Li Dewsa Qêrînê bi Zarokan re Axaftin Çima Girîng e?

Hima bêje hemû dêûbav car caran kontrola xwe hûnda dikin û li ser zarokên xwe de diqîrin. Lê ku hûn vê yekê çendîn car bikin?

Lêkolîner wer hezir dikin ku dêûbav her diçin zêdetir diqîrin. Ji ber ku dêûbav biryar dane ku li zarokên xwe nedin, li şûna lêdanê hêrs û miradên xwe yên şikestî bi qêrînê didin der. Li gor lêkolînê ji her çar dêûbavan yek, bi navînî mehê carekî bi zarokê xwe yê biçûk an jî nû xamayî re ji ber ku nerihetîyê dike an jî wî/wê aciz dike li ser wan de dîqîre an jî bi qîreqîr bang dike. Her ku diçe hîn bêtir terapîst û pisporên dêûbavan li ser vê babetê hûr dibin ku bizanibin bi vê yekê çawa dilê zarokekan diêşe û çawa mirov dikare rêgiriyê ji jê re bike.

“Dengê xwe bilind kirin her dem ne xirab e. Bi dengekî bilind tarîfkirina pirsgirêkekî bêyî ku dilê kesekî bê êşandin dibe pê bal were kişandin” dibêje pisporê dêûbavtiyê Roslyn Heights. Mînak “min pêjgeh paqij kiribû niha bi şopên lingên herî tije bûye!”

Dema qêrîn veguhere êrişekî takekesî, bi hevokên wekî “Çima tu tiştekî nayê bîra te?” an jî “Tu viya her tim şaş dikî!” biçûkdîtin an jî sûcdarkirina zarokî pêk were, wê demê axaftin zirarê digihîne zarok.”

Li gor destnîşankirina lêkolînan gelek dêûbav kontrola xwe hûnda dikin, ji ber ku nerihetî an jî serhildana zarokên xwe şexsî dibînin: Dêûbav ya xwe wekî rastî êrîşê hatî hest dikin yan jî wisa difikirin ku kiryarên zarokan li wan xirab tê der. Li gorî lêkolîna ku di kovara Derûnnasiya Malbatî ku di nava meha Gulanê de hat weşandin dêûbavên ku hestên neyînî yê zarokekî ku ne di cî de, westînêr û xemnak dibînin, di derheqê her “teqînek” nû de çavên wan hîn zêdetir ditirsin û hîn zêdetir miradên wan di ber wan de dimîne. Ev qaliba ku jê re “herikîna hestî” tê gotin, hunera çareserkirina pirsgirêkê ya dêûbav têk dişkîne û bertekên hestî yên wek bi ser de qêrîn bar dike û di têkiliyê de ber bi jêr ve sipîralekî dike tevgerê.PJ-BS928_WORKFA_DV_20140128172745

Li gor destnîşankirina lêkolînan gelek dêûbav kontrola xwe hûnda dikin, ji ber ku nerihetî an jî serhildana zarokên xwe şexsî dibînin: Dêûbav ya xwe wekî rastî êrîşê hatî hest dikin yan jî wisa difikirin ku kiryarên zarokan li wan xirab tê der. ROBERT NEUBECKER

Lêkolîneke din ku profesorê derûnnasî û perwerdehiyê ya zanîngeha Pittshburghê Ming-Te Wang serkêşî jê re kiriye, bi 976 beşdervan re hatiye kirin ku ji xwendevanên dibistana navîn û ji dêûbavan pêk tên, destnîşan dike ku zarokên ku dêûbavên ku “dîsîplîna bi gotinên tûnd” ên wekî qêrîn û heqaretê bi kar tînin, zêdetir meyildarê nîşandayîna tevgerên bi pirsgirêk û vexuyanên depresyonî ne.

PJ-BS929_WORKFA_DV_20140128172953.jpgDîsa di lêkolîneke din de, tê gotin ku encamên qêrîna li ser zarokan ji yên lêdanê wêdetir e. Li gor encama xebata ku bi serkêşiya profesorê arîkar ê psîkiyatrî û tevgerên mirovî ya ji Zanîngeha Brownê Stephanie Prade ve hat rêvebirin û 15 salan dewam kiriye, zarokên ku di heşt saliya xwe de ji hêla dêûbav ve bi qêrînê hatinê dîsîplînkirin dema tên 23 saliya xwe bi xoşewîst an jî bi hevjînê xwe re pêwendiyek kêm têrker dijîn. Prade dibêje “Ew dêûbavên ku diqîrin dibe ku firseta fêrkirinê ji dest berdidin ya ku zarokên wan pê dikarin hestên xwe regule bikin (sererast bikin)”

Li gorî lêkolînê, lêdan di pêwendiyên kesên gihayî de kêm-tetmînkariyê encam dide. Lêbelê bandora neyînî ya lêdanê, dema dêûbav di demeke din de pesnê zarokên xwe didan dihat telafîkirin. Lê bandora qêrînê bi hezkirina dêûbavan ve ji ser zarokan nediçû. Dema dêûbav diqêriyan û zarokên wan fêrî taktîkên çareserkirina pirsgirêkên neyînî dibûn, van taktîkên ku di xamatiya xwe de fêr dibûn di navseretiya xwe de jî didomandin. Li gor gotara ku di sala 2012an de di Marriage & Family Review (Lêkolandina Zewac û Malbatî) de hatiye weşandin, zarikên wiha wer li hêviyê ne ku wê kesên din jî bi tevgerên neyînî nêzî wan bibin, ji ber vê jî ji xwe re bi awayekî nebîrbir hevjînan hildibijêrin ku vê hêviya wan pêktînin.

Julie Ann Barnhill a ku bi pirtûka xwe ya li ser hêrsa dêûbav nivîsiye tê naskirin, dibêje “qêrîn ciyê zirara herî mezin e ku ji sedî 90ê me zirarê dide”.  Barnhill dibêje hîn zarokên min di pola destpêkê de bûn ez heftê 2-3 caran biqîreqîr bi wan de diqêriyam. Barngill hîn paşê şêwirmendî digire û hînê kontrolkirina hêrsa xwe dibe û hînê bi rê yên hê erênî û hê aram rêzkirina zarokên xwe dibe. Îro jî li semîner û atolyên xwe dêûbavan hînê van amûran dike.

Dêûbav dikarin wexta teqîn nêz dibe elametên wî ferq bikin û tansiyona xwe daxînin. Dibe ku elametên hişyariyê vana di xwe de bihewînin: Di gewrî an jî di singê de şidîn, bêhna pir six an jî bilez, şidandina diran an jî çenê, di derheqê xwe de fikrên neyînî an jî tengezarbûn. Ji bo arambûnê ev dikarin bibin alîkar: bêhnên kûr, niwandina dîmenên xweş li ber çavan, heta 10an hijmartin an jî odê terk kirin. Barnhill, fikrên ku aramiyê didin wekî “ez rojekî nexweş derbas dikim, lê hêrsbûn jî wê tenê her tiştî hê nebaştir bike” di hişê xwe de derbaskirinê pêşniyaz dike.

Nivîskarê pirtûka “Ji Dêyên Nûwaze re Dawî” Jill Savage jî wer pêşniyaz dike dibêje ji bo hûn hinek demê bidin astengiyên biçûk wekî şîr birije, mont hûnda bibe, ji karûbarên xwe yên rojane demên vala çêkin. “Eger piştî şîva êvarê ji bo ez derûdoran bidin hev 20 deqê min hebe ez ê wê demê wê şîrê baştir îdare bikim.”

Di şûna “Tu” yê bi “Ez” ê dest bi hevokê kirin wê dêûbavan ji “êrişa hêrsê” ber bi “dema hînbûnê” ve bibe. “Tiştê ku li xweşa we naçe bibêjin, paşê jî tiştê ku wê li xweşa we here çi ye an jî hûn li bendê ne lê zêde bikin” dibêje Savage.

Leigh Fransen dibêje dema keçên min Alana ya 10 salî û Elisha ya 8 salî di navbera hefteyekî de du şevan ji bîr kirin xwarin bidin kûçikê xwe, wê demê min xwest ez bi qîreqîr bi wan de biqîrim.  “Ev bi rastî berpirsiyariyekî mezin e û her gav ajalên nû ji min dixwazin da ku em xweyî bikin!” dibêje Fransen. Min xwest ku bi qîreqîr ji wan re bibêjim ‘ji ber ku we kûçik birçî hiştiye ji we re jî şîva êvarê tune ye! Hestek çawa ye bibînin hela!’. Lê vê yekê wê ji rondik û bedbextiyê wêdetir tu tiştek neanîya û îhtîmal bû ku ez ê jî ji soza xwe vegeriyama.

Di şûna viya bi “Ez” ê dest bi berteka xwe kir. “Ez naxwazim kûçikê birçî bibînim. Hela li rewşa wî binêrin çi di rewşekî nebaş de ye. Ez li bendê me ku berya hûn xwarina xwe bixhûn, hûn wî têr bikin.”  Diya wan hîn dawîyê ji ber ku berpirsiyarî girtine pesnê zarokên xwe da û got “ji ber ku kûçikê we di wextê de xwarina xwe xwar hê kêfxweş dixuye.” da ku ew jî vê rewşê bibînin.

Bi gelemperî, dêûbav ji ber ku hêviyên wan ên rasteqîn tune, hêrs dibin. Wek mînak meriv li bendê be ku zarokekî du salî zorê li sînorên sebra dêûbav neke. Em ji zarokên xwe re dibêjin “Li gor temenê xwe tevbigere.” lê ya rastî ew ji xwe wera tevdigerin. Dêûbav ne li benda nûwazebûna zarokan bin wê hêrsa wan dakeve. Bi heman şiklî xeteya ku zarok kir wek derfetek hînbûnê bê dîtin jî wê hêrsa wan daxe.


Ji dayikeke din mînakek: Dema bi erebê derketin gerê lawê wê yê 6 salî paldankên herdû zarên din da ber pehînan û tehn da, wê demê Sarah Weingot ev teknîk ceriband. Weingot ji lawê xwe re gor yan tu yê li mal li cem nêrevan bimînî yan jî tu yê çareserîkî bibînî. Lawik bi “erebeyek hîn çêtir bikire” dest pê kir heta bi seredorî di paldankên rihet de rûniştinê lîsteyek dirêj rêz kir. Û fikra dawî bi kêr hat.Dêûbav dikarin zarokên xwe jî tevlî çareseriyê bikin û krîza hêrsê veguherînin dema hînbûnê. Jibo vê girîng e ku mirov li benda demeke aram bisekine û rêzikên ku zarok binpê kirine bîne ziman. Paşê jî hûn dikarin vebijêrkekî bidin zarok da ku hîn be wê çawa pêşî li tevgera xwe ya çewt bigire. Meriv ji zarokekî pêşniyaza çareseriyê bixwaze, ew hînê hunera çareserkirina pirsgirêkê bike.

Lêborîn piştî teqînekî dikare arîkariya temîrkirina pêwendiyekî bike. Nivîskar Barnhill qîza xwe ya xama da ber xwe û ji ber bûyerekî ku li ser nîqaş kiribûn jê lêborînê xwest. “Tê bîra min ku ez bi qîreqîr bi rûyê te de qêriyabûm. Ji bo vê ez gelek lêborînê dixwazim, keçika min a xweşik.”

Keçika wê ya ku îro 25 salî ye jî dibêje nayê bîra min ku diya min ew qas pir bi min de qêriyaye. Lêbelê hê jî pir baş tê bîra wê ku poşmaniya dêya wê wê daye girîn. “Diya min nîşanê min da ku çiqas zaf giringiyê dide hestên min”.

Çavkanî: http://www.egitimpedia.com/cocuklara-bagirmak-yerine-onlarla-konusmak-neden-onemli/

Nivîskar: Sue Shellenbarger

Werger: Rengin Aslan

perwerdia.wordpress.com

Derbar Çand Name

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply