Li Diyarbekirê ji nexweşên şîzofreniyê şano

Nexweşên şîzofreniyê yên ku li Diyarbekirê tên tedawîkirin ji hêla Navenda Perwerdehiya Gel (NPG) a Yenîşehirê va jî bi armanca tedawîkirina nexweşiyê di qada şano, govend û muzîkê da jî tên perwerdekirin.

Nexweşên li Navenda Siheta Mêjî ya Civakê ya ser Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyûbî tên perwerdekirin li Navenda Kongreya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî merîfetên xwe nîşan dan.

Bi armaca tedawîkirinê ji bo nexweşan di qada şano, muzîk û govend û qadên din da jî perwerdehî tê dayîn û nexweşên ev perwerdehî dîtibûn jî derketin dikê, helbest xwendin, stran gotin, govend girtin û şano lîstin û merîfetên xwe nîşanî vexwendiyan dan.

Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyûbî Sedat Ozkul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo nvan nexweşan xebatên wan ên pir cidî hene û di vê çarçoveyê da jî ji navenda perwerdehiya gel piştgirî hildan û wiha dewam kir: “Nexweşên me yên ku di qada muzîk û resmê da perwerdehî dîtin û yên bi piştgiriya mamosteyên şanoyê va hatin perwerdekirin şanoyeke xweş îcra kirin. Armanca me ew e ku bila haya hemû civakê ji van nexweşan hebe.”

AA

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply