Hejmara du ya kovara Kund niha li Bakurê Kurdistanê li ber destê xwendevanan e, ku mijara dosyeya vê hejmarê helbestvanê navdar Berken Bereh e.
Kovara Kund di vê hejmara xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku di hejmara yekem a kovarê de tenê 4 jinan babet nivîsandine, lê belê vê carê 11 jinan nivîsên xwe di kovara Kund de belav kirine.
Stafa kovarê xwendevanan agahdar dike ku nivîskarê navdar û mamosteyê zanîngehê yê ji Başûrê Kurdistanê Ferhad Pîrbal dê bibe mijara dosyeya hejmara sê ya kovarê. Herwiha mijara dosyeya hejmara yekem jî romannivîsê Kurd Bextiyar Elî bû.
Hinek babetên hejmara du ya kovara Kund ev in:
Hevpeyvînek bi Berken Bereh re – Rêdûr Dîjle
Erdnîgariya Helbesta Berken Bereh – Evdal Baqî
Şahidiya Şairekî – Burhan Tek
Rêya Bilind û Rêwiyê Bilindtir: Helbest û Helbestvan – Bajar Mîrzeman
Bav di Helbesta Berken Bereh de – Umran Aran
Hezkirinnameyek bo Derwêşê Şê’ra Kurdî Berken Bereh – Merdan Newayî
Pirtûk di Gerdûna Borges de: “Pirtûkxaneya Babîlê” – Şukran Yaguz
Xwînerên Baş û Nivîserên Baş – Vladimir Nabokov (Wergêr: Umran Aran)
Ferhenga Novel-lawan – Ferzan Şêr
Li Ser Wergerê û Wergêran – Salih Agir Qoserî
Kes jê Xwendetir Tunebû – Ciwanmerd Kulek
Xeyalên li Ser Keviran – Vecdî Demîr
Rêwîtiya Kitêbekê û Kurikekî: Dara Ahlatê ya Nurî Bîlge Ceylan – Felek Perîşan
Nerînek li Ser Fîlmê Reşeba – Rengîn Kardelen
Welatê Şûşenên Spî – Yaqob Tilermenî
Handa: Rêzeçîrok an Romana Perçekirî – H.Kovan Baqî
Mêşên Beckettî Difirin li Ser Parîsê – Ronya Bewran
Ber bi Hêlîna Dil ve – Receb Dildar
Derz – Gulîzer Fatma Savcı
Gula Mecîd – Esra Boga
Bêndera çandê -149/155 – Mewlûd Oguz
Jiyana li Dêrikê ya Piştî Lîseyê – Fuad Onen
Mîhrîcana Fîlman a Yılmaz Güney Hat Lidarxistin
Pêşangeheke Nejirêzê li Ruhayê
Rûdaw