Welatyekî kurd bi navê Mam Ehmed li bajarê Dêrikê, odeyekê ji mala xwe kiritee entîkxane û çi tiştên kevnare yên derbarê kultur û dîroka kurdan de di wê odeyê de kom kiriye û him parastina wan dike û him jî ji bo wan kesên serdana wî dikin dide nîşandan.
Mam Ehmed ji xelkê bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistanê ye û ji ber hezkirina wî ji folklorê kurdî re, wî ev entîkxane di mala xwe de vekiriye û parçeyên cur bi cur ên kevnarên bav û kalan kom dike.
Mam Ehmed dibêje ku parastina folklora kurdî erkekî netewî ye, ji ber vê yekê jî ew bizavan dike ku di nava bajar û gundên deverê de bigere û şûnmayînên kevnare kom bike.
Piştî ku Mam Ehmed entîkxaneya xwe ve vekir, rojane welatiyên bajarê Dêrikê û gundewarê wê, serdana wî dikin û temaşeyê berhemên di entîkxaneya wî de dikin, ew jî ji wan kesên serdanê dikin re behsa wan berhem û bikaranîna dike.
Çavkanî: Rudaw