللَّهِ فَيُقْتَلُ ثُمَّ يَتُوبُ اللَّهُ عَلَى الْقَاتِلِ فَيُسْلِمُ فَيُسْتَشْهَدُ .

Ji Ebû Hureyre (r.), Resûlê Xwedê (s.) gotîye: “Kêfa Xwedê bi du mirovan xweş dibe[7] yek ji wan hevalê xwe dikuje herdu jî diçine biheştê. Evê han –meqtul- di rêya Xwedê de şer dike, şehîd dikeve, paşê jî qatilê wî tobe dike dibe misilman, ew jî di rêya Xwedê de şehîd dikeve. Bi wî awayî herdu diçine biheştê.”

Buxarî û Muslim rîwayet kirine.

 

Ev Hedîsan Ji Pirtûka Mele Salihê Dihî-Baxên Qencan

[1] Nûr, 24/31.

[2] Hûd, 11/3.

[3] Tehrîm, 66/8.

[4] Tewbe, 10/117-119.

[5] Tewbe, 10/95-96.

[6] Yanî ew mirov harisê dunyayê ye, ta bimire nava wî tijî ax bibe ji gora wî.

[7] Ev kînayet e ji razîbûna Xwedê ye ji mukafata Xwedê ya mezin e.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply