Li Anatolyayê şopên Zerdeştiyê hatin vedîtin

Li bajarê Amasya ya Tirkiyê, di encama kolandina şûnwarên dîrokî de berhemên serdema Persan hatine peydakirin.

Li devera Oluz Hoyuk a bajarê Amasyayê, di encama lêkolînên dîrokî de cîhûwarke Persan hate vedîtin.

Mamostayê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Stenbolê Şevket Donmez derbarê vê yekê de got: “Şûnwara me dîtiye ya serdema Persiyan e û dikare zanyariyên me yên derbarê dîroka olan a Anatolyayê biguhere. Ev dever vedigere Beriya Zayînê 500 salan. Me peresetgeheke agirperestan peyda kir, ku ev yek jî dikare derbarê Zerdeştiyê de zanyariyên nû bide me. Li odeyekê wê perestgehê cihekê pîroz ê agir heye. Di odeyên din de jî kevir hatine nexşandin. Me alavên di vê perestgehê de eşkere kirin.”

Donmez ragihand, ku ev vedîtina wan ji bo zanyariyên derbarê olên semawî de dê gelek bi kêr bin.

Bi gotina Şevket Donmez: “Ti berhemên wiha yên 2 hezar 500 salî li Îranê nînin. Ev li Anatolyayê derketine holê. Bi vî awayî Anatolya jî dibe cîh û warê Zerdeştiyan, ku pirtûka wan a pîroz Avesta ye. Êdî Anatolya jî dê weke welatê wan ê pîroz were binavkirin.”

Mamostayê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Stenbolê diyar kir, ku mirovên wê demê gelek hez ji hawîrdor û jîngehê kirine, lewma li dora cihê xwe park çêkirine û sîstemeke nûwaze ya olî ava kirine.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply