Yekşem , 9 Tebax 2020

Li Gor Bedîuzzeman Zimanê Zikmakî

Dema ku dîroka Tirk û Kurdan tê likolînkirin şera Melezgirdê (1071) şunda qawşaxa duyemîn dewr a Padîşahê Osmanî yan Yawûz Sûltan Selîm e. 28 mîr ê Kurdan bi rêxistina Îdrîs-ê Bîtlîsî 1514 de Amasya yê Sultan Selîm re îttîfaq kirin.

Ji bo vê peymanê bûyena herî girîng bêguman Xweserî ya Kurdîstanê bi hêla Dewleta Osmanî yan hat naskirin. (1)

Va xweserî ya ji bo Kurdan bu xweserî ye ke wek dewrê berê nav karên xwe de serbestî û azadî hat domandin û bu temînatek.

Ji bo vê peymanê lingê herî girîng perwerdehî ye. Lewra nav Kurdan de perwerde hî wek misilmanê din medreseyan dihat kirin.  A herî girîng jî mele yên medresan perwerde bi zimanê Kurdî dida. Ji bo ku feqî yên ku medrese yan dixwandin zimanên Erebî, Farisî û Tirkî jî hîn dibûn, dewletê dema ku dixwastin her qadame yê de peyvir distandin û tu pirsgirê kê mezin dernediket.

Dewra Mehmudê II. dewletê de destpêka navendî yê şunda nûjenî yên nû navbera têkîlî yê Tirk-Kurdan yekbêj şkestî ya. Serhildan jî vê dewrê şunda hêdî hêdî dest pê kirin. Çimkî ‘Peyman a Amasya yê’’ dihate binpêkirin.

Dewra Ebdulhemdê II. şunda ‘‘Herema Kurdîstan a Xweserî’’ dibîstanê ku perwerdehî ya Tirkî didin hatin vekirin.

Dema ku Bedîûzzeman Saîd Nursî va rewşa ferq kir, ji bo vî karî tewş desthilatdarên herî jor a bibêje çû paytextê Stenbolê.

Ji bo erz e Siltan Ebdulhemîdê II. be daxweznameyek amade kir û da mabeyna Qesra Yildiz ê.

‘‘Ji bo ku hîmmeta Hukumetê Kurdîstanê bajarok û gunda dibîstan têne vekirin gelek karekî spasdarî ye lê dibîstanan tenê zarokê ku Tirkî zanine bisûd dibine. Zarokê Kurdan ê ku Tirkî nizanin e tenê ji bo pêşketinê îlmê medreseyan çavkanî zanine û mamoste yên ku dibîstanan dersan didin zimanê heremê (Kurdî) nizanin e, zarokên Kurdan vê perwerdehî yê bêpar dimînin e.’’ (2)

Berdewam a daxwazname yê de ji bo ‘‘Perwerde yê Zimanê Zikmakî’’ nabê Kurd zanîstê modern dûr dimînê ne û ji bo vê Kurd demekê şunda darbe ye kê girîng bixwune û ji bo çare yê jî Kurdîstanê hinek navenda ( Ertûş, Beytuşşebab, Belkan, Motqî, Sason, Sipqan, Heyderan Wan û hwd.) divê bi zimanê Erebî, Kurdî û Tirkî perwerde yê dide Zanîngeh were vekirin.

Bedîûzzeman bê vê jî ji bo herkes bibhîse û bibîne daxwazname ya xwe bi navî ‘‘Kürtler Neye Muhtaç – Kurd Mihtac e Çi ne?’’ Rojname ya vê dewrê ‘‘Kurd Teawun û Terakkî’ diweşîne. (3)

Em vê daxwazneme yê ji fehm dikin ku cara yekemîn bi fermî ‘‘ Perwerdehî ya Zimanê Zikmakî ya bi Kurdî’’ Bedîûzzeman Saîd Nursî/Kurdî xwestî ye. Lê pir ecêbe ku bersîva vê xwestinê, meqamê wê dewrê ew avitin e timarxanê.

Belê ji bo de’wa xwe gelek kes ketî ye girtîgehê. Lê dîrokê de tu kesek ji bo daxwazname ye kê kes neketî ye timarxane yê û Bedîûzzeman yekemîn e.

Berheme kê xwe de vê rastî yê wiha tîne ziman:

‘‘Ez ji bo pênasîna wêrînê, sedeqetê û dîyanetê Kurdî ya tabîî pesndarim. Ey Kurd no! Min timarxane pejirand û lê ji bo Kurdayetî yê lekedar nekim min îrade-î padîşah, meeş û îhsan-ê şahane qebûl nekir. (Asar-i Bedîîye Nûtûklar p.462)

Bedîûzzeman dibê je ‘‘Min Kurdîstanê rewşa Kurdan perîşan didît. Min fehm kir ku seedeta me, bi zanistî yên şaristanî ya modern  a bibê. Ez ji bo Kurdîstanê zanîstî pêşva here dixebitim e.’’ û heta dawî ya jiyana xwe ser vê mîjarê dixebite û berhemên xwe yê paşê de jî em van tiştanan tîne ziman.

Sultan Ebdulhemîd ji bo dev ji vê projeyê berde zilamên xwe dişîne cem Bedîûzzeman û meeş, îhsan-i şahane û rutbeyan teklîfê dikin lê Bedîûzzeman dibêje : ‘‘Min meeş û îhsana bertîl û ji bo hûskirinê nepejirand û red kir. Min şan a netewa xwe lekedar nekir. Min mejî yê xwe feda kir. Azadî ya xwe terk nekir. Min wî re hûstû danexist’’(4) û hemberî zilmê rawestandneke dîrokî raber kir.

Berhema xwe yê Munazaratê de daxweza xwe bi va hevokan tîne ziman : ‘‘ Em dixwazin e pêşeroja Ekrad û ulema yan temîn. Em bi wate ya Îttîhad û Terakkî yê hîsse yên xwe dixwazin. Ser xwe sivik, cem xwe tiştekî girîng dixwazin. Medreseye ke bilind û muntezam bi navî Medreseya Zehra yê darulfun(zanîngeh) e kê ku xwîşk a Câmîu’l-Ezherê, bajarê Bîtlîsê û yê k udu cenahan Wanê û Amadê em dixwazin ava bin.’’

Berhema xwe yê Munazaratê de daxweza xwe bi va hevokan tîne ziman : ‘‘ Em dixwazin e pêşeroja Ekrad û ulema yan temîn. Em bi wate ya Îttîhad û Terakkî yê hîsse yên xwe dixwazin. Ser xwe sivik, cem xwe tiştekî girîng dixwazin. Medreseye ke bilind û muntezam bi navî Medreseya Zehra yê darulfun(zanîngeh) e kê ku xwîşk a Câmîu’l-Ezherê, bajarê Bîtlîsê û yê k udu cenahan Wanê û Amadê em dixwazin ava bin.’’(5)

Bedîuzzeman bi va hevokan eşkere rabere me dike ku ya dibîstana perwerde Kurdî bê û wiha dibêje : ‘‘Ji alimên Kurd ên zulcenaheyn/dubaskî ku Kurd bi wan bawer in, an jî ji bo hînbûnê divê ji wan kesên ku bi zimanê herêmî aşîna ne, weke mamoste bên hilbijartin’’(6) Ango : Mamoste yên ku ya va dibîstanan dersê bidin nav ê ku zimanê heremî (Kurdî) zanin de werne bijartin e.

 

Gor Bedîûzzeman ‘medrese’ yên ku vebin de divê dersê dînî û fennî werne dayîn û bi zimanê Erebî û Tirkî jî ya bi zorê werne xwendin, naveroka perwerdehî yê gor rewişt a Kurdan werê amade kirin, branşbûn a hebê, ya girîngî ya pisporî yê hebê, ya zanîngehê din re wekhev werê girtin e û bi vê rewşê kesê ku mezûn bun pirsgirikê pêşerojî yê nekşînin e. Bi vê riyê kevneşopî perwerdehî ya ku Kurdîstanê ferdîyetî tê dayîn bibê girseyî.  (7)

Belê Bedîuzzeman çima ser Zimanê Zikmakî wiqas disekinê?

Bersîvê dawî ya berhema xwe yê Dîwan ê Harbî Urfî de bi wate yî wiha dibêje:

 

1-Zimanê Zikmakî ji bo biriqandinên hestê netewî şuna şewqvedan e

2-Zimanê Zikmakî dara berhemê fêkî yê edebî ye

3-Zimanê Zikmakî ji bo jiyanê dide erqê perwerdehî û hînkirênê ye

4-Zimanê Zimakî ji bo qiymet

û mukkemelî ya me pîvana herî rast e

5-Zimanê Zikmakî ji bo raste rast wîjdanê gelan da şibake kê vekî, alavek e bandorî ye

6-Zimanê Kurdî wek dara tuba yê ya Bihûştê geşbûnê re guncaw e

7-Zimanê Zikmakî perwerdehî bibe mêjî yê mîrov bi çetelî nabe

8-Zimanê Zikmakî mohra qederê mirovan e

9-Zimanê Zikmakî ji bo tabîî ye peyv bê daw’et têne mêjî yê mirovan

10-Perwerdehî ya ku bi zimanê zikmakî tê kirin wek ser kevran neqşên ku tê kirin e

11-Tiştê ku bi zimanî netewî tên kirin dilê û canê mirov re nêzik û elimandî tê

Bedîuzzeman ji bo Kurdan jî rexne yên xwe dike û dibê ji bo bê gayretî ya me Zimanê Kurdî wuqas ziwa û perîşane, wêje û zimanê şaristanî dûr e.

Ji bo coşa me derxe holê wiha dibêje : ‘‘Zimanê we bi lîsan-ê teessûf ji bo gayreta netewî we gazinc dike.’’

Bedîûzzeman van heqîqetan îfade dike şunda xebatên hevşerîyê xwe yê ku dewra xwe de xebatên ser Zimanê Kurdî û Gramerê(Rezimanî) dixebitî Xelîlê Xeyalî Beg mînak dide ji bom e Kurdan. Pir zêde methê/pesnê dide û behs dike.  Ew zatê bi hamîyek ji bo perwerdehî ya zanîngehê tê Stenbolê bi Zîya Gokalp re tev pirtûka Gramer û Alfabe ya Kurdî derdixin û ser gramer û zimanê Kurdî dixebitin.  Xelîl-ê Xeyalî ji bo wê branşê gelek kimasî yeke mezin tijî kirî ye û ji bo xebatên pêşerojên jî bu ye mînake ke grîng e.

Bedîuzzeman ji bo Xelîl-î Xeyalî wiha dibêje: ‘‘ Va ye, mînake kexîret û hamîyeta mîllî pêşkêşî we dikim ku ew jî, Xelîl-î Xeyalî Efendîyê Motkiyî ye ku çawa di her şaxê xîret û hamîyeta mîllî de li pêş e, di warÊ şaxa ziman de jî, ‘‘pêşengîyê’’ yê bi dest xistîye. Û alfabe û serf  û nehwa ku esasên zimanê me ne, çêkirîye. Û heta ez dikarim bibêjim ku esra hemiyet, xîret û fedakarî û hîmaya jaran, îmtîzac kirine û gihîştine hev û wucûda wê ya manewî çê kirine. Bi rastî jî, ji ber ku em di madenaKurdîstanê de, rastî cewherekî xîretê yê wiha hatine, hêvîdar im ku dê gelek cewherên wekî wî, paşeroja me ronî bikin.

Va ye vî camêrî, nimûneyeke xîret û welatparêziyê ku hêjayî pêgirtin û li peyçûnê ye, nîşan daye û ji bo zimanê mey ê millî yê ku hewceyê kemilîn û pêşxistinê ye, xîm û bingehekî danîye. Ez li ehlê hemîyet û xîretê tembîh û tawsîye dikim kul i dû rêça wî biçin û li ser bingeha wî ava bikin. (8)

Kesê ku her fersendê de Bedîuzzeman referans didin ma ne lazime ku guh van gotinan din û gotinên wî wunêne şunê. Çimkî kesê heta nah hatin kesî van gotinan rast e rast ne fehm kirin ne jî gotin hanîne şunê. Va dewrê dawîyê çiqas hinek tiş ser zimanê pêşva çûne jî hîn ser zimên kimasî gelek zêdene.

Em nah qenc fehm dikine ku ewna wek meseloka navdar a Bektaşî tiştê ku hesabî xwe têne dikine û fehm dikine!

Lê ma êdî ne bese ku ser zimên çiqas bandorî û zordarî û pişaftin hene rabin.

Çavkanî

(1)Ahmet Ozer, Beş Buyuk Tarîhî Kavşakta Kurtler ve Turkler, r.119

(2) Abdulqadîr Badilli, Mûfassal Tarîhçe-î Hayat, r.148

(3)  Dersên Civakî, Weşanxaneya Zehra, r.507

(4 Dersên Civakî, Weşanxaneya Zehra r.167

(5) Dersên Civakî, Weşanxaneya Zehra r.148

(6) Dersên Civakî, Weşanxaneya Zehra r.142

(7)Suleyman Akkuş, Bedîuzzemanin Kurtçe Sevdasi, www.mezopotamya.gen.tr

(8) Dersên Civakî, Weşanxaneya Zehra, r.191

Derbar Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Dikarê vê jî bixwênê

Ne Rojek, Her Roj Roja Zimanê Dayikê ye

Îroj roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye. “21ê Sibatê ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.