Li Danîmarka romana nivîskara Kurd di rêza yekem de ye

Li Danîmarkayê pirtûka nivîskara Kurd a bi navê “Dode Vaskeren” (Gassal – Şûştina Mirinê) bû pirtûka ku îsal herî zêde hatiye firotin û xwendin.

Nivîskara Kurd Sara Omer ku li Danîmarkayê dijî, romana xwe ya bi navê “Dode Vaskeren” ku li ser enfal, êrişên kimyewî û êş û kulên Kurdan nivîsiye sala par belav kir.

Li Danîmarkayê lîsteya pirtûkên herî zêde hatine firotin û xwendin hat eşkerekirin. Romana nivîskara Kurd ku ji 323 rûpelan pêk tê tenê di vê mehê de 50 hezar jê hatin firotin. Di lîsteya salane a pirtûkên herî zêde hatine firotin de jî “Dode Vaskeren” (Gassal – Şûştina Mirinê) di rêza yekem de cih girt.

Sara Omer ku cara yekem bi zimanê Denmarkî romanek nivîsî ragihand ku wê di wê romanê de li ser êşa jinên Kurd, dîroka Kurdan, jiyana Pêşmerge, neheqeiyên li dijî Kurdan û serhildanên Kurdan nivîsiye.

Sara Omer li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê xelata xwe wergirt.

BasNews

Derbar Rêvebir

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply