Bi rastî eşq, peyva evînê tiştekî çi qasî bi heyecan e. Eşq, evînî, evîndarî an hezkirin…
Mirov ewil ev peyva hanê yanî Li cem Kurdan jîyana eşqê dibîhîze dibêje ma qey eşq cuda cuda tê jîyîn? Ma ne wek hevdû ne.? Nexêr! Wekî hevdû nîn in.. Belê di her milletê de çawa ku, orf û edet cuda cuda ne, eşq û evîn jî cuda cuda tê jîyandin. Lê mirov dikare bibêjê ku dawîya her evînê ku hatîye jiyîn wek hev in. Lewra di her eşqê ku tê jîyîn de gîhîştina hevdû tûne ye. Lazim e ku, jin û mêr negîhîjin hevdû. Wê demê dibe eşq, evîn yan bi navekî din dibe agir. Di Kurdan de wateya eşqê ev e; wekî ji hev cuda bun e. Yanî negihîştine. Bi qet’î gîhiştin tüne ye.
Gelo ji bo çi ye? Sedemê wê çi ye? Lewra gihandin destpêkirina mêjîyê ye. Lê belê eleqeya eşqê bi mentiq û mêjîyê tûne ye. Eşq wekî cinnetê ye. Kurd jî dibêjin ku ji bo ketina cinnetê, lazim e ewil meriv têkeve cehennemê. Heta difikirin ku, bi ava eşqê, agirê cehennemê vemirînin. Di edebiyata Kurdan de eşq lê gerîn e. Dema ku mirov evîn peyda bike û pêde biçe ew evîn nabe.
Hewce ye ku meriv dev ji evînê an evîna xwe berde. Heke wisa be dibe eşq. Divê mirov êş û jana hesretê bikşîne. Navê vê hestê bi van şiklê tê danîn. Di eşqên ku di edebîyatê de tên qalkirin de jî qet herdû alî negîhîştine hevdû. Mînak; Sîyabend û Xecê, Mem û Zîn,û hwd.
Bi rastî ruh, hîs û jîyandina evînê rewşa milletekî jî dide nişandan. Çand û Kultûra wî mîlletî jî derdixe holê û eşkere dike. Ciwanên Kurdan hezkirin, hîs û ramanên xwe bi klaman an jî bi helbestan anîne ziman.
Di hemû klamên dengbêjan de û helbestên ku gihîştine destê me de eşq heye. Hezkirin tûne be, nivîsandin jî an gotinbêjî jî tûne ye. Jixwe hezkirin bi tena serê xwe tiştekî bêhempa ye. Kurd jî dema ku ji hevdû hezkirine, hûrmet û qedir dane hevdû.
Di hezkirina rastîyê ku bûne efsaneyê de tu temasa cinsî tûne ye. Lewra yên ku evîndar in, ev tevger wekî bê hurmetî dîtine û dest nedane hevdû. Ji hevdû dûr lê ew qas jî ji nêz ve ji hevdû hezkirine. Car caran zilêm xwe li çol û banîyan xistiye. Jinê jî ji ber hîsên xwe ketiye nav nivînan. Bi rojan xwarin nexwarine. Lê qet dev ji hîsên xwe bernedane.
Çavê wan wekî kor bûne. Bi salan hevdû nedîtîne. Ji hesreta ditînê kul û dert gelek kişandine. Lê dîsa jî negihîştine hevdû. Di dawîyê de ya yek mirîye, yan jî serê xwe girtîye û ji wê derê dûr ketîye. Mezinên me ji me re qal dikirin. Li gundekî yekî ji yeke hez bikira ji dûr ve hezdikir, nezîkbûn an bi hevdû re peyvandin an jî evîndarî tûne bûye. Hîsên xwe bi nameyên dizî, an di bin dîwarên xanîyan de û hwd. ji dûr ve , li hevdû bi nêrînan didan nîşandan.
Helbet van evînên ku ez behs dikin hemû di paşerojê de mane. Mixabin êdî eşqên wisa di rêzefîlman de mane. Lewra di hezkirinên niha de maddîyat he ye. Bê hûrmet û bê qiymet bûye. Jîyaneke modern hîsên mirovan jî kirîye bin bandora xwe.
Evîndarîya paqij nemaye.Di bajarên metropol de ev hîs û ruh hatîyê guherandin.
nucevan.com-Sevda Kaplan