Li Bakurê Kurdistanê Cejn Çawa Tê Pîrozkirin?

Li Bakurê Kurdistanê Cejn Çawa Tê Pîrozkırın?

 

Di van salên dawîn de şaxên modernîteyê di nav Kurdan de şaxên xwe vedane û ji xwe re cihekî zexm çêkiriye. Lê hîn jî li hin cihên Kurdastanê, wek demên berê li ser koka xwe maye û li gorî dewrên berê cejna xwe pîroz dikin.

 

Li devera Tor, Botan û Behdînan hîn jî cejnên xwe li gorî ‘edatên berê pîroz dikin.

Her cejneke wan şahiyeke dewlemend e.

Her cejneke wan beramberî sed cejnên modern e.

 

AMEDEKARİYÊN BERİYA CEJNÊ

Li Welêt, ji cejnê re hîn du roj mayîn xebat dest pê dikin û heya nimêje cejnê jî xebat didomin.

 

Jin û mêr ji aliyekî ve, gundî û cînar ji aliyekî ve dest didin hev û amedakriyên xwe temam dikin.

 

Rojên beriya cejnê bi navên Roja Cilan û Roja Katikan tê bilêvkirin. Roja sisêyan jî Roja Cejnê ye.

 

Her du roj jî li gorî xwe taybet in û mirov di van her du rojan de jî xebat û amedekariyên cejnê  dikin.

 

Roja Yekê: “Roja Cilan”

 

 

*Çend Dîmen Ji Amedekariyên Roja Cilan

 

Ev roj, roj paqijiyê ye.

Çawa ku pêxember dibêje: “Paqijî ji îmanê ye”. Millet jî hem bi îmanek ji dil û hem jî wekî paqijkerekî nexweş dikevin ber paqijî yê de. Malî, havîrdorê xwe wisa paqij dikin ku li ser rûyê erdê qirş û qalek jî namîne.

 

Wekî ku ji navê xwe diyar e di vê rojê de cil tev tên şûştin. Hemû jin li hev kom dibin û diçin ser kaniyê. Li wê derê hem cilên xwe dişon û hem jî sohbeta xwe dikin.

 

Wextê cil dihatin şûştin vê car dor dighe mehfûran (xalîçe, kilîm).

Li malê çiqas mehfûr hebin tên kom kirin. Li ser ban û an jî li ser cihekî bilind mehfûrên xwe li ba dikin û toza nava wan derdixin. Piştî toza wan hilweşandin vê car dikevin ber şûştina mehfûran û ji eyarekî dixin eyarekî din.

 

Piştî van xebatan dor dighe paqijkirina mal û hewşa malê, bi melkesê xwe yê darî jin dikevin ber paqijkirina mal û hewşê de. Heya danê êvarê xebata wan ev e û di dawiyê de hemû der û deşt wekî durrek giranbuha diberike.

 

Ma çawa neberiqe ezbenî? Destên dayîk û xwişkan bighîje çi dibe zêr û diberiqe. Keda destên jinan pîroz û bimbarek e.

Beriya cejnê divê ew destên pîroz tevahiya mala tewaf bikin ku xêr û xweşî ji malê kêm nemîne.

 

Zilam jî di vê rojê de, ji bo cejnê diçin sûkê hem pêwendiyên malê û hem jî ji bo cejnê cilan  dikirin.

 

Roja Duduyan: “Roja Katikan” (Erefe)

Roja duduyan roja katika ye; katik cureyek nan e ku tenê di roja erefê de tê çêkirin.

Katik şeklê wê sêgoşe ye û hundirê wê tewaşkiriye.

 

Roja katikan millet diçe ser goristanên xwe û miriyên xwe ziyaret dikin. Li ser qebra wan Yasîn an jî Qurana Pîroz tê xwendin.

Piştî ziyareta qebristanê, millet ji bo xêra miriyên xwe li ser goristanê mewîj, bastîq, helîl, hêkên kelandî yên boyaxkirî û kulîçe belavdikin. Ev edat di demên berê de maye û niha li şûna wan tiştên febrîqasyon tê belavkirin.

 

Roja katikan ji bo zarokan cejna piçûk e, zarok wê rojê têra xwe şekir û tiştên xweş didin hev.

 

Vê rojê katik beresirkî tê çêkirin. Her mal ji bo xêra miriyên xwe, çend loqûm deynin ser katikan û li mala cîranên xwe belav dikin.

 

Heta danê êvarê kêmasiyên mayîn tên temamkirin.

 

Roja Cejnê

Roja cejnê serê sibê bi dengê banga şerîf re mezinên mala şiyar dibin û limêja xwe dikin. Piştî limêjê jin dest bi çêkirina xwarinê dikin û di ber re jî hem paqijiya malê dikin û hem jî paqijiya hewşa xwe dikin.

Mêr jî piştî amedekeriyên xwe, ji bo xûtba cejnê berê xwe didin mizgeftê.

 

Hemû zilamên gundî li mizgeftê kom dibin û bi cemeet limêja xwe dikin. Piştî limêjê dikevin rêzê û yek bi yek cejna hevûdu pîroz dikin.

 

 

*Di Mezgeftê De Pîrozkirina Cejnê

 

 

Piştî pîrozkirina cejna hev, hemû zilam û tevlî melê berê xwe didin ser ziyaretê. Gava tên ser ziyarêtê, herkes diçe ser goristana nasên xwe û cejna wan pîroz dikin; ji bo wan Yasîn û Fatîhayê dixwînin.

 

 

*Serdana Goristanê (Ziyaret)

 

Piştî pîrozkirina cejna miriyan herkes diçe mala extiyarê gund û li wir herkes bi hev re xwarinê dixwe.

 

Roja Cejnê li her malê li gorî qeweta xwe sofreyek dewlemend tê raxistin. Çiqas nîmet di malê de hebin ji her nîmetî deynin ser sofrê û sofra xwe pê dewlemend dikin.

 

Piştî zilam xwarina xwe dixwin, hemû bi hev re yek bi yek li malê gund digerin û cejna gundî, nexweş û extiyarên xwe pîroz dikin.

 

Heta danê nîvroya zilam li cejnê digerin. Piştî nivroyê êdî dema jinan e û jin li cejnê digerin.

 

Mela Mihyedîn

 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply