Li Girê Sefayê Banga Îslamê

Sehabe çi xweşik û qenc bûn. Bi her awayî hewl didan ji bo Xwedê û dînê wî îslamê. Sehabiyan xwe ji bo îslamê dikirin şûr, xwe dikirin mertal. Li qadên şer dibûn serdar. Derfetên xwe di riya Xwedê de bi kar dianîn. Ji bo wî difikirîn, ji bo wî dimeşiyan, ji bo wî sebir dikirin, ji bo wî dev ji rihetiya xwe berdidan, ji bo wî şer dikirin ji bo wî digiriyan û ji bo wî dimirin. Ji bo Xwedê dev ji her tiştî berdidan; ew tişt çiqas jêneger bana jî. Resûlûllah(s.x.l.) ew bi nirxekî mezin perwerde kiribûn. Hz. Elî(r.x.l) ji bo şerê navbera du mirovan bidawî bîne heqê xwarina zarokên xwe li vê navbên çêkirinê dabû.

Sehabiyan bi gelek awayan suxreyên îslamê kirine. Ji bo îslamê hinek suxreyên sehabiyan jî ev bûn ku ew jî suxreyên medyayî ne.

Her wekî tê zanîn medya dikare reş spî, spî jî reş rê bide. Lê dikare reş reş, spî spî jî rê bide. Heg bixwaze dikare civakê ji rojevê dûr bixe û bi tiştên tewş jî biştexilîne û dikare tiştekî din bike rojev jî. Di esra seadetê de medya ne bi rengê îro, bi rengekî din bû. Ciyawaz ciyawaz çalakiyên medyayî hebûn.

Di esra seadetê de jî û di dewra cahiliyê de jî girîngiya wêjeyê zêde bû. Gelek kesan gelek fikir bi rêya helbestê digihandin mirovan û bi wan didan ecibandin. Helbestvanan helbest dinivîsandin, helbesta kê herî xweş ba ew helbest li dîwarê Kabeyê dihat daliqandin. Bi vê rêyê ew helbest, bi gotineke din ew hest û fikir li herêmê tev belav dibûn.

Wî wextî bi helbestekê xwîn jî dirijiya û bi helbestekê şer jî betal dibûn.

Ji bo dijminatiya îslamê bi awayekî bi bandor bikin cihûyan wê serdemê girîngî pir didan helbestê. Gelek helbestvanên cihû bi rêya helbestê dijminatiya îslamê dikirin. Nemaze Kab îbnul Eşref serê vî karî dikişand û misilman zêde aciz dikirin. Vî helbestvanî di helbestên xwe de peyv davêtin îslamê û jinên misilman û kafir di dijminatiya îslamê de tûj dikirin. Li ser vê zêdeçûna wî, Resûlûllah(s.x.l.) wiha dua kir: ‘’Ya Rebî! Tu min ji Kab îbnul Eşref û ji helbestên wî biparêze.’’ Li ser vê rewşê Resûlûllah(s.x.l.) peywir da Mûhammed bîn Mesleme û ew helbestvan bi kuştin da. Bi vî awayî misilman ji şera vî helbestvanî xelas bûn. Digel vê ji bo ciwanan bixapîne Nadîr bîn Harîs konek vekiribû û wî li vî konî ji ciwanan re çîrokên îranî digotin û bi van çîrokan ciwan dixapandin û ew li hember îslamê derzî dikirin. Piştî van çîrokên tewş jî keçikan li wî konî kilam digotin û bi vî awayî ciwan xafil dibûn û ji rastiyan dûr diketin. Wê serdemê şehredêrên ku dihatin vekirin jî rolekî medyayî dilîstin.

Li ber van tiştên ku me qal kirin yên medyayî û dij îslamê, helbestvanên Resûlûllah(s.x.l.) û tevdîr û xebatên Resûlûllah(s.x.l.) û hevalên wî jî hebûn. Hassan bîn Sabît, Kab bîn Zubeyr û Abdûllah bîn Rewaha ji helbestvanan bûn. Wan gelek caran bi helbestên xwe civak binbandor dikirin, peyamên îslamî didan û muşrîk têk dibirin. Girê Sefa jî ji bo daxuyaniyan cîkî girîng bû. Hz. Mûhemmed(s.x.l.) cara ewil bi awayekî eşkere li Girê Sefayê pêxembertiya xwe eşkere kir. Pêxemberê(s.x.l.) me li Girê Sefayê îslam wek nûçeyek brûskî da bihîztin.

Resûlûllah(s.x.l.) ji bo îslamê belav bike gelek amûrên medyayî bi kar anîne. Di demsalên hecê de, di pêşbaziyên helbestan de û li şehredêran îslam gihandiye mirovan. Di nav xebatan de em dikarin xutbeya xatirxwestinê jî nîşan bidin. Bi vê xutbeyê Resûlûllah(s.x.l.) bangî mirovan kiriye û bi vî awayî derfeta wê demê a herî mezin bi kar aniye.

Li gorî min ya girîng ew e ku îslam û nûçeya rast bigihêje mirovan. Bi rojnameyan, bi kovaran, bi hîcretê, bi zanyaran, bi rûyekî bi ken, bi dilekî germ, bi tevgerek rast…

Îslameddîn DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
2016

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply