Li Dor Romana Min (Beriya Mêrdînê)

Bi vê romana jînenîgariyê nivîskar dixwaze xwe bi xwe nas bike, herdem xwe bide nasîn û nasname û kesayetiya xwe diyar bike, lewma ew bûyerên rasteqîne li ser jiyan, jîngeh û civaka xwe nîşan dide, bêyî ku bûyer û kesan ji sawêra xwe biafirîne, weke ku di romanê de pêk tê, êdî di vê xalê de, jînenîgariya vê romanê diyar dibe”.

Piştî ku semîner bi dawî bû çend gotinên balkêş derbarî romanê hatin gotin; Mîrzade Sînemxan Bedirxan, Dr. Mihemed Salih Cumaa, mamoste Fewzy Asad, mamoste Selah Bedreddîn, mamoste Qahir Bateyî, mamoste Aref Ramadan û tevan spasî û kêfxweşiya ji min û mamoste Xalid re anîn ziman, digel gotinin din jî hatin gotin û helbestek jî ji rex helbestvan Ismail Sînan ve hat xwendin.. Mixabin navê tevan nayê bîra min. Di dawiyê de min jî spasiya tevan li ser hatin û gotinên wan kir û bi taybetî spasiya mamoste Xalid, Qahir û Aref Ramadan yên ku bingehên vê hevdîtinê bûn.. Û min dest bi imzakirina herdu pirtûkan kir.. Digel ku çend Tvyên Kurdî amade bibûn.
Vê paşiyê jî mamoste Xalid Cemil Mihemed wiha belav kir: “Min li wê derê got û ez li vê derê jî dibêjim: Romana BERIYA MÊRDÎNÊ romaneke jînenîgariyê ye. Bi nerîna min ew roman gelekî serkeftî û hêja ye. Min di pirtûkxaneya kurdî de, romanên jînenîgariyê nedîtine. Roman hene. Jînenîgarî jî hene, lê belê, bi nerîna min, ev yekem romana jînenîgariyê ya kurdî ye, ku mercên vî corî ji dahênanê pêk anîne. Her bi nerîna min jî, li gorî zanyariyên min, heta niha, ew take romana jînenîgariyê ye, bi Zimanê Kurdî.. Spas û pîroz be ji bo Konê Reş û ji bo vê gav û bijardeya Sîtav Yayınevi û spas û dest xweş mamoste Kahir Bateyi”.

Derbar Konê Reş

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply