Li Dor Romana Min (Beriya Mêrdînê)

Hotêla Kapitol û Semînara Xalid Cemîl Mihemed li Dor Romana Min (Beriya Mêrdînê) -Konê Reş

Ji ber ku semînara mamoste Xalid Cemîl Mihemed li dor romana min (Beriya Mêrdînê) di roja 19/4/2019’an de bû li Hewlêrê, hotêla Kapitolê, pêwîst bû ez û momoste Qahir Bateyî amade bibin, û ez pê re herdû pirtûkên xwe (Beriya Mêrdîmê; Romana Heyamên Derbasbûyî) û (Dr. Nûredîn Zaza; Kurdê Nejibîrkirinê) yên ku Qahir Bateyî çap kirine imza bikim. Sebaretî mamoste Qahir Bateyî xwediyê weşanxaneya Sîtavê li Wanê, ez wî ji havîna 2003’an ve nas dikim, dema ku ez û rehmetî Rezoyê Osê li ser daxwaza Enstîtuya Kurdî li Stenbolê çûn Amedê da ku em 100 saliya rojbûna Seydayê Cegerxwîn vejînin, hingî Qahir Bateyî di pêşwaziya me de bû û me çend rojên xweş bi hev re li Diyarbekirê derbas kirin. Ew yekemîn car bû ku Amedê dibînim.

Werhasil min û nivîskar Qahir Bateyî lêborîna xwe ji mamosteyên zankoya Zaxo, dost û hevalan xwest û ji wan re got; em nikarin bi we re beşdariyê di geşt û serdana Amadiyê de bikin û me berê xwe da Hewlêrê. Hêja ye gotinê, berî ku roman çap bibe mamoste Xalid Cemîl xwendibû û kêfa xwe jê re anîbû, piştî ku çap bû û hîn ez li Qamişlo bûm, ji min re şand û got; ez ê semînarekê li dor romana jînenîgariya te, di hotêla Kapitolê de bidim, wek ku her carê ez semînaran lê didim.. Bêguman kêfa min jî bi vê pêşniyaza wî re hatibû.. Berî ku semînara xwe bide, çûm Kurdistanê, firsetek bû ku ez jî di semînara li dor romana xwe amade bibim, nexasim ku mamoste Qahir yê ku çap kiribû ew jî hazir bû..

Derbar Konê Reş

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply