Çar hunermendên kurd: Cengiz Tekin, Deniz Aktaş, Erkan Ozgen, û Şener Ozmen. Çar hunermendên ku li Diyarbekirê dijîn û diafirînin hatine ba hev û li Amedê bi navê Loading cîgeheke hunera hevçerx vekirin. Şener Ozmen li ser navê Loadingê ji Sputnik Kurdistanê re behsa kurteserborîya destpêka xebatên xwe û hevalên xwe û avakirina cîgeha Loadingê kir.
Ozmen wiha berdewamî serpêhatî û hewldanên xwe û hevkarên xwe yên hunerî yên destpêke dike û dibêje, “Di 2001an de, li Diyarbekirê bi serenavê ‘Art And The City’, me yekem pêşangeha hevçerx li dar xistibû, ez wekî hunermendekî na, lêbelê wekî gerînedeyekî tevlî pêşangehê bûbûm; Erkan, Cengiz, Berat Işık û çend hunermendên din jî, berhemên xwe yên yekem raberî bînerên ku pirranîya wan berhemên wehakîno nedîtibûn, kiribûn. Erkan vîdeoyek çêkiribû, li kargeha xwe ya li Dêrika Çîyayê Mazî, mirîşekek ser jê dikir û xwîna mirîşkê ku pelemîzkî davêt, li kevala şîrspî ya li pêşberî xwe wer dikir, bi qasî ku tête bîra min, Cengiz jî li ser hebikên Prozacê enstelasyonek li dar xistibû, emarên xwe yên mejîyî jî anîbûn… Di wan dem û dewranan de li herêmê kesî cûlhet nedikir ku tiştên wehakîno çê bike, bi ser halan de jî —di bin nave hunerê de- wan rêyî mirovan bide; hingê me ne cî û war hebû û ne jî amûret! Herkes li mala xwe bû, gava pêwîst bû, em derdiketin kûçe û kolanên Diyarbekirê bo pîyaseyê, me xwe li Nargileciler Kıraathanesiyê ya li Derîyê Çîyê didît; aha ew çayxane, cîgehê me yî êwil bû. Di pey re, me xwe li Studio Prestigeyê ya li semta Ofisê girt; me gelek karên xwe yên wêneyê li vir li dar xistin; post-produksîyon her li vê studyoyê bû. Bi vebûna DSM’yê (2002) re jî, me dev ji çûna Studio Prestigeyê berneda. Lêbelê DSM, pêvajoyeke nû bû bo me û bo herêmê jî. Bi saya sere Osman Kavalayê ku îro ro di zindanê de ye, gelek kes li vî cîgehî dihatin nik hevûdin, lewre jûreke xas bo pevbestîna film û kar û barên vîdeoyan hebû.”‘PIŞTÎ SALA 2002YAN, REWŞA ME YA HUNERÎ JÎ HÊDÎ HÊDÎ GUHERÎ, GELEK DAM Û DEZGEH VEBÛN’
‘DI DESTPÊKÊ DE, DERRÛDORÊN HUNERÎ YÊ LI STENBOLÊ, XWESTIN ME TEVLÎ SÎSTEMA XWE BIKIN’
Li ser pirsa ‘Şener Ozmen di pêşgotina Travma ve Islahatê de dibêje yek jî navendên herî girîng ên hunera hevçerx Stenbol tê dîtîn —û Otoriteyên Rojavayî piştgirî û piştevaniya vê yekê dikin- heta raboriyeke nêz projeyên hunerî yên derveyî Stenbolê ‘neyarana û tacîzkar’ dihatine dîtin, herwiha pratîkên hunera ‘a/yê din’ bi awayekî ‘bêhurmet û cahilane’ dihatine dîtin û meşruiyeta xwe qaîm dikirin, gavek bi şûn de bi rêlibergirtinên ne kêmî entrikayên Seraya Osmanî dikirin ku temayulên faşîzan ên hunera hemdem bejn biavêjin, gurr bibin.. Gelo niha rewş çawa ye? Aya dibe ku sedema vekirina mekanekî nû ya weke Loadingê ev helwest û hişmendî be?’ Ozmen wiha bersiv da, “Naxêr, ji Stenbolê bêhtir, li dijî şêwjîyan û vegotin û helwêsta siyaseta me ya ku hîna jî hêvî ji nivîskar, romannûs, derhêner, muzikjen, hunermend, siyasetmedar, weşanxaneyên mêtingeran dikin û wê heta hetayê bikin, bû. Di destpêkê de, derrûdorên hunerî ya li Stenbolê, xwestin me bi vî rengî tevlî sîstema xwe bikin, kirin jî! Bingeha hunera hevçerx fena ku li ser hîmên serkeftinê bilind bûbe, tim û dayîm berê xwe bi grafîkên serkeftinê ve kirin; Kurdek her bi tenê rengek ji rengên welatê wan bû û wekî kuratora navdar Carolyn Christov-Bakargiev jî di hevpeyvîna xwe ya di USER’S MANUAL: Contemporary Art in Turkey 1975-2005’de gotî, pêdîvîya wan bi YE (Yekîtîya Ewropa)yê hebû; piranîparêzî, parastina reng û rûçikên lokal û hwd. Piştî ewqasê şer û pevçûn û berberî û terkewelatî, kuştin û nizanim çi û çi, em li devê Sirri Sureyya sekinîne wekî dê çi bibêje! Na, naxêr, Loading ne helwêstek e li hemberî Stenbolê, lewre pêwendîyên me ji berê xûrttir xuya dikin, mesele ew e ku em ji siyasetê nebawer in.‘EM JI SIYASETÊ NE BAWER IN’
Hunermend Ozmen diyar dike ku tevî ku ev e çend meh e ew li Amerîkayê be jî, teqez dike ku ew li Diyarbekirê dijî û navenda hunera wan her Diyarbekir e û wiha pê de diçe, “Em li Diyarbekirê dijîn, navend her û her Diyarbekir bû. Bo min hevparîya sereke Diyarbekir û jîyîn û xebt û koşa li Diyarbekirê bû. Ne pêkan e ku li deverên cûda, tu cîgeheke bi vî rengî birêve bibî. Ji Denizî dest pê bikim; di nav me de her bi tenê ew şêwekar e û şêwekarekî xurt e jî, teknîkeke cîyawaz bi kar tine. Digel ku em her sê yên mayîn ji beşa nîgarê der çûbin jî, piştî demekê me yekcaran dev ji xêzkirin û boyaxkirinê berda û me dest bi wêne û video û enstelasyonê kir. Lêbelê em fena hev jî nafikirin, hevkarîya di navbera me de hevkarîyek e dûvedirêj e, dostanî jî wisan.”‘LOADING: CÎGEHEK BAŞ’
o Loadingê heye û di berdewamiya axaftina xwe de dibêje, “Elaqe gelekî zêde ye. Ez wisan bawer dikim ku, bîst cîgehên bi vî rengî hebûna jî, Loading dê bi sere xwe derketa pêş. Ev jî, ji serborîya —ku para bêhtir mêjû ye- me û kir û kiryarên me yên hunerî têt. ‘Cîgehek baş e…’ jixwe dûrişmeya me jî ev bû.Herwiha Hunermend Ozmen diyar dike ku Loading dest bi çalakiyên xwe kiriye û ji hunerhezan re mizgîniya çalakiyên nû dide, “Kurator Fulya Erdemci ku kuratora 13emîn Bienala Stenbolê bû, di 25-26ê Sermawezê dê li Loadingê çalakîyekê li dar bixe. Bi dû vê çalakîyê re hunermend Koken Ergun û tîma wî, dê li ser kar û barên arşîvê çalakîyekê li dar bixin.Werin Loadingê, herin Loadingê!”
Çavkanî: https://krd.sputniknews.com/nerin/201711086909015-amed-huner-loading-mekan-/
krd.sputniknews.com – Mevlüt Oğuz