Li Diyarbekirê koma erbaneyê ya 45 jinên ciwan deng veda

45 jinên ciwan ên Diyarbekirê, di hunera erbaneyê de tevlî projeyeke muzîkjeniyê bûn û bi awayekî komî ji bo li ser navê ciwanên Diyarbekirê li bajarên Tirkiye û bakûr derkevin ser dikên mezin; perwerdehiya xwe dewam dikin. Projeya ku bi piştgiriya Şaredariya Kayapinarê ya Diyarbekirê, li Navenda Çandê ya Cegerxwînî tê rêvebirin, ji aliyê xelkê ve jî rastî eleqeyeke baş tê.

Van jinên ciwan ên ku temenên wan di navbera 15 û 25’an de diguherin, hemû endamên Koma Jinên Ciwan ên Erbaneyê ne û ji bo konsera xwe ya yekemîn, li Navenda Çandê ya Cegerxwînî di nav liv û tevgerê de ne. Yek ji endama koma erbaneyê Ronahî Alav dibêje ku; em hem ji koma xwe, hem ji xebatên pêşeroja xwe bi hêvî ne ku navê Diyarbekirê li qada hunere hinek din jî bidin naskirin.

Endama Koma Erbaneyê Ronahî Alav ji K24ê re got:”Bi saya mamoste Wesysel dema me zû derbas bû, em zû hîn bûn. Em hêvî dikin ku em ê li bajarên din jî konseran bidin.”

Ji van hunermendên nû; piranî xwendekar in, gelek ji wan jî diyar dikin ku bi saya vê projeyê ji hînbûyîna amûrên înternetê rizgar bûne û di hunera erbaneyê de bi hêviyên pêşerojê, her roj hînî çend notayan bûne û bi tomarkirina zanyariyên xwe hêdî hêdî dest bi gavên ber bi konserên mezin dikin. Weysî Taştekîn mamosteyê van ciwanan e û bi pergala hunerê şagirtên xwe pêşve dibe. Mamoste Weysî dibêje; armanca me, nûjenkirina hunera erbaneyê ye.

Mamosteyê Koma Erbaneyê Weysî Taştekîn wiha axivî:” Ev kurs teqrîben 9 mehan dewam dike. Perwerdehî di 3 qonaxan de tê dayîn. Ev koma ku dê derkeve ser dike, 2 meh û nîv e ku perwerdehiyê dibîne. Em jî hewil didin ku nûjeniyê tevlî hunera erbaneyê bikin û hinek din jî pêşve bibin.”

Perwerdehiya ku dê 9 mehan dewam bike, piştî 3 mehan jinên ciwan anîyê vê astê û ji bo ev jin konsera yekemîn pêşkêşî xelkê Diyarbekirê bikin, li ser dikê amade ne. Xemila libasên jinan a Kurdewarî û newayên ku ji erbaneyan olan didin, ji aliyê temaşevanan ve jî bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Gerînendeyê Çand û Hunerê yê Şaredariya Kayapinarê Mûstafa Çelîk dibêje ku armanca me ew e; em ciwanan ji nav çar dîwarên malê derxin û bi saya hunerê pêşî li jiyana wan a civakî vekin.

Gerînendeyê Çand û Hunerê yê Şaredariya Kayapinarê Mûstafa Çelîk dibêje: “Em wekî Şaredariya Kayapinarê di xizmeta gelê xwe de ne. Em di xizmeta zarokên xwe û ciwanên xwe de ne. Zarok û ciwanên me çi ji me dixwazin, em li wê gorê kursan vedikin. Piştî ku hîn dibin jî bi vî awayî hunera xwe pêşkêşî xelkê xwe dikin.”

Amûra erbaneyê, wekî amûra herî qedîm a ji çanda gelên Mezopotamyayê hatiye qebûlkirin û dengê erbaneyê di çanda van gelan de hem ji bo rojên şîn û şahiyê, hem ji bo ayînên olî û çalakiyan; bûye dengê hestên civakê û vî dengî taybetiya ku bandora peroşiyê li ser guhdarvanan dike, tu carî kêm nekiriye.

Kurdistan24

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply