Li bajarê Muğlayê Tewrata 700 salî hat bidestxistin

Li Tirkiyê, li bajarê Muğlayê Tewrateka ku temenê wê 700 sale, hinek kesên karê qaçax dikin xwestin bifroşin. Kesên karê qaçax dikirin hatin girtin.

Li ser glîkirina hemwelatiyan cendirmêyên asayîşa herêmê operasyon kirin. Di operasyonê de Tewrat kete dest. Di operasyonê de 4 kes hatin girtin. Girtiyan birin dadgehê. Yek ji wan şandin zîndanê û 3 ji wan bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Ji bo li serê lêkolîn bêkirin, Tewratê şandin rêvebiriya muzexaneya navçeya Fethiyê.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply