Li Gor Hedîsan Destpêka Afirandinê

1287 – Ji Îmran kurê Huseyn (Xuda ji wan razî be) hatiye ku birrek meriv ji Benî Temîmî hatin cem Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be), vêca gote wan: Gelî Benî Temîm! Mizgîn ji we re. Gotin: Madem te mizgînê daye me, nexwe mal jî bide me.  Gava vê gotinê gotin, rûyê wî guherî. Vêca ehlê Yemenê hatin balê, gote wan: Gelî ehlê Yemenê! Madem Benî Temîm mizgînê qebûl nekirin hûn wê qebûl bikin. Gotin: Me qebûl kir. Vêca Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) girt ji destpêka afirandinê û erş behs kir; vêca zilamekî hat û got: Îmran! Deva te filitî çû!; xwezî ez ranebûma û neçûma!. Di rîwayeteke din hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) got: Xuda hebû ji wî pêve tiştek din nebû, erşê wî li ser avê bû, di zikurê (Lewhul-Mehfûzê) de her tiştî nivisand, erd û asîman afirand’; vêca bangkirek gazî kir ku: Kurê Huseyn! Deva te çû!; vêca ez rabûm bi pey devê ketim, min dît    wa ye di leylanê de hinda dibe, ê bi Xuda, min hiz kir xwezî min wê berdabûna çûbûna!

1288 – Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye ku Xuda Teala gotiye: Benî Adem sebba min dike tevî ku heqê wî nîne sebba min bike û min diderewîne tevî ku heqê wî nîne min biderewîne; heçî sebba min ev e ku dibêje: Ji  Xuda re zarû hey e; heçî derewandina wî jî ev e ku dibêje: Wê çewa wekî ku di destpêkê de min afirand, ewê piştî mirinê min dîsa venegerîne.

1289  – Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) gotiye: Xuda Teala çi gava afirandinê qedand, di kitêbekê de ku li ser erş li balê ye nivisand: Rehma min bi ser xezeba min ketiye.

1290 – Ji Ebûbekre  (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Xuda Teala roja ku erd û asîman afirand, zeman çewa daniye wisan dizivire, sal dozdeh meh e, çar jê mehên heram in;sisê li pey hev in: Zulqade, Zulhicce û Muherrem , a çaran Receba Muder e ku di navbera meha Cemadî û meha Şabanê de ye.

1291 – Ji Ebûzer (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) ji min re got: Gava roj diçe ava ma tu dizanî ku diçe kuderê? Min got: Xuda û Pêxemberê wî çêtir dizanin. Got: Ew diçe da ku li binê erş secde bibe; vêca destûr dixwaze jê re destûr tê dayîn, hin dimîne ku secde bibe, gê nayê qebûlkirin û destûr dixwaze jê re destûr nayê dayîn; jê re tê gotin: Tu ji kuderê hatî vegere wêderê; vêca ew ji alî rojva ve dertê, mana vê gotina Xuda Teala ev e: Roj di şûngeha xwe de diherike; eva han teqdîra (Xudayê) serkeftiyê zana ye.

1292 –  Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) gotiye: Roja qiyametê hîv roj kor dibin/ditemirin.

1293 – Ji Aîşe (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gava ewrekî li asîman didît, diçû û dihat, diket hundir û derdiket, rûçikê wî diguherî; vêca gava min vê yekê jê re behs dikir, ewî digot: Nizanim, dibe ew ewr mîna ê qewmê Ad be ku got: Vêca çi gava ku dîtin ewrekî berê xwe daye newalên wan… (ayet).

1294 – Ji Ebdullah kurê Mesûd (Xuda jê razî be) hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) – ku rastgoyê rastdêrandî her ew e – gotiye: Bêguman her yek ji we xulqiyeta wî di zikê diya wî de çil rojî digihîje hev, dûvre dibe wek xwînek hişk, dûvre wek wî dibe perçê goşt, dûvre Xuda Teala melayketekî dişîne, vêca ew bi çar kelîmeyan tê emirkirin tê gotin: Emelê wî, rizqê wî, ecelê wî û xweşbext e yan bextreş e binivsîne, paşê rûh tê pifkirin; bêguman yek ji we emel dike heya ku di navbera wî û cennetê de bi qasî milekî dimîne, vêca kitêba wî dikeve pêş, êdî ew bi emelê ehlê agir emel dike; û yek ji we emel dike heya ku di navbera wî û agir de tenê bi qasî milekî dimîne, vêca kitêba wî bi ser dikeve, êdî ew bi emelê ehlê cennetê emel dike.

1295 – Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Gava Xuda ji yekî hiz bike, gazî Cebraîl dike ku ez ji filankesê hiz dikim tu jî jê hiz bike, Cebraîl jî jê hiz dike; vêca Cebraîl di nav ehlê asîman de gazî dike ku Xuda ji filankesê hiz dike, hûn jî jê hiz bikin, êdî ehlê asîman jî jê hiz dikin; paşê li erdê jî jê re qebûl çêdibe û tê hizkirin.

1296 – Ji Aîşe pîreka Hz. Pêxember (Xuda jê razî be) hatiye ku wê ji Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) seh kiriye ku gotiye: Bêguman melayket dadikevin ser ewran, vêca behsa karê ku li jorê pê hatiye hukimkirin dikin, vêca şeytan bidizî li wan gohdarî dikin, gotinên wan dibihîzin, tên wan gotinan ji kahinan re dibêjin, ew jî sed virî bi ser vedikin û ji xelqê re dibêjin.

1297 – Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Gava dibe roja înê li ber derê her mizgeftî melayket hazir dibin, ji ê pêşîn dest pê dikin dinivîsin heya gava îmam li ser mînberê rûdinê, ew nivîsên xwe didin hev û tên li zikurê gohdarî dikin.

1298 – Ji Bera (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê  be) ji Hessanê şair re got: Tu bi helbesta xwe gotina bavêje wan (pûtperestan) Cebraîl bi te re ye/alîkarê te ye.

1299 – Ji Aîşe (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) jê re gotiye: Aîşe! Evê han Cebraîl e li te silav dike. Min got: Silav û rehmet û bereketa Xudê lê be, tiştê ez nabînim tu dibînî.

1300 – Ji Îbnû Ebbas (Xuda ji wan razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) ji Cebraîl re got: Ma qey tu nikarî ji vî bêtir werî cem me? Li ser vî ev ayet nazil bû: Em tenê bi emrê Rebbê te nazil dibin, tiştê li ber me û li paş me her ê wî ne.

1301 – Ji Îbnû Ebbas (Xuda ji wan razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Cebraîl, Qur’anê li ser herfekê (devokekê, zaravayekê) bi min dida xwendin, lê min hey jê zêdekirinê dixwest heya gihîşt heft herfan.

1302 – Ji Ya’la (Xuda jê razî be) hatiye ku min ji Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) seh kir ku li ser mînberê wiha dixwend: .. û gazî kirin: Ey Malo! (di şûna Maliko de).

1303 – Aîşe pîreka Pêxember (Xuda jê razî be) hatiye ku min ji Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) pirsî: Gelo tu rastî rojek ji roja Uhudê zortir hatî? Got: Min ji qewmê te gellek zor û zehmetiyan dîtiye, lê a herî zor roja eqebeyê bû, dema min pêşniyara xwe ji Îbnû Ebdiyalîl kurê Ebdîkulal re pêşkêş kir û ewî tişta min dixwest qebûl nekir; vêca min berê xwe da rêya xwe û ez pir xemgîn bûm, ez ku bi xwe ve hatim min dît ku ez li ser Qirnû Sealîb im (Girê Roviyan, ciyek nêzî Mekkê ye); min serê xwe rakir, min dît ewrekî li ser serê min siyê çêkiriye; min nêrî min dît ku Cebraîl di nav de xuya kir, gazî min kir, got: Bêguman Xuda gotina ku qewmê te ji te re got bihîst û bersiva wan a ku dane te seh kir û bêşek Xuda ferişteyê çiyayan şandiye bal te da ku tişta tu bixwazî emrê wî bikî; vêca ferişteyê çiyayan gazî min kir, li min silav kir, paşê got: Muhemmed! Ev bi xwestina te ye, ger te bivê ezê van du çiyayan (Çiyayê Ebûqubeys û Çiyayê Qeîqean ku kevirê wan hişk e) rakim bidim ser wan. Hz. Pêxember got: Na, ez hêvî dikim ku Xuda ji pişta wan hin kesan derîne ku Xuda tenê bihebînin û tu tiştî jê re nekin şirîk.

1304 – Ji Ebdullah kurê Mesûd (Xuda jê razî be) derheqê vê gotina Xudê Teala de: ‘‘Vêca bû bi qasî du kevanan yan hê nêztir; êdî bi bal ebdê wî ve tişta diviya wehî bike wehî kir’’ hatiye ku ewî Cebraîl dîtiye şeşsed per û paskên wî hebûne.

1305 – Derheqê vê gotina Xudê Teala de ku gotiye: ‘‘Sond be ewî ji ayetên Rebbê xwe a herî mezin dît’’; dîsa ji wî (Xuda jê razî be) hatiye ku gotiye: Ewî kincek kesk dît ku asoyê asîman tev vegirtibû.

1306 – Ji Aîşe (Xuda jê razî be) hatiye ku wê gotiye: Kesê bêje ku Muhemmed Rebbê xwe dîtiye, ewî derewek mezin kiriye; lêbelê ewî Cebraîl di sûretê wî de dît ku asoyan vegirtibû.

1307 – Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Gava ku zilam pîreka xwe dawetî nivînê bike û ew xwe nede berê, vêca ew jê bixeyîde, melayket heya sibê lê lanetê dikin.

1308 – Ji Îbnû Ebbas (Xuda ji wan razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Şeva Îsrayê min Mûsa dît ku zilamek esmerî genimgûnî, bejindirêj û porkurîşk bû, dirûvê zilamek ji zilamên qebîleya Şenû’ê pê diket; min Îsa jî dît ku zilamek xweşqamet bû, merivek  lihevhatî bû, rengê wî sorê bi sipî ve bû, porê wî berdayî bû; min Malik  dergevanê dojehê û deccal jî dît di hin ayetên ku Xuda nîşanî min da: ‘‘Vêca tu ji pergîhatina wî nekeve dudiliyê’’.

1309 – Ji Ebdullah kurê Umer (Xuda ji wan razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Gava yek ji we dimire, şûngeha wî sibe û êvarê  jê re tê berpêşkirin; vêca eger ew ji ehlê cennetê be, ji ehlê cennetê ye û eger ji ehlê agir be, ji ehlê agir e.

1310 – Ji Îmran kurê Huseyn (Xuda ji wan razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Ez bi ser cennetê vebûm, min dît pirrî ehlê wê feqîr bûn, û bi ser dojehê jî vebûm, min dît ku pirrî ehlê wê pîrek bûn.

1311 – Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku: Em wextekî li cem Resûlê Xudê bûn (Silava Xudê lê be) got: Demek ez razayî bûm, di xew de min xwe di cennetê de dît, ji nişkav de min dît pîrekek li kêleka qesrekê bû şewq û şemal dida, min got: Ev qesra kê ye? Gotin: A Umer kurê Xettab e; min xwest ez herim hundir lê binêrim, careke din xîreta wî hate bîr min ez zivirîm; vêca  Umer got: Ma ezê li hember te jî xîret nîşan dim ya Resûlellah!.

1312 – Dîsa jê hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) gotiye: Koma pêşîn ku dikevin cennetê rûyê wan wekî hîva çardeh şevî ronî ye; tê de ne tif dikin, ne lîk dikin, ne jî dirîn; firaqên wan tê de ji zêr e, şehên wan ji zêr û zîv e, bixûrdankên wan ji darikê Hindî ne, xwêdana wan misk e; her yek ji wan du jinên wî hene ku hiniya xweşik in mêjiyê di hestiyê çîmên wan de ji binê goşt ve xuya dike; di nava wan de ne pevçûn heye ne jî çavnebarî, dilê wan dilê yek merivekî ye, sibe û êvaran tesbîhê Xuda Teala dikin.

Di rîwayeteke dinê de jê hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) gotiye: Pêşîn koma dikevin cennetê wek hîva çardeh şevî ne, ewên li pey wan wek sitêrka herî bironî ne, dilê wan dilê yek merivekî ye, ne pevçûn ne jî çavnebarî bi wan re heye; her yek ji wan du jinên wî hene, jinên wan hiniya xweşik in mêjiyê di hestiyê çîmên wan de ji pişt goşt ve xuya dike, sibe û êvaran tesbîhê Xudê Teala dikin, ne nexweş dikevin, ne lîk dikin ne jî tûk dikin; derdanên wan zêr û zîvîn e, şehên wan ji zêr e, ardûyê agirdankên wan darikê bixûrê ye û xwêdana wan misk e.

1313 –  Ji Sehl kurê Sad (Xuda ji wan razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Ewê ji ummeta min heftê hezar an heft sed hezar bikevine (cennetê) pêşiyên wan nakevinê heya ku paşiyên wan dikevinê, rûyên wan wek hîva çardeh şevî ne.

1314 – Ji Enes (Xuda jê razî be) hatiye ku ji Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) cubbeyek hevrîşim hate hediyekirin tevî ku wî nehya me ji hevrîşim dikir, ev yek ji merivan re ecêb hat, vêca wî got: Bi Zatê ku canê Muhemmed di destê wî de ye, destmalên Sad kurê Muaz di cennetê de ji viya xweşiktir in.

1315 – Jê (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Di cennetê de darek heye ku siwar di binê siya wê de sed sal diçe naqedîne.

1316 – Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Di cennetê de darek heye ku siwar sed  salî di binê siya wê de diçe, we divê vê ayetê bixweynin: ‘‘û siyên dirêj’’ ; mîqdarê kevanek we di cennetê de çêtir e ji tişta ku roj li serê hiltê û diçe ava.

1317 – Ji Ebû Seîdê Xudrî (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Di nav ehlê cennetê de meqam di ser hev re hene; ewên meqamnizim li meqambilindan dinêrin çewa ku hûn li sitêrka ronî li rojhilat an li rojava dinêrin. Gotin: Ey Resûlê Xudê! Evên han meqamê pêxemberan e, ji wan pêve kes nagihîjê. Got: Lê çewa, bi Zatê ku canê min bi destê wî ye, evên han hin zilam in ku bawerî bi Xuda anîne û tesdîqa pêxemberan kirine.

1318 – Ji Aîşe (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Humma/Ta ji tîna cehennemê ye, vêca hûn wê bi avê hênik bikin.

1319 – Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) gotiye: Agirê we ji heftêyî yek perçe ji agirê cehennemê ye. Gotin: Ya Resûlellah! Eger evqas bûna jî têr dikir. Got: Şêstûneh perçe lê hatiye zêdekirin ku her yek bi qasî tîna  wî ye.

1320 – Ji Usame kurê Zeyd (Xuda jê razî be) hatiye ku min ji Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) bihîst ku digot: Roja qiyametê merivekî digirin tînin û davêjin nav agir, vêca hûr û rodiyên wî davên der û ew wekî kerê ku berê aşê dizivirîne pê dizivire, vêca ehlê agir lê dicivin û dibêjinê: Filanî! Ev çi halê te ye? Dibêje: Min emrê we bi başiyê dikir, lê min başiyê nedikir, min nehya we ji nebaşiyê dikir, lê min bi xwe nebaşiyê dikir.

1321 – Ji Aîşe (Xuda jê razî be) hatiye ku: Li Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) sêhr hate çêkirin heya wisan lê çêbû ku tişta nedikir jê welê bû ku dike; heya rojekê dua kir û dua kir, paşê gote min: Tu zanî ku Xuda Teala min bi tişta ku şîfa min tê de ye xeberdar kir; vêca du meriv hatin nik min û yek ji wan li ber serê min, ê din jî li ber piyê min rûniştin, yekî gote ewê din: Êşa vî zilamî çi ye? Got: Sêhr lê çêbûye. Got: Kî sêhrê lê çêkiriye? Got: Lebîdê kurê Asem. Got: Di çi de çêkiriye? Got: Di şeh û potik û kumika xurmeyî nêr de çêkiriye. Got: Ew li ku ye?. Got: Di bîra Dezwanê de ye; vêca Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) rabû çû wêder û zivirî hat, gote Aîşe: Darê xurmeyên wir wek serê şeytanan e. Min got: Ma te wî deranî? Got: Na, lê Xda Teala min baş kir; Sedemê kum in dernexist ev bû ku ez tirsiyam ev yek belayek bîne serê însanan. Dûvre ew hate tijekirin.

1322  – Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) gotiye: Şeytan tê nik yekî ji we dibêjê: Kî vî tiştî afirandiye? Kî vî tiştê han xuliqandiye? ; heya ku dibêje:Kî Rebbê te xuliqndiye? Dema gihîşt vir, bira ew xwe bavêje Xuda û bi pey nekeve.

1323 – Ji Ebdullah kurê Umer (Xuda ji wan razî be) hatiye ku min dît  Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) bi alî rojhilat ve îşaret dikir û digot: Ha fitne li dera han e, fitne li wir e, ji dera ku qiloçê şeytan jê dertê.

1324 – Ji Cabir (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Dema bû êvar tarî kete erdê, hûn zarûkên xwe bidin hev nehêlin belav bibin; lewra ewgav şeytan belav dibin, vêca dema kêliyek ji îşayê çû, hûn wan têxin malên xwe, derên xwe bigirin û navê Xudê hilbidin, lembeya xwe vemirînin û navê Xudê hilbidin, devê firaqên avê bigirin – her çend ku hûn tiştekî dirêjkî jî deynî serê –  û navê Xudê hildin.

1325 – Ji Suleyman kurê Sured (Xuda jê razî be) hatiye ku: Ez digel Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) rûniştîbûm, me dît ku du zilaman çêrê hev û din dikir, vêca yek ji wan rûyê wî sor bûbû, rehê sitiyê wî nepixîbû; vêca Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) got: Ez peyvek dizanim ku eger ew wê bêje, ewê vê hêrsa wî jê here, eger bêje: Eûzû bîllahî mîneşşeytanîr- recîm (Ez ji şeytanê qewrandî xwe davêjim Xuda) ewê hêrsa wî here; vêca jê re gotin ku  Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye bira ew xwe ji şeytan bavêje Xuda, ewî got: Ma qey ez dîn im!.

1326 – Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Bawîşk ji şeytan e; vêca gava bawîşk hatin yekî ji we heya ku dikare bira nehêle; lewra gava yek ji we dibêje: Hay hahîîîî, şeytan pê dikene.

1327 – Ji Ebû Qetade (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Xewna xweş ji Xuda ye, xewna tevlîhev ji şeytan e, vêca gava yekî ji we xewnek nexweş ku jê ditirse dît, bira li çepê xwe tif ke û xwe bavêje Xuda, bêguman ew zirarê nadê.

1328 –  Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gotiye: Gava yek ji we ji xewa xwe şiyar bû, vêca desmêj girt, bira ew sê caran fiş bike; lewra şeytan li pozê wî şevîn dike.

1329 – Ji Îbnû Umer (Xudê ji wan razî be) hatiye ku min ji  Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) seh kir ku li ser mînberê xutbe dixwend û digot: Hûn maran bikujin, ewên belek û ewên dûvkurt; lewra ev herdu çavan kor dikin û dibin sedem ku jinên ducanî sebî ji ber here.

Ebdullah got: Carekê min berî marekî dida ku ez wî bikujim, Ebû Lubabe gazî min kir: Wî marî nekuje. Min got: Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) emrê bi kuştina maran kiriye. Got: Paşê ji kuştina marên malan nehî kir, ewên ku pir dijîn.

1330 – Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) gotiye: Serê kufrê ber bi rojhilat ve ye; xweperestî û pozbilindî di nav ehlê hesp û deveyan de ye; ewên ku dengbilind in û xwediyê mû ne; sergiranî hêminî di nav ehlê pez de ye.

1331 – Ji Uqbe kurê Emr Ebû Mesûd (Xuda jê razî be) hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) bi destê xwe alî Yemenê nîşan da û got: Îman ha ji vira han e ji Yemenê ye; hay jê bin! Hişkiya dil û sistiya dil di nav kesên dengêlî xwediyên deveyan de ye dera ku du qiloçê şeytan jê dertê, di nav qebîleyên bi navê Rebî‘e û Muder de ye.

1332 –  Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) gotiye: Gava we dengê dîk seh kir, hûn ji Xuda qenciya wî bixwazin; lewra ewî melayketekî dîtiye û gava we zirîna kerê bihîst, hûn xwe ji şeytan bavêjin Xuda; lewra ewî şeytanekî dîtiye.

1333 –   Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) gotiye: Birrek meriv ji zariyê Îsraîl hinda bûn ku pê çi bûn çi kirin kes nizane; ez bi xwe dibêjim ew mişk in; ku gava şîrê deveyan ji wan re tê dayîn ew venaxwin, lê gava şîrê pez ji wan re tê dayîn ew vedixwin; vêca min vê gotinê ji Ka’b re got, ewî got: Tu bera dibêjî te ji Pêxember bihîstiye?. Min got: Belê, ewî çend caran tekrar kir, min got: Ma qey min Tewratê xwendiye?.

1334 –  Ji Ebûhureyre (Xuda jê razî be) hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) gotiye: Gava ku mêş kete vexwarina yekî ji we, bira ew wê tê de noq bike paşê jê derîne bavêje; lewra di baskekî wê de derd di ê din jî derman heye.

1335 – Ji Ebûhureyre (Xudê jê razî be) hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) gotiye: Jineke tol di kûçikekî re derbas dibe ku li ser devê bîrekê rawestiyaye, ji tîna hin maye ku bifetise, vêca ew radibe çîtika xwe bi pêlava xwe ve girêdide û berî bîrê dide û avê dertîne û wî kûçikî av dide, bi sedem vê kirina wê gunehên wê têne bexşandin.

Çavkanî: Jî Tecrîda Teshîhkirî hatiye wergirtin

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply