Li Gerdûnê Pêrgaleke ‘Ecêb: Rojgêran

Dema ku mirovên hişmend li gerdûnê dinêre bivê nevê ders û pendê ji gerdûnê digire. Gotina girîngtirîn di vê derê de “mirovên hişmend e” ji ber vê yekê ev nivîsana ji bo kesên hişmend re têne nivîsandin. Rêkûpêka di gerdûnê de her dem mezinahiya Xwedê derdixe holê. Mirovên hişmend dema ku li ser kozmolojî û erdnîgariyê dixebite dibîne ku li gerdûnê tiştek ne tesadufiye hemû tişt bi rêk û pêk e û bi pêrgalekê tê îdarekirin.

Gerîngehên cîsmên ‘ezmanî, rojbend ( solar system), stêrk, heyv, roj hemû bendeyên Xwedê têne xwuyakirin. Di Qur’ana pîroz de Xwedayê ‘alemê bi vî rengî ferman dike: “Xwedê Te’ala ye, ew ê ku ‘asîman bê stûn (bi awayê) ku hûn dibînin bilind kirin, paşê li ser ‘erşê xwe (bi awayekî ku layiqî xwe) îstîwa kiriye, roj û heyv (ji vîna xwe re) stûxwar kirine ku her yek ji wan heyanî demeke diyarkirî di çerxa xwe de digere. Xwedê, kar û barê xwe, milk û desthilatdariya xwe bi rê ve dibe, nîşanên yekîtî û qudreta xwe berfireh ronî dike, da ku hûn bi çûyina hizûra Xwedayê xwe ji dil bawerî bînin.”[1]  Xwedê Te’ala di ayeteke din de jî wiha ferman dike: “ Xwedê Te’ala ye, yê ku ‘erd û ‘asîmanan û yên ku di navbera wan de hene di şeş rojan de afiranddine. Paşê Xwedayê rehman li ser ‘erşê hukimraniyê rûnişt ( rûniştinek babetê wî, bê şekil û bê awa). Vêca der heqê wî de her jê pirsê bike ku ew agahdarê bi her tiştî ye.”[2] Bi vî awayî, di dehan ayetan de mezinahiya Xwedê berbiçav e. 

Di vê nivîsê de em ê li ser rojgêranan ( planet) bisekinin. Ji beriya her tiştî em li ser taybetmendiyên rojgêranan bisekinin. Rojgêran xwedî tevgerin ango rojgêran li cihê xwe nasekinin. Du tevgerên rojgêranan hene:

  1. Li dor tewereya xwe digerin
  2. Di heman demê de li dor stêrkê digerin.

Rojgêran, ronahî û germahiyê nadine dora xwe, bi tenê, ronahiya stêrka nêzîkî xwe, wekî awêneyekê dibiriqînin.

Em ê li vir di derbarê rojgêranên kalsîk de agahiyan bidin. Ji bilî rojgêranên klasîk bi dehan rojgêrananên din hatine  ditîn. Mînak:

 

Sala Hatiye Dîtin Rojgêran
1996 47 Ursae Majoris b
1998 Gliese 876 b
1998 HD 210277 b
1999 HD 134987 b
1999 HD 209458 b
2001 HD 209458 b
2001 Iota Draconis b
2003 PSR B1620-26 b
2004 Mu Arae c
2004 2M1207 b
2005 Gliese 876 d
2005  HD 149026 b
2006 OGLE-2005-BLG-390Lb
2006 HD 69830
2007 HD 209458 b û HD 189733 b
2007 Gliese 581 c

 

ROJGÊRANÊN KLASÎK

MERKUR (ÛTARÎT)

Di rojbendê (solar system) de rojgêrana herî piçûk û herî nêzîkî Rojê ev e.  Yewnaniyan dema ku ev rojgêra weke stêrka sibehan ditîn jê re digotin “Hermes” dema ku bi êvaran ditîtin jê re digotin “Apollo”. Paşê bi saya serê Pîsagor fêm kirin ku ev stêrka ne du stêrkên, stêrkek tenêye. Merkur, navê xwe di mîtolojiya Romayê de ji yezdanê bazirganiyê û rêwîtiyê digire. Ji 5 rojgêranên ku bê teleskop tênê dîtin yek jî ev e. ( Yên din Venus, Mars, Jupîter û Saturn e). Ji rojê 58 milyon km dûr e. Nîveşkêla wê 2420 km ye. %30 yê wê ji silîqatan, % 70 yê wê jî  ji metalan pêk tê. Rûyê wê yê ku li rojê dinêre  300-400 ºc, bi şêvê germahî di bin sifirê de digihije  -50 ºc yî. Di 58 rojan de li dora tewereya xwe, di 88 rojan de jî li dora Rojê dizîvire.

Çend taybetmendiyên Merkurê:

  1. Di rojbendê de rojgêrana herî nêzîkî rojê ev e.
  2. Di nava rojgêranan de xwedî dendika herî mezin e.
  3. Di nava rojgêranan de rêjeya hesin herî zêde li vir e.
  4. Cudahiya germahiyê herî zêde li ser vê rojgêranê ye.

 

VENUS (STÊRKA ŞIVANAN)

Di nava gel de wek stêrka şivanan tê zanîn. Di qirnên peşiyê de di nava Yewnaniyan de du navên Venusê hebûn, “Phosphorûs” û “ Hesperûs”. Ji Rojê dûrbûna wê 108,4 milyon km ye. Ji ‘erdê (Dinaya yê) dûrbûna wê 38 milyon km ye. Nîveşkêla wê 6000 km, tîrahiya wê 5,27 gr/cm³ e. Gera xwe ya li dora Rojê di 225 rojan de diqedîne. Atmosfera wê ji %95 karbondîoksît e, %2,5azot e. Oksîjena serbest li vir tune ye. Fişara atmosferê 100 qatî ji ya dinyayê zêdetir e. Li ser Venusê berahiya wana 1600-2000 km, kûrahiya wana 400 m bi dehan krater hatine dîtin.

      Çend taybetmendiyên Venusê:

  1. Rojgêrana herî nêzîkî dinyayê ev e.
  2. Rojgêrana herî birqok ev e.
  3. Germahiya herî zêde li vir e.
  4. Rojgêrana atmosfera wê herî tîr ev e.
  5. li dora tewereya xwe tewş(qulab) dizîvire. Ango li Venusê, Roj ji rojava derdikeve û ji rojhilat diçe ava.

MARS (MERÎX)

 Di lîteraturê bi navê rojgêrana sor jî tê naskirin. Navê xwe di Mitolojiya Romayê de ji yezdanê şer “Mars” digire. Ji Rojê dûrbûna wê 228,6 milyon km ye. Nîveşkêla wê 3377 km ye. Gera di tewereya xwe 24 saet 27 xûlekan de diqedîne. Gera  xwe ya li dora Rojê di 687 rojan de diqedîne. Li ser Marsê ba pir tê, leza bê, di saetêkê de digihêje 160 km yan. Ser rûyê Marsê bi çal û mitik in. Çiyayên ku bilindahiya wana digihêje 24 km yan hene ( Çiyayê Olympûs),  newalên ku kûrahiya wana digihêje 6 km yan hene ( Valles Marînerîs). Li ser rû yê Marsê zinar û tozên rengsor hene. Du peykên Marsê hene: “Phobos” û “Deîmos”. Ev peykana di sala 1877an de ji aliyê astronomê Emerîkî Asaph Hall ve hatine dîtin. Lêkolîner dibêjin ku li ser Marsê jî jiyan heye, lê heta niha ev tişta nehatiye îspatkirin. Lê di vî warî de lêkolîn hîn û hîn berdewam dikin. Ji bo lêkolînan, niha li ser Marsê pir wesaîtên valahîyê (ûzay) hene: “Mars Odeyssey, Mars Express, Mars Raconnaissance  Orbîter.”    

JÛPÎTER

Navê xwe ji yezdanê Romayê yê mezintirîn “Jûpîter” girtiye. Di rojbendê de rojgêrana mezintirîn ev e. Ji Rojê 778 milyon km dûr e. Ji Dinyayê 800 milyon km dûr e û 1300 carî ji dinyayê mezintir e. Nîveşkêla wê 71,555 km ye. Gera di tewereya xwe de di 10 saetan de, gera li dora Rojê di 11,86 salan de diqedîne. 12 peykên wê hene.

Çend taybetmendiyên Jûpîterê:

  1. Di rojbendê de rojgêrana herî mezin e.
  2. Di tewereya xwe de rojgêrana herî zû dizivire ev e.
  3. Qada manyetîk a herî bi hêz li ser vê rojgêranê ye û manyetosfera (mertala ku li hember bayên rojê rojgêranê diparêze. Ango mertala parastinê ye) herî mezin li vir e.
  4. Herî zêde xwediyê peyka ev rojgêrane.
  5. Peyka rojbendê ya herî mezin Ganymede, li dora Jûpîterê digere.

SATURN

Saturn ji Rojê 1,4 milyar, ji Dinyayê 1,1milyar km dûr e. Gera di tewereya xwe de di 10 saet û 14 xûlekan de, gera li dora Rojê di 29,5 salan de diqedîne. Nîveşkêla wê 60,525 km ye. ( Di rojbendê de rojgêrana mezin ya duyem e.) Çar xelekê wê hene ev xelekana ji cemed û keviran pêk tê. 10 peykên saturnê hene, ya  herî mezin Tîtan e. Eşkêla Tîtanê 1800 km ye.

Çend taybetmendiyên Saturnê:

  1. Di rojbendê de tîrbûna herî kêm a vê rojgêranê ye. 0,69 gr/cm³ bi vê giraniya xwe li ser avê dikare bisekine. Ango noqî binê avê nabe.
  2. Rêjeya nizmiyê herî mezin li Saturnê ye.
  3. Xelekên herî pêşdeçûyê li ser vê rojgêranê ne.
  4. Hêza bê li ser vê rojgêranê herî zêde ye. Hêza bê di saetê de digihêje 1800 km/saet
  5. Baran hezar salî carekê dibare. ( Bi awayê şerpîna metanê)

ÛRANUS

Di 13 Adar 1781an de ji aliyê Herschel we hatiye dîtin.  Ji Rojê 2,9 milyar km dûr e. Nîveşkêla wê 23,573 km ye. Gera di tewereya xwe de di 11 saet de, gera li dora Rojê di 84 salan de diqedîne. Piştî Jûpîter û Saturnê, Ûranus xwediyê herî zêde peyka ye.

NEPTUN

Di 23 Îlon 1846an de ji aliyê Galle ve hate dîtin. Ji Rojê 4,5 milyar km dûr e. Nîveşkêla wê 25.000 km ye. Gera di tewereya xwe de di 15 saet û 48 xûlekan de, gera li dora Rojê di 164 salan de diqedîne. Li ser vê rojgêranê germahiya herî zêde digihêje  -220 ºC yî. Ev rojgêrana tîrêjen Xê belav dikin. Ji bilî van agahiyan 6 peykên wê jî hene.

PLUTON

Di 13 Adar 1930yî de ji aliyê Tombaûgh ve hatiye kişfkirin.  Ji Rojê 6 milyar km dûr e. Nîveşkêla wê 3900 km ye. Gera di tewereya xwe de di 6 roj 9 saet û 17 xûlekan de, gera li dora Rojê di 248 salan de diqedîne. Di rojbendê de ji vê rojgêranê re dibêjin bejnbost( Cûce) e. Rojgêrana herî dûrî Rojê û ya herî piçûk ev e. Heta niha rojgêraniya Plutonê mijara gengeşiya ye.

DINYA

Di rojbendê de rojgêrana sêyem e.(Ji aliyê dûrbûna Rojê de). Li ser vê rojgêranê tenê jiyan heye. Ji Rojê 147-152 milyon km dûr e. Gera di tewereya xwe de di 24 saet de, gera li dora Rojê di 365 roj 6 saetan de diqedîne.

 

FERHENGOKA KURDÎ-TIRKÎ

Gerdûn: Kâinat

Pêrgal: Sistem, Düzen

Rojgêran: Gezegen

Hişmend: Şuurlu, bilinçli

‘Erdnîgarî: coğrafya

Gerîngeh: Yörünge

Rojbend: Güneş sistemi

Tewere: Eksen

Nîveşkêl: Yarıçap

Tîr: Yoğûnluk

Fişar: Basınç

Tewş: Ters

Rêjeya Nizmî: Basıklık Oranı

 

Nîşe: Ev nivîs di kovara Nûpelda da hatiye weşandin (Hejmar 15)

[1] R’ed 13/2.

[2] Furqan 25/ 59.

Derbar Çand Name

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply