Li Dinya yê Rewşa Zimanê Dayîkê Çawa ye ?

Li kantonên Cizîr û Efrînê sala nû ya perwerdeyê destpê kiriye. Li Kobanê jî di destpêka meha Cotmehê de destpê dike. Her çiqasî hinek alî dixwazin bêbaweriyê derxînin jî, mînakên cîhanê nîşan didin ku bi têkoşînê perwerdeya bi zimanê dayikê fermî dibe û tê qebûlkirin. Her wiha gelên bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin, gelên herî pêşketî ne.  
Bi destpêkirina sala nû ya perwerde û hîndekariyê ya 2015-2016’an re, li Rojavayê Kurdistanê yek ji mijarên ku herî zêde li ser tê axaftin jî perwerdeya bi zimanê dayîkê ye. Di pêvajoya şoreşê de, ev 3 salin xebatên perwerdeya ziman têne meşandin û îsal bi Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk re êdî veguherî sîstemekê. Çawa ku di qadên parastin û siyasî-dîplomatîk de sîstemek hate avakirin û ji aliyê cîhanê ve hate qebûlkirin, di mijara perwerdeyê de jî sîstemek tê avakirin.

Li gorî sîstemê wê li Kantona Cizîrê ji refa yekê heta 3’yan hemû ders bi zimanê kurdî bêne dayîn, her wiha zarokên ereb û suryanî jî dê bi zimanên xwe bêne perwerdekirin. Li Kobanê û Efrînê jî wê ji refa yekê heta 6’an hemû ders bi zimanê kurdî bêne dayîn.

Li Kobanê ku di her warî de xebatên ji nûve avakirinê têne meşandin, ji bo pergala perwerdeyê jî liv û tevgereke gelekî zêde heye û amadekarî temam dibin. Heta niha bi hezaran zarok hatine qeydkirin û hin dom dike.

Vê xebatê di nava gel de keyfxweşiyek jî çêkiriye, lê li aliyê din hinek derdor propangadayên wekî, “Perwerde bi zimanê kurdi nabe, tu kes kurdî nas nake, zarok biqedînin jî belgenameyên wan nayên naskirin…” dikin. Bi van hewldanên ku wekî “perçeyek ji polîtîkayên li dijî şoreşa Rojava û valakirina herêmê” tê binavkirin, tê xwestin ku pêşiya sîstema tê avakirin bê girtin.

Baş e, bi rastî jî perwerdeya bi zimanê kurdî tu feyda nade gel, an jî dê bê qebûlkirin an na, wê çawa bê qebûlkirin? Ji bo bersiva van pirsan me lêgerînek kurt di mînakên cîhanê de çêkir. Zimanê dayikê çawa bûye zimanê fermî û hatiye qebûlkirin di van mînakan de jî pêdivî bi şîrovekirinê nahê.

Bengladiş û roja cîhanê ya zimanê dayikê

Bengladeş welatê ku dikeve başûr rojhilatê parzemîna Asyayê ye. Dema ku di sala 1947`an de Hindê ji dagirkeriya Birîtanyayê rizgar bû û welat wekî Hind û Pakistan bû 2 perçe, Bengladeş a ku dikeve rojihlatê Pakistanê weke herêma rojhilatê Pakistanê di bin serweriya wê de ma. Piştî wê bi salekê, yanî di sala 1948`an de Pakistan biryar girt ku zimanê Urdu – tevî ku zimanê kêmneteweyekê bû- wekî tekane zimanê fermî yê tevahiya dewleta Pakistanê bê bikaranîn.

Di vê navberê de li Bengladeşê Tevgera Ziman hebû, wê jî daxwaz dikir ku zimanê Bengalî bike zimanê fermî yê dewletê ku di danûstandinên fermî yê hikumetê, perwerdeyê, dezgehên ragihandinê, dirav û hwd de bê bikaranîn.

Biryar hikûmeta Pakîstanê rastî nerazîbûna welatiyên li rojhilatê welat, ango nerazîbûn ji bajarên ku bi zimanê bengalî diaxivin hat. Ji wan helwestan di roja 21`ê Sibata sala 1952’an de xwendekaran li Paytexta Bengladeş Deka’yê li zanîngeha Deka xwepêşandanek organize kir, lê belê polîsan xwepêşandêr gulebaran kirin û di encamê de gelek xwendekaran  hatin kuştin. Vê hişt ku nakokî û çerxa di navbera hikumet û welatiyan de zêde bibin. Piştî gelek tevlîhevî û tekoşînê hikumeta navendî di 29`ê Sibata sala 1956`an de ji biryara xwe vegeriya û zimanê bengalî weke duyemîn zimanê fermî yê dewleta Pakîstanê bi nav kir.

Di sala 1971`an de piştî serxwebûna Bengladeşê ji Pakistanê, zimanê Bengalî bû zimanê fermî yê dewleta Bengladeşê.

Tevgera Ziman a Bangladeşê jî 21`ê Sibatê weke “Roja şehîdên ziman” bi nav kir. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî  di sala 1999`an 21’ê Sibatê wekî “Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê” îlan kir.

Cezayîr û Emazîx

Gelê emazîxî û pirsgirêka zimanê wan. Piştî 20 salan ji biryarnameya perwerdekirina zimanê emazîxî di dezgehên perwerdeyê li Cezaîrê, cara yekem niha li 48 wilayetên Cezayirê tê xwendin.

Tevî ku perwerdeya bi zimanê emazîxî li Cezayîrê bi gelek pirsgirêkên wekî kêmhejmara mamosteyên pispor û asoya teng a sîstema perwerdeyê û tevleheviyên bikaranîna tîpên latîn an jî yên erebî re rû bi rû ye. Di nava van hemu nakokiyan de jî pirsa gelê emazîxî ew e ku gelo wê zimanê wan bibe zimanê zanist û perwerdeyê yan na, tecrubeya wan dê bi ser bikev an na?

Niha ji bo derbaskirina wan pirsgirêkan li Cezayîrê 4 peymangehên pispor ên zimanê emazîxî hene. ev peymangeh salane bi sedan xwendekarên asta amadehiyê û Master di zimanê emazîxî de perwerde dikin.

Piştî sala 1995`an mamosteyan her yekî ji aliyê xwe ve û bi uslûba xwe ya taybet li gora xwe perwerde dan. Lê belê di sala 2002`yan de êdî meteryal û pirtukên perwerdeyê yên her refekî li halê xwe çêbûn.

Perwerdeya bi zimanê dayikê weke çêkirina girêdanekê di navbera mirovî û dîrok, nasnameya wî û bihêzkirina yekîtiya netewî bi awayekî mezintir bû.

Mexriba erebî, 12 salên erebî û zanîngeha bi fransî

Li Mexriba Erebî (Fas) jî piştî fetihên îslamî û heya destpêka sedsala 20`an, di dema dagirkeriya Îspanî û Firansiyan de jî pirsgirêka ziman hebû. Wê demê êdî zimanê perwerdeyê bû yê dagirkeran, lê belê piştî rizgariyê ne hêsan bû ku ziman yekser bê guhertin û zimanê wan ê erebî û resen veguhere zimanê perwerdehiyê. Ji bo wê jî di sala 1960’an de dersên mîna felsefe, dîrok û erdnîgarî di sîstema pewerdeyê de bi zimanê erebî hatin dayîn. Piştre di nîvê salên 1980`yan de dersên zanyarî yên ilmî di asta navîn û amadehî de bi zimanê erebî hatin dayîn. Li wir pirsgirêka di meteryal û têgehan de, hişt ku sîlsileya erebîkirina sîstema perwerdehiyê di nîvî de bimîne.

Niha li Mexriba Erebî sîstema perwerdeya di zanîngehan de bi zimanê biyanî ye. Xwendekar neçarin ku 12 salan bi erebî bixwînin heya bawernameya xwe ya lîsayê (Bekeloriya) distînin û li du wê re zanîngehê jî bi zimanê firansî bixwînin. Hîna pirsgirêka perwerdeya li mexribê bi vî rengî ye û nehatiye çareserkirin.

Ewropa

Li parzemîna Ewropayê jî, li gelek welatan di encama têkoşîna dijwar de, mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê hatiye bidestxistin û encamên mezin hatine girtin. Mînakên herî zêde derdikevin pêş jî, Zimanê Îrlandî yê Komara Îrlandayê ku di bin zordariya Ingilîzande bû, zimanê Galî ku ew jî di bin pêkutiya Ingilîzan de bûn, zimanê herêma xweser Katelonî û herêma xweser a Baskê ya girêdayî Spanyayê, zimanê Korsîka ya girêdayî Firansayê ye.

Welatên bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin pêşketî ne

Di lêkolîneke Navenda lêkolînên mirovî û civakî ku navenda wê li bajarê Wejda ya Mexrîbê ye, li ser perwerdeya zimanê dayikê ya li welatên cîhanê ev tespîta girîng hatiye kirin: “Tu welatên pêşketî bi zimanên biyanî perwerdeyê nadin. Dewletên Ewropî, Emerîkî û Asyayî yên ku zimanê xwe yê neteweyî di perwerdeyê de bi kar tînin, welatên pêşketî ne. Lê li welatên ku bi zimanê serdestan an jî bi zimanekî din perwerde tê dayîn, rewşa wan a aborî diyar dike ku ew ji welatên paşketî ne. Ev yek diyar dike ku perwerdeya bi zimanê zikmakî şertekî sereke û girîg ê pêşvebirin û geşkirina welatekî ye.”

2 hezar û 400 ziman di talukeyê de ne

Li gorî lêkolînên UNESCO li cîhanê 2 hezar û 400 ziman di bin talukeya tunebûnê de ne. UNESCO girêdayî vê lêkolînê, bi raporên xwe diyar kir ku divê ji bo jiyankirina zimanan, alîkarî û piştgiriya perwerdeya bi zimanê dayikê bêkirin.

ANHA

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply