Li Duhokê bermayên şaristaniyeta Mîtaniyan hate pêşandan!

Rêveberê cîh û warên dîrokî yê Duhokê îro 27.06.2019ê di civîneke çapemeniyê de dîtina cîh û warên dema Mîtaniyan li Duhokê ragehand.

Rêveberê cîh û warên dîrokî yê parêzgeha Duhokê Dr. Hesen Ehmed di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Malbenda şaristaniyeta Mîtaniyan bo yekem care li seranserê cîhanê li parêzgeha Duhokê hate dîtin. Zanayên cîh û warên dîrokî û dîrokzan dê sûdekî mezin ji vê wergirin. Dîroka wan wedigere bo berî 1600 û heta 1400 salan. Ev cara yekeme rêveberiya cîh û warên dîrokî yê Duhokê bi alîkariya li gel zankoyên Almanyayê wan cîh û warên dîrokî yên giring li Duhokê dibînin.’’

Herwaha got: ‘’Tablet û parçeyên kuzikan, avahî û gelek tiştên din hatine dîtin û hemû yên dema împaratoriyeta Mîtanî ne.’’

Di mûzexaneya Duhokê de bêhtir ji 4000 parçeyên dîrokî hene, gelek ji wan jî tiştên dîrokî yên giring û wekî wan di asta cîhanê de jî tine ne.

Bas News

Derbar ziman

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply