Li Amedê kursa mehfûr û kefiyê

Midûriyeta Perwerdehiya Karê Daîreya Xizmeta Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber ku pîşeyên jibîrbûyî, disa li ser piyan bimînin û belav bibin, dest bi xebatan kiriye. Herwiha armanca wan kûrsan ew e ku kar û xebat ji bo jinan zêdetir bibe û ew ê keda jinan zêdetir derkeve pêş. Şaredarî di vê çarçoveyê da kursên mehfûr û kefiyê vekirine. Berpîrsyara Midûriyeta Perwerdehiya Karê Daîreya Xizmeta Civakî ya Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Türkan Soylu, derbarê vê kûrsê de ji BasNûçeyê re axivî. Soylu tekez kir; ew nerîtên ku hatine jibîrkirin, lê dikolin û peyda dikin. Ew wan pîşeyan weke kûrs peşkeşê gel dikin. Herwiha pîşeyên berê yên kurdan jî didin vejandin. Türkan Soylu diyar kir ku hûnandina kefî û mehfûran di dîroka herêmê da xwediyê cihekî girîng bû û vê çandê bi salan berdewam kiriye. Lêbelê bi pêşketina pîşesazîyê, van her du pîşeyan girîngiya xwe di nav mekîneyên fabrîkeyê da winda kirine.

Hostayên kûrsa şaredariyê jî ji BasNûçe’yê re axivîn û tekez kirin ku ew gelekî dixwazin ev kar belav bibe û şagirdên wan ji vê kûrsê sûdê werbigrin. Türkan Soylu: Çêkirina mehfûran çandeke kevn a kurdan e Türkan Soylu di berdewamiya axaftina xwe da bal kişande ser girîngiya kefî û mehfûrê û diyar kir ku heta salên 1950’î jinan bi destê xwe kefî çêdikirin. Lê her ku wext derbas bû, girîngiya keda destan winda bû. Ji ber ku gel bawer dike ku tiştên fabrîkayê bi kalîte ne û dest bi kirîna berhemên fabrîkayê dikin. Mehfûr di nava kurdan da çandek gelekî kevn e. Mehfûr berê di cihêzê dêyên me da xwediye cihekî hêja û bierc bûn. Lê niha ev çand winda bûye. Kefî jî ber bi windabûne ve diçe.

Soylu derbarê projeyên ku li ser mehfûr û kefiyê hatine çêkirin jî axivî û got; “heta niha di çarçoveya projeyên Ewropa da hin proje hatin çêkirin. Lêbelê berdewamiya wan tunebûye. Ji ber ku ji aliye bawerkirinê ve hin kêşe derketine û wan jî biryar daye ku bi berpirsyariya şaredariyê, kûrsan vekin û ev kûrs dê bala gel zêdetir bikşîne û hem jî kûrs dê berdewam bikin û hem jî baweriya gel dê ber bi zêdebûne ve biçe. “Xebata jinan derdikevin pêş” Herwiha Soylu got wan ew kûrs bi taybetî ji bo jinan vekirine lêbelê eger mêr jî bixwazin dikarin beşdarî van kûrsan bibin û wiha got: “Ew kûrs, herî zêde ji bo jinan vedibin. Lê mêrên ku dixwazin fêrî wan pîşeyan bibin, dikarin beşdarê wan kûrsan bibin. Di vî warî da tu kêşe tuneye. Amanceke me ya din ew e ku girîngiya keda jinan derkeve holê. Herwiha kesên ku beşdar dibin û mehfûran çêdikin, dikarin berhmên xwe di bazarê da bifiroşin. Beşdarên kûrsê fêrî pîşeyê dibin, hem jî pere qezenc dikin û bi vê riyê, ew pîşe dîsa belav dibin û meyla gel jî zêde dibe. Amanceka din jî ew e, piştî ku beşdaran ev kûrs xelas, dikarin ji xwe re cihekî cihê vekin û çêkirina wan pîşeyan berdewan bikin.” Refika Özer: Ez dixwazim ev kar belav bibe Refika Özer hosteya kefiyê ye, ew jî ji BasNûçe’yê re axivî; Özer ji Şirnexe ye. Ew bi salan e li Amedê dijî. Refika Özer berê wekî xwendekar dest bi vê pîşeyê kiriye û bi salan e bi vê pîşeyê re mijûl e. Herwiha ew debara xwe bi vî karî dike û ji ber vê yekê gelekî kêfxweş e. Li gorî wê, dema ku jin bikaribin kar bikin û alîkariyê debara mala xwe bikin, gelek baş e. Özer diyar kir ku dema  jin jî dixebite û pere tîne malê, hem kêfxweş dibe û hem jî alîkariyê ji mêrê xwe re dike.

Hosteya kefiyê anî ziman ku du zarokên wê hene û ew jî bi keda xwe beşdariyê di debara malê da dike. Hoste Özer ji me re wiha behsa çîroka xwe ya vî karî jî kir. Dema ku Özer vebûna vê kûrsê bihîstiye, serlêdana wê kiriye. Piştî ku di ezmûnê da serketiye, li atolyeyê dest bi kar kiriye û bêsebirane li benda xwendakerên xwe ye. Ji ber ku Özer dixwaze ev kar bê belavkirin û bi xelkê bide hinkîrin.   Özer di gelek cihan da karê kefiyê kiriye. Refika derbarê dîroka kefiyê agahî dan û wiha got: “ Li Amedê di destpêkê da pîşeya kefiye, ji aliyê jinên ermenî ve dihat kirin. Pîştî ermeniyan koç kirin, xelkê din dest bi vî karî kirin. Ji bo karê kefiyê fabrîkayên mezin hatin sazkirin. Lê hêdî hêdî ev jî winda bûne. Hûnandina kefiyê ber bi windabûnê ve çûye û hêvî dikim ku ev tişt carekî din di nava civakê da pêşbikeve. “ Refika Özer bernameya xwe ya dersê diyar kiriye û derbarê bernameyê jî hin agahî bi me re parvekirin û wiha got: “Rêbazên hûnandina kefiyê fêr dikim. Lê piştî vê kûrsê beşdar çawa dixwazin bihûnin êdî ji wan re dimîne. Li vê derê tenê kefî nayê çêkirin. Heger beşdar rêbazan baş fêr bibin, dikarin berhemên wekî binkiras, êlek û çenteyan jî dê bikaribin ji bo xwe  çêbikin. Ev êdî ji xeyala wan re dimîne. “

Sevda İpek: Ez ji met û dapîra xwe fêrî vî karî bûm Sevda İpek jî mamosteya mehfûrê ye. İpek ji Kulpa navçeya Amedê ye. Ew vê pîşeyê di salên 1987-1988’ê da li gundê Kulpê fêr bûye.  Wê demê li gundê wê kûrsa mehfûrê vebûye. Li wê derê dest bi vî karî kiriye û heta niha berdewan kiriye.  Herwiha wê ji sala 1990`ê ve mamostetiya mehfûre kiriye û li Elîih, Lice û Bismilê mamostetî kiriye û dê vî karî bidomîne. İpek ji bo çi di zaroktiya xwe da dest bi vî pîşeyê kiriye, bi me re parve kir. Sevda diyar kir ku dema ew zarok bû, pîr û meta wê, ev kar dikirin, dezgeha wan hebû û li vê derê balîf, xorcîn çêdikirin. Dema ku ew li ser dezgahan rûdiniştin bi saetan ew kar dikirin. Bandora pîr û meta wê jî li ser wê gelek zêde bûye û sedema destpêkirina wê jî ew in. “Ez bi saetan dikarim li ser karê xwe rûnêm” Sevda İpek derbarê karê xwe nerînên xwe wiha anîn ziman: “Hûnanadina mehfûrê hesteka gelekî baş e. Ez bi salan e vî karî dikim. Lê ez tu caran jê eciz nabim. Dema ku ez dest bi hûnandinê dikim, ez wextê ji bîr dikim û heta hemû xemgîniyê min ji hişê min ve diçin yanî ji bo min wekî terapiyê ye.” İpekê derbarê bernamaya xwe ya kûrsê jî hin zanyarî bi me re parvekirin.  Wê got ku ew di destpêkê da ta û dezgehê bi şagirdên xwe re dide nasîn û wiha got:” Çawa ta tê pêçandin û çawa tê dîzaynkirin, kîjan ta ji bo çi karî tê bikaranîn. Ji bo destpêkê ew tişt gelek girîng in. Ez van tiştan nîşanî hemû şagirdan didim. Ez hemû teknîkan dê fêrî wan dikim. Herwiha em dê li vê derê ji bilî mehfûrê, çente, xorcîn, balîfan jî çêbikin. Dema ku şagird fêrî teknîkê wê bûn, ew ê li ser karê xwe berdewam bin û ew li benda şagirdên nû ne da ku wan jî fêrî pîşeya çêkirina mehfûran bikin. “

Bas Nûçe

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply