Li Elmanya mîlyonek Kurd hene, 400 kes dersa Kurdî dibînin

Di encama têkoşîna sazî û welatiyên Kurd de niha li Bremen û Hamburgê li Saksonya Jêr û  Bakurê Ren Vestfalya (NRW) li gelek dibistanan dersa Kurdî tê dayîn. Wezareta Pewerdehiyê ya Eyaleta Ren Vestfalya a Bakur ku gelek Kurd lê dijîn, hefteya borî diyar kir ku dê di sibata 2015’an de li bajarên Bochum û Herne dê dersa Kurdî wek dersa hilbijarte bê dayîn. Wezaretê diyar kir ku di rewşa ku daxwaz hebe de dê ji pola yekê heta ya 11’an da wê polê vebike. Li her du bajaran jî rayedarên dibistanan malbatên Kurd tespît kirin û ji malbatan re name şandin û gotin dikarin xwe ji bo dersê mijara gotinê ne binivîsîne.  Wezaretê da zanîn ku di rewşa ku hejmar kêm be de wê mafê dersê li Bochum û Herne betal bikin. 

Dr. Zerdeş Haco ku li Elmanyayê der barê perwerda Kurdî de şêwirmendiyê dike ji ANF’ê re axivî û got di encama xebatek dem dirêj de ev maf bidestxistine û niha dikare ev mafê wan ji destê wan bê girtin. Dr. Haco bang li hemû malbatên Kurd yên li her du bajaran kirin û got: “Divê malbat bersivê bidin nameyan û zarokên xwe bo dersa Kurdî binivîsinin.  Di vê miijarê de divê malbat serî li dibistanan bidin û daxwazên xwe bînin cih. An jî ev mafê me wê ji destê me bê girtin.”
Haco da zanîn ku piştî Duisburg, Wesel, Bottrop, Bonn û Kolnê, di 2011’an de li navçeya Senden a Munsterê Kurdî wek dersa hilbijarte hatibû qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku zarokên Kurd eleqeyek têr nîşanê dersên Kurdî nedan, li wir ev demeke dersa Kurdî hatiye sekinandin. Ne tenê li NRW’ê divê li eyaletên din jî Kurd li mafê perwerdehiya zimanê dayikê xwedî derkevin. Ji bo ku li Sendenê ji nûve perwerde dest pê bike berpirsyariyek mezin dikeve ser milê malbatan.

Xetereya asîmilasyonê cidî ye
Haco got li Elmanyayê êdî nifşê Kurd yê sêyemên û çaremîn tê cîhanê û wiha berdewam kir: “Wek metropolên Kurdistan û Tirkiyeyê li Elmanyayê jî xetereyek mezin ya asîmîlasyonê heye. Li Elmanyayê zarokên nifşên nû êdî li malê bi dê û bavên xwe re Elmanî diaxivin. Li gorî wezareta Perwerdê ya Elmanyayê ji 400’î zêdetir xwendekar dersa Kurdî dibînin. Ji bilî NRW’ê di rewşa niha de li Bremen, Hamburg û Saksonya Jêr dersên Kurdî tên dayîn.

Maf heye, eleqe kêm e
Di sala 2011’an de  partiya Çep a Elmanyayê pêşnûme pirsek bi mijara entegrasyona penaberên Kurd pêşkêşî Meclisa Federal kir û wezareta Karê Hundir li ser vê der barê perwerdehiya Kurdî de agahî dabû. Li gorî daneyên  wê dîrokê li 4 eyaletan bi giştî 1500 xwendekarî dersa Kurdî hîn dikir. Li çar eyaletan dersa Kurdî hatiye qebûlkirin, lê ji aliyê mîlyonek Kurd ve ev têr nayê dîtin. Kurdan di 2011’an de di çarçoveya kampanyaya ‘Divê Kurd li Elmanyayê bi nasnameya xwe bên nasîn de’ 60 hezar îmze kom kiribûn û biribûn Meclisa Federa. Di 15’ê cotmeha 2012’an de mafê dersa Kurdî hatibû dayîn.

Derbar Rêvebir

Check Also

Hunermend Rojda: Divê Em Çand û Zimanê Gelê Xwe Biparêzin

Hunermenda navdar Rojda dibêje parastina çand û zimanê Kurdî erkekî hunerî yê girîng e. Rojda …

Leave a Reply