LI CEM WE ÇÎROK ÇAWA DEST PÊ DIKIN?

Çîrokên Kurdî hin caran bi wezin û awaz, hin caran wekî axavtin tên gotin. Li her herêmekê Kurdistanê çîrokbêjên navdar hebûn, mixabin êdî nînin. Çîrok, di şevên dirêj ên zivistanê de hezkiriya dilê zarokan bû. Zarok ji têkoşîna Mîrza yan Şivanê deryayê fêrî jiyana rastegîn dibûn ku têjî xetere û xirabiye. Dilê zarokan bi dilê Keçbehrîyan, bi dilê Keçelokê Pîrê re diavêt.
Piştî belavbûna elektrîkê li gundên Kurdistanê çîrok jî ketin sekerata mirinê. Nivşên nû êdî qîma xwe bi çîrokan naynin. Lê zarokên Kurd çîrokên Kurdî û lehengên xwe di têlevîzyonan de wekî kartonfîlm dibînin. Ji ber ku Kurd ne xwedî dewlet in, çanda Kurdan ji aliyê Tirk, Ereb, Fars û Ewropiyan ve tên talankirin û hêj jî ev talan berdewam e.
Herçendî li her herêmekê Kurdistanê bi versiyoneka din in jî, pirranî çîrokên Kurdî wiha destpêdikin:
Hebû, tunebû
carek ji caran
rehmet li dê û bavê guhdaran
bi tevî derî û cîranan
bi tevî pepûk û xizanan
bi tevî rêwî û koçberan
bi tevî sêwî û bêmalan
bi tevî birçî û nexweşan
bi tevî mişkên li dîwaran
Ji xeynî eza û mixtaran
ji xeynî Bekoyê Ewanan
ji xeynî Rom û Ereban
ji xeynî Papaxgeniyan
ji xeynî dizên xiyaran
ji xeynî dêvên keleman
Wî got, min got, we dot
Ba hat, bahoz hat, kêçên Bexdayê hat
Dengê dêvan hat
Şenglo birev bivirê
Menglo birêv tevirê
Na na, devên xwe vekin çavên xwe bigirin
Yê hat Elî Lawo ye
Elî Lawo rojekê….
kuWiki
Ev nivîs ji rûpela fesbokê ya Dar Gimgimî hatiye wergirtin.

Derbar ziman

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply